Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir

  • rojane
  • 13:10 15 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter û ev bang li cîhanê kir: “Li dijî êrişan, em rûmeta Kobanê biparêzin.” 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê têkildarî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê yên li ser Kobanê û tevahiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Daxuyanî, li Qada Jina Azad bi beşdariya rêveber û endamên saziyên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û rêxistinên civakî hat dayîn.
 
Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Hevserokê Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kobanê Mamoste Egîn Nasiro ve hate xwendin. 
 
Egîn Nasiro diyar kir ku ew di her kêliyê de amade ne ku ji bo çareseriya mayinde ya hemû pirsgirêken Sûriyeyê bi rêya diyalogê kar bikin da ku hemû gelên li Sûriyeyê jiyan dikin bikarin bi awayekî azad û aram bi hevre bijîn. Bi domdarî hate gotin ku ew ji bo her cureyên çareseriyê amade ne. 
 
ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK Û KOMÊN PARAMÎLÎTER
 
Di berdewamê de Nasiro bal kişand ser êrişên dawî û wiha got: “Di wan çend rojên dawiyê de erişen berfireh ên li ser axa Sûriyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Bi taybetî li dijî gelê me yê li Şehba û Minbicê bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker êrişên dijmirovî pêk hatin. Gelek jin, zarok û pîr hatin qetilkirin. Bê guman ev êriş li ber çavên hemû cihanê pêk hatin. Gelek dîmenên bi êş derketin pêş. Serjêkirin, şewitandina mirovan, îşkencekirin û her cure kiryarên dijmirovi pêk hatin. Li hemberî wan êrişên dermirovî, şervanên HSD, YPJ û meclisên leşkerî bersivên tund dan dagirkeran, berxwedanek bêhempa nîşan dan. Gelek şervanên me bi qehremanî şehîd bûn.” 
 
‘XEYALA TIRKIYEYÊ DAGIRKIRINA ROJAVA Û QIRKIRINA GELÊN HERÊMÊ YE’
 
Bi domdarî hate gotin ku dewleta tirk bi rêya balafiran û her cure teknîkê destê xwe li pişta komên paramîlîter xist û bi awayekî hovane berê wan dan ser gelên herêmê. Daxuyanî wiha domiya: “Li Şehba, Minbic, Eyn Îsa û gundewarên Kobanê komkujî çêkirin. Armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirina gelên herêmê ye, dagirkirina rojavayê Kurdistnanê ye, ev xeyala dewleta Tirk a qirker e. Bi taybetî ne tehmulkirina dagirkeran a ji bo rêveberiya xweser, bi salane di rojeva dewleta Tirk a dagirkerde ye.”
 
‘GEFEKE MEZIN LI SER KOBANÊ HEYE’
 
Nasiro, bi bîr xist ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Kobanê dest pê kir û wiha pê de çû: “Her wiha êrişa çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê li vir hatin şikandin û vê yê ziravê Erdoganê faşîst qetand. Lewma di her gotinê de tehditên ser Kobanê di rojeva dagirkeran de ye. Kobanê bûye striya çavên wan. Di van kêliyan de gef û metirsiyeke mezin li ser Kobanê heye. Lê em dibêjin bila raya giştî zanibe ku çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê bi destê şervanan hate tunekirin û mirovahiyê henase girt, lewma cîhan deyndarê şervan û gelê Kobanê ye. Dem dema xwedî derketina li Kobanê ye.
 
BANG
 
Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokrat, azadîxwaz, koalîsyona navnetewî û hemû mirovahiyê dikin ku werin em bi hevre rûmeta mirovahiyê li Kobanê biparêzin.”
 

Sernavên din

20/12/2024
16:34 Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdeng biçin Şamê
15:37 Doza ji ber protestokirina çekên kîmyewî hatibû vekirin hat taloqkirin
15:13 Israra Nazim a ji bo heqîqetê
15:10 PEN Internationalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da
14:44 Polîsan erişî daxuyaniya li Wanê kirin: 10 jê rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin
14:30 Nobeta ser sînor di roja 8’an de ye: Statûya Rojava nas bikin
14:18 Li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê: Çapemenî rûmeta me ye
13:53 CFWIJ: Hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e
13:43 DEM Partî: Em qetilkirina rojnamegeran lanet dikin
13:39 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:38 Bakirhan: Li Rojava bi SÎHA’yan hûn nikarin meseleyê çareser bikin
13:06 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
12:56 Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
12:41 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
11:56 Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
11:45 Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
11:39 Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
11:13 ‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome
22:04 QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
21:55 Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin
20:02 Tirkiyeyê gundê Kobanê bombebaran kir
16:35 'Kurdên niha û sedsal berê ne wekî hev in'
16:16 Salvegera Komkujiya 19’ê Kanûnê: Tecrîd giran bû, binpêkirin zêde bûn
16:04 Tehliyeya Taşli ku 30 sal in girtî ye ji bo salekê hate taloqkirin
15:47 HSD’ê ji bo Kobanê bang kir
15:27 Ji Îzmîrê piştgiriya ji bo banga çareseriyê ya rewşenbîran
15:07 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
15:07 Dayika Taybet Înan hat bibîranîn: Dê kujer hesabê bidin
14:50 'Bi tunehesibandina Kurdan re hûn ê aştiya navxweyî çawa pêk bînin?’
14:11 DEM Partiyê girtiyên hatibûn qetilkirin bi bîr anî
13:24 Hevşaredara Hezexê ji DEM Partiyê hate îxrackirin
13:06 Sakik ji Fîdan re got: Divê hûn ji wir derkevin
12:16 Meşvanên ‘Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ji bo Enqereyê bang kirin
12:04 ‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’
11:46 Nehiştin Oncu yê 30 sal in girtî ye beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe
11:34 Berdevka DEM Partiyê: Dema guncav nîşaneya keyfiyetê ye, divê rêya ber bi Ocalan ve were vekirin
11:23 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê rêxistinên sosyalîst Tirkiyeyê neçarî aştiyê bikin
11:11 Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe
10:29 Dogu Ergîl: Tirkiye mecbûr e rêveberiya xweser a li Sûriyeyê qebûl bike
09:31 Amed di nava mijê de ma
09:26 'Em banga parastina destkeftiyên jinan li her kesî dikin’
09:22 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn:Turbe hincet e, armanc dagirkerî ye
09:19 Girtî Gokalp ji Girtîgeha Dûmlûyê bang kir: Dengê me bibihîsin!
09:04 Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî: Em yekane hêz in ku bi destê gel hatine avakirin
09:03 'Nepêkanîna mafê hêviyê li dijî qedexeya îşkenceyê ye'
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Qereqozaqê kirin
18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e