Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê: Berxwedana gelê me dê bidome

  • rojane
  • 16:32 5 Kanûn 2024
  • |

WAN - Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê di daxuyaniya girseyî û meşê de axivîn û gotin ku gelê Wanê dê li dijî polîtîkaya talankirina saziyan a îktîdarê û xwedî li rûmet û heysiyeta xwe derkeve û berxwedana xwe bidomîne. 

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan di daxuyaniya girseyî û meşa li Wanê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina qeyûman hat lidarxistin de axivîn. 
 
‘EM Ê BERXWEDANEKE NÛWAZA RABER BIKIN’
 
Neslîhan Şedal got ku mêtinger û xespkaran çav berdaye nirxên gelê kurd û ev tişt anî ziman: “Îktîdara AKP-MHP’ê ya ku hebûna xwe li ser yekperestiyê didomîne, hewl dide pêşeroja gelan û daxwaza jiyana azad a jin û ciwanan tune bike û di şer de israr dike. Em wan ji Roboskê, ji Zîlanê û wan dema cenazeyên me li erdê kaş dikirin nas dikin û ev hafizeya me hêj zindî ye... Me ev dîtin û îrade û têkoşîna xwe mezin kir. Me li her derê li dijî polîtîkayên wan ên qirêjî berxwedaneke nûwaze raber kir. Gelê me dê dîsa li dijî xespkirina îradeya xwe berxwedana xwe mezin bike. Bila bizanin ku tu îrade û saziyên ku jin û ciwanên wanî radestî wan bikin tune ne. Kî berê xwe bide îradeya me, dê li têkoşîna gel, ciwan û jinên kurd biqelibin. Hûn dê tu caran nekarin daxwaza jiyana azad û îradeya gelê kurd xesp bikin. Heta ku em van êrişên we têk dibin jî dê li kolanan li ber xwe bidin.” 
 
BANG LI GELÊ WANÊ KIR
 
Neslîhan Şedal, bang li xelkê Wanê kir û wiha got: “Em li vir bangî AKP’ê dikin; tu rewatiya we nîne. Yên rewa, gel bi xwe ye. Xelkê Wanê dê xwedî li rûmeta xwe derkeve. Xelkê Wanê xelkekî xwedî wijdan e û dê nehêle hûn keda wan bidizin. Banga me ji bo ciwan û jinên wanî ye; em ê saziyên xwe yên me bi keda xwe ava kirin teslîm nekin û em dixwazin hûn li dora wan saziyan kom bibin.” 
 
‘XELKÊ WANÊ DÊ RÛMETA XWE BIPARÊZ E’ 
 
Zeydan jî wiha got: “Namzetên AKP’ê hemû derfet bi kar anîn lê dîsa jî xelkê Wanê her 14 şaredarî jî ji xespa wan xelas kirin. Em li bendê bûn ku îktîdar ji vê berteka gel ji xwe re dersan bigire û pergala dizî û talanê ji holê rake lê belê wan careke din hewl dan bi rêya kompasan îradeya gel xesp bikin. Lê xwe dixapînin. Rûmet û heysiyeta vî gelî heye. Em ê nehêlin ew bi darê zorê îradeya me ji destê me bistînin. Gelê me, gelekî wefadar û birûmet e. Çi dibe bila bibe em ê îradeya gelê xwe biparêzin. Diziyên qeyûman di van 10 salan de kirin li holê ne. hewl didin 5 qirûşên gel jî xesp bikin. Dibêjin qey dê gel dengê xwe ji vê re neke lê em ê tu caran vê qebûl nekin.” 
 
‘BI LÎSTIKÊN DARAZÊ ÎRADEYA GEL XESP NEKIN’
 
Zeydan, diyar kir ku tevî bêderfetiyan jî xizmet ji gel re kirine û axaftina xwe wiha qedand: “Ma hûn dibêjin qey ev gel bêrûmet e? Hûn dibêjin qey ev gel dê xwedî li rûmeta xwe dernekeve? Mirov ji bo rûmet û heysiyeta xwe dijî. Madem  dê we îradeya me tune bihesibanda wê demê we çima sindoq danîn? Bi lîstikên hiqûq û darazê nekevin nava hewldana xespkirina îradeya gel. Yên pergala qeyûm dixwazin, ew diz in ên dixwazin çavkaniyên gel talan bikin. Divê her kes xwedî li edalet û hiqûqê derkeve. 
 
Gotinên dawî tên kirin, pêdiviya gel in. Guftûgo ji xêra gel e. Şer, bi me tevan da windakirin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Xizaniya heyî hûn jî dibînin. Di bingeha vê de şer heye, bêhiqûqtî heye. Serdem ne serdema xespê, dema aştiya civakî ye.” 
 
Piştî axaftinan, girseyê dirûşma “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e” berz kir û heta avahiya DEM Partiyê meşiya. 
 
 

Sernavên din

13/12/2024
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
16:11 Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin
16:02 Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be
15:52 Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava
15:21 Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir
14:55 Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
14:27 Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot
13:41 Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
11:53 DEM Partî çû serdana KESK’ê
11:42 Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
11:21 Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin
11:17 Herêmên texrîbata ekoljîk lê tê kirin hatin qedexekirin
11:11 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Li girtîgehê ji ber govenda Newrozê cezayê disiplînê hat dayin
11:01 Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
10:34 Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
10:30 Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
10:12 Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
10:05 Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da
10:03 Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin
09:59 Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin
09:46 'Bi êrişan modêla neteweya demokratîk hedef tê girtin’
09:26 ‘Divê êrişên ser Rojava bisekinin, statû were naskirin’
09:05 Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim
09:00 ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2024’AN
11/12/2024
22:38 Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
21:10 Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan
19:50 Li Amedê li dijî êrişan xeleka aştiyê
16:41 Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye
15:59 Hevserokên Giştî çûn serdana girtiyan
15:34 Parastvanên mafan ji bo piştevaniyê ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand
15:25 Kesên di êrişên SÎHA’yan de hatin qetilkirin di rojeva Meclisê de ne
14:55 Li Hezexê qeza: Kesek mir, 7 kes birîndar bûn
14:54 Kobanê hate bombebarankirin: Kesek hate qetilkirin
14:48 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê serlêdan hat kirin
14:38 Li Curnê Reş Mala Bêhnvedanê ya Jinan hate vekirin
13:52 Ji Ma Musîcê kampanyaya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok’
13:28 Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Sedema teqez a mirinê zelal nebû, dîmenên nû li dosyayê hatin zêdekirin
13:18 Tevlibûna merasîma cenaze sînordar kirin û sersaxî qedexe kirin
13:04 9 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:10 Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê hate binçavkirin
12:09 Operasyona li Çiyayê Bagokê didome
12:08 Îşkenceya polîsan vegotin: Gefa tecawizê li me xwarin
11:31 Qeyûmê Mêrdînê kesên dadgehê îadeyî kar kiribû dîsa ji kar derxist
10:59 Li girtiyên xwarina ‘nexweş’ nexwarin cezayê ragihandinê hate birîn
10:34 Ambulansa birîndar vediguhest hate bombebarankirin
10:27 Li Şirnexê jineke ducanî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
10:26 Wêneyê qeyrana aborî: Tenê karibû bacanekê bikire
10:25 Walîtiyê nehişt navê Rojîn Kabaîşê li navenda jinan were kirin
10:03 Di lêpirsîna rojnameger Aslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hat dayin
09:18 Rojnamevan Mûtlû: Pêşeroja gelên Sûriyeyê xeta 'rêya sêyemîn' e
09:17 Dewleta tirk di 6 mehan de 77 kes bi SÎHA’yan qetil kir
09:02 Li Wanê tenê ew şewqeyan çêdike
09:01 Dermanên endamê KESK'ê Aslan ê pençeşêr lê peyda bûye nadinê
09:00 ROJEVA 11’Ê KANÛNA 2024’AN
08:48 HSD’ê têkildarî Minbicê daxuyanî da
10/12/2024
23:29 Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li qada navneteweyî: Bêdeng neminin
23:12 Li Kobanê 2 kes hatin qetilkirin
16:55 Li gundê leşkeran dorpêç kirî 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Li pêşiya Meclisê daxwaza edaletê kirin
16:22 Hunermend, rojnameger û nivîskar li dijî qeyûm li Êlihê bûn
16:19 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO'yê hatin protestokirin
16:01 Di 11 mehan de 692 serlêdanên îşkenceyê ji bo TÎHV’ê hatin kirin
15:17 DEM Partî: Divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm 35 hezar TL be
15:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê ji bo mafên mirovan têbikoşin
15:00 Di Hefteya Mafên Mirovan de êrişên ser Rojava hatin protestokirin
14:10 Rojnameger Daştan: Dixwazin hêviya jiyana demokratîk tune bikin
13:49 Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
13:38 Kesên di 10’ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:17 Pira Qereqozaqê hate bombebarankirin
13:15 Îstînafê ‘cezayê daxistî’ yê kujerê Hasret Tutalê erê kir
13:03 Doza Mehmet Sîncar ji ber mutalaayê hate taloqkirin
12:56 Li Serêkaniyê ÎHA’yek ket
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Wezîr Tunç têkildarî serlêdana Îmraliyê daxuyanî da
10:56 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
10:53 Li Farqînê 2 kes bi lêdanê hatin binçavkirin
10:49 'Tirkiye dixwaze hêj pergala nû rûneniştî destkeftiyên kurdan tesfiye bike’
09:40 Li ser rêya Wan-Erdîşê rêzeqeza: 2 kes mirin, 45 kes birîndar bûn
09:30 Bayindir: Dema çareseriyê hatiye û divê ev firsend ji dest neçe
09:21 Bi dehan pirtûkên ku di 30 salên li girtîgehê de nivîsandine li benda çapê ne
09:14 Giliyê polîsên ku tundî kirin hat kirin
09:02 Şêxo: Ji bo bidawîbûna vê hovîtiyê divê raya giştî ya cîhanê tevbigere
09:00 ROJEVA 10’Ê KANÛNA 2024’AN
09/12/2024
22:49 DBP: Rojava qada jiyana hevpar a gelan e
22:34 Amedspor Şanliûrfasporê 2-1 têk bir
22:27 Li Kobanê 2 zarok hatin qetilkirin
22:24 Berdevka YPJ'ê Rûken Cemal: Li Minbicê berxwedaneke dîrokî heye