Jinên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna heqîqetê dê bidome

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di aktîvîteyên bîranînê yên ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên beriya 11 salan li Parîsê hatin qetilkirin hatin kirin de peyama “Têkoşîna heqîqetê dê bidome” hate dayîn. 
 
Yek ji endamên damezirîner a PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin. Bi ser komkujiyê re 11 sal derbas bûn. Her 3 jin di salvegera qetilkirina xwe de li hin bajaran hatin bibîranîn. 
 
ÎZMÎR 
 
Di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Îzmîrê li avahiya DEM Partiyê aktîvîteya bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir ên di qedexeya derketina derve ya salên 2015 û 2016’an hate îlankirin de hatibûn qetilkirin û endama KCK’ê Emîne Kara ya li Parîsê hate qetilkirin jî hatin bibîranîn. Di bîranîna ji bo jinan bi rêzgirtinê dest pê kir de sînevîzyon hate pêşkeşkirin. Gelek jin tev li bîranînê bûn û di bîranînên de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. 
 
Aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan a di bîranînê de axivî wiha got: “Hevalên me yên li Parîsê hatin qetilkirin ji ber têkoşîna jinan û xebatên wan mezin kirin hatin qetilkirin. Em ê têkoşîna heqîqetê ya her 7 hevalên me ji me re hişt bidomînin. Em ê di vê bingehê de têkoşîna hevalên xwe bi rêxistinkirinê mezin bikin.”
 
Hevseroka DEM Partiyê ya ÎzmîrÊ Zehra Vezan Karabûlût jî wiha got: “Piştî 3 jin li Parîsê hatin qetilkirin heman destan li Silopiyayê 3 jinên siyasetmedar qetilkirin. Heman kujer heta avahiya partiya me hatin û Denîz Poyraz qetilkirin. Agirê jinên hatin qetilkirin di dilê me de ye û wê qet venemire. Dê tu car me jinan nikarin têk bibin.”
 
WAN 
 
Di salvegera qetilkirina her 3 jinên kurd de li Wanê jî bernameyeke bîranînê hate lidarxisitn. Beriya bîranîna li ŞanoWanê hate lidarxistin, wêneyên her sê siyasetmedarên kurd, bi qurnefîl û mûman hatin xemilandin. 
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî guhdarkirina helbestan parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli axivî û got: “11 sal di ser Komkujiya Parîsê re derbas bûn û hêj kujer nehatine eşkerekirin. Em dizanin ku bi MÎT’ê re 3 hevalên me yên jin û hevrêyên me hatine qetilkirin. Di encama polîtîkayên sedsalan ên Tirkiyeyê yên li hemberî kurdan 3 hevalên me yên jin hatin qetilkirin. Qetilkirina rêheval Sakîne bandorek mezin li ser jinên kurd û ciwanên kurd kir. Têkoşîna Sakîne têkoşîna jinê bû. Gelê kurd di têkoşîna xwe ya azadiyê de di bi dehan komkujiyan re hatiye derbaskirin. Lê tu zextan bi me paşve gav nedaye avêtin. Têkoşîna Sakîneyê rê nîşanî me dide. Li dijî van êrîş, îşkence û polîtîkayên ferzkirina koçberiyê em ê li her qadê têkoşîna xwe mezin bikin. Berdêl çi dibe bila bibe, em amade ne ku vê berdêlê bidin. Sakîne û rêhevalên wê bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînim.”
 
Piştî axaftinan  dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Çalakî bi xwendina helbestan berdewam kir û piştre bi nîşandana sînevîzyona têkoşîna 3 siyasetmedarên jin ên hatin qetilkirin bi dawî bû.
 
 
COLEMÊRG 
 
Li Colemêrg û Geverê jî bernameya bîranînê hate lidarxistin. Di bernameya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê hate lidarxistin de sînevîzyona ku têkoşîna jinan vedigot hate nîşandan. Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût a di bîranînê de axivî, anî ziman ku jin ji bo di tÊkoşÎna azadiyê de pêşengin hedef tên girtin. 
 
Li Rêxistina DEM Partiyê ya Geverê jî bernameya bîranînê hate lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Geverê Fîlîz Saygi ya li vir axivî, diyar kir ku komkujiyê şermezar dikin. Piştî nîşandana sînevîsyona li vir hate nîşandan beşdarvanan her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” berzkirin. 
 
ÊLIH 
 
Di bîranîna li Elihê hate kirin de jî jinan wêneyê her sê jinên hatin qetilkirin li ser maseyê bi cih kiri û mûmên vexistî û qûrnefîl danîn ser maseyê. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû ya di bîranînê de axivî, diyar kir ku jinên ji bo gelê kurd têdikoşin di hedefa dewletê de ne û anî ziman ku polîtîkayên wan ên qirêj biserneketin. Di bîranînê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
 
Bîranîn bi guhdarkirina helbest û muzîkê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

13/01/2024
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye
09:26 Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 48'an de didome
09:20 Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
09:04 ‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin'
09:03 Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin
09:01 Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:34 Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an
12/01/2024
23:28 DEM Partiyê bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan naskirin
23:02 Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
20:31 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
20:10 Li Zapê pevçûn
20:03 Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike
17:01 Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe
16:44 ‘Her kêliya girtîgehê ji girtî Hanîfe Arslan re xetereya jiyanî ye’
15:57 Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin
14:41 DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan
14:17 Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim
13:43 DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
13:04 8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:57 TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe
12:52 Li Sêrtê li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin
12:03 DEM Partiyê 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin
11:47 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:12 Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir
11:03 Zextên li Girtîgeha Şakranê zêde bûn
10:44 DEM Partî li Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye
10:03 Girtiyê cezayê wî teqez nebûyî di hucreyê de tê ragirtin
09:40 Amed xwe ji Serê Salê re amade dike
09:18 Hejmara hilbijêran di 5 mehan de 4 hezar û 239 kes zêde bûne
09:15 Dayik û zarokên wan ên girtî bi daxwaza 'azadiyê' li ber xwe didin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 80 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 47'an de didome
09:05 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartinê banga tevlibûnê li delegeyan kir
09:02 Girtiyên nexweş bi şewbê ketine: Ne muayene heye ne jî derman
09:01 Ji bo destnimêjê bigire avê ji kantîna girtîgehê dikire
09:00 Tê gotin ku beriya hilbijartinê gefa 'em ê çekên we ji we bistînin' li cerdevanan hatiye xwarin
09:00 Li Başûrê Kurdistanê komkujiyên jinan zêde dibin: Dema kujer endamê PDK'ê be nayên darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2024'AN
11/01/2024
22:27 DEM Partiyê bernamzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê da naskirin
21:19 Êrişî baregeha DYA'yê ya li Hewlêrê hat kirin
21:15 Hevşaredarê Elbakê yê berê Sarihan ji girtîgehê derket
21:11 Hevşaredarên Colemêrgê yên berê ji girtîgehê derketin
19:57 Doza Kobanê: Gava 'pêavjoya çareseriyê' bi dawî bû, lez dan lêpirsînan
17:12 Hevserokê DBP'ê yê Semsûrê Akdag û 2 kes hatin girtin
16:50 Li Zanîngeha Enqereyê di heman rojê de du caran êrişî xwendekaran kirin
16:45 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû: Di gelek mijaran de axaftin hatin kirin
16:43 Malbatên girtiyan ku xwestin daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin
16:28 Nobeta Edaletê: Em Azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
16:27 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:11 Çawişê pispor ê bûye sedema mirina Aşkan ê 5 salî tev li danişînê nebû
15:32 Derî bi derî li navnîşanên ‘hilbijêrên xeyalî’ lê hatine qeydkirin geriyan
15:22 TMMOB’ê li dijî plana îmarê ya qeyûmê Mêrdînê îtîraz kir
15:15 DEM Partiyê navnîşanên sindoqên li Mêrdînê bên danîn diyar kirin
14:51 Gulser Ozbay piştî 31 salan hate berdan: Em berxwedanê mezin bikin
14:41 Ji rewşenbîr û hunermendên fransî ‘Em bibin dengê aştiyê li Kurdistanê’
14:11 Hevdîtina DEM Partiyê û CHP’ê dest pê kir
13:53 Li Kirmanşahê kurdek di bin çavan de hate qetilkirin
13:05 Danişîna doza ‘Qesr dîn bû’ hate taloqkirin
12:40 Li Mêrsînê karkerê ku di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
12:39 Mehmet Saît Yildirim ku 28 sal in girtî ye anjiyo bû
12:26 DEM Partiyê li Amedê starta hilbijartinê da: Em ê pêvajoya tarî biqedînin
12:20 Ji bo danişîna doza Halîse Aksoy banga piştevaniyê
12:19 Li Zanîngeha Enqereyê koma nijadperest êrişî xwendekaran kir
11:43 Dolar û Euro li hemberî lîreyê tirk rabûn
11:42 Li Mêrdînê serdegirtinên malan
10:57 Danişîna doza derbarê Fîncanci de hatiye vekirin hate taloqkirin
10:45 ‘Ji bo parastina destkeftiyan hewcehî bi yekitiya neteweyî heye’
10:17 Li taxa Kerkûkê ya di dorpêçê de lêkolîn hate kirin
10:16 Li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê di 30’ê gulanê de ne
10:15 Kordû: Yekane rêya çareseriyê rakirina tecrîdê ye
10:14 Guhêraniya wezaretê ya ‘qada bazirganiyê’ hat betalkirin
09:45 Okay: Bi paşguhkirina êrişên li dijî kurdan re hûn nikarin şoreşgertiyê bikin
09:33 Silêman Ehmed ê PDK'ê revandiye 79 roj in li ku ye?
09:32 Girtiyên siyasî 46 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:31 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Kes nikare vîna wî bişikîne
09:01 AKP'ê 2 hezar û 970 hilbijêr veguhest Pasûrê
09:01 Di doza KCD'ê de sedema beraetê: Lîsteyên delegeyan nabin delîl
09:01 Ji rêveberiya AKP'î şova hilbijartinê!
09:00 Li Komeleya Birca Belekê qursên serdema nû dest pê dikin
09:00 Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan: Armanç çêkirina wêneyeke Kurdistanî ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2024'AN
10/01/2024
23:59 Komeke 'ulkucî' êrişî xwendekarekî kirin
22:09 Laçîn û Bekir piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
22:04 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di weşana zindî de xwe dan naskirin
19:50 Doza Kobanê: Daxuyaniyên Erdogan ên der barê PYD'ê de hatin xwendin
19:01 Dema qedexeya li Çiyayê Gabarê 15 rojên din jî hat dirêjkirin
16:57 Ji bo kesên penaber qetil kirin daxwaza cezayê muebbeta giran hat kirin
16:23 Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:10 DEM Partî çû serdana malbata li Geverê hatibû derbkirin
16:00 Nîjadperestan li Zanîngeha Enqereyê êrişî xwendekaran kirin
15:29 Doza 6 rojnamegeran: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên kurd
15:14 Li ber Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Daxwazên girtiyan daxwazên gelê kurd in
15:00 Li Akdenîzê di 55 malan de hezar û 616 ‘hilbijêr’ hatin tespîtkirin