Li Nisêbînê Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê vedibe

img

MÊRDÎN - Çalakiyên çand û hunerê yên ku 8 sal in li Nisêbînê ji aliyê qeyûm ve dihatin astengkirin, wê bi Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê re ji nû ve zindî bibin. Hunermendên ku diyar kirin ku ew ji bo gelê Nisêbînê hatine cem hev, banga tevlîbûna vekirina komeleyê kirin ku wê di 8'ê Kanûnê de bê vekirin.

Li navçeya Nisêbîn (Nisêbîn) ya Mêrdînê piştî qedexeyên derketina derve û operasyonên leşkerî ku bûn sedema wêraniyeke mezin, qeyûm tayinî Şaredariya Nisêbînê hatin kirin. Qeyûmên hatin tayinkirin, xebatên çand û hunerî jî dan sekinandin. Piştî vê li Nisêbînê hunermendên hatin cem hev, ji bo vê kêmasiya di warê çand û hunerê de temam bikin zend û benda badan. Hunermendan li Taxa Devrîmê Komeleya Çand û Hunerê Ya Rengînê ava kirin.
 
Li navenda ku bi dirûşmeya "Çanda me, hunera me sedema hebûna me ye" hat avakirin; tê plankirin ku di gelek waran de bi taybetî jî di warê erbane, baxlema, piyano, şano, govend, sînema û perwerdeya bi zimanê kurdî qurs bên vekirin. Di qonaxa ewil de komele dê 4 polan veke û dersên erbane, baxlema, govend û şanoyê bide.
 
PIŞTÎ KU QEYÛM DEST DANÎ SER WAN WAN BERPIRSIYARÎ HILGIRT
 
Yek ji damezrînerên komeleya ku wê di 8'ê Kanûnê de bi konsera Azad Bedran û Koma Sorjiyan vekirina xwe ragihîne Hikmet Acat diyar kir ku ew ji bo gelê Nisêbînê hatine cem hev. Acet destnîşan kir ku Nisêbîn bi salan e di warê çand û hunerê de kêmasiyek mezin dijî û wiha got: "Ji bo gelê me ji xebatên çand û hunerê bêpar nemîne em hatin gel hev." 
 
Acet da zanîn ku bi salan li navçeyê xebatên çand û hunerî li Navenda Çand û Hunerê ya Mîtannî ya girêdayî şaredariyê dihatin meşandin, lê navend ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin û got: “Li ser vê yekê me ev kom ava kir ku gelê Nisêbînê ji xebatên çand û hunerî bêpar nemîne. Em ê li ser çand û hunerê her cure xebatê bikin. Em ê li ser muzîkê bixebitin. Em ê li vir li ser her cure amûran perwerdeyê bidin."
 
JI BO ZAROKAN KARGEH
 
Acet da zanîn ku heta niha 4 kargeh vekirine û mamoste amade ne û got: “Em niha li benda gelê Nisêbînê ne. Divê ew jî bi zarokên xwe re li vir tev li xebatên çand û hunerê bibin. Em ê di 8'ê Kanûnê de vekin. Gelê me tê û kêfxweşiya xwe tîne ziman. Dibêjin ew dixwazin zarokên xwe jî tevlî vê xebatê bikin. Gelê Nisêbînê çanda xwe diparêze. Beşdarî xebatan dibû. Ji roja ku me dest pê kiriye heya niha em dibînin ku gel li benda tiştekî wiha bûye. Li benda me bûye." 
 
Acet diyar kir ku ew ê giraniyê bidin ser zarokan û di serî de dixwazin koroya zarokan ava bikin û wiha got: “Em ê ji bo zarokan kargehan  çêbikin. Em ê bi kargehên lîstikê û atolyeyên çîrokê li ser zarokan bisekinin. Em ê hewl bidin ku zarok ji çanda xwe, hunera xwe û zimanê xwe dûr nekevin."
 
VEXWANDIN
 
Acet anî ziman ku di merasîma vekirinê ya ku dê di 8'ê Kanûnê de bi konserekê bê lidarxistin de, ew li benda her kesî ne û got ku ew ê bi beşdariya gel, rêxistinên sivîl û rêxistinên demokratîk kêfxweş bibin.
 
MA / Ahmet Kanbal 
 

Sernavên din

10/12/2024
16:22 Hunermend, rojnameger û nivîskar li dijî qeyûm li Êlihê bûn
16:19 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO'yê hatin protestokirin
16:01 Di 11 mehan de 692 serlêdanên îşkenceyê ji bo TÎHV’ê hatin kirin
15:17 DEM Partî: Divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm 35 hezar TL be
15:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê ji bo mafên mirovan têbikoşin
15:00 Di Hefteya Mafên Mirovan de êrişên ser Rojava hatin protestokirin
14:10 Rojnameger Daştan: Dixwazin hêviya jiyana demokratîk tune bikin
13:49 Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
13:38 Kesên di 10’ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:17 Pira Qereqozaqê hate bombebarankirin
13:15 Îstînafê ‘cezayê daxistî’ yê kujerê Hasret Tutalê erê kir
13:03 Doza Mehmet Sîncar ji ber mutalaayê hate taloqkirin
12:56 Li Serêkaniyê ÎHA’yek ket
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Wezîr Tunç têkildarî serlêdana Îmraliyê daxuyanî da
10:56 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
10:53 Li Farqînê 2 kes bi lêdanê hatin binçavkirin
10:49 'Tirkiye dixwaze hêj pergala nû rûneniştî destkeftiyên kurdan tesfiye bike’
09:40 Li ser rêya Wan-Erdîşê rêzeqeza: 2 kes mirin, 45 kes birîndar bûn
09:30 Bayindir: Dema çareseriyê hatiye û divê ev firsend ji dest neçe
09:21 Bi dehan pirtûkên ku di 30 salên li girtîgehê de nivîsandine li benda çapê ne
09:14 Giliyê polîsên ku tundî kirin hat kirin
09:02 Şêxo: Ji bo bidawîbûna vê hovîtiyê divê raya giştî ya cîhanê tevbigere
09:00 ROJEVA 10’Ê KANÛNA 2024’AN
09/12/2024
22:49 DBP: Rojava qada jiyana hevpar a gelan e
22:34 Amedspor Şanliûrfasporê 2-1 têk bir
22:27 Li Kobanê 2 zarok hatin qetilkirin
22:24 Berdevka YPJ'ê Rûken Cemal: Li Minbicê berxwedaneke dîrokî heye
20:20 Li Til Temirê SÎHA hat xistin
16:46 Wezareta Dadê: Di 11 mehan de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Qeyûmê Êlihê nehişt hevşaredar derbasî avahiya şaredariyê bibin
16:10 Di salekê de ji bo Gergerlîoglû hezar û 700 serlêdanên binpêkirinan hatin kirin
15:58 Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê bang li NY’ê kir
15:24 Di êrişa SÎHA’yan de 3 kes birîndar bûn
15:18 Dewleta tirk êrişî gundên Kobanê dike
15:12 DEM Partî: Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer tê kirin
15:04 Heyetê serdana hevşaredarên Mêrdînê kir
14:37 Rewşa dawî ya Minbicê
14:28 TEV-DEM’ê banga ‘Em li rex hêzên HSD’ê cih bigirin’ kir
14:08 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Divê êrişên ser Kurdan bên rawestandin
13:27 Çima êrişî Minbicê dikin?
13:02 Navçeya Zirganê hat bombekirin: Welatiyek hate qetilkirin
12:54 MKG’ê rapora Mijdarê eşkere kir: 38 rojnameger hatin darizandin
12:00 Dîlan Durmuş ji ber ku ‘bijîşkên welidînê’ tune bûn jiyana xwe ji dest da
11:44 Di qezaya helîkopterê de mîrlîwayek jî di nav de 6 leşker mirin
11:44 ‘Divê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî bibe û birêz Ocalan azad bibe’
10:52 Di êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de 12 sivîl hatin qetilkirin
10:51 Jin li dijî tundiyê teknîkên parastinê hîn dibin
10:09 KCK: Li Sûriyeyê çaraserî bi Neteweya Demokratîk mimkun e
10:00 Sadr’ê ji bo Sûriyeyê banga guftûgoyê kir
09:51 KNK: Têkçûna destkeftiyên Rojava têkçûna statuya Başûrê jî
09:46 Aldar Xelîl: Mudaxileya Tirkiyeyê krîza Sûriyeyê girantir dike
09:00 ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2024’AN
08:30 Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em derbasî qonaxa duyemîn a parastinê bûn
08:30 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina Rojava Ferz e!’ derket
08/12/2024
16:25 Ji Rûsyayê daxuyaniya der barê Esed de: Ji Sûriyeyê derketiye
15:49 Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrişan li ber xwe dide
13:43 Nêzî 400 malbatên hatin tehliyekirin gihîştin Tebqayê
12:08 Avahiyên cemaweriyê yên ji rejîmê mayî di bin kontrola Hêzên Ewlehiya Hundirîn de ne
11:59 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
11:54 Li Ewropayê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
11:49 Îlham Ahmed: Dawiya despotîzmê, destpêkeke nû
11:04 Kovara hejmara nû ya Jinê derket
10:44 Mazlum Ebdî: Em dibin şahidê kêliyên dîrokî
10:22 Rêveberên Kantona Minbicê: Guh nedin daxuyaniyên şerê taybet
10:05 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Îdîayên ku em vekişiyane, nerast in
10:01 Di televizyona fermî ya Sûriyeyê de hat ragihandin ku hikûmeta Şamê hilweşiyaye
09:43 Ji DAIŞ'ê û El Nusrayê ber bi HTŞ'ê ve
09:32 DBP ber bi kongreyê ve diçe: Wê beriya kongreyê konferans û hevdîtin bên lidarxistin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 HTŞ'ê Şamê bi dest xist, rejîma Esad hilweşiya
08:46 Rêveberiya Xweser rewşa awarte îlan kir
07/12/2024
17:17 Li Wanê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînan hate vekirin
17:16 Li Bulamê atolyeya şerê taybet: Li her qadê em xwe birêxistin bikin
17:03 Rêveberiya Xweser: Armanca dewleta tirk qirkirina komî ye
16:52 HSD'ê got ku li Minbicê êrişên komên paramîlîter hatine têkbirin
16:41 Gultan Kişanak: Qedera Rojava qedera kurdên li vê derê ne
16:24 KONGRA-GEL banga seferberiyê kir
16:09 Derket holê ku kesê bi tiryakê hatî girtin cerdevan e
16:00 HDK’ê foruma ‘Ji şer re na’ li dar xist: Banga têkoşîna hevpar
15:35 Li 2 bajaran ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê hate kirin
15:09 TMMOB li Xelfetiyê çû serdana nobeta li dijî qeyûm
15:06 ‘Ji bo çareseriya krîzên piralî divê pirsgirêka kurd were çareserkirin’
14:24 Li çar bajaran aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:11 Dayikên Şêmiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:20 Platforma Piştevaniya Edaletê hate ragihandin
13:08 Jin li dijî qeyûman meşiyan: Em ê serî netewînin
11:34 Li Dêrsimê xwendekarek hate girtin
11:32 Li Colemêrgê ji bo AKP’iyan îstîhdama kar a taybet
11:31 Doza Narîn Guran: Piraniya rastiya madî derket holê
11:30 Li Bedlisê rêzeqeza: 31 kes birîndar bûn
10:55 Êrişa dewleta tirk û komên paramîlîter a li ser Minbicê hate şikandin
10:40 Binpêkirinên li Girtîgeha Sulucayê: Nahêlin girtî bi kurdî sihbetê bikin
10:35 Rojnameger Karadaş: Sûriye jinûve tê dîzaynkirin
09:53 Mamosteya qeyûm ji peywirê dûrxistî: Ez piştgiriyê nadim wê zilmê
09:21 Girtiyê di dema tedawiyê de kelemçekirina destan red kir hate derbkirin
09:05 Wê li Amedê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan' bê vekirin
09:05 'Eleqeya ji bo kurdî baş e, em pêşangehê veguherînin firsendekê'
09:03 Hevserokên KNK'ê: Çareseriya şerê Rojhilata Navîn nexşerêya Abdullah Ocalan e
09:00 Hunermendên Rojavayê: Li hemberî êrişên dagirkirinê divê her hunermend helwesta xwe zelal bike