Ji ber ‘dermanê epîlepsiyê’ êrişî girtî Bayir kirin

  • rojane
  • 12:22 29 Mijdar 2024
  • |
img
STENBOL - Bi hinceta ku dermanê di bin kontrola gardiyanan de bi kar tîne neda, êrişî girtî Erhan Bayir hate kirin û di hevdîtina bi malbatê re de gef lê hatin xwarin. 
 
Erhan Bayir nêzî sê sal berê li Stenbolê ji ber bûyereke edlî hate girtin û ev 2 sal in girtî ye. Bayir, nexweşê epîlepsiyê ye û ji ewil birin Girtîgeha Maltepeyê. Bayir, ji wir sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Bandirma ya Balikesîrê. Ji ber ku roman e û dermanên xwe yên ji bo tedawiya epîlepsiyê neda girtiyên din ên edlî, gelek caran rastî êrişê hat. Bayir, di hevdîtina bi telefonê ya bidîmen de ji malbata xwe re got ku careke din rastî êrişê hatiye. Di dîmen de xuya dike ku serê Bayir bi temamî bi bandajê hatiye pêçandin, binçavên wî reş û şîn bûne, lêva wî jî teqiyaye. Bayir, di hevdîtinê de got ku ji ber ku roman e rastî nêzikatiyên cihêkar û êrişî girtiyên din tê. 
 
Kekê Erhan Bayir, Resûl Bayir diyar kir ku birayê wî 8 meh in li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Bandirmayê tê ragirtin û wiha got: “Girtiyên din gefan lê dixwin, heqaret, çêr û îşkenceyê lê dikin. Birayê min di bin kontrola gardiyanan de dermanê epîlepsiyê bi kar tîne. Ji ber ku mîna tiryakê ye, girtiyên din jê dixwazin. Birayê min jî nade lewma tê derbkirin. Sedema van êrişan jî birayê min nexweşê epîlepsiyê ye. Birayê min di bin çavdêriya gardiyanan de vî dermanî bi kar tîne. Gardiyan nava devê wî kontrol dikin û kontrol dikin ka vedixwe an na. 15 deqeyan piştre dîsa dibin qawîşa wî. Dema gardiyan diçin jî girtiyên din bi darê zorê birayê min didin verişandin û heba xwarî ji mîdeyê wî derdixînin û vedixwin. Birayê min got ku girtiyên din jê re dibêjin; ‘Dê dermanî venexwî û ji me re bînî, nexwe em ê te bikujin.’ Gefan lê dixwin û çêran lê dikin.”
 
'MIN JI VIR XELAS BIKIN’
 
Resûl Bayir wiha qala hevdîtina dawî ya rû bi rû bi birayê xwe re kir: “Ez, dayika min û zarokên birayê min çûn hevdîtina rû bi rû. Li wê eywana ewqas mezin 2 gardiyanan birayê min anîn. Min ji birayê xwe re got; ‘Çima em tenê li vir in, xizmên hevalên din tune ne?’ Birayê min li erdê dinihêrt û li rûyê me mêze nedikir. Giriya û li gardiyanan nihêrt û got; ‘Kekê min ji vir xelas bikin.’ Piştre jî ser hişê xwe çû. Piştre jî birin û hevdîtin bi dawî bû. Me rewş ji parêzerê xwe re parve kir. Piştre birayê min birin qawîşa nexweşan. Li wir jî wêneyên wî he.e Bi kêran êrişî qirik, guh û serê birayê min kirine. Dev û pozê wî werimî ne û serê wî pêçayî ye.” 
 
'EM Ê TEVÎ SAZIYAN BIÇIN GIRTÎGEHÊ’ 
 
Parêzera Bayir, Zozan Vargun gotinên Resûl Bayir piştrast kir û da zanîn ku di demên berê de jî êrişên mîna vê hatine kirin. Zozan Vargun, got ku wan serî li îdareya girtîgehê dane û wiha domand: “Em ê serî li CÎSST, ÎHD û saziyên din bidin. Em ê tevî van saziyan biçin girtîgehê. Em ê jê re bibêjin ku îdare bi girtiyên din re biaxive û di dema hejmartinê de gardiyan bi girtiyan re hevdîtinê bikin û wan hişyar bikin. Di vê mijarê de ji bo îdareya girtîgehê tişta dikeve ser milê xwe pêk bîne, wan bidin zorê. Piştî van tiştên qewimîn, qawîşa Erhan Bayir hate guherandin. Her wiha em ê bixwazin ku Bayir were sewqkirin. Têkildarî mijarê me bi CÎSST’ê re peywendî danîn û CÎSST’ê ji bo Bayir serî li Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan da.” 
 
DI SERLÊDANÊ DE BAL KIŞAND SER MAFÊ TENDURISTIYÊ 
 
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku Bayir di mijara xwegihandina dermanê nexweşiya xwe de pirsgirêkan dijî, ev yek rê li ber astengkirina tedawiya wî digire û ji Wezareta Dadê û saziyên têkildar hat xwestin ku berpirsyartiya xwe bi cih bînin. 
 
Bi domdarî biryara AYM’ê ya di 18’ê mijdara 2015’an de ji bo girtiyê nexweş Mete Dursun dayî hat bibîrxistin û hat xwestin ku Bayir were sewqkirin. Hat gotin ku cîbicîkirina tedawiya pêwîst a Bayir dikeve çarçoveya mafê jiyanê û îdareya girtîgehê jê berpirsyar e ku vî mafî bi cih bîne. Serlêdan wiha bi dawî bû: “Lê belê girtî dibêje ku ji bo wî şertên guncav ên tedawiyê nehatine afirandin. Li gorî îçtîhadên AYM’ê ev yek binpêkirina qedexeya îşkence û muameleya xerab e. Em dixwazin pirsgirêkên Erhan Bayir di mijara xwegihandina tenduristiyê de dijî bên çareserkirin û komeleya me di mijara hewldanên we de bê agahdarkirin.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû 

Sernavên din

05/12/2024
15:38 Gelek koçberên Şehbayê hatin dorpêçkirin û gelek jê hatin revandin
14:59 Dayikên Aştiyê li dijî şer banga têkoşînê kirin
14:26 DEM Partî li Meclisê nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin
14:18 Li Wanê berteka li dijî êrişan: Sînorên we yên çêkirî nikarin me ji hev qut bikin
14:12 Ayşegul Dogan: Heke hûn xwedî polîtîkaya şer nebin wê demê guftûgoyê bidin destpêkirin
14:03 Bertek nîşanî zextên ser fuara pirtûkan dan: Em sepanên faşîzan red dikin
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Nehiştin Aşkan tev li şîna dayika xwe bibe
13:06 AYM: Nabe ku tenê li gorî îfadeyên şahidên nepen biryar were dayin
12:40 Ji bo rojnameger Oruç biryara beraetê hat dayin
12:03 DEM Partiyê têkildarî Zeydan daxuyanî da: Dev ji lîstikên siyasî berdin
11:37 Di 10 rojan de 147 kes hatin binçavkirin
11:32 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana DÎSK’ê
11:08 Waniyan bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind dan: Em vê neheqiyê qebûl nakin
10:53 Der barê hevşaredarên hedef hatibûn nîşandan de biryara neşopandinê
10:42 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê: Em ê rê nedin ku şaredariyê xesp bikin
10:24 Prz. Ozlem Gumuştaş: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were
09:53 Biryara ÎGK’ê: Dê mehekê ji cezayê dadgehê dayî zêdetir di girtîgehê de bimîne
09:38 Li girtî Geylanî ‘rawesta amadeyî’ ferz dikin
09:27 EHP û SYKP: Divê em li dijî êrişên li ser Rojavayê bitêkoşin
09:24 Li Îranê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
09:20 Hunermend: Li dijî qeyûman divê li her derî têkoşîn bê xurtkirin
09:03 Amedî baweriyê bi nêzîkatiya desthilatê ya li 'çareseriya pirsgirêka kurd' nayînin
09:02 Dayikên Aştiyê: Wê çete li ber felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' têk biçin
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2024’AN
08:56 Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî Helebê
08:37 Meteorolojiyê ji ber barîna berfê bakurê Kurdistanê hişyar kir
04/12/2024
23:15 Nahît Eren: Mînakên por û mûyan ên li ser Narînê bi DNA'ya mîtokondriyal ên dayikê û bira re li hev dikin
20:39 Ji ber NY'yê bang kirin: Sûcên li dijî mirovahiyê rawestînin
19:44 Bi SÎHA'yan êrişî Dêrikê hat kirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
19:40 Jinan guh neda astengiyan, xeleka jiyanê çêkirin û meşiyan
19:34 Ji bo Rojava banga piştevaniyê: Yên xwe disipêrin çeteyan wê têk biçin
17:13 Weşangerên kurd bertek nîşanî zexta polîsan dan
17:12 Li Miksê nobeda li dijî qeyûm didome
17:06 Amedspor di qupayê de derket tura 5’emîn
17:00 Dê biryara Dadgeha Bilind a derheqê Zeydan de li Wanê bê protestokirin
16:58 Doza Ayşegul A. ku bi tiryak û fihûşê bûbû rojev hate taloqkirin
16:35 Polîs li fûarê derketin nêçîra pirtûkan: Weşanxaneyê bertek nîşan da
16:33 DEM Partî çû serdana TURK-ÎŞ’ê
16:32 Li dijî êrişan ser sînorê Kobanê zincîra ji mirovan û meş hatin lidarxistin
16:31 Beştaş: Hûn nikarin Pirsûs û Rihayê ji hev veqetînin
Hatîmogûllari: DAIŞ, HTŞ û SMO ji hêla heman çavkaniyê ve tê xweyîkirin
14:45 Êriş li ser sînor hatin protestokirin: Em rê nadin dagirkeriyê
14:28 Li Meclisê protestoya tecrîd, şer û qeyûm
13:56 Di êrişa dewelta tirk de kesek hate qetilkirin
13:55 ÎHD’ê bertek nîşanî sepana cotkelemçeyê da
13:47 Ji KCDP’ê rapora meha mijdarê: 32 jin hatin qetilkirin
13:40 Pitikekî li Şehbayê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:41 DEM Partî li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir bû: Hûn dê aştiyê çawa pêk bînin?
11:55 Di pêşangehê de dest danîn ser pirtûkeke din
11:25 Dadgeha Bilind biryara li ser Abdullah Zeydan xera kir
11:24 Ji Weşanxaneya Aramê banga hevgirtinê
09:48 Zeydan: Em lîstika wan xera bikin
09:26 Gundên Minbicê hatin topbarankirin
09:12 Baîerê ku ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Pêdiviya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye
09:11 Di dema AKP'ê de pergala perwerdehiyê: Gendelî û bêliyaqatî
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN
03/12/2024
20:03 Gundên Minbic û Kobanê hatin bombebarankirin
16:07 Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar hate berdan
16:01 Li Dêrsimê 5 kes hatin berdan
15:51 Qeyûm li Meclisê hatin protestokirin
15:46 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî serlêdana ji bo Îmraliyê daxuyanî da
15:46 Şîna Uluç bi girseyî hate ziyaretkirin
15:40 ÎHD’ê ji bo berdana Nîmet Tanrikulu bang kir
15:36 Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin
14:21 Şaredariya Dêrsimê Civîna Meclisê li dar xist
14:00 Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin
13:55 TEV-DEM: Plana qirkirinê dikin
13:52 Di dema qedexeyên Sûr’ê de 3 caran hatibû definkirin: Ji AYM’yê biryara binpêkirinê
13:21 Ongullu piştî 30 salan hate berdan
13:12 ÎHD’ê ji bo girtiyên astengdar banga berdanê kir
12:52 Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>
12:48 Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin
12:40 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan
12:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin
12:07 Serlêdana Îmraliyê: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
11:20 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Êriş dê nekarin me ji rêya me bikin
11:06 Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane
11:06 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe
10:53 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
10:46 ‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’
10:37 ‘Ji bo zarokên welêt’ pirtûkek
10:35 Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
10:15 Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Li Zapê kilîl hate girtin an hate xerakirin?
09:05 Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye
09:04 Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide
09:00 Dayika Geylaniyê ku berdana wî hat taloqkirin: Bila kurê min berdin
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin