Bi sedhezaran kes dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin

  • rojane
  • 09:18 17 Çile 2024
  • |
img
STENBOL -  Alîkarê Serokê Giştî yê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar diyar kir ku piştî meşa bi sed hezaran kesî dê li tevahiya Ewropayê bi boneya salvegera Komploya 15'ê Sibatê mîtîngekê li dar bixin û got ku ew hewl didin şandeyekê bişînin Îmraliyê.
 
Komploya navneteweyî ya di 15'ê Sibata 1999'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin pêk hat, dê têkeve sala xwe ya 26'an. Di van salan de li Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat çalakî bênavber berdewam kirin. Kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku herî dawî di 10'ê Cotmeha 2023'yan de li 74 navendên cîhanê hatibû destpêkirin, her diçe berbelavtir dibe. 
 
Alîkarê Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD) Mahmût Şakar tecrîda li ser Ocalan û kampanyaya azadiyê ya di vê çarçoveyê de tê meşandin nirxand.
 
‘XALA HERÎ TARÎ'
 
Şakar anî ziman ku pergala tecrîda li Îmraliyê parçeyek û encama bêhiqûqiya komloya navdewletî ye ku di sala 1999'an de ji Sûriyeyê hat derxistin û got: "Mirov dikare Girava Îmraliyê wekî qadeke ku hiqûqa herî paşverû ya Tirkiyeyê lê nayê sepandin, pênase bike. Pergala tecrîdê ya Îmraliyê ji destpêkê ve bi awayekî derqanûnî hat avakirin. Ji ber vê yekê em wê wekî qadeke bêhiqûq bi nav dikin. Berê jî hevdîtina malbat û parêzerên birêz Ocalan dem bi dem dihat astengkirin. Lê em dikarin bibêjin ku 34 mehên borî xala herî xirab a pergala tecrîda Îmraliyê ye." 
 
‘NEÇARESERÎ TECRÎDÊ KÛRTIR DIKE'
 
Şakar diyar kir ku rewşa tenduristiya Ocalan sînorên fikaran derbas kiriye û got: "Nêzîkatiyeke metazirî heye." Şakar diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê di çarçoveya polîtîkayên şer û qirkirinê de ku di pirsgirêka kurd de esas digirin, tecrîdê kûrtir kirine û got ku çavkaniya bingehîn a hemû pirsgirêkên siyasî yên têkildarî kurdan neçareserî ye. 
 
Şakar bi bîr xist ku hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re her tim dihat astengkirin û hevdîtina herî dawî di sala 2019’an de pêk hatiye. 
 
Şakar anî ziman ku her çend ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve di hiqûqa navxweyî de der barê Ocalan de bi hezaran dosya û serlêdan hatibin kirin jî, lê heya niha biryareke pozîtîf nehatiye dîtin. Şakar destnîşan kir ku çi li Tirkiyeyê çi jî li qada navneteweyî hiqûqa bingehîn esas nehatiye girtin. 
 
HELWESTA SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ
 
Şakar helwesta saziyên siyasî yên ku biryarên saziyên hiqûqî yên navneteweyî dişopînin rexne kir û got: “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji bicihanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e, heta niha erka xwe bi cih neaniye. Di sala 2014’an de DMME’yê der barê mafê hêviyê de biryarek girt. Lijneya Wezîran piştî 7 salan ev yek xist rojeva xwe û hê jî tu pêşketin çênebûye. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî heta niha 9 rapor weşandine. Di wê raporê de hin pêşniyaz hene ku divê Tirkiye bi cih bîne, lê ew jî nehatin bicihanîn. CPT, di heman demê de saziyeke Ewropayê ye, ji ber vê yekê divê meclis li gorî biryarên xwe tevbigere. Lewma ev mekanîzmaya siyasî ji bo tecrîd û pirsgirêka kurd bi Tirkiyeyê re dikeve nava lihevkirinê."
 
TÊKILIYÊN BERJEWENDIYÊ
 
Şakar bal kişand ser têkiliyên berjewendî û siyasî û aborî yên Ewropa-Tirkiyeyê û got: "Her çend dem bi dem di qada siyasî de di navbera Rojava û Tirkiyeyê de alozî çêbibin jî, lê ev yek di warê pêkanîna  Konseya Mafên Mirovan a Ewropayê de çênabin. Yek ji hêzên sereke ku berpirsiyar in jî ev sazî ne ku hêzên sereke ne. Bi qasî ku em Komara Tirkiyeyê rexne dikin, divê em van saziyan jî rexne bikin. Mekanîzmayên wekî CPT û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku di serî de ji muxatabên Tirkiyeyê berpirsyar in, erkên xwe yên li gorî peymanên navneteweyî pêk naynin. Ji ber ku di vî warî de ne xwedî helwest in, bi qasî Tirkiyeyê berpirsiyar in."
 
MEŞEKE BI BEŞDARIYA BI SEDHEZARAN KESÎ
 
Şakar destnîşan kir ku gelê kurd û gelên din li dijî polîtîkayên tecrîdê xwedî berxwedaneke mezin in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gorî karakterê siyasî yê tecrîdê gelê kurd di serî de birêz Ocalan 25 sal in di nava helwesteke cidî de ye. Bi taybetî jî wergerandina pirtûkên birêz Ocalan ji bo zimanên biyanî, ji bilî kurdan eleqeyek mezin li kesên din peyda kir. Ev eleqe jî li hemberî şert û mercên tecrîdê yên ku birêz Ocalan tê de ne bû veguherî bertekekê. Kampanyaya ku di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên Ewropayê dest pê kir, dewam dike. Li ser vê yekê pirtûk û berhemên birêz Ocalan hatin xwendin. Panel, meş, rojên xwendinê û çalakiyên şandina kartpostalan berdewam dikin. Ji ber salvegera komployê jî wê di meha Sibatê de meşên dirêj û girseyî bidomin. Ji xeynî vê, dê di 17’ê Sibatê de li gelemperiya Ewropayê meşeke bi beşdariya bi sedhezaran kesî bê lidarxistin. Eger Tirkiye destûrê bide, plan heye ku şandeyeke siyasî serdana Îmraliyê bike. Şert û mercên tecrîda li ser birêz Ocalan, azadiya wî û bi vê ve girêdayî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li navenda piştevaniya cîhanê bi cih bûye." 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

21/01/2024
13:18 Girtiyê 30 salan Karagoz li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
12:37 Li 2 bajaran îtîraza li dijî ‘veguhestina hilbijêran’ hate redkirin
11:51 Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket
11:40 Li du navçeyên Rihayê pêşhilbijartin tê lidarxistin
11:19 Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket
10:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya li Amedê dest pê kir
10:02 Qeyûman ji bo zarokan tu qad nehiştin
09:28 Xelata Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê
09:27 'Mudaxileyeke azadîxwaz' a li desthilata herêmî ya nêrza: Hevserokatî
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 89 roj in agahî nayên girtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj li pey xwe hişt
09:00 Dixwaze bi wêneyên rojnamevanên qetilkirî pêşangehekê li dar bixe
09:00 ‘Dixwazin bi olê qada giştî ji nû ve ava bikin'
09:00 Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn: Ev dîmen nîşaneya tifaq û serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2024’AN
20/01/2024
23:12 Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê Bîlgîz jiyana xwe ji dest da
17:52 Li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewagê sindoq hatin girtin
17:49 Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê
17:05 Li Wanê mirina biguman a zarokekî
17:04 4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin
16:56 Bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin girtiya siyasî tev li cenazeyê dayika xwe bibe!
16:35 Ji bo girtî Keleş ê 82 salî û astengdar daxwaza berdanê hate kirin
16:22 TJA: Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin
16:19 Malbatên Windakiriyan ji 4 bajaran bang kirin
16:16 KASED’ê komxebata ‘Di Qada Çand û Hunerê de Têkoşîna Jinê’ li dar dixe
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 31 sal in tê ragirtin, bangewazî hate kirin
15:22 Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mikurhatina sûc e
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe
14:18 Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir
14:17 Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre
13:56 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir
13:42 Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:58 Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan
12:18 Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:08 Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin
12:07 DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin
11:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir
11:29 Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
10:44 Bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir
10:22 Rewşa Nazli ya bi çeka sûîqestê hatiye birîndarkirin giran e
09:46 Ûçar: Ji bo li Îmraliyê hevdîtin çêbibin em ê serî li Wezareta Dadê bidin
09:11 Nobeda Edaletê didome: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne
09:10 Biryara beraetê ya der rojnamevan Ayşe Kara de hat xerakirin
09:07 Cezayê ku bi 'nîşeya îstixbaratê' li rojnamevan Yalçinê hatibû birîn hat xerakirin
09:04 Silêman Ehmed 88 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:03 Girtiyên siyasî 55 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ a di daxwaznameyan de cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN
19/01/2024
19:46 Li Amedê wê pêşhilbijartin dîsa bên kirin
19:01 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
16:44 Dere yê DBP'î piştî 8 mehan hate berdan
16:43 ÎHD: Rewşa girtî Karaoglan ber bi nebaşiyê ve diçe
16:41 ‘Paradîgmaya Ocalan jehrkuja tecrîda li welat belav dibe ye’
16:30 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
15:47 Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de peyama ‘têkoşîna hevpar’
15:03 Li gelek bajaran Hrant Dînk hate bibîranîn: Em ji bîr nakin
14:44 Hrant Dînk di 17’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
14:22 Colemêrgiyan xwestin li dijî hezazên ser rêbejê çêdibin tevdîr bên girtin
14:06 Girtî Ethem Karagoz piştî 30 salan hate berdan
13:53 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:20 Ji ber êrişên Tirkiyeyê 815 hezar kes bi gefa bêavmayînê re rû bi rû ne
13:16 Rayedarên febrîqeya ku 2 karkeran lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin girtin
13:03 CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin
13:01 Kedkarê Çapemeniya Azad Karaagar hat bibîranîn
12:43 Bakirhan: Ev şer ne şerê kedkaran, şerê îktîdar û sermayedaran e
12:39 TEV-DEM'ê li dijî êrîşan banga berxwedana neteweyî kir
12:06 Tahîr Temel ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:00 Îtîraza ji bo ‘hilbijêrên’ li emniyet û qereqolê hatine veguhestin hate redkirin
11:58 Li navçeya Dihê li navnîşaneke xeyalî 197 hilbijêr hatine qeydkirin
11:55 Li Rihayê ciwanek hate binçavkirin
11:38 Hrant Dînk 17 sal berê hate qetilkirin: Dewletê ev cînayet kir
11:18 Ulku yê Masiyê Piling dîtiye: Em bendavê naxwazin
11:04 Turkoglû: Suîqesta li dijî Firyal Suleyman Xalid cînayeteke siyasî ye
10:52 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
10:46 Rêxistinên Jinan: Têkoşîna me mafdar û rewa ye
10:45 Hempîşeyên rojnameger Muftuoglû: Tolê hiltînin
10:08 Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî
10:04 Li devera 4 mizgeft lê hene dê mizgefta 5’emîn çêbikin!
09:35 ‘Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin'
09:32 Silêman Ehmed 87 roj in ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin
09:29 Girtiyên siyasî 54 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Silopiyayê TKÎ dê qada hêşîn îstimlaq bike
09:13 Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê!
09:08 Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin
09:01 Rojnamevan Ertaş: Revandina Silêman Ehmed, sansûrkirin e
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:22 Baroya Şirnexê: Divê agahiyên têkildarî cînayetên ‘merdane’ bên aşkerekirin
18/01/2024
19:29 Doza Kobanê: Rediyeya çareserkirina meseleya kurd
18:19 Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin
18:15 Di Doza Dedeogûllariyê de mutalaa hat berpêşkirin
17:48 Li Wanê 6 ciwanên hatin binçavkirin serbest hatin berdan
16:45 Ji jinên binçavkirî çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê hatin pirsîn
16:44 Emîne Şenyaşar a emeliyat bû: Dê nobet berdewam bike
16:40 Rêveberên li Îzmîrê hatibûn girtin hatin tehliyekirin
16:15 Girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab hatin
15:51 Rojnameger Dîcle Muftuoglû nehat berdan
15:29 Dozger daxwaza berdewama girtina rojnamevan Muftuoglû kir
15:19 Di doza rojnamegeran de li şahid hate guhdarîkirin: Ez wan nas nakim
14:59 Di bin navê ‘mulaqatê’ de îfade li jinên di bin çavan de ferz kirin
14:55 Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn di 3 mehan de hezar û 46 binpêkirin