Hevberdevka HDK’ê Demîr: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe

  • rojane
  • 11:14 11 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê û neçareserkirina pirsgirêka kurd girêdayî hev in û got ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelek baş be. 
 
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikeve sala 26’an. Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, ev 35 meh in tu agahî jê nayên girtin. Gelê kurd û dostên wan di 10’ê cotmeha 2023’yan di asta navneteweyî de kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” dabûn destpêkirin. Kampanyaya ku starta wê li Ewropayê hatibû dayîn, îro bi çalakiyên greva birçîbûnê, Nobeta Edaletê û Meşa Mezin a Azadiyê tê domandin. 
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr têkildarî tecrîda girankirî û çalakî û xwepêşandanên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatine destpêkirin axivî. 
 
‘TECRÎDA ÎMRALIYÊ BELAV DIBE’
 
Demîr, got ku komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan îro bi rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê tê domandin û ev tişt anî ziman: “Ev rewş hem li dijî hiqûqa navneteweyî hem jî li dijî qanûnên Tirkiyeyê ye. Tecrîda li Îmraliyê îro li tevahiya girtîgehan belav bûye. Tecrîd, sepanekî li dijî mirovahiyê ye û îktîdara ji vê tecrîdê hêz digire, heman pergalê li girtîgehan jî dixe meriyetê. Mafên girtiyên siyasî her roj tên binpêkirin. Li gelek girtîgehan girtî heta 2-3 salan di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Her wiha tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin. Gelek girtiyên siyasî ji ber îşkenceyan jiyana xwe ji dest didin. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan bê şikandin, dê ev yek bandorê li tevahiya girtîgehan bike û li Tirkiyeyê demokrasî pêş bikeve.” 
 
‘PÊŞEROJA GELAN DI XETEREYÊ DE YE’
 
Bi domdarî Demîr got ku bandora tecrîdê tenê bi girtîgehan bi sînor nîne û wiha domand: “Gel jî yekser jê bandor dibin. Neteweperestiya li welêt zêde dibe, pênekirina destûra bingehîn, nefreta tê pêşxistin, polîtîkayên sansurê yên li ser çaemeniyê, veqetandina bûdçeya welêt a ji bo şer û hwd. tevek jî eleqeya xwe bi vê tecrîdê heye. Tê dîtin ku li Tirkiyeyê faşîzm tê avakirin. Lewma divê tevahiya raya giştî li dijî tecrîdê ser birêz Ocalan derkeve. Ji ber ku pêşeroj û jiyana wan a demokratîk di bin xetereyê de ye.” 
 
‘TECRÎDÊ ELEQEYA XWE BI PIRSGSIRÊKA KURD HEYE’
 
Demîr, bi lêv kir ku tecrîd û pirsgirêka kurd eleqeya xwe bi hev ve heye û axaftina xwe wiha qedand: “Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, bi vekirina rêyên gufûgoyê pêkan e. Di navbera salên 2013-2015’an di bin navê ‘çareseriyê’ de guftûgo hatin kirin. Bi wê pêvajoyê re derket holê ku li vî welatî demokrasî dikare pêş bikeve û pêkvejiyanek pêkan e. Bêguman yek ji îrade û aliyê çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, birêz Ocalan bû. Birêz Ocalan, got ku bi çareserkirina pirsgirêka kurd re li vî welatî demokrasî dikare pêş bikeve. Lê mixabin piştî Mutabaqata Dolmabahçeyê mase hate rakirin û biryara çareserkirin pirsgirêka kurd bi rêyên şer hate dayîn. Ji wê rojê ve yek gav nehatiye avêtin. Pêşniyarên birêz Ocalan ên ji bo çareseriyê ne tenê Tirkliyeyê,  Rojhilata Navîn û hêzên navneteweyî jî eleqeder dikin. Jixwe komploya navneteweyî ev yek pir bi eşkereyî nîşanî me da. Ji ber vê yekê azadiya birêz Ocalan, her wiha tê wateya azadiya fikrê wî. Ji ber ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de nifteya herî girîng Abdullah Ocalan û fikrên wî ne, divê ji hêla fîzîkî ve azad bibe.” 
 
MA / Îbrahîm Irmak 
 

Sernavên din

15/02/2024
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin
16:32 Nobeta Edaletê: Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin
16:26 Şêniyên gundê ku karesata madenê lê çêbû: Em bi tenê ne û bêparastin in
16:23 Giliyê berpirsyarên karesata Licikê hate kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî li ber zextan netewînin
15:44 Erdogan bi Sîsiyê ku jê re digot ‘kujer’ û ‘darbekar’ re ye
15:37 Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin!
15:29 DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir
15:22 Meşvanên Azadiyê li Rihayê ne
15:12 Dadgeha Bilind got ‘sûc nîne’: Dozên KCD’ê têk çûn
14:47 DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûrê eşkere kir
14:36 Li 22 bajaran 179 kes hatin binçavkirin
14:33 TMMOB: Divê kana madenê were girtin
14:01 Li Stenbolê 25’ê sibatê dê ‘Mitînga Azadiyê’ bê lidarxistin
13:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
13:48 Erdogan ji bo hevdîtina bi Sîsî re çû Misirê
13:36 Meşvanên Azadiyê li Curnê Reş in: Yekane muxatab birêz Ocalan e
13:33 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:27 Nasnameya hinek karkerên di bin hezazê de diyar bûn
13:26 DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye
13:05 Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin
12:48 Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin
12:33 Rojnamevan bi kelemçekirina bi paş ve hatine binçavkirin
12:27 Walîtiya Dêrsimê ketina Erzînganê qedexe kir: 4 kes hatin binçavkirin
12:12 Li Sêweregê ‘Meşa Azadiyê’
11:29 Ji bo Silêman Ehmed dê li Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdan bê kirin
11:00 Cemal Yilmaz ê dayik û kurê wê qetil kirî hate girtin
10:46 Gelê Amedê ‘Rêwiyên Azadiyê’ bi dilgermî pêşwazî kir
10:16 Temellî: Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were dê çalakî bidomin
10:15 Tehliyeya Demîr asteng kirin û pirsa ‘Çi karê te di nava siyasetê de heye?’ kirin
10:03 Laura Castel: Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke
09:53 Bijîşkê nexweşxaneyê sepanên derhiqûqî li girtiyên jin ferz kir
09:10 Endamên Xeta Jinê ji bo Rojvelat pankart daliqandin
09:09 113 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:07 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 80’yan de didome
09:06 Parêzer Demîr: Berxwedana Îmraliyê komplo pûç kir
09:05 Togûrlû yê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir: Dê azadiya Ocalan rê li ber aştiyê veke
09:04 Namzetê ku ji AKP'ê derbasî YRP'ê bû bi sûcê 'gefxwarin' û 'heqaretê' tê darizandin
09:02 Li Amed û Êlihê bi ser malan de hate girtin
09:02 Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2024'AN
13/02/2024
21:38 Ji TJA’yê bernameya xwendinê
21:35 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
19:55 Doza Kobanê: Hûn hebûna me didarizînin
19:41 Hevserokên DEM Partiyê: Tevî hemû hişyariyan hilweşîn pêk hatiye
16:49 Dayikên di Nobeta Edaletê de li dijî komployê meşiyan
16:46 Meşvanên Azadiyê li ber Minareya Çar Ling in: Ji xeynî azadiyê tu rê rêyeke din tune ye
16:27 Li Erzinganê li madenê hezaz çêbû: Karker di bin axê de ne
16:18 Erdogan û Barzanî hevdîtin kir
15:50 MKG û DFG’ê bertek nîşan dan: Dev ji sûcî berdin û hevalên me tavilê berdin
15:43 Çiyayê Bagokê tê bombebarankirin
15:22 Komeleya Şêx Seîd: Tunehesibandina kurdan ji 1925’an cudatir nîn e
15:02 Di lehiya li Antalyayê de kesek mir
14:49 Li Geverê ajokarên servîsan kontak girtin: Bi hezaran xwendekaran mexdûr bûn
14:13 DAIŞ’iyê ku Înterpol lê digeriya li Santrala Akkûyûyê hate girtin
14:10 Bakirhan: Em fermanan ji qesran nagirin, ji gelê xwe digirin
13:56 Li Dîlokê tundiya mêr: Gulhan Korkmaz û kurê wê hatin qetilkirin
12:43 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
12:19 Ada ku ji ber îfadeyên Akbiyik dihat darizandin beraet kir
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:05 ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê bi saetan dom kir û coşeke mezin hebû
10:40 Baskên Meşa Azadiyê piştî 13 rojan gihiştin hev
10:30 Li Antalyayê lêhî rabû: Perwerde hate taloqkirin
10:29 Abdullah Ocalan: Bi komployê xwestin dubendiya Îsraîl-Filistînê biafirînin
10:28 Li Îzmîrê rojnameger hatin binçavkirin
09:51 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 79’an de didome
09:41 112 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:41 Gursel Tekîn ji partiya xwe îstîfa kir
09:40 Motorîn careke din hate zemkirin
09:35 Her du baskên ‘Meşa Azadiyê’ li Amedê digihijin hev
09:09 Mehmet Reşît Ocalan: Di 15'ê Sibatê de li qadan dengê xwe bilind bikin
09:07 Qeyûman ji bo ronîkirina pirê 6 milyon TL xerc kir
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2024'AN
12/02/2024
22:10 Li Wanê posterê Abdullah Ocalan bi pirê ve hat daliqandin
22:07 Bi etîketa '#ÖzgürlükYürüyüşçüleriAmedde' banga beşdariyê
21:58 Civînên gel ên Meşvanên Azadiyê didomin
20:20 Cenazeyê Kizmazê hat definkirin
18:47 Rojnamevan Tûran hat girtin
17:07 Di doza êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê de mutala hate aşkerekirin
17:05 Hevserokên SYKP’ê yên nû diyar bûn
16:56 Meşvanên Azadiyê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:41 Girtiyên muayeneya bikelemçe red kirin hatin îşkencekirin
16:04 Meşvanên Azadiyê li kuçe û kolanên Bismilê meşiyan
16:00 Mehmet Sîncar li cihê hatiye qetilkirin hate bîranîn
15:58 Ji bo navenda Dêrsimê û 7 navçeyan tifaq hate avakirin
15:57 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê belgeya helwestê ya hilbijartinê aşkere kir
15:28 Rojvelat Kizmaz dê li gundê Hermêsê bê definkirin
15:26 Girtiyên siyasî: Heke tecrîd bidome em ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin
14:52 Leşkerên li Mêrdînê di şer de birîndarbûne anîn nexweşxaneyê
14:49 Nameyên ku peyvên Ocalan û Îmrali tê de hene tên desteserkirin
14:37 Girtî Olbecî: Heke Kobanê têk biçûya dê ev doz nehata vekirin
14:36 Bertek nîşanî girtina parêzerên ÇHD’î dan
14:19 Li keleha dîrokî bi gotinên Abdullah Ocalan bang kirin