'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'

  • rojane
  • 09:52 18 Kanûn 2024
  • |

MÊRDÎN – Hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên bajarê Sêrtê ku beşdarî çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê bûne bertek nîşanî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin, “Eger hûn bi rastî jiyana hevpar dixwazin Rojava ji bo vê mînak e, vê modelê esas bigirin."

Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê, li dijî êrîşên dewleta tirk û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) hatiye destpêkirin di roja xwe ya 6’emîn de berdewam dike. Nûnerên partiyên siyasî û welatiyên Sertê piştgirî dan çalakiya nobedê. Hevserokê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) ya bajarê Sêrtê Eşref Tekîn û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Sêrtê Mustafa Dayanan ku beşdarî çalakiyê bûn têkildarî êrîş û çalakiyê axivîn.
 
‘ROJAVA JI BO CÎHANÊ MODEL E’
 
Hevserokê DBP'ê yê Sêrtê Mustafa Dayanan diyar kir ku bi êrîşan dixwazin modela jiyana hevpar a li Rojava ji holê rakin. Dayanan anî ziman ku modela jiyana nû ya ku bi bedelên mezin hat avakirin dixwazin tune bikin û wiha got: "Rejîma Baasê zêdeyî 60 salan xirabiyên mezin gelên wê derê kir. Li dijî vê zilmê di 13 salên dawî de gelên Rojava û Sûriyeyê rabûn ser piyan li dijî zilmê şerê kirin. Sîstema ku li wir hat afirandin, di şexsê Rojava de rizgariya hemû cîhanê nîşanî me da. Divê mirov çawa xwe biparêze, ev yek ji hemû gelên cîhanê re bûye mînak. Ev şoreşa jinê ye. Ev pergala ku bi felsefeya birêz Abdullah Ocalan hat ava kirin, bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' li hemû cîhanê deng veda. Rojava xwe weke model nîşanî hemû cîhanê da. Ev model li ser bingeha demokrasiyê û çawaniya parastina xwe ye. Ev yek ji hemû gelên cîhanê re bû mînak. Îro dewletên kurewî ji bo şikandin û tunekirina vê modelê bi rêya çeteyan êrîşan pêk tînin.”
 
'ÇARESERÎ BI VÊ MODELÊ PÊKAN E’
 
Dayanan anî ziman ku pêwîstiya gel bi aştî û azadiyê heye û diyar kir ku yekane rizgariya ku gelan ber bi aştî û azadiyê ve dibe modela Rojava ye û got, "Em dixwazin diyar bikin ku em her tim ji muzakere û aştiyê re amade ne. Bi lîstikên bênavber yên dagirkeran re rû bi rû man. Lê divê baş zanibin ku dê gelê kurd, gelên Rojava û Rojhilata Navîn bi ser bikevin. Em ê heta dawiyê li dijî vê ferasetê bisekinin. Em di wê baweriyê de ne model dê bibe rizgariya hemû mirovahiyê. Rizgariya gelan bi vê modelê pêkan e.”
 
‘REJÎM HILWEŞIYA DÎSA JÎ KURD HEDEF TÊN GIRTIN’ 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn da zanîn ku berevajî guhertina piştî hilweşandina rejîma BAAS'ê, Rojava dîsa bû hedefa êrîşan û wiha axivî: "Me her tim diyar kir ku divê ev êrîş rawestin. Aşkere ye ku hêzên navneteweyî hin biryar girtine û bi hin rêxistinên li Sûriyeyê re di nava têkiliyê de ne. Ev danûstandin dewam dikin, lê êrîş û gefên li ser Rojava bi dawî nebûne. Weke kurdên li Bakur em her tim di wê baweriyê de ne ku mafê gelên Rojava ye ku li ser axa xwe bijîn. Wisa tê fêmkirin ku ev wan aciz dike û ev nêzîkatiyeke ne rast e.”
 
‘FÊKIYA VÊ MODELÊ HAT XWARIN’
 
Tekîn diyar kir ku divê pirsgirêkên li Sûriyeyê bi rêyên aştiyane û bi diyalogê bên çareserkirin û wiha dewam kir: "Li Sûriye û Rojava bi têra xwe şer û mirin çêbûn. Ji îro û pê ve gelê Sûriyeyê divê li ser esasê jiyaneke wekhev jiyana xwe bidomîne. Divê bi zelalî bê gotin ku gelên Rojava ax, ziman, çand û dîrokê dixwazin. Jixwe li Rojava modelek heye û vê modelê ji xwe re esas bigirin. Gelê Rojava ev model beriya bi salan afirand. Fêkiya vê modelê hat xwarin."
 
Tekîn bal kişand ser bangên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên kirin û diyar kir ku divê hikûmet van bangawaziyan di pratîkê de bi cih bîne û got, "Divê muzakere û nîqaş bên kirin. Em bangên 'were biaxive' li birêz Ocalan tên kirin girîng dibînin. Hikûmet plan û bername amade kiriye, lê divê mûxalefet jî bi cesaret rola xwe bilîze."
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

10/01/2025
13:53 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
13:39 Turkyilmaz: Heta Ocalan azad nebe pêvajo dest pê nake
13:16 14 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Çapemenî azad e, nayê sansûrkirin
12:56 Saeta ziyaretên ji bo Demîrtaş û Yuksekdag diyar bûn
12:45 Bîranîna Komkujiya Garê: Dê têkoşîna edaletê bidome
12:36 Danişîna doza Dayikên Şemiyê hate taloqkrin
11:57 Rojnamegerên jin ên girtî sewqî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin
11:50 Polîsan tundî li xebatkarê paqijiyê yê şaredariyê kirin
11:41 Di qezaya li Nisêbînê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Karayilan: Ma li ku hatiye dîtin ku bi şer û gefan aştî tê kirin?
10:59 Gel li pêşiya Şaredariya Akdenîzê kom dibe
10:10 Kurên Agaçhanli yê AKP’î ku gumanbarên cînayetê ne ev 4 meh in winda ne
09:43 Berdevkê KKP'ê: Ji bo pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Hiqûqnas Kanar: Wekî Mandela divê ji bo Abdullah Ocalan jî şert û mercên wekhev bên pêkanîn
09:32 Gef li girtiyê nexweş hatin xwarin
09:22 DEM Partiyê bang li her kesî kir ku bên pêşiya Şaredariya Akdenîzê
09:12 DEM Partî: Îktîdar dev ji pratîkên xwe yên darbekar bernade
09:01 PSAKD: Elewî rastî qirkirineke 'taybet' tên
09:00 Bertek nîşanî nevekirina tunelên li ser rêya Colemêrgê dan
09:00 ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:44 Fransayê ji bo HSD’ê got: Em di ferqa deynê xwe yê ji bo şervanên azadiyê de ne
08:42 Li Hatayê erdhej çêbû
07:52 Hevşaredarên DEM Partiyî hatin binçavkirin, şaredarî di dorpêçê de ye
09/01/2025
16:59 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiyê li her derê ye
16:57 Rozerîn Çukur a li Sûrê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
16:38 Rojnameger Selamet Turan ji girtîgehê derket
16:23 Cenazeyên rojnamegeran dê li Rojava bên definkirin
16:09 Leyla Şaylemez hat bibîranîn: Em ê dev ji paradîgmaya azadîxwaziya jinê bernedin
16:06 Şande li Silopiyayê meşiya: Dê kamerayên wan li erdê nemînin
15:19 Îrmez li Meclisê bertek nîşanî astengkirina MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê da
15:02 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:16 Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:13 DEM Partiyê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da: Bila her kes cidî nêz tevbigere
13:51 Ji bo rojnameger Selamet Turan biryara ceza û tehliyeyê
13:45 Ji bo rojnameger Topaloglû biryara tehliyeyê hate dayin
13:35 Jinên hatin qetilkirin li Nisêbînê tên bîranîn
13:13 Navên kesên di êrişa SÎHA’yan de hatin qetilkirin diyar bûn
13:09 Di doza Nezîr Tekçî de dê sibe biryar bê dayin
13:02 Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da
12:15 Li Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin
12:11 11 sal berê li ser sînorê Kobanê bû, îro jî li ser sînorê Qamişloyê ye
11:41 Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wê bidomînin
11:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:13 Malbata girtiyê hatiye derbkirin serlêdana sûc kir
11:03 Nisêbîn talan kirin, dadgehê jî talanker parast
10:16 Dîlan Andok: Sarayê xeta berxwedanê ya jinên Kurd afirand
09:42 Tûnç Soyer: Temînata aştiyê demokrasî ye
09:25 Şenoglû: Ger aştî bê civakîkirin wê şer nemîne
09:24 'Ji bo muzakereyeke rast divê em zorê bidin qada navneteweyî'
09:01 Jin: Em ê tim pirsa 'Çi bû ji Rojînê?' bikin
09:01 'Pêkanîna jiyana demokratîk erka me hemûyan e'
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:45 Şandeya dixwest cenazeyan wergire ji deriyê sînor vegeriya
08/01/2025
16:20 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî gelê diçû Bendava Tişrînê kir
15:44 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:18 HSD’ê ji ber bombebarankirina Bendava Tişrînê hişyarî da
15:02 Dozgerî ji bo rojnamegeran ‘kontrola edlî’ xwest
14:54 Ji bo danişîna doza rojnameger Topaloglû bang
14:53 Ji bo cenazeyên rojnamegeran bang li rêxistinên hiqûqê hate kirin
14:41 Nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek cara duyemîn hate girtin
14:10 Li gelek bajaran çalakiyên nobetê tên destpêkirin
14:04 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:49 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diçe
13:12 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:06 Dewleta tirk li Kobanê wesayîtek kir hedef
13:05 Astengkirina şandeya dixwaze biçe cenazeyan wergire didome
12:47 Girtî ji ber zexta lêgerîna tazî neçûn hevdîtinê
12:44 Li Sîncanê girtiyên jin xistine qawîşên bi ritûbet
12:10 Stran û klîba ji bo Sakîne Cansizê hate weşandin
12:08 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:59 ‘Astengkirina anîna cenazeyan zilm e’
11:58 DEM Partî: Cînayeta Goktepe ne cînayeta ewil ne jî ya dawî bû
11:28 Aslan ê 94 salî her roj ji Kerboranê tê ser sînor û tev li berxwedanê dibe
11:04 Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
10:58 Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve diçin
10:54 Tehliyeya Erden ê 30 sal in girtî ye ji bo 6 mehan hate taloqkirin
10:50 Li gorî Abdullah Ocalan rol û girîngiya Meclisê
09:58 Midûrê emniyetê ji şandeyê re got: Em li benda agahiya Enqereyê ne
09:57 Piştî benzînê îcar jî li motorînê zem hate kirin
09:56 Li ser sînor lêpirsîna înfazê: Serpelê gule reşandî piştre îstirhet kiriye!
09:31 ‘Sakîne Cansiz yek ji jinên herî bibandor bû'
09:05 Têkoşîneke 40 salan ya bêwestan: Ahmet Baysoy
09:01 Rêveberiya girtîgehê 2 salin kincên zivistanê yê girtiyê nexweş nadinê
09:00 ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:48 Li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû
07/01/2025
20:06 DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin
20:02 Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren hat binçavkirin
19:53 Malbatên ku li sînor tên sekinandin: Em cenazeyên xwe dixwazin
16:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Yenîden Refahê dest pê kir
15:42 TJA’yê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
15:39 Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire
15:34 Berxwedana li ser sînor didome: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:21 Xwestin Tunela Yenîkopruyê bê vekirin
15:15 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
15:14 Şandeya KNK’ê bi PDK-Î’yê re civiya
14:54 MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne
14:25 Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê
13:48 Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir