Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin

  • rojane
  • 14:09 15 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên sê rojan ên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 31 sivîl hatin qetilkirin û 9 jî birîndar bûn. 

Koma Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) di 27'ê Mijdarê de li dijî rejîma Baasê êriş da destpêkirin û êriş bi hilweşandina rejîmê biencam bû. Bi êrişa hemwext a HTŞ’ê re dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter a SMO’yê jî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Êriş hêj didomin. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), bîlançoya êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter ên sê rojan (8-9-10’ê Kanûnê) eşkere kir. 
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê; di encama êrişên van sê rojan de jin û zarok jî di nav de 31 sivîl hatin qetilkirin û 9 sivîl jî birîndar bûn. Her wiha 45 leşkerên rejîma Sûriyeyê dema vedigeriyan malên xwe di êrişên dewleta tirk de hatin kuştin û aqûbeta 15’an jî nayê zanîn. 
 
SIVÎL Û XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ HEDEF HATIN GIRTIN 
 
* Dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter di 8’ê Kanûnê de li Kantona Firatê seyareya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin hedef. Di êrişê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bi navên Suhêl Bekê, Hesen Nesan û Mihemed Emîn Hemo jiyana xwe ji dest dan. 
 
LI EYN ÎSAYÊ 2 KOMKUJÎ
 
* Di 8’ê Kanûnê de balafireke bêmirov a bi çek a dewleta Tirk li gundê Misterîha yê Eyn Îsayê bombebaran kir û komkujî pêk anî. Di êrişê de ji heman malbatê 6 jê zarok 12 kes hatin qetilkirin.
 
* Di 8’ê Kanûnê de dema leşkerên Sûriyeyî bi awayekî komî ji gundewarê rojavayê herêma Eyn Îsayê vedikişiyan ji hêla balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ve li gundê Misterîhahê yê li rojavayê Eyn Îsayê hatin hedefgirtin. Di êrişê de 45 leşker hatin kuştin û 15 jî winda ne. 
 
* Di 10'ê Kanûnê de jî gundê Ceda yê mezin ê li başûrê rojavayê Kobanê (Nêzî Pira Qereqozaqê) bombebaran kirin. Di êrişê de welatiyê bi navê Ebdullah Mehmûd Şêx Elî (25), Ebdullah Mehmûd Şêx Elî (12) û du zarokên din hatin qetilkirin. Di heman rojê de gundê Eftar ê li başûrê rojavayê Kobanê topbaran kirin û di êrişê de 2 zarokên bira Mezlûm û Yûsif Ebdulqadir Îsmaîl hatin qetilkirin. 
 
* Di 10’ê Kanûnê balafireke bêmirov a dewleta tirk li ser rêya Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê ambulansa veguhestina birîndaran bombebaran kir. Di bombebaranê de welatiyê bi navê Kurdo Necdet Bozî û birîndareke din jiyana xwe ji dest dan û welatiyek û hemşîreyek jî bi giranî birîndar bûn.
 
* Di 10’ê Kanûnê de dewleta Tirk a bi balafira bêmirov a bi çek gundê Sifeya yê rojavayê bajarê Eyn Îsayê bombebaran kir. Di êrişê de jin û zarok jî di nav de 8 sivîl hatin qetilkirin. Navên kesên hatin qetilkirin wiha ne; ‘Xelîl Silêman, Wedah Silêman, Mihemed El Abo, Ebdulkerîm El Abo, Delal Silêman, Nadiya Silêman, tevî her du zarokan Casim û Husam Silêman.’
 
* Di 11'ê kanûnê de dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter Pira Qereqozaqê bombebaran kirin. Di encamê de jina bi navê Zahîre Kûsa (60) hate qetilkirin û neviyê wê yê 8 salî jî birîndar bû.
 
ÊRIŞÊN SER KANTONA CIZÎRÊ
 
* Di 11’ê Kanûnê de dewleta tirk komên wê yên paramîlîter gundê Til Cuma yê bajarê Til Temirê topbaran kirin. Di êrişê de welatiyek birîndar bû. Di heman rojê de jî gundê Hermel û Mihermele jî hat topbarankirin. Welatiyê bi navê Hesen Hesen hat qetilkirin û 2 welatî jî birîndar bûn. 
 
* Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter li ser rêya di navbera Zirgan û Serêkaniyê de erebeyek bombebebaran kirin. Di êrişê de 3 welatî bi giranî birîndar bûn.
 

Sernavên din

20/12/2024
16:34 Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdeng biçin Şamê
15:37 Doza ji ber protestokirina çekên kîmyewî hatibû vekirin hat taloqkirin
15:13 Israra Nazim a ji bo heqîqetê
15:10 PEN Internationalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da
14:44 Polîsan erişî daxuyaniya li Wanê kirin: 10 jê rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin
14:30 Nobeta ser sînor di roja 8’an de ye: Statûya Rojava nas bikin
14:18 Li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê: Çapemenî rûmeta me ye
13:53 CFWIJ: Hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e
13:43 DEM Partî: Em qetilkirina rojnamegeran lanet dikin
13:39 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:38 Bakirhan: Li Rojava bi SÎHA’yan hûn nikarin meseleyê çareser bikin
13:06 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
12:56 Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
12:41 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
11:56 Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
11:45 Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
11:39 Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
11:13 ‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e