Ji dêrsimiyan berteka li dijî qeyûm: Hûn nikarin kesên hilbijartî ji peywirê bigirin

  • rojane
  • 09:00 29 Mijdar 2024
  • |
img

DÊRSIM - Gelê Dêrsimê diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman li hemberî gel sûc hatiye kirin û gotin: "Me Cevdet Konak hilbijart, ger em wî ji peywirê negirin, hûn nikarin bigirin." 

Bertekên gel ên li hemberî qeyûmên tayînî şaredariyên Dêrsim û Pulurê hatin kirin, dewam dikin. Piştî qeyûm tayînî şaredariya Dêrsimê hat kirin, polîs ketina Şaredariya Dêrsimê û avahiya şaredariyê bi bendên betonê hat girtin û ji kesên di çalakiyan û serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 9 kes hatin girtin.
 
Dêrsimiyên ku bi şev û roj li dijî desteserkirina îradeyê çalakiyan li dar dixin, tayinkirina qeyûm nirxandin. 
 
Abdulhelîm Kerîm diyar kir ku qeyûm kelemçekirina îradeya gel e û wiha got: “Her car vê yekê li Dêrsimê dikin. Li Rojavayê nakin, li Dêrsimê dikin. Xwepêşandana li dijî neheqiyê mafê me yê herî xwezayî ye. Divê gel serokê ku hilbijartiye biparêze."
 
‘TENÊ NE PIRSGIRÊKA DEM PARTIYÊ YE'
 
Ji bajarokê Perî Yusuf Polat ku got "Qeyûm projeya îmhayê ye" destnîşan kir ku sîstem li bajêr her cure polîtîkayên îmhayê dimeşîne. Polat diyar kir ku projeyên koçberî û berfirehkirina qadên madenê parçeyek ji vê polîtîkayê ne û wiha got: “Wekî berê hewl didin dengê me jî qut bikin. Dêrsim bajarê herî berxwedêr ê Kurdistanê ye. Dixwazin bi binçavkirin û girtinan sazûmaniya rêxistinkirî ji holê rakin. Bi tevahî pêwîst e ku li dijî qeyûman hevkariyek hebe. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka DEM Partiyê ye, pirsgirêka nasname û erdnîgariyê ye."
 
‘SÛC DIKIN'
 
Alîcan Gunduz bilêv kir ku îradeya gel hatiye desteserkirin û got: “Madem wê qeyûm bên tayînkirin, çima destûr tê dayîn ku bên hilbijartin? Ev sûc e. Dêrsim vîna me ye, em têbikoşin û vîna xwe biparêzin. Gel daxwaza îradeya xwe dike, lê tê binçavkirin. Beriya her tiştî ev sûcê li hemberî gel e. Em ê şaredariyên xwe biparêzin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û paşve gav navêjin."
 
Fatma Yilmazê jî ev tişt gotin: “Rewşa gelê Dêrsimê diyar e, li vir ne kargeh û ne jî derfetên kar hene. Em ketina etra birçîbûnê, ew jî ketine etra tayinkirina qeyûman." 
 
Mehmet Tûran diyar kir ku ew dixwazin li welatekî azad ku demokrasî lê serwer e bijîn û got: “Tu kes nikare rê li ber vîna gel bigire. Bi binçavkirin, girtin û gefan nikarin xwe bigihînin tu derê. Li ku derê demokrasî tune be, li wir tu tişt tune ye." 
 
Firdevs Çelîkê diyar kir ku mafê wan ê dengdayîn û hilbijartinê ji dest hatiye girtin û wiha bertek nîşan da: “Wê demê bila hilbijartin çênebin. Çima em hilbijêrin? Me Cevdet Konak hilbijart, ger em wî ji peywirê negirin, hûn nikarin bigirin." 
 
EWILÎ JINAN HEDEF DIGIRIN
 
Şukran Yilmaz Koçê bilêv kir ku dewlet Destûra Bingehîn binpê dike û got: “Qeyûm sîstemeke li dijî jinê ye. Ji ber vê yekê êrişên wan ên ewil jin û saziyên çandê ne. Dêrsim ew cih e ku bi taybetî dewlet dixwaze bi ser bikeve. Peyama ku hat dayîn; Wateya 'Hûn min bi fermî qebûl nekin jî ez ê we bi rêyên nerewa ji peywirê bigirim.' Lê baş dizane ku tu carî bi ser nakeve. Pratîka wan zêdetir li ser windakirinê ye.“Dêrsim a me ye, wê ya me bimîne."
 
Seyralî Bûlût jî bilêv kir ku gelê Dêrsimê gelekî berxwedêr e û got ku divê her kes li dijî vê neheqiyê rabe. 
 
MA / Şîrvan Şîlan Çîl - Heval Onkol

Sernavên din

05/12/2024
15:38 Gelek koçberên Şehbayê hatin dorpêçkirin û gelek jê hatin revandin
14:59 Dayikên Aştiyê li dijî şer banga têkoşînê kirin
14:26 DEM Partî li Meclisê nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin
14:18 Li Wanê berteka li dijî êrişan: Sînorên we yên çêkirî nikarin me ji hev qut bikin
14:12 Ayşegul Dogan: Heke hûn xwedî polîtîkaya şer nebin wê demê guftûgoyê bidin destpêkirin
14:03 Bertek nîşanî zextên ser fuara pirtûkan dan: Em sepanên faşîzan red dikin
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Nehiştin Aşkan tev li şîna dayika xwe bibe
13:06 AYM: Nabe ku tenê li gorî îfadeyên şahidên nepen biryar were dayin
12:40 Ji bo rojnameger Oruç biryara beraetê hat dayin
12:03 DEM Partiyê têkildarî Zeydan daxuyanî da: Dev ji lîstikên siyasî berdin
11:37 Di 10 rojan de 147 kes hatin binçavkirin
11:32 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana DÎSK’ê
11:08 Waniyan bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind dan: Em vê neheqiyê qebûl nakin
10:53 Der barê hevşaredarên hedef hatibûn nîşandan de biryara neşopandinê
10:42 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê: Em ê rê nedin ku şaredariyê xesp bikin
10:24 Prz. Ozlem Gumuştaş: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were
09:53 Biryara ÎGK’ê: Dê mehekê ji cezayê dadgehê dayî zêdetir di girtîgehê de bimîne
09:38 Li girtî Geylanî ‘rawesta amadeyî’ ferz dikin
09:27 EHP û SYKP: Divê em li dijî êrişên li ser Rojavayê bitêkoşin
09:24 Li Îranê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
09:20 Hunermend: Li dijî qeyûman divê li her derî têkoşîn bê xurtkirin
09:03 Amedî baweriyê bi nêzîkatiya desthilatê ya li 'çareseriya pirsgirêka kurd' nayînin
09:02 Dayikên Aştiyê: Wê çete li ber felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' têk biçin
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2024’AN
08:56 Daxuyaniya HSD’ê ya têkildarî Helebê
08:37 Meteorolojiyê ji ber barîna berfê bakurê Kurdistanê hişyar kir
04/12/2024
23:15 Nahît Eren: Mînakên por û mûyan ên li ser Narînê bi DNA'ya mîtokondriyal ên dayikê û bira re li hev dikin
20:39 Ji ber NY'yê bang kirin: Sûcên li dijî mirovahiyê rawestînin
19:44 Bi SÎHA'yan êrişî Dêrikê hat kirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
19:40 Jinan guh neda astengiyan, xeleka jiyanê çêkirin û meşiyan
19:34 Ji bo Rojava banga piştevaniyê: Yên xwe disipêrin çeteyan wê têk biçin
17:13 Weşangerên kurd bertek nîşanî zexta polîsan dan
17:12 Li Miksê nobeda li dijî qeyûm didome
17:06 Amedspor di qupayê de derket tura 5’emîn
17:00 Dê biryara Dadgeha Bilind a derheqê Zeydan de li Wanê bê protestokirin
16:58 Doza Ayşegul A. ku bi tiryak û fihûşê bûbû rojev hate taloqkirin
16:35 Polîs li fûarê derketin nêçîra pirtûkan: Weşanxaneyê bertek nîşan da
16:33 DEM Partî çû serdana TURK-ÎŞ’ê
16:32 Li dijî êrişan ser sînorê Kobanê zincîra ji mirovan û meş hatin lidarxistin
16:31 Beştaş: Hûn nikarin Pirsûs û Rihayê ji hev veqetînin
Hatîmogûllari: DAIŞ, HTŞ û SMO ji hêla heman çavkaniyê ve tê xweyîkirin
14:45 Êriş li ser sînor hatin protestokirin: Em rê nadin dagirkeriyê
14:28 Li Meclisê protestoya tecrîd, şer û qeyûm
13:56 Di êrişa dewelta tirk de kesek hate qetilkirin
13:55 ÎHD’ê bertek nîşanî sepana cotkelemçeyê da
13:47 Ji KCDP’ê rapora meha mijdarê: 32 jin hatin qetilkirin
13:40 Pitikekî li Şehbayê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:41 DEM Partî li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir bû: Hûn dê aştiyê çawa pêk bînin?
11:55 Di pêşangehê de dest danîn ser pirtûkeke din
11:25 Dadgeha Bilind biryara li ser Abdullah Zeydan xera kir
11:24 Ji Weşanxaneya Aramê banga hevgirtinê
09:48 Zeydan: Em lîstika wan xera bikin
09:26 Gundên Minbicê hatin topbarankirin
09:12 Baîerê ku ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Pêdiviya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye
09:11 Di dema AKP'ê de pergala perwerdehiyê: Gendelî û bêliyaqatî
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN
03/12/2024
20:03 Gundên Minbic û Kobanê hatin bombebarankirin
16:07 Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar hate berdan
16:01 Li Dêrsimê 5 kes hatin berdan
15:51 Qeyûm li Meclisê hatin protestokirin
15:46 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî serlêdana ji bo Îmraliyê daxuyanî da
15:46 Şîna Uluç bi girseyî hate ziyaretkirin
15:40 ÎHD’ê ji bo berdana Nîmet Tanrikulu bang kir
15:36 Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin
14:21 Şaredariya Dêrsimê Civîna Meclisê li dar xist
14:00 Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin
13:55 TEV-DEM: Plana qirkirinê dikin
13:52 Di dema qedexeyên Sûr’ê de 3 caran hatibû definkirin: Ji AYM’yê biryara binpêkirinê
13:21 Ongullu piştî 30 salan hate berdan
13:12 ÎHD’ê ji bo girtiyên astengdar banga berdanê kir
12:52 Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>
12:48 Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin
12:40 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan
12:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin
12:07 Serlêdana Îmraliyê: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
11:20 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Êriş dê nekarin me ji rêya me bikin
11:06 Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane
11:06 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe
10:53 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
10:46 ‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’
10:37 ‘Ji bo zarokên welêt’ pirtûkek
10:35 Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
10:15 Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Li Zapê kilîl hate girtin an hate xerakirin?
09:05 Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye
09:04 Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide
09:00 Dayika Geylaniyê ku berdana wî hat taloqkirin: Bila kurê min berdin
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin