Doza 3 rojnamevanan: Polîsên tundî kirin ji kar hatin dûr xistin

img
ENQERE - Di danişîna ewil a doza derbarê rojnamevan Denîz Nazlim, Sîbel Yukler û Yildiz Tar de hatiye vekirin de hate diyarkirin ku polîsên mudaxileyî daxuyaniya bûye mijara dozê kirine di lêpirsîna Ayhan Bora Kaplan de ji kar hatine dûr xistin. 
 
Di 16’ê tîrmeha 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de gelek rojnameger hatibûn binçavkirin û ji wan 16 jê hatibûn girtin. Dema rojnameger Denîz Nazlim, Sîbel Yukler û Yildiz Tar girtina hempîşeyên xwe protesto dikirin, polîsan êriş bir ser, derb kirin û binçav kirin. Bi sedema ku girtina hempîşeyên xwe protesto kirine, derheqê rojnameger Denîz Nazlim, Sîbel Yukler û Yildiz Tar de bi îdiaya “Muxalefeta li Dijî Qanûna Hejmar a 2911 a Civîn, Meş û Xwepêşandanan” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê ya ewil li 71’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye hate lidarxistin. Di danişînê de rojnamevan amade bûn. Rojnamevan Huseyîn Aykol û Serokê Giştî yê Basin Îş’ê Tûrgût Dedeoglû jî tev li danişînê bûn. 
 
TAR: JI ALIYÊ POLÎSAN VE HATIN ASTENGKIRIN 
 
Rojnamevan Yildiz Tar a piştî tespîta nasnameyê parastina xwe kir, anî ziman ku ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û rastî tacîzê hatin û got: “Bêyî ku hişyariyek bê kirin em hatin astengkirin. Li Qada Ûlûsê carnan 7 daxuyaniyên çapemeniyê çêdibin û ez weke rojnamevan van dişopînim.” Tar, da zanîn ku têkildarî mûameleya nebaş a polîsan gilî kirine û ev gilî birine Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). 
 
NAZLIM: POLÎS HATIN BINÇAVKIRIN  
 
Rojnamevan Denîz Nazlim jî bi bîr xist ku heman daxuyanî di heman rojê de li bajarên cuda jî hebû û wiha got: “Ji bo ku têkildarî rojnamevanên girtî gotina xwe bibêjim çûm wê derê. Dema me xwest em biçin wê derê hêzên ewlehiyê pêşî li me birî. Polîsan got ‘tu kes nikare têkildarî terorîstan daxuyaniyê bide. Dema me bertek nîşanî vê yekê da, xwestin me ji wir dûr bixin. Di vê navberê de Sîbel û Yildiz bi tundiya polîsan hatin binçavkirin, min jî xwest vê kêliyê qeyd bikim. Li min jî dan û ez astengkirim. Pişt re ber bi rê ve dest bi kaşkirinê kirin. Lê pişt re bi hinceta min rê girtî ye bi tundî û heqaretê bi paş ve kelemçe kirin û ez binçav kirim. Dema min got dixwazim mafê xwe yê makeqanûnî bikarbînim jî gotin ‘destûra bingehîn mestûra bingehîn nîne’. Ew polîs ew bûn ku di lêpirsîna Ayhan Bora Kaplan de ji kar hatin dûrxistin.” Nazlim, diyar kir ku polîs gilî kirine. 
 
YUKLER: TUNDÎ LI ME HATE KIRIN 
 
Rojnamevan Sîbel Yukler a îdia qebûl nekirin jî tiştên dema astengkirina polîsan de hatin jiyîn vegotin. Yukler wiha got: “Em ne di rê de bûn, di nava pasajê de bûn. Polîsan ji rojnamevanan re digot ‘terorîst’ û ‘destûra bingehîn nîne’. Em bi gotinên ‘terorîst’ û tundiyê hatin astengkirin. Dema ku belav bibin ji nişka ve rastî êrişa polîsan hatin. Me li wir tundiya polîsan a zêde dît. Polîsan rojnamevan ber bi pêya rê re kaş kirin. Polîsan îdia kir ku me peya rê dagir kiriye. Lê kesên peya rê dagir kirin polîs bi xwe bûn.”
 
PARÊZER OK BERSIVA ÎDIAYAN DA 
 
Hevdîrektorê MLSA’yê û parêzerê rojnamevanan Veysel Ok, diyar kir ku Qada Ûlûsê yek ji herêma ji aliyê Walîtiya Enqereyê ve ji bo daxuyaniyên çapemeniyê hatiye diyarkirine û wiha got: “Îdiaya çalakî ne hiqûqî ye, bi armanca ku polîs sûcên xwe veşêrin tê kirin. Ev kî ne? Rojnamevanên girtî ku muwekîlên min in. Piştî du mehan hatin berdan û di encama darizandinê de dê beraet bikin. Polîs bêyî ku biryareke dadgehekê hebe ev nirxandin kirine.” Ok, xwest ku 23 polîsên di binê girtekê de îmzeya wan heye were guhdarkirin. 
 
Parêzerê MLSA’yê Muhammet Unsal jî raporên tenduristiyê yên piştî rojnamevan hatin derbkirin wergirtibûn pêşkeşî dadgehê kirin. Unsal, diyar kir ku polîsan bi tundiya li dijî rojnamevanan sûc kirine. 
 
KALELÎ: DI EVRAQÊ DE SEXTEKARÎ YE
 
Parêzer Gulan Çagin Kalelî Koçer jî qala girteka ji aliyê polîsan ve hatiye amadekirin kir û wiha got: “Di fezlekeya polîsan de tenê hevokeke rast heye dibêje: ‘rojnamevanên di operasyonên plankirî de hatine binçavkirin’. Rast e di wê pêvajoyê de 18 rojnamevan hatin binçavkirin û girtin. Muwekîlên me jî bûn hedefa vê operasyonê û mafê nûçe çêkirinê bi cih anîn. Ez jî dema daxuyaniyê de li qadê bûm. Muwekîlên min hemû li ber çavên min bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Bi tu awayî mafên wan nehatin bibîrxistin. Girteka ku polîsan bi refleksa senaryoyê amade kiriye di evraqê de sextekarî ye. Zimanê fezlekeye di heman demê de zimanê parastinê ye.”
 
DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN 
 
Dadgehê biryar da ku giliyê biryara neşopandinê û dîmenên kamerayê yên wê rojê bên xwestin û ji walîtiyê re nivîs bê nivîsandin ku ka ev daxuyanî hatiye ragihandin an na. 
 
Dadgehê her wiha biryar da ku daxwaza polîs weke şahid bên guhdarkirin jî piştî delîl hatin komkirin bê nirxandin.
 
Danişîn taloqî 25’ê nîsanê hate kirin. 
 

Sernavên din

13/01/2024
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye
09:26 Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 48'an de didome
09:20 Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
09:04 ‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin'
09:03 Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin
09:01 Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:34 Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an
12/01/2024
23:28 DEM Partiyê bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan naskirin
23:02 Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
20:31 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
20:10 Li Zapê pevçûn
20:03 Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike
17:01 Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe
16:44 ‘Her kêliya girtîgehê ji girtî Hanîfe Arslan re xetereya jiyanî ye’
15:57 Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin
14:41 DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan
14:17 Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim
13:43 DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
13:04 8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:57 TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe
12:52 Li Sêrtê li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin
12:03 DEM Partiyê 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin
11:47 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:12 Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir
11:03 Zextên li Girtîgeha Şakranê zêde bûn
10:44 DEM Partî li Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye
10:03 Girtiyê cezayê wî teqez nebûyî di hucreyê de tê ragirtin
09:40 Amed xwe ji Serê Salê re amade dike
09:18 Hejmara hilbijêran di 5 mehan de 4 hezar û 239 kes zêde bûne
09:15 Dayik û zarokên wan ên girtî bi daxwaza 'azadiyê' li ber xwe didin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 80 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 47'an de didome
09:05 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartinê banga tevlibûnê li delegeyan kir
09:02 Girtiyên nexweş bi şewbê ketine: Ne muayene heye ne jî derman
09:01 Ji bo destnimêjê bigire avê ji kantîna girtîgehê dikire
09:00 Tê gotin ku beriya hilbijartinê gefa 'em ê çekên we ji we bistînin' li cerdevanan hatiye xwarin
09:00 Li Başûrê Kurdistanê komkujiyên jinan zêde dibin: Dema kujer endamê PDK'ê be nayên darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2024'AN
11/01/2024
22:27 DEM Partiyê bernamzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê da naskirin
21:19 Êrişî baregeha DYA'yê ya li Hewlêrê hat kirin
21:15 Hevşaredarê Elbakê yê berê Sarihan ji girtîgehê derket
21:11 Hevşaredarên Colemêrgê yên berê ji girtîgehê derketin
19:57 Doza Kobanê: Gava 'pêavjoya çareseriyê' bi dawî bû, lez dan lêpirsînan
17:12 Hevserokê DBP'ê yê Semsûrê Akdag û 2 kes hatin girtin
16:50 Li Zanîngeha Enqereyê di heman rojê de du caran êrişî xwendekaran kirin
16:45 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû: Di gelek mijaran de axaftin hatin kirin
16:43 Malbatên girtiyan ku xwestin daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin
16:28 Nobeta Edaletê: Em Azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
16:27 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:11 Çawişê pispor ê bûye sedema mirina Aşkan ê 5 salî tev li danişînê nebû
15:32 Derî bi derî li navnîşanên ‘hilbijêrên xeyalî’ lê hatine qeydkirin geriyan
15:22 TMMOB’ê li dijî plana îmarê ya qeyûmê Mêrdînê îtîraz kir
15:15 DEM Partiyê navnîşanên sindoqên li Mêrdînê bên danîn diyar kirin
14:51 Gulser Ozbay piştî 31 salan hate berdan: Em berxwedanê mezin bikin
14:41 Ji rewşenbîr û hunermendên fransî ‘Em bibin dengê aştiyê li Kurdistanê’
14:11 Hevdîtina DEM Partiyê û CHP’ê dest pê kir
13:53 Li Kirmanşahê kurdek di bin çavan de hate qetilkirin
13:05 Danişîna doza ‘Qesr dîn bû’ hate taloqkirin
12:40 Li Mêrsînê karkerê ku di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
12:39 Mehmet Saît Yildirim ku 28 sal in girtî ye anjiyo bû
12:26 DEM Partiyê li Amedê starta hilbijartinê da: Em ê pêvajoya tarî biqedînin
12:20 Ji bo danişîna doza Halîse Aksoy banga piştevaniyê
12:19 Li Zanîngeha Enqereyê koma nijadperest êrişî xwendekaran kir
11:43 Dolar û Euro li hemberî lîreyê tirk rabûn
11:42 Li Mêrdînê serdegirtinên malan
10:57 Danişîna doza derbarê Fîncanci de hatiye vekirin hate taloqkirin
10:45 ‘Ji bo parastina destkeftiyan hewcehî bi yekitiya neteweyî heye’
10:17 Li taxa Kerkûkê ya di dorpêçê de lêkolîn hate kirin
10:16 Li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê di 30’ê gulanê de ne
10:15 Kordû: Yekane rêya çareseriyê rakirina tecrîdê ye
10:14 Guhêraniya wezaretê ya ‘qada bazirganiyê’ hat betalkirin
09:45 Okay: Bi paşguhkirina êrişên li dijî kurdan re hûn nikarin şoreşgertiyê bikin
09:33 Silêman Ehmed ê PDK'ê revandiye 79 roj in li ku ye?
09:32 Girtiyên siyasî 46 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:31 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Kes nikare vîna wî bişikîne
09:01 AKP'ê 2 hezar û 970 hilbijêr veguhest Pasûrê
09:01 Di doza KCD'ê de sedema beraetê: Lîsteyên delegeyan nabin delîl
09:01 Ji rêveberiya AKP'î şova hilbijartinê!
09:00 Li Komeleya Birca Belekê qursên serdema nû dest pê dikin
09:00 Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan: Armanç çêkirina wêneyeke Kurdistanî ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2024'AN
10/01/2024
23:59 Komeke 'ulkucî' êrişî xwendekarekî kirin
22:09 Laçîn û Bekir piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
22:04 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di weşana zindî de xwe dan naskirin
19:50 Doza Kobanê: Daxuyaniyên Erdogan ên der barê PYD'ê de hatin xwendin
19:01 Dema qedexeya li Çiyayê Gabarê 15 rojên din jî hat dirêjkirin
16:57 Ji bo kesên penaber qetil kirin daxwaza cezayê muebbeta giran hat kirin
16:23 Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:10 DEM Partî çû serdana malbata li Geverê hatibû derbkirin
16:00 Nîjadperestan li Zanîngeha Enqereyê êrişî xwendekaran kirin
15:29 Doza 6 rojnamegeran: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên kurd
15:14 Li ber Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Daxwazên girtiyan daxwazên gelê kurd in