‘Biryara Esat Oktay xeletî nebû, tercîheke siyasî ye’

  • rojane
  • 12:33 27 Kanûn 2023
  • |
img
ÎZMÎR / AMED - Serokê Şaxa Hejmar 5 a Egîtîm Sen a Îzmîrê Savaş Candemîr diyar kir ku daxuyaniya MEB’ê ya têkildarî lêkirina navê Esat Oktay Yildiran li dibistaneke Bucayê ku digot “xeletî ye” cihê baweriyê nîne û wiha got: “Ev, tercîheke siyasî ye.” 
 
Li dibistana seretayî ya gundê Belenbaşi ya navçeya Buca ya Îzmîrê navê Esat Oktay Yildiran hate kirin ku piştî darbeya 12’ê Îlonê bi îşkenceyên xwe yên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê naskirin. Lê piştî bertekan, ev biryar paşve kişandin. Navê dibistanê di 15’ê nîsana 2023’yan de hatibû guherandin lê di roja 25’ê kanûnê de li ser hesabên medyaya civakî dîmenên têkildarî avahiya nû ya dibistanê de hatin parvekirin û hat dîtin ku navê wê hatiye guherandin. Li ser vê yekê partiyên siyasî, baroyan, rêxistinên mafên mirovan, sendîka û welatiyan bertek nîşan dan. Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) jî ji ber bertekan daxuyanî da û lêkirina navê Esat Oktay Yildiran weke “xeletî” pênase kir û got ku ji bo guherandina navê dibistanê raye dane Walîtiya Îzmîrê. 
 
Têkildarî mijarê em bi nûnerên partiyên siyasî û sendîkayên bajar re axivîn. 
 
'XELETÎ NÎNE, TERCÎHEKE SIYASÎ YE’
 
Serokê Şaxa Hejmar 5 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Îzmîrê Savaş Candemîr got ku daxuyaniya MEB’ê ya têkildarî mijarê ku weke “xeletî” pênase dike cihê baweriyê nîne û ev tişt anî ziman: “Dema guhertinên wiha tên kirin, gelek burokrat tev li wan komîsyonan dibin. Mimkin nîne ku ev nehatibe ferqkirin. Hûn vî navî li kîjan malpera înternetê binivîsin, dê bi dehan pirtûk û fîlmên têkildarî îşkenceyên vî kesî li Amedê kirin derkevin pêşiya we. Lewma xuyaye ku tercîheke siyasî ye. Ji berteka raya giştî tirsiyan û paşvegav avêtin. Piştî daxuyaniya wezaretê, em jî dixwazin ev nav tavilê bê jêbirin. Gelek derdorên cuda bertek nîşan dan. Ev nav dê her tim bi îşkenceyê bê bibîranîn.” 
 
'HELWESTA AKP’Ê NÎŞAN DIDE’
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê Zehra Vazan jî nayê qebûlkirin ku navê îşkencekar Esat Oktay Yildiran li dibistanekê were kirin û wiha got: “Di serdema AKP’ê de ev sepan gelek pêş ketin. Niha jî navên îşkencekaran li dibistanan dikin. Di darbeya 12’ê Îlonê tu şoreşger nînin ku neketibin girtîgehê. Divê her kesên li gel mafên mirovan li dijî vî navî derkevin.” 
 
'HEWL DIDIN VAN NAVAN REWA BIKIN'
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çep a Kesk (YSP) Huseyîn Çaglar jî got ku ev biryar zîhniyeta AKP’ê nîşan dide. Çaglar, bi lêv kir ku Esat Oktay Yildiran yek ji sembolên girtîgehên 12’ê Îlonê ye û wiha pê de çû: “Mamak, Metrîs, Girtîgeha Amedê û Amasya navendên îşkenceyê yên sereke yên wê serdemê ne. Sepanên herî zalimane li Girtîgeha Amedê hatin kirin. Navê fermandarekî vê girtîgehê li dibistanekê tê kirin. Ev yek nîşan dide bê ka welêt ber bi ku de diçe û ji hêla zîhniyeteke çawa ve tê birêvebirin.” 
 
‘TU KES OKTAY WEKE MIROVEKÎ BAŞ NABÎNE’ 
 
Hevserokê Komeleya Lêkolîn û Piştgiriyê ya 78’an a Amedê Ahmet Ertak têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Ertak, bi bîr xist ku Esat Oktay Yildiran li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê berpirsiyarê bi hezaran kesan bû û wiha got: " Li gorî belgeyan, wê demê 60 kes di vê zindanê de ji aliyê Esat Oktay ve hatin îşkencekirin û qetilkirin. Tu kes Esat Oktay weke mirovek bi bîr nayîne. ”
 
‘ESAT OKTAY BI ÎŞKENCEYAN TÊ NASKIRIN’
 
Ertak, bi bîr xist ku Girtîgeha Amedê di nava 10 girtîgehên herî xirab ên cîhanê de cih digire û got ku Esat Oktay ji sedî 70 îşkenceyên herî giran ên cîhanê li vê girtîgehê kiriye. Ertak, diyar kir ku Esat Oktay ji mirovahiyê re qenciyeke herî biçûk jî nekiriye û ev tişt anî ziman: “Her tim bi îşkenceyên wê serdemê tê naskirin. Herî dawî li Amedê navê Şêx Sêîd li bulvarekê hat kirin. Balkêş e ku navê Esat Oktay Yildiran jî di vê heyamê de li vê dibistanê hat kirin. Serokkomar Erdogan bi xwe di mitîngeke xwe ya Amedê de wiha digot, 'Xwezî dîwarên qawîşa 36'emîn biaxiviyana, dîwarên girtîgeha hejmar 5'an biaxiviyan û bigotina bê ka li vir çi qewimî ye.’ Serokkomar ji aliyekî ve vî tiştî dibêje, li aliyê din jî navê Esat Oktay li dibistanekê dikin. Gelek balkêş e.”
 
‘GELO MA ESAT OKTAY BI QENCIYA XWE TÊ NASKIRIN?’
 
Ertak, anî ziman ku li cîhanê navê kesên baş li dibistanan tên kirin û li Tirkiyeyê jî navê Esat Oktay Yildiran tê kirin. Ertak, wiha dirêj da axaftina xwe: “Gelo ma Esat Oktay bi mirovatî û qenciya xwe tê naskirin? Em tevek dizanin ku Esat Oktay mîmarê darbeya 12'ê Îlona 1980'yî ye. Tevî ku Kenan Evren û hevalên wî darbe pêk anîbin jî, Esat Oktay û hevalên wî îşkence dikirin.”
 
‘EM Ê LI DIJÎ VÊ YEKÊ BISEKININ’
 
Bi domdarî Ertak bal kişand ser îdiaya AKP’ê ku dibêje “em li dijî darbeyan e û mexdûrên darbeyê ne” û axaftina xwe wiha qedand: “Lê li hêla din navê Esat Oktay li dibistanan dikin. Ev yek durûtî ye. Biryarê didin ku Girtîgeha Hejmar 5’ê bibe muzeya mirovahiyê. Lê navê îşkencekarê vê girtîgehê li dibistanê dikin. Ev yek ji her alî ve durûtî ye. Hewl didin hafizeya civakê ji holê rakin. Ev kes dibe ku sibe peykerê Esat Oktay jî çêbikin. Em ê li dijî lêkirina navê Esat Oktay bisekinin.”
 

Sernavên din

31/12/2023
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
12:42 Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
11:53 Hatîmogûllari: Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin
11:41 Înşeata OSB’ê ya ku dê Çemê Êlihê qirêj bike, dest pê kir
11:09 Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da
10:54 Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
10:37 Li Karabûkê berdana 13 girtiyan hate taloqkirin
10:33 Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin
09:39 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34’emîn de ye
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 67 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
09:14 Akademîsyen Ekmez: Divê daxwazên girtiyan werin guhdarkirin
09:13 Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû
09:08 Parêzerê Abdullah Ocalan: Dikare sala 2024’an veguherînin sala çareseriya demokratîk
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2023'YAN
29/12/2023
17:53 Siyasetmedarên li Sêrtê hatin binçavkirin hatin berdan
17:11 Rojnamevan Fûrkan Karabay hate girtin
17:09 ‘Bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin bê kirin dê aştî bê ava kirin’
16:45 Demîrtaş: Piştî bi hezaran salan gelê kurd li Anatoliyayê roleke navendî dilîze
15:16 Qûrbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskê hatin bibîranîn
15:15 Tê payîn ku rojnamevan Yalçin ê hate binçavkirin dê bibin Meletiyê
15:10 Dibistana bûye hedefa êrişa dewleta tirk ji xizmetê derket
15:02 Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû: 27 kes birîndar bûn
14:53 Serlêdana Egîtîm Senê ya ‘Esat Oktay Yildiran’: Divê berpirsyar bên cezakirin
13:30 DFG'ê Kargeha Nûçegihaniyê ya Krîzê li dar xist
13:19 Baroya Rihayê giliyê parvekirina nijadperest kir
12:49 Gundê Hespistê 9 roj in di bin dorpêçê de ye
12:30 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha çileyê eşkere kir
12:10 Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat: Hişmendiya Esat Oktay di meriyetê de ye
11:34 Îranê 3 girtiyên siyasî yên kurd bi darve kirin
11:32 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:18 Sala berxwedana ciwanan a li dijî şerê taybet
11:16 Rojnamevan Karabay dîsa hate binçavkirin
10:45 Zarokê karker ê sûriyeyî hate qetlikirin
10:44 Waniyan sala 2023’yan nirxandin: Şer, xizanî, cihêkarî, qedexe
10:19 Li ser rêbeja Colemêrgê hezaz çêbû: 3 kes birîndar bûn
10:18 Rêveberiya qeyûm li Amedê hewl dide 165 karkeran ji kar derxîne
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 66 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 33’yemîn de ye
09:09 Di 2023'yan de tenduristî: Kedxwarî, bazirganî, tundî, koçberî, qeyûm...
09:06 Doza xebatkarên tenduristiyê yên hatin qetilkirin li DMME'yê ye
09:03 Karakaş a di Nobeta Edaletê de: Tevî hemû zextan jî me li ber xwe da
09:02 Mîrateya ku ji apê xwe yê di rojiya mirinê de hat qetilkirin wergirtiye didomîne
09:02 Şenlîk: Heya Abdullah Ocalan azad nebe em ê paş de gav neavêjin
09:01 Malnişîn: Divê mûçeya me herî kêm 15 hezar TL be
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:55 Li Sêrtê gelek siyasetmedar hatin binçavkirin
08:54 Rojnameger Hakan Yalçin hate binçavkirin
28/12/2023
20:45 Tirkiyeyê êrişî Şengalê kir: 5 kes hatin qetilkirin
18:09 Erdem piştî 12 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket
16:21 Komkujiya Roboskê di sala 12’emîn de ye: Heta ku neyê ronîkirin edalet nayê Tirkiyeyê
16:09 ‘Em ê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bidomînin’
16:03 Faîlê ku Kuşçu qetil kiribû hate girtin
15:44 Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin!
14:38 Qurbaniyên Komkujiya Roboskê hatin bibîranîn: Heman zîhniyet îro li Rojava komkujiyan dike
14:31 Di êrişên dewleta tirk de derhêner Kerîmeyan hate qetilkirin
14:08 Demîrtaş: Çi bû ku Erdogan di nava 22 rojan de fikra xwe guherand?
14:00 Nehiştin balafira ku wêneyê Jîna Emînî li ser dakeve
13:20 Ji akademîsyen parvekirina nijadperest a Roboskiyê
12:30 Parêzerên Ocalan ên 34 meh in agahî jê nayê girtin serlêdaneke nû kirin
12:10 Di dosyaya amûrsaz Yûsûf Akin de keşf nehat kirin
12:02 Di bombebarana dewleta tirk de zarokek birîndar bû
12:01 Komeleya Jinan a Rosayê 5 sal in pirsgirêkên jinan çareser dike
11:37 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê Komkujiya Roboskê nedin jibîrkirin
11:36 15 kesên li Bakirkoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:15 Ji bo nasname, ehliyet û pasaportê zem hatin kirin
11:14 Binevserê teqawid Gur: Bombebarankirina deşt û çiyayan çareserî nîne
10:56 Ji bo nûçeyên têkildarî midûrê îstîsmarkar biryara astengkirinê hat dayîn