‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’

NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Seado diyar kir ku dewleta tirk bi êrişên xwe yên ser Şengal û  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re pergala neteweya demokratîk hedef digire û wiha got: “Lewma xwedîderketina li Şengal û Rojava, xwedîderketina li pergala neteweya demokratîk e.” 
 
Êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê berdewam in. Di êrişan de bi sedan cih hatin bombebarankirin û bi dehan welatî hatin kuştin û birîndarkirin. Di 28’ê kanûnê de jî dewleta tirk bi balafirên bêmirov û biçek li Şengalê êrişî konê karkerên kolandina bîrên avê kir. Di êrişê de 5 karker hatin qetilkirin. Tevî êriş û komkujiyan jî bêdengiya navneteweyî ya li dijî dewleta tirk didome. 
 
Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Seado têkildarî êrişan ji ajansa me re axivî. 
 
'LI DIJÎ ÊRIŞAN BÊDENGÎ HEYE'
 
Seado, diyar kir ku dewleta tirk tehemûla tu tiştên di xizmeta Şengalê de ne nake û wiha got: “Heke ku civaka êzidî ya Şengalê xwe bêdeng bike, bi her awayî êriş dikin. Ew bîrên li ser êriş çêbûn, ji bo peydakirina pêdiviyên avê yên xelkê bûn. Hedefgirtina van hevalan bêtehemûliya li dijî Şengalê û civaka êzidî ye. Tirkiye ji Şengalê aciz e. Lewma her xebata ji bo xizmeta Şengalê û jinûveavakirinê hedef digire. Niha Rojava û Şengalê hedef digire. Di komkujiyê de herî zêde xelkê Rojava alîkariya Şengalê kir. Li dijî van êrişan carnan em mat dibin. Ji ber ku her kesên alîkariyê didin êzidiyan hedef digirin. Lewma divê civaka êzidî vê neyartiya li wan tê kirin bibîne. Divê xelkê Şengalê li dijî van êrişên dewleta tirk bêdeng nemîne. Rayedarên Iraq û başûrê Kurdistanê jî ji bo pêşîlêgirtina van êrişan tiştek nekirine. Êzidî her tim hatin paşguhkirin. Lewma di her êrişên li dijî Şengalê de xwe bêdeng dikin.” 
 
'ÊRIŞ ACIZIYA WAN A LI DIJÎ PERGALA HATIYE AVAKIRIN E'
 
Bi domdarî Seado bi lêv kir ku li ku derê pergala neteweya demokratîk hatibe avakirin, ew der dibe hedefa dewleta tirk. Seado, anî ziman ku di dema fermanê de xelkê Rojava pariyê nanê zarokên xwe bi xelkê Şengalê re parve kir û wiha pê de çû: “Tevî her şert û mercên nebaş jî xwe gihandin civaka êzidî. Ji ber wê her êrişeke ku li ser Rojava tê kirin, li ser Şengalê jî tê kirin. Her roj dewleta tirk êriş dibe ser Rojava. Divê ku ev êriş weke êrişên ji rêzê neyên dîtin. Her êrişeke li ser Rojava, bandoreke neyinî li Şengalê jî dike. Xwedîderketina li Rojava û Şengalê erkeke mirovahiyê ye. Ev êriş, nîşan dide ku dewleta tirk ji pergala li Rojava û Şengalê aciz e. Bi van êrişan dixwazin vê pergalê tune bikin. Lêbelê ev pergal bi îradeyekî, bi fedekariyeke mezin hatiye avakirin. Bi êrişan û bombebaran tune nabe. Em ê israra xwe ya ji bo mayîndekirina pergala netewa demokratîk bidomînin.” 
 
‘XWEDÎDERKETINA LI ROJAVA, XWEDÎDERKETINA LI NETEWEYA DEMOKRATÎK E’
 
Di berdewamê de Seado destnîşan kir ku ji bo xwedîderketina li Rojava û Şengalê ji dest kê çi tê divê bike û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku di esasê xwe de pergala neteweya demokratîk hedef tê girtin. Lewma xwedîderketina li Şengal û Rojava, xwedîderketina li pergala neteweya demokratîk e. Weke civaka êzidî î Rêveberiya Xweser a Şengalê, em her tim bi Rojava re ne. Deriyê sînor ê di navbera Şengal û Rojava de hate girtin. Bi vê yekê xwestin têkiliyên di navbera her du aliyan de qut bikin. Nexwe dê me alîkariyeke mezintir dabûya Rojava. Lê şert û merc çawa bin jî em ê her tim li gel Rojava bin.” 
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 

Sernavên din

07/01/2024
13:23 Hatîmogûllari: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê welêt demokratîk nebe
12:48 Li Mêrdînê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
12:21 Ji 564 navan banga ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’: Dev ji siyaseta zext, tecrîd û şer berdin
12:06 Rejîma Îranê cezayê îdamê yê 4 girtiyên kurd erê kir
11:51 Goktepe 28 sal berê hat qetilkirin: Tevî zextan jî israra di rojnamegeriyê de didome
11:02 Norman Paech piştgirî da kampanyaya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’
10:38 Li pey şopa doza keça xwe ye hatiye qetilkirin e
10:00 Dayika Fîdan Dogan: Bi têkoşîna keça xwe serbilind im
09:29 Jinên Efrînî ên li Şehbayê dimînin: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
09:28 ‘Divê kurd li dijî bêbîriyê xwedî li çanda xwe derkevin'
09:12 Roja pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên Amedê diyar bû
09:11 Zeynep Olbecî: Min û hevalên xwe me dest bi greva birçîbûnê kir
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 75 roj in agahî nayên girtin
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 42’yan de ye
09:00 Yekem taksîvana jin a Serêkaniyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2024'AN
06/01/2024
21:33 Li Herêma Kurdistana Federe jîngeh hatin bombebarankirin
19:41 Li Geverê panela tecrîdê: Bi azadiya Abdullah Ocalan dê aştî bê nava gelan
19:04 Li Colemêrgê taxek hat dorpêçkirin, derî û paceyên malan hatin şikandin
17:29 Girtî Topkaya: Em ê ne elimin tecrîda li Îmraliyê
17:13 Di Nobeta Edaletê de bi skecê henekên xwe bi pergala darazê kirin
16:57 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran derketin kolanan
16:30 7 jinên kurd hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiya jinê, bingeha dewletê dihejîne
16:01 DAD ji Zanîngeha Koçê pirsî: Ma hûn serê bûyerê digirin?
15:28 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bibîranîn
15:13 Xizmên windayan faîlên Soysal, Duşkun û Yilmaz pirsîn
14:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Komkujiya Basayê pirsîn
13:06 Ajokaran ji bo Aslan ê jiyana xwe ji dest daye kontak girtin
13:05 Ji bo rojnamevan Silêman bang: Divê demil dest bê berdan
12:44 Ji çar zanyarên erdhejê hişyariya ‘Colemêrgê’: Dibe ku bi pileya 7’an erdhejek çêbibe
12:22 Rojnamevan Assad: Li Kerkukê rêveberiyeke bêyî kurd dixwazin
12:12 Rêveberê DBP'ê Ozbek jiyana xwe ji dest da
11:57 Berdana girtiyê nexweş Guzelaydin hate taloqkirin
11:35 Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz
10:33 Dadgeha Bilind cezayê li dirûşma ‘Ocalan’ hatibû birîn xera kir
09:48 Li Şirnexê zem li heqê rê hate kirin
09:21 74 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:19 Girtiyên siyasî 41 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Meletiyê piştî 11 mehan jiyan: Xizanî û neçarî
09:13 Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê
09:12 Hevseroka DAD'ê Dogan: Desthilat hewl dide nijşekî nû yê mirovan biafirîne
09:10 'Divê berxwedan li hundir û li derve jî bê mezinkirin'
09:09 Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de: Heya Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe
09:01 Rojnamevan Yalçin: Rojnamegerî tê hedefgirtin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin