Margaret Owen: Divê hemû dinya ji bo Rojava bikeve nava tevgerê

  • rojane
  • 09:21 6 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîsta mafên mirovan û parêzer Margaret Owen êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke “qirkirin” nirxand û wiha got: “Li hemberî gefa li ser hebûna Rêveberiya Xweser divê hemû dinya bikeve nava hewldanê.”  

Hevkêşeyên li Sûriyeyê diguherîn û bi vê guherînê re êrişên ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zêde bûn. Ji ber êrişên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk, bi dehhezaran welatiyên herêma Şehbayê ji neçarî malên xwe terikandin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beşekê koçberan veguhest Tebqayê û beşek jî li bajarên din bi cih kir. 
 
Yek ji endamên Kampanyaya Aştiyê ya Kurdistanê parêzer Margaret Owen êrişên heyî weke “qirkirin” nirxand. Margaret Owen, got: “Kurdên li Sûriyeyê û sivîlên bêguneh dîsa ji hêla HTŞ a cîhadperest (El Qaîde) a girêdayî Tirkiyeyê ve hedef tên girtin.” 
 
'ERDOGAN BIBIRYAR E KU QIRKIRINÊ BIDOMÎNE’ 
 
Margaret Owen, diyar kir ku ji ber êrişan bi dehhezaran kurd ji neçarî koçber bûne û wiha got: “HTŞ jî mîna DAIŞ’ê dibe sedema binpêkirina mafên mirovan. Di demekê çavê cîhanê li Xeze, Lubnan û Ûkraynayê, Erdogan ê dîktator bibiryar e ku li dijî Kurdên li Sûriyeyê û Tirkiyeyê qirkirinê bike. Erdogan, ji ber bêdengiya DYA, Ingilistan û Yekitiya Ewropayê xwe di ewlehiyê de dibîne. A din, sicîla wê ya binpêkirinên mafên mirovan çiqas xerab jî be Tirkiye weke şirîk tê dîtin. Ji ber ku çekên xwe difiroşin wê û peymanên bazirganiyê pê re dikin. Bêguman Erdogan piştgiriyê dide leşkerên bipere yên hewl didin Esad têk bibin. Erdogan bi qasî nîjadperestiyê, ewqas jî dijminê jinê ye. Gelek delîlên ku bi DAIŞ’ê re dixebitin hene. Ketina wî ya Sûriyeyê dê tu caran bi têrî tunekirina van delîlan neke. Armanca wî ya esasî, tunekirina Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.” 
 
Bi domdarî Margaret Owen anî ziman ku faktoreke din ê êrişan jî heye û wiha pê de çû: “Rûsya naxwaze şirîkê xwe Esad winda bike û ji bo parastina Şamê bombe li van koman barand. Putîn, li Ûkraynayê pirsgirêkan dijî lewma nikare bi qasî berê zêde li ser vê meseleyê bisekine. Lê belê hêzeke din heye ku gefê li aştiya herêmê dixwe.” 
 
Margaret Owen, bal kişand ser têkiliyên Tirkiye û DAIŞ’ê û ev tişt anî ziman: “Milîtanên birîndar ên DAIŞ’ê li nexweşxaneyên tirkan hatin dermankirin. Bazirganiya petrolê ya Tirkiyeyê bi vê rêxistinê re dikir tê zanîn. Tirkiye, êrişî kampa Êzidî û Kurdên li Reqayê ji DAIŞ’ê reviyayin, êrişî Şengalê kir. Tirkiyeya di bin rêveberiya Erdogan de, welatekî terorîst e.” 
 
'DIVÊ NY NAS BIKE Û BIPARÊZE’
 
Margaret Owen, diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) pêbawerî û bandora xwe ya berê winda kiriye û wiha got: “Lewma welatên endam bi rehetî biryarên Cinevê û NY’ê binpê dikin. Divê Konseya Ewlekariyê ya NY’ê bê reformekirin. Heta ku DYA, Rûsya, Çîn û Ingilistan endamên daîmî bin dê tu caran ev sûcên li dijî mirovahiyê neyên şermezarkirin. Hêviya min a herî mezin ew e ku NY, ji ber xebatên wekheviya zayenda civakî, bihêzkirina jinan, ekolojî, edalet û demokrasiya rast, Rêveberiya Xweser nas bike û biparêze. Nabe ku dewletên endam li dijî vê hovîtî û xedariyê bêdeng bin.” 
 
'OCALAN LI SER ÇARESERIYA SIYASÎ DISEKINÎ’ 
 
Margaret Owen, da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo gelên Sûriyeyê û yên Rojhilata Navîn aştî xwestiye lewma divê ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Margaret Owen, wiha got: “Di hemû nivîsên Ocalan ên li Girava Îmraliyê hatine nivîsandin de ne li ser çareseriya leşkerî lê ya siyasî tê sekinîn. Divê pirtûkên wî baş bên xwendin. Ew kes e ku ‘jin, jiyan, azadî’ dîtiye. Ev her sê peyvên biefsun, niha li Îranê hatin qedexekirin.” 
 
'DIVÊ DINYA BIKEVE NAVA HEWLDANAN’ 
 
Margaret Owen, got ku di şer de herî zêde jin û zarok bibandor dibin lê ew di biryarê şer û aştiyê de li derve tên hiştin. Margaret Owen, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev rewş li Rojava ne wisa ye. Li navenda Konfederalîzma Demokratîk anku li Rojava jin xwedî wekheviyeke rasteqîn in. YPJ’ê ji bo rizgarkirina bajarok û gundan li gel zilaman li dijî DAIŞ’ê şer kir. Gelek kes di van şeran de şehîd bûn. Cihê xemgîniyê ye ku ev jinên dilwêrek tên kuştin, dîl tên girtin û îşkence lê tê kirin. Divê li dijî van şerên li Sûriyeyê zêde dibin û li dijî vê gefa ser hebûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû cîhanê bikeve nava hewldanan. Bêguman ev rewş dê rê li ber koçberiyê veke. Dê bêhtir mirov li Ewropaya ku baş lê nayên pêşwazîkirin bibin penaber.” 
 
'HIKÛMETA ME XIZMETÊ JI ÎSTÎXBARATA TIRK RE DIKE’ 
 
Margaret Owen, operasyona polîsên ingilîz a di 27’ê de ku li Londonê bi ser Navenda Civaka Kurd û malên aktîvîstên kurd de girtin, wiha nirxand: “Ketin malên kurdan û polîsên me yên biçek li jin û zarokan xistin. Ev nayê efûkirin. Hikûmeta me xizmetê ji îstîxbarata tirk re dike. Lê belê civaka sivîl, em, aktîvîstên mafên mirovan û parêzerên mîna min, em ê ji bo Kurdan rabin ser pêyan û ji bo ev xizmetkarî bi dawî bibe em ê bi dengekî bilind protesto bikin.” 
 
MA / Hîvda Çelebî

Sernavên din

13/12/2024
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
16:11 Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin
16:02 Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be
15:52 Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava
15:21 Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir
14:55 Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
14:27 Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot
13:41 Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
11:53 DEM Partî çû serdana KESK’ê
11:42 Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
11:21 Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin
11:17 Herêmên texrîbata ekoljîk lê tê kirin hatin qedexekirin
11:11 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Li girtîgehê ji ber govenda Newrozê cezayê disiplînê hat dayin
11:01 Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
10:34 Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
10:30 Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
10:12 Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
10:05 Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da
10:03 Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin
09:59 Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin
09:46 'Bi êrişan modêla neteweya demokratîk hedef tê girtin’
09:26 ‘Divê êrişên ser Rojava bisekinin, statû were naskirin’
09:05 Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim
09:00 ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2024’AN
11/12/2024
22:38 Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
21:10 Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan
19:50 Li Amedê li dijî êrişan xeleka aştiyê
16:41 Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye
15:59 Hevserokên Giştî çûn serdana girtiyan
15:34 Parastvanên mafan ji bo piştevaniyê ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand
15:25 Kesên di êrişên SÎHA’yan de hatin qetilkirin di rojeva Meclisê de ne
14:55 Li Hezexê qeza: Kesek mir, 7 kes birîndar bûn
14:54 Kobanê hate bombebarankirin: Kesek hate qetilkirin
14:48 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê serlêdan hat kirin
14:38 Li Curnê Reş Mala Bêhnvedanê ya Jinan hate vekirin
13:52 Ji Ma Musîcê kampanyaya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok’
13:28 Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Sedema teqez a mirinê zelal nebû, dîmenên nû li dosyayê hatin zêdekirin
13:18 Tevlibûna merasîma cenaze sînordar kirin û sersaxî qedexe kirin
13:04 9 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:10 Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê hate binçavkirin
12:09 Operasyona li Çiyayê Bagokê didome
12:08 Îşkenceya polîsan vegotin: Gefa tecawizê li me xwarin
11:31 Qeyûmê Mêrdînê kesên dadgehê îadeyî kar kiribû dîsa ji kar derxist
10:59 Li girtiyên xwarina ‘nexweş’ nexwarin cezayê ragihandinê hate birîn
10:34 Ambulansa birîndar vediguhest hate bombebarankirin
10:27 Li Şirnexê jineke ducanî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
10:26 Wêneyê qeyrana aborî: Tenê karibû bacanekê bikire
10:25 Walîtiyê nehişt navê Rojîn Kabaîşê li navenda jinan were kirin
10:03 Di lêpirsîna rojnameger Aslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hat dayin
09:18 Rojnamevan Mûtlû: Pêşeroja gelên Sûriyeyê xeta 'rêya sêyemîn' e
09:17 Dewleta tirk di 6 mehan de 77 kes bi SÎHA’yan qetil kir
09:02 Li Wanê tenê ew şewqeyan çêdike
09:01 Dermanên endamê KESK'ê Aslan ê pençeşêr lê peyda bûye nadinê
09:00 ROJEVA 11’Ê KANÛNA 2024’AN
08:48 HSD’ê têkildarî Minbicê daxuyanî da
10/12/2024
23:29 Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li qada navneteweyî: Bêdeng neminin
23:12 Li Kobanê 2 kes hatin qetilkirin
16:55 Li gundê leşkeran dorpêç kirî 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Li pêşiya Meclisê daxwaza edaletê kirin
16:22 Hunermend, rojnameger û nivîskar li dijî qeyûm li Êlihê bûn
16:19 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO'yê hatin protestokirin
16:01 Di 11 mehan de 692 serlêdanên îşkenceyê ji bo TÎHV’ê hatin kirin
15:17 DEM Partî: Divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm 35 hezar TL be
15:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê ji bo mafên mirovan têbikoşin
15:00 Di Hefteya Mafên Mirovan de êrişên ser Rojava hatin protestokirin
14:10 Rojnameger Daştan: Dixwazin hêviya jiyana demokratîk tune bikin
13:49 Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
13:38 Kesên di 10’ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:17 Pira Qereqozaqê hate bombebarankirin
13:15 Îstînafê ‘cezayê daxistî’ yê kujerê Hasret Tutalê erê kir
13:03 Doza Mehmet Sîncar ji ber mutalaayê hate taloqkirin
12:56 Li Serêkaniyê ÎHA’yek ket
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Wezîr Tunç têkildarî serlêdana Îmraliyê daxuyanî da
10:56 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
10:53 Li Farqînê 2 kes bi lêdanê hatin binçavkirin
10:49 'Tirkiye dixwaze hêj pergala nû rûneniştî destkeftiyên kurdan tesfiye bike’
09:40 Li ser rêya Wan-Erdîşê rêzeqeza: 2 kes mirin, 45 kes birîndar bûn
09:30 Bayindir: Dema çareseriyê hatiye û divê ev firsend ji dest neçe
09:21 Bi dehan pirtûkên ku di 30 salên li girtîgehê de nivîsandine li benda çapê ne
09:14 Giliyê polîsên ku tundî kirin hat kirin
09:02 Şêxo: Ji bo bidawîbûna vê hovîtiyê divê raya giştî ya cîhanê tevbigere
09:00 ROJEVA 10’Ê KANÛNA 2024’AN
09/12/2024
22:49 DBP: Rojava qada jiyana hevpar a gelan e
22:34 Amedspor Şanliûrfasporê 2-1 têk bir
22:27 Li Kobanê 2 zarok hatin qetilkirin
22:24 Berdevka YPJ'ê Rûken Cemal: Li Minbicê berxwedaneke dîrokî heye