Aldar Xelîl: Mudaxileya Tirkiyeyê krîza Sûriyeyê girantir dike

  • rojane
  • 09:46 9 Kanûn 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku divê li Sûriyeyê serdemeke nû dest pê bike û Rêveberiya Xweser ji bo guftûgoya bi aliyan re amade ye. Xelîl, wiha got: “Lê belê mudaxileya Tirkiyeyê krîza li Sûriyeyê girantir dike.” 
 
Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl têkildarî geşedanên li Sûriye û Rojava ji ANF’ê re axivî. Xelîl, diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pergal û civaka xwe ji bo çareseriyê amade ye û got: “Rêveberiya Xweser ji bo guftûgoya bi aliyan re amade ye.” 
 
‘DIVÊ SÛRIYEYEKE JI BO HEMÛ GELAN BÊ AVAKIRIN’
 
Aldar Xelîl, têkildarî rewşa piştî ketina desthilatdariya Beşar Esad, wiha got: “Weke ku tê zanîn Baas 8'ê Adara 1963'an bûbû desthilatdar. Di 8'ê Kanûna 2024'an de bi dawî bû. Piştî 3 mehan wê 62 sal li pey xwe bihişta. Yanî dema Esad û rejîma Baasê ya 61 sal û 9 mehan bi dawî bû. Desthilatdarî ji salên 1970'î û vir ve di destê malbata Esad de bû. Di nava 14 salên dawî de ji bo guhertina desthilatdariyê gelên Sûriyeyê li her derê di nava berxwedanê de bû. Lewma di dîroka Sûriyeyê de îro rojeke dîrokî û bi wate ye. Ji ber ku desthilatdariyeke 61 sal û 9 mehan bi dawî, wê bibe destpêka demeke nû. Ya rast divê mirov vê bipirse; Desthilatdariya malbata Esad bi dawî bû lê belê Sûriyeya nû wê çawa be? Gelô çeteyên dewleta Tirk û hêzên cuda wê bi çi rengî nêzî Sûriyeya nû bibin? Wê Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin? Wê sîstemeke çawa bê avakirin? Ev mijar hêjayî nirxandinê ye û her kes li van mijaran difikirin. Divê Sûriyeyeke demokratîk ne tenê ji bo neteweyekê, lê ji bo hemû gelan bê avakirin.
 
METÎRSÎ HEYE KU DI NAVBERA KOMAN DE ŞER DERKEVE
 
Ji sala 2011'an û vir ve me her tim heman nirxandin kirin. Heke wê şoreşek pêk were divê ev mejiyê hişk biguhere, divê rêveberiya Sûriyeyê biguhere. Êrişên li ser Sûriyeyê ku rejîma Esad têk bir, ji aliyê komên cuda ve hatin kirin. Di nava van koman de pirsgirêk û nakokî hene. Weke gava destpêkê li hev kom bûn û hilweşandina desthilatdariya Şamê ji xwe re kirin armanc. Lê belê her komek xwedî planeke cuda ye. Metirsî heye ku li Sûriyeyê di nava van koman de şerekî navxweyî destpê bike.
 
‘HETA TIRKIYE WEKE BERPIRSYARÊ KRÎZÊ NEYÊ DÎTIN DÊ KRÎZ BI DAWÎ NEBE’ 
 
Di berdewamê de Xelîl destnîşan kir ku sedemeke din a neçareseriya krîza Sûriyeyê ya bi salan, destwerdana dewleta Tirk a li Sûriyeyê bû û ev tişt anî ziman: “Heta ku dagirkeriya dewleta Tirk neyê dîtin, heta ku Tirkiye weke berpirsyarê vê krîz û kaosê neyê dîtin krîza Sûriyeyê bi dawî nabe. Lewma hilweşîna rejîma Esad nayê wê wateyê ku krîz bi dawî bûye. Destwerdana dewleta Tirk a li dosya Sûriyeyê neqediya ye. Mînak me êşên giran ji destê Baas û desthilatdariya wê kişand. Li hemberî gelên Sûriyeyê bi taybetî li dijî gelê Kurd 61 sal û 9 mehan polîtîkaya tunekirin û tepisandinê hate meşandin. Ev yek êşeke giran e. Dema ku me dît em ji vê rejîmê azad bûn, em kêfxweş bûn.
 
Bêguman em dixwazin li paşeroja nû ya Sûriyeyê jiyanek aram û aştiyane bijîn lê belê destwerdana dewleta Tirk a li dosyaya Sûriyeyê metirsiyan zêde dike. Metirsiyeke çawa? Çawa ku dewleta Tirk polîtîkaya tinekirin û tepisandinê meşand, dewleta Tirk jî ne kêmî wê ye û polîtîkaya wê hîn girantir e. Dewleta Tirk hebûna fîzîkî ya gelê Kurd jî qebûl nake. Qet nebe rejîma Baasê li zindanan û ji bilî rewşên taybet hebûna gel tine nedihesiband. Sînorekî xwe yê diyarkirî hebû. Bi kiryarên Kembera Ereb re hewl dida tev li nifûsê neke û demografiyê biguherîne, lê belê gelê me li gund û bajaran jiyana xwe dikarîbû dewam bikira. Polîtîkaya dewleta Tirk bi vî rengî nîne. Li gorî polîtîkaya dewleta Tirk ev herêm herêma Tirkan e, divê Kurd li van herêman nebin. Ji xwe ne alîgirê avabûna Sûriyeyeke demokratîk e û nêteke xwe ya bi vî rengî jî nîne. Ji xwe heta niha navek an jî sîstemek ji bo Sûriyeyê diyar nekirine.”
 
‘DIVÊ ÊRIŞÊN SER RÊVEBERIYA XWESER TAVILÊ BÊN BIDAWÎKIRIN’ 
 
Bi domdarî Xelîl anî ziman ku bi ya dewleta Tirk divê projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rabe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk piştî hilweşîna rejîma Esad li şûna ku civînan bike, li şûna ku muxalefeta demokratîk li hev kom bibe û gelên Sûriyeyê bi hev bişêwirin, paşeroja Sûriyeyê nîqaş bikin, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişan kir. Niha li ser Minbicê û derdora wê êrişeke giran heye. Ev êriş bi fermana dewleta Tirk têne kirin. Heke tê xwestin Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin, ev yek bi êrişa li ser Minbicê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabe. Berevajî vê yekê heke Sûriyeyeke demokratîk bixwastibûna diviyabû bi Rêveberiya Xweser re diyalog danîbûna. Ji bo Sûriye karibe bê birêvebirin diviyabû di nava hewldanên nîqaşê de bûna. Bi êrişan nabe. Ev komên êriş dikin rastiya Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê temsîl nakin.
 
Em bibêjin rejîma Esad guhertin û beşeke Sûriyeyê bi rê ve birin; heke hebûn û nasnameya Kurdan qebûl nekin; şêweyê xwe yê rêveberiyê navendîparêz be û li ser gelên Sûriyeyê serwer û zordar bin, hingî wê bê pirsîn, çi cudahiya we maye? Lewma li pêşiya Sûriyeyê pêvajoyeke nû heye. Ya girîng ew e ku di vê pêvajoya nû de îradeya gelên Sûriyeyê esas bê wergirtin û êrişên li ser herêmên Rêveberiya Xweser tavilê bêne bidawîkirin."
 
ÊRIŞÊN SER MINBICÊ
 
Aldar Xelîl têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Minbicê jî ev nirxandin kir: “Li Minbic û derdora wê êrişên giran hene. Di van êrişan de çete bi tenê nînin. Bala xwe bidinê, daxuyaniya destpêkê ya çeteyan ne li ser rê û rêbazên avakirina paşeroja nû ya Sûriyeyê bû. Daxuyaniya wan a destpêkê li ser êrişa Minbicê bû. Niha (Heta doh êvarê) êrişên giran têne kirin û ev çete li berxwedaneke mezin rast hatin. Meclisa Leşkerî ya Minbicê kêlî bi kêlî daxuyaniyan dide. Berxwedan dewam dike. Heke ev êriş neyên şikandin wê dewleta Tirk neyê rawestandin. Heke gava destpêkê ya projeya dewleta Tirk pêk were wê gav bi gav dewam bike. Dewleta Tirk wê nesekine. Şopandina van êrişan têrê nake, divê mirov tev li nava refên berxwedanê bibin. Armanca dewleta Tirk tinekirin e. Ji ber vê yekê jî divê gel li eniyekê, li çeperekê li hemberî êrişan li ber xwe bidin."
 
GEFA DAIŞ’Ê YA LI SER DÊRAZORÊ
 
Li ser rewşa li Dêrazorê jî Aldar Xelîl wiha got: “Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Baxoz a Dêrazorê dawî li DAIŞ'ê anîn, ev herêm tê parastin. Bi taybetî bi ragihandina Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê re hîn xurtir bû. Ji wê rojê û vir ve ev herêm di bin kontrola HSD û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê de ye. Dema ku van koman berê xwe dan Hamayê, DAIŞ'ê jî berê xwe da Dêrazorê. Êrişên li ser Dêrazorê ji bo kontrolkirina herêmê bû. Heke ev yek pêk bihata wê metirsî li ser herêmên din ên Rêveberiya Xweser jî çêbûya. Lewma Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, her wiha xelkê Dêrazorê ji bo valahî bi êrişên DAIŞ'ê re rû nede, ev valahî dagirtin. Divê were zanîn, heta ku ev polîtîkaya dewleta Tirk û DAIŞ hebe wê gef jî dewam bikin. Li Dêrazorê di nava amadekariyan de ne. Li hin deveran êrişê dikin lê belê ev êriş bi parastineke xurt tê şikandin.”
 
'RÊVEBERIYA XWESER JI ÇARESERIYÊ RE AMADE YE'
 
Ji bo pirsa “Rêveberiya Xweser ji çareseriyê re çiqasî amade ye?” jî Adar Xelîl ev bersiv da: "Rêveberiya Xweser di demekê de ku hîn nehatibû ragihandin; yanî sala 2011'an û bi îlana sala 2014'an re heta roja îro destnîşan dike ku ji bo Sûriyeyê projeya xwe projeya yekîtî û hevgirtin e. Bala xwe bidinê; di sala 2015'an de weke Meclisa sîwanî Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hate ragihandin. Sîwana MSD'ê ew sîwan e ku hêzên muxalefetê hemûyan ên Sûriyeyê li hev kom dike. MSD niha dikare bi rola lihevkomkirina hêzên muxalefetê yên Sûriyeyê bilîze. HSD jî dikare bibe hêza leşkerî ya Sûriyeyeke demokratîk. Projeya Neteweya Demokratîk jî dikare ji bo Sûriyeya nû bibe projeya paşerojê. Rêveberiya Xweser bi hemû sîstem û civaka xwe ji çareseriyê re amade ye. Rêveberiya Xweser amade ye ku bi her kesî re diyalogê dîne û çareseriyê pêk bîne.”
 
Aldar Xelîl, axaftina xwe wiha qedand: “Destkeftiyên bi xwîna şehîdan û bi keda gel hatin afirandin di vê dema dîrokî de divê bêne parastin. Heke em karibin roja xwe ya îro biparêzin ev yek wê bê wateya parastina 14 salên me yên dawî. Heke em xwe sist bikin dibe ku em li rewşeke neyînî rast bên. Divê gel bêteredût destketiyan biparêzin û di nava berxwedanê de bin."
 

Sernavên din

18/12/2024
18:08 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
17:52 Ji jinan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeleka jiyanê
16:26 HSD: Dewleta tirk agirbest binpê kir û êriş dike
16:18 Ji Erdogan xeyalên dagirkeriyê: Dive asoya me bi 782 hezar km’an bisînor nebe
15:48 Halîde Turkoglû: Çeteyên SMO’yê sûcên li dijî mirovahiyê dikin
15:40 Li ser sînor bang kirin: Heke hûn çareseriyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin
15:35 32 rêxistinên civaka sivîl ên Spanyayê li dijî êrişên ser Rojava banga lezgîn kirin
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e
09:51 Jiyan Dêrik: Heta jin hebin dê her li ber xwe bidin
09:44 Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê
09:31 ‘Mesele pirsgirêka kurd nîne meseleya Tirkiyeyê ye’
09:27 Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
13:41 Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
12:36 Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
11:42 'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
11:36 'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
11:05 Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
10:54 HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
10:53 Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
10:52 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
10:52 'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
10:51 EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye
10:13 Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
10:12 Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin