Meclisa Jinan a DBP'î: Jinên kurd bi ‘Jin, jiyan, azadî’yê mohra xwe li sala 2023’an xistin

  • jin
  • 21:45 17 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a DBP'ê diyar kir ku jin tevî hemû astengiyên netew-dewletan jî paş de gav neavêtine û got: "Jinên kurd bi ‘Jin, jiyan, azadî’yê mohra xwe li sala 2023’an xistin." 
 
Partiya HerêmêN Demokratîk (DBP), Panoramaya Jinan a Kurdistanê ya sala 2023'yan eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku jinên kurd bi ‘Jin, jiyan, azadî’yê mohra xwe li sala 2023’an xistine » amaje bi têkoşîna li her çar parçeyên Kurdistanê hat kirin.
 
Daxuyaniya Meclisa Jinan a DBP'ê bi vî rengî ye:
 
"Li Bakur û Tirkiyeyê di sala 2023’an de ku koalîsyona herî mezin a mûhafazakar xurt bû,  bobelatan texrîbatên giran çêkir, li zindanan zext zêde bû, tecrîd kûrtir bû, qanûn û peymanên ku jinan diparêze bû hedef û her cure zext zêde bû, tevgerên jinan li hemberî hemû zehmetiyan got ‘Jin, jiyan, azadî’ û me têkoşîna xwe domand.
 
Di sala 2023’an de jin dîsa bûn hedefa feraseta mêrserwer. Serdema borî bû saleke ku dîsa pêkanînên bêhiqûqî hatine kirin. Lijneya Daîreya Dozên Îdarî ya Şûraya Dewletê diyar kir biryara Erdogan a di 20.03.2021’an de ya ji bo vekişandina ji Peymana Stenbolê li gorî hiqûqê ye û bi vê biryarê re Tirkiye bi awayekî fermî di şevekê de ji Peymana Stenbolê vekişiya. Di heman demê de koalîsyona mûhafazakar a  ku li Tirkiyeyê zêde dibe xwest qanûna bi hejmara 6284 a ku di nav wê de tevdîrên ji bo pêşîlêgirtina şîddetê heye, mafê nafakayê bi sînor dike û hevberdanê zehmet dike jî were guherandin. Desthilatdariya AKP’ê bi Pakêta Darazê ya 7’emîn re qanûna înfazê jî ji nû ve sererast kir. Bi sererastkirina nû re kesên ji ber sûcên li dijî jin û zarokan ceza stendine, hatin berdan. Di vekirina sala edlî de Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç got ‘Em ê ji serî ve dest bi çêkirina Qanûna Medenî bikin’ û careke din peyam da ku divê mirov çima baweriya xwe bi qanûnên netewe-dewletan neyne.  
 
Di erdheja 6’ê Sibatê de ya ku navenda wê Mereş bû û bandor li Kurdistan, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, dewlet bi rojan bêdeng ma lê ji roja pêşîn a erdhejê ve jinan li qadê hevgirtin bi rêxistin kirin û mezin kirin. Li ser vê axê ya ku Kurd, Elewî û Ereb bi hev re dijîn dewlet tu çareserî ava nekir, dewletê nexwest vê derê bibîne di destpêkê de ev der terqî qedera wê kir û bi saya hevgirtina ku jinan û gelan rêxistin kiribû jî birîn hatin pêçandin. Derket holê ku Tirkiye ya ku xwediyê îddaya dewleta civakî ye li hemberî bobelateke xwezayî çiqasî bi helwesteke polîtîk dikare ker, kor û lal be û li hemberî van tiştan gelan jî dîtin ku ji xeynî rêxistkirin û hevgirtinê tu tercîheke din li ber wan tune û ev tişt tecrube kirin.
 
Li hemberî hemû astengkirinan, jinan di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de dev ji qadan bernedan, barîkat hilweşandin, bi gotina ‘Jin, jiyan û azadî’ li dijî şîddeta dewleta mêran, şer, neheqî, bêhiqûqî, heqxwarin û newekheviyê li qadan diyar kirin ku ew dev ji heqên xwe yên herî bingehîn bernadin û wê li hemberî desthilatdariya mêrserwer heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin.
 
Di sala 2023’an de şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, êrîş û dagirkeriyên li dijî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê domiya, şerê Îsraîl û Filîstînê jî herî zêde bandor li jinan û zarokan kir. Êrîşên li dijî jinan domiya û ji aliyê din ve mekanên şîddeta zayendî yên ku li dijî jinên Êzidî û zarokên keç ên dîl hatibû kirin jî hate tespîtkirin, nûçeyên li ser jin û zarokên keç ên dîl hê jî tên. Li hemberî van êrîşan li Rojava jinên Kurd bi berxwedana xwe ya didomînin ji hemû jinên cîhanê re dibin mînak.
 
Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet bi rêya cerdevan, polîs û leşkeran tên meşandin, li ser jin û zarokan jî bênavber tên pêkanîn. Li Wanê 6 çawîşên pispor 2 jin tacîz kirin, li Nisebînê çawişekî pispor 4 zarok tacîz kir. Li Mêrdînê jinek ji aliyê cerdevanekî ve hat qetilkirin. Li Amedê sercerdevanekî hewl da jina ku pê re zewicî ye, bikuje. Li hemberî vê rewşê em bi armanca polîtîlkayên şerê taybet ê ku bi salan e didome dizanin, bi kampanyayên ku teşhîr dikin jî têkoşîna xwe didomînin.
 
Têkoşîna azadiya jinên Kurd ev zêdetirî çil sal in bi gelek pêngavên yekemîn hewl da axa Kurdistanê veguherîne axa jinan. Yek ji van rêgezan bêguman pergala hevserokatiyê ye. Jinan di sala 2023’an de ji bo hilbijartinên herêmî yên 2024’an dest bi xebatê kirin û soza xwe ya ji bo pêkanîna paradîgmaya azadiya jinê ya ekolojîk û demokratîk dubare kirin. Jinan bal kişandin ser vî tiştî ku ew ê di rêveberiyên herêmî de roleke xurt bi cih bînin, li dijî tecrîda li ser xwe û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd rêzdar Abdullah Ocalan wê bersiva herî watedar bidin.
Di 13 û 14’ê Çileya 2024’an de li Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) konferansa bi navê ‘Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandian Dîwarên Li Dora Jinên Siyasî yên Di Girtîgehan de’ hate lidarxistin. Ji her dera dinyayê jin tevlî vê konferansê bûn. Jinan diyar kirin ku rejîma girtîbûnê tê çi wateyê, li hemberî vê rejîmê tecrubeyên xwe yên têkoşînê jî par ve kirin û pêşkêşiyên ku bala dikêşe ser jinên niha di girtîgehan de ne kirin û xebatên xwe yên atolyeyê temam kirin. Jinan diyar kirin heta ku dinyayeke bêyî girtîgeh pêk were, ew ê xebatên xwe bidomînin.
 
ROJHILAT
 
Piştî ku di sala 2022’an de Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq ên Îranê ve hate qetilkirin, berxwedana jinan a ku li Rojhilat û Îranê bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ mezin bû, ji bo jinên cîhanê bû semboleke girîng. Jinan laçik nedan serê xwe û dest bi çalakiyên bêîteatiya sivîl kirin. Piştî Jîna Amînî di sala 2023’an de dema Armîta Gravand di çalakiya bêîteatiya sivîl de hate qetilkirin jî ev çalakî domiyan. Dema ku ev çalakî zêde bûn, hikumeta Îranê jî şîddeta xwe zêdetir kir. Kesên ku beşdarî çalakiyan bûn û piştgirî dan çalakiyan hatin girtin, hatin binçavkirin, her cure şîddet li wan hate kirin û hatin darvekirin. Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) di navbera Çile û Hezîrana 2023’an de 6 jin hatine darvekirin. Lê jinan li hemberî polîtîkayên zext, bizdandin û çavtirsandinê li dora felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ xwe rêxistin kirin, ji bo ku mafên xwe yên herî bingehîn bi dest bixin, dev ji têkoşîna xwe bernedan û biryardariya xwe nîşan didin.
 
BAŞÛR
 
Di sala 2023’an de Tirkiye û Iraqê bi hev re li ser Başûr polîtîkayên leşkerî, siyasî û aborî meşandin. Di encama polîtîkayên qirêj ên li hemberî jinan de jin hatin qetilkirin û li ser jinan şîddetên zayendî, psîkolojîk û ekonomîk hate kirin. Siyasetmedarên Kurd hatin qetilkirin, li ser bajarên Kurdan êrîşên hewayî hatin kirin û hate xwestin ku dora van bajaran were girtin. Lê Tevgera jinên Kurd li hemberî hemû polîtîkayên zext, tirs û xofê dev ji têkoşîna xwe berneda. Di pêşengiya jinan de hevdîtinên dîplomatîk hatin kirin. Jinan li Şengalê komun û meclîs ava kirin. Bi saya van avadaniyên hatine avakirin konferans, semîner, komxebat û civîn li dar xistin. Di çarçoveya projeya Neteweya Demokratîk de li herêmê xebatên xwe domandin, hevgirtina xwe ya bi jinên Ereb domandin û bi hev re têkoşîna jinan geş kirin. 
 
ROJAVA
 
Jinên ji Rojava di sala 2023’an de bi teyisandina Şoreşa Rojava ya ku tê meşandin xebatên xwe berdewam kirin. Hewldanên xwe yên ji bo belavkirina atolyeyên jineolojiyê û avakirina têkiliyên bi jinên li Başûrê Kurdistanê re, ji bo rêxistinkirina Têkoşîna Jinên Kurd xebatên xwe didomînin.
 
Her wiha pergala perwerdehiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, asta geşbûna fikrên di pêvajoya şoreşê de û civakîbûnê ji nîqaş û nirxandinê re vekirin û bi pêşengiya  Zanîngeha Rojava li ser mijara ‘Zanyarên ji cîhanê têkiliyê bi Zanîngeha Rojava re datîne’ civiyan. 
 
Li gel van hemû geşedanan, di encama rexnekirina sîstema hiqûqî ya bi salan a ji aliyê netewe dewletê ve hatiye afirandin, xebatên li ser peymana civakî ya ku wekî şoreşekê ye û hemû gelan bi hev re ava kirine jî, domandin. Komîteya Berfireh a Peymana Civakî û Rêveberiya Xweser a Rojava di 2 salên dawîn de tevî gelên herêmê û pêkhateyên wê gelek civîn li dar xistin. Di encama civînan de bi sererastkirina 99 xalan Peymana Civakî ya ku ji 134 xalan pêk tê, hate qebûlkirin. Bi qebûlkirina vê peymanê re careke din hat îspatkirin ku li dijî hiqûqa ku netewe dewletan ji bo domandina desthilatdariya xwe ava kirine, divê hiqûqa civakê were avakirin û îspat bû ku ev pêwistî parçeyekî Şoreşa Rojava ye jî. Di peymana civakî de ji bo ku mafên siyasî, civakî, ekonomîk û çandî yên jinan were parastin û geşkirin, soz hate dayîn wê di peymana civakî de bi heman mîsogeriyê nêzî mafên Kurd, Ereb, Suryan (Asûrî û Aramî), Tirkmen û Çeçenan jî bibin. Bi vî awayî ji her çar parçeyên Kurdistanê re bûn îlham."
 

Sernavên din

21/01/2024
13:18 Girtiyê 30 salan Karagoz li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
12:37 Li 2 bajaran îtîraza li dijî ‘veguhestina hilbijêran’ hate redkirin
11:51 Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket
11:40 Li du navçeyên Rihayê pêşhilbijartin tê lidarxistin
11:19 Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket
10:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya li Amedê dest pê kir
10:02 Qeyûman ji bo zarokan tu qad nehiştin
09:28 Xelata Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê
09:27 'Mudaxileyeke azadîxwaz' a li desthilata herêmî ya nêrza: Hevserokatî
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 89 roj in agahî nayên girtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj li pey xwe hişt
09:00 Dixwaze bi wêneyên rojnamevanên qetilkirî pêşangehekê li dar bixe
09:00 ‘Dixwazin bi olê qada giştî ji nû ve ava bikin'
09:00 Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn: Ev dîmen nîşaneya tifaq û serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2024’AN
20/01/2024
23:12 Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê Bîlgîz jiyana xwe ji dest da
17:52 Li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewagê sindoq hatin girtin
17:49 Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê
17:05 Li Wanê mirina biguman a zarokekî
17:04 4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin
16:56 Bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin girtiya siyasî tev li cenazeyê dayika xwe bibe!
16:35 Ji bo girtî Keleş ê 82 salî û astengdar daxwaza berdanê hate kirin
16:22 TJA: Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin
16:19 Malbatên Windakiriyan ji 4 bajaran bang kirin
16:16 KASED’ê komxebata ‘Di Qada Çand û Hunerê de Têkoşîna Jinê’ li dar dixe
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 31 sal in tê ragirtin, bangewazî hate kirin
15:22 Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mikurhatina sûc e
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe
14:18 Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir
14:17 Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre
13:56 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir
13:42 Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:58 Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan
12:18 Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:08 Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin
12:07 DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin
11:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir
11:29 Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
10:44 Bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir
10:22 Rewşa Nazli ya bi çeka sûîqestê hatiye birîndarkirin giran e
09:46 Ûçar: Ji bo li Îmraliyê hevdîtin çêbibin em ê serî li Wezareta Dadê bidin
09:11 Nobeda Edaletê didome: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne
09:10 Biryara beraetê ya der rojnamevan Ayşe Kara de hat xerakirin
09:07 Cezayê ku bi 'nîşeya îstixbaratê' li rojnamevan Yalçinê hatibû birîn hat xerakirin
09:04 Silêman Ehmed 88 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:03 Girtiyên siyasî 55 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ a di daxwaznameyan de cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN
19/01/2024
19:46 Li Amedê wê pêşhilbijartin dîsa bên kirin
19:01 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
16:44 Dere yê DBP'î piştî 8 mehan hate berdan
16:43 ÎHD: Rewşa girtî Karaoglan ber bi nebaşiyê ve diçe
16:41 ‘Paradîgmaya Ocalan jehrkuja tecrîda li welat belav dibe ye’
16:30 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
15:47 Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de peyama ‘têkoşîna hevpar’
15:03 Li gelek bajaran Hrant Dînk hate bibîranîn: Em ji bîr nakin
14:44 Hrant Dînk di 17’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
14:22 Colemêrgiyan xwestin li dijî hezazên ser rêbejê çêdibin tevdîr bên girtin
14:06 Girtî Ethem Karagoz piştî 30 salan hate berdan
13:53 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:20 Ji ber êrişên Tirkiyeyê 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne
13:16 Rayedarên febrîqeya ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin
13:03 CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin
13:01 Kedkarê Çapemeniya Azad Karaagar hat bibîranîn
12:43 Bakirhan: Ev şer ne şerê kedkaran, şerê îktîdar û sermayedaran e
12:39 TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir
12:06 Tahîr Temel ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:00 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li emniyet û qereqolê hatine veguhestin hate redkirin
11:58 Li navçeya Dihê li navnîşaneke xeyalî 197 hilbijêr hatine qeydkirin
11:55 Li Rihayê ciwanek hate binçavkirin
11:38 Hrant Dînk 17 sal berê hate qetilkirin: Dewletê ev cînayet kir
11:18 Ulku yê Masiyê Piling dîtiye: Em bendavê naxwazin
11:04 Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
10:52 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
10:46 Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye
10:45 Hempîşeyên rojnameger Muftuoglû: Tolê hiltînin
10:08 Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî
10:04 Li devera 4 mizgeft lê hene dê mizgefta 5’emîn çêbikin!
09:35 ‘Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin'
09:32 Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:29 Girtiyên siyasî 54 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Silopiyayê TKÎ dê qada hêşîn îstimlaq bike
09:13 Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!
09:08 Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin
09:01 Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:22 Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin
18/01/2024
19:29 Doza Kobanê: Rediyeya çareserkirina meseleya kurd
18:19 Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin
18:15 Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:45 Ji jinên binçavkirî çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê hatin pirsîn
16:44 Emîne Şenyaşar a emeliyat bû: Dê nobet berdewam bike
16:40 Rêveberên li Îzmîrê hatibûn girtin hatin tehliyekirin
16:15 Girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab hatin
15:51 Rojnameger Dîcle Muftuoglû nehat berdan
15:29 Dozger daxwaza berdewama girtina rojnamevan Muftuoglû kir
15:19 Di doza rojnamegeran de li şahid hate guhdarîkirin: Ez wan nas nakim
14:59 Di bin navê ‘mulaqatê’ de îfade li jinên di bin çavan de ferz kirin
14:55 Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn di 3 mehan de hezar û 46 binpêkirin