‘Lêgerîna tazî’ û tundiya dihat înkarkirin vegotin

  • rojane
  • 09:52 6 Kanûn 2024
  • |
img

STENBOL - Abdullah Adlî, Baver Coşkun û Berdan Kurt ku li Girtîgeha Marmarayê tên ragirtin, dan zanîn ku hem li emniyetê hem jî li girtîgehê rastî “lêgerîna tazî” û tundiyê hatine. 

Zexta “Lêgerîna tazî” ya li girtîgeh û emniyetan didomin. Abdullah Adlî, baver Coşkun û Berdan Kurt ku di dîrokên cuda hatin girtin û birin Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî), di peyama şandin de diyar kirin ku “lêgerîna tazî” û tundî li wan hatiye kirin. 
 
LI EMNIYETÊ LÊGERÎNA TAZÎ Û TUNDÎ
 
Abdullah Adlî, di 23’yê tebaxê de hate binçavkirin û di 28’ê tebaxê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Adlî, birin Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê û li wir piştî 2 mehan hate berdan. Du roj piştî berdanê, hin kesên xwe weke “polîsên sivîl” dan naskirin, hewl dan Adlî birevînin. Di 25’ê cotmehê de dîsa bi ser mala Adlî de hate girtin, hate binçavkirin û îcar bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Adlî, ji ewil şandin Girtîgeha Metrîsê û di 31’ê cotmehê de jî sewqî Girtîgeha Marmarayê hate kirin. 
 
Adlî, ragihand ku di her du carên binçavkirin û girtinê de “lêgerîna tazî” lê hatiye ferzkirin. Adlî, bal kişand ser tiştên li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar jiyayî û wiha got: “Min ji polîsan re got ku ev sepane sepaneke dermirovî ye û min red kir. Lê belê bi darê zorê lêgerîna tazî kirin. Ez 4 rojan li emniyetê mam û dema di 29’ê cotmehê de birin Edliyeya Stenbolê, tundiya fîzîkî li min kirin. Hevalê min ê dosyayê Berdan Kurt jî li dijî xwendina sirûdê derket û got; ’15 polîsan li min xistin.’ Li Edliyeya Stenbolê ‘stranên nîjadperest’ bi min dan guhdarîkirin. Divê raya giştî di mijara ‘lêgerîna tazî’ û tundiyê bihestiyar tevbigere.” 
 
DI DU SALAN DE 3 CARAN HATE GIRTIN
 
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Berdan Kurt jî di 2 salan de 5 caran hate binçavkirin û 3 caran hate girtin. Kurt, da zanîn ku carekê jî ji hêla kesên ji xwe re digotin “polîsên sivîl” ve hatiye revandin. Kurt, di 6’ê kanûna 2022’yan de bi hinceta xebatên meclisê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Kurt, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Di nîsana 2022’yan di danişîna ewil de hate berdan. 
 
Kurt, piştî tehliyeyê xebatên xwe domand û di 14’ê tîrmeha 2023’yan de dema li Bayrampaşayê li parkê rûdinişt, hate binçavkirin. Kurt, tiştên li emniyetê jiyayî wiha vegot: “Li vir îşkence li min kirin. Tevî hemû zextan jî min şîfreya telefona xwe neda. Polîsan got; ‘An dê biçî çiyê an jî Ewropayê. Nexwe dê her du mehan carekê te binçav bikim.’”
 
ZEXTA SÎXUÛRTIYÊ
 
Kurt, di 13’ê Tebaxa 2023’yan de jî li bajarê xwe Êlihê hate binçavkirin û piştî îfadeya li emniyetê hate berdan û vegeriya Stenbolê. Kurt, ji hêla kesên ji xwe re digotin “polîsên sivîl” ve hate revandin. Kurt, tiştên di dema revandinê de jiyayî jî wiha vegot: “Ez birim Goristana Topkapiyê. Li wir zexta sîxûrtiyê li min krin. Min qebûl nekir lewma îşkence li min kirin. Piştre jî hatim berdan.” 
 
‘RAPORA DERBKIRINÊ NEHAT DAYIN’
 
Gefa biçavkirin û girtinê ya li dijî Kurt di demên piştre jî berdewam kir. Di 13’ê Sibatê de li Stenbolê hate binçavkirin û di 17’ê sibatê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û şandin Girtîgeha Marmarayê. Kurt, di tîrmehê de tehliye bû. 
 
Kurt, herî dawî jî di 25’ê cotmehê de hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Kurt, da zanîn ku di dema binçavkirinê de li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar rastî tundiyê hatiye. Kurt, got: “Polîsan hewl dan bi darê zorê sirûdan bi min bidin gotin. Min qebûl nekir. Piştre jî îşkence li min kirin. Serê min şikest û her dera min reş û şîn bû. Ez birim nexweşxaneyê lê tevî serê min şikestî bû jî bijîşkî rapora derbkirinê neda.” 
 
LI NOQTEYA KOR TUNDIYA POLÎSAN
 
Baver Coşkun jî di 16’ê Mijdarê de li Stenbolê di serdegirtinên malan de tevî 8 kesan hate binçavkirin û rastî heman sepanan hat. Coşkun, xwendekarê Fakûlteya Tipê ya Stenbolê ye û di pola 4’emîn de ye. Coşkun, tevî 8 kesan hate binçavkirin. 3 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Coşkun û 5 kesên din jî bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 
 
Kesên hatin girtin, ji bo demkî di 20’ê mijdarê de şandin Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê. 6 kes li vir rastî lêgerîna tazî û heqaretan hatin. 
 
Coşkun, niha li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin û wiha got: “Piştî girtinê em birin nezaretxaneya edliyeyê. Polîsan li vir heqaret li me kirin. Dema me bertek nîşan dayî, em birin otoparka edliyeyê ku kamera wir nabînin. Li vir îşkence li me kirin. Li wir destên me ji pişt ve kelemçe kirin û du saeatan li ber hewayê sar dan sekinandin.” 
 
Coşkun, diyar kir ku li Girtîgeha Metrîsê jî rastî heman sepanan hatine û wiha bi dawî kir: “Leşkeran li dosyayên me nihêrtin û dest bi heqaretê kirin. Piştre jî gardiyanan lêgerîna tazî li me ferz kirin. Me qebûl nekir û got ku li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Lê belê gardiyanan heqaret kirin û lêgerîna tazî ferz kirin. Bi darê zorê cilên me derxistin.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû 
 

Sernavên din

13/12/2024
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
16:11 Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin
16:02 Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be
15:52 Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava
15:21 Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir
14:55 Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
14:27 Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot
13:41 Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
11:53 DEM Partî çû serdana KESK’ê
11:42 Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
11:21 Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin
11:17 Herêmên texrîbata ekoljîk lê tê kirin hatin qedexekirin
11:11 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Li girtîgehê ji ber govenda Newrozê cezayê disiplînê hat dayin
11:01 Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
10:34 Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
10:30 Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
10:12 Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
10:05 Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da
10:03 Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin
09:59 Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin
09:46 'Bi êrişan modêla neteweya demokratîk hedef tê girtin’
09:26 ‘Divê êrişên ser Rojava bisekinin, statû were naskirin’
09:05 Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim
09:00 ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2024’AN
11/12/2024
22:38 Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
21:10 Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan
19:50 Li Amedê li dijî êrişan xeleka aştiyê
16:41 Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye
15:59 Hevserokên Giştî çûn serdana girtiyan
15:34 Parastvanên mafan ji bo piştevaniyê ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand
15:25 Kesên di êrişên SÎHA’yan de hatin qetilkirin di rojeva Meclisê de ne
14:55 Li Hezexê qeza: Kesek mir, 7 kes birîndar bûn
14:54 Kobanê hate bombebarankirin: Kesek hate qetilkirin
14:48 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê serlêdan hat kirin
14:38 Li Curnê Reş Mala Bêhnvedanê ya Jinan hate vekirin
13:52 Ji Ma Musîcê kampanyaya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok’
13:28 Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Sedema teqez a mirinê zelal nebû, dîmenên nû li dosyayê hatin zêdekirin
13:18 Tevlibûna merasîma cenaze sînordar kirin û sersaxî qedexe kirin
13:04 9 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:10 Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê hate binçavkirin
12:09 Operasyona li Çiyayê Bagokê didome
12:08 Îşkenceya polîsan vegotin: Gefa tecawizê li me xwarin
11:31 Qeyûmê Mêrdînê kesên dadgehê îadeyî kar kiribû dîsa ji kar derxist
10:59 Li girtiyên xwarina ‘nexweş’ nexwarin cezayê ragihandinê hate birîn
10:34 Ambulansa birîndar vediguhest hate bombebarankirin
10:27 Li Şirnexê jineke ducanî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
10:26 Wêneyê qeyrana aborî: Tenê karibû bacanekê bikire
10:25 Walîtiyê nehişt navê Rojîn Kabaîşê li navenda jinan were kirin
10:03 Di lêpirsîna rojnameger Aslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hat dayin
09:18 Rojnamevan Mûtlû: Pêşeroja gelên Sûriyeyê xeta 'rêya sêyemîn' e
09:17 Dewleta tirk di 6 mehan de 77 kes bi SÎHA’yan qetil kir
09:02 Li Wanê tenê ew şewqeyan çêdike
09:01 Dermanên endamê KESK'ê Aslan ê pençeşêr lê peyda bûye nadinê
09:00 ROJEVA 11’Ê KANÛNA 2024’AN
08:48 HSD’ê têkildarî Minbicê daxuyanî da
10/12/2024
23:29 Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li qada navneteweyî: Bêdeng neminin
23:12 Li Kobanê 2 kes hatin qetilkirin
16:55 Li gundê leşkeran dorpêç kirî 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Li pêşiya Meclisê daxwaza edaletê kirin
16:22 Hunermend, rojnameger û nivîskar li dijî qeyûm li Êlihê bûn
16:19 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO'yê hatin protestokirin
16:01 Di 11 mehan de 692 serlêdanên îşkenceyê ji bo TÎHV’ê hatin kirin
15:17 DEM Partî: Divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm 35 hezar TL be
15:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê ji bo mafên mirovan têbikoşin
15:00 Di Hefteya Mafên Mirovan de êrişên ser Rojava hatin protestokirin
14:10 Rojnameger Daştan: Dixwazin hêviya jiyana demokratîk tune bikin
13:49 Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
13:38 Kesên di 10’ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:17 Pira Qereqozaqê hate bombebarankirin
13:15 Îstînafê ‘cezayê daxistî’ yê kujerê Hasret Tutalê erê kir
13:03 Doza Mehmet Sîncar ji ber mutalaayê hate taloqkirin
12:56 Li Serêkaniyê ÎHA’yek ket
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Wezîr Tunç têkildarî serlêdana Îmraliyê daxuyanî da
10:56 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
10:53 Li Farqînê 2 kes bi lêdanê hatin binçavkirin
10:49 'Tirkiye dixwaze hêj pergala nû rûneniştî destkeftiyên kurdan tesfiye bike’
09:40 Li ser rêya Wan-Erdîşê rêzeqeza: 2 kes mirin, 45 kes birîndar bûn
09:30 Bayindir: Dema çareseriyê hatiye û divê ev firsend ji dest neçe
09:21 Bi dehan pirtûkên ku di 30 salên li girtîgehê de nivîsandine li benda çapê ne
09:14 Giliyê polîsên ku tundî kirin hat kirin
09:02 Şêxo: Ji bo bidawîbûna vê hovîtiyê divê raya giştî ya cîhanê tevbigere
09:00 ROJEVA 10’Ê KANÛNA 2024’AN
09/12/2024
22:49 DBP: Rojava qada jiyana hevpar a gelan e
22:34 Amedspor Şanliûrfasporê 2-1 têk bir
22:27 Li Kobanê 2 zarok hatin qetilkirin
22:24 Berdevka YPJ'ê Rûken Cemal: Li Minbicê berxwedaneke dîrokî heye