Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin

  • rojane
  • 15:21 26 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê l gelek bajaran hatin protestokirin. 
 
Êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hinek bajaran hatin protestokirin. Li Rihayê, li pêşiya avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) daxuyanî hate dayîn û li gel nûnerên rêxistinên civaka sivîl, gelek kes tev li bûn. Polîsan xwestin girseyê asteng bikin. Amirekî polîsan got; “Ez dewlet im û destûrê nadim. Hûn nikarin mafê xwe yê demokratîk li vir bi kar bînin.” 
 
‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE’ 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî bertek nîşanî helwesta polîs da û wiha got: “Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, em li dijî şer in. Li Rojhilata Navîn dîsa xwîn tê rijandin. Banga me li hemû îktîdarên hebûna xwe li ser rijandina xwînê ava dikin ew e ku dev ji van polîtîkayên xwe berdin. Divê hemû pirsgirêk bi rêya guftûgoyê bên çareserkirin û pêşiya muzakereyan bê vekirin. Navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd jî Îmrali ye. Di navbera salên 2013-2015’an de hevdîtin çêbûn û xwin nerijiya. Şandeyên fermî çûn Îmraliyê. Divê tavilê şandin biçin Îmraliyê.” 
 
MÊRDÎN
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî li Mêrdînê daxuyanî dan. Polîsan li vir jî xwestin daxuyaniyê asteng bikin. Girseyê gelek caran dirûşma Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û di navbera girseyê û polîsan de rageşî derket. Di encama muzakereyan de daxuyanî li şaneşîna avahiya DEM Partiyê hate dayîn. Berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Ayşe Bozan di daxuyaniyê de got ku dewleta tirk piştî windahiyên li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakûrkê êrişî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. 
 
Bozan, da zanîn ku di êrişan de saziyên xizmetê hedef hatine girtin û wiha pê de çû: “Di êrişan de gelek kes hatin qetilkirin. Ji bo aştiyê û bidawîbûna şer û pevçûnan, divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e. Divê hemû gelên me li dijî êrişan bibin yek. Çareserkirina pirsgirêka kurd her wiha dê hêviya pêkvejiyanê ya gelên Rojhilata Navîn mezin bike. Ji bo vê jî divê Tirkiye dev ji qirkirinên xwe yên li dijî gelê kurd berde û rêya aştiyê veke. Êrişên li dijî Rojava dê neçareseriya heyî kûrtir bike. Divê tavilê ev êriş bi dawî bibin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gav bên avêtin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû. 
 
WAN 
 
Li Wanê jî bi pêşengtiya TJA’yê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Wanê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” hatin berzkirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê xwest daxuyaniyê li derve bide lê polîsan mudaxile kirin û zext kirin ku li pêşiya avahiya partiyê bê dayîn. Polîsan, bi pergala deng daxuyanî provake kirin. 
 
‘ŞER ÇARESERÎ NÎNE’ 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gonul Uzunay di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Gelê kurd bi sala ye ji bo ziman û nasnameya xwe têdikoşe. Îktîdara Tirkiyeyê êrişî destkeftiyên gelê kurd dike. Dewleta tirk li dijî Rojava êrişên giran dike. Di encama bombebarankirina Nexweşxaneya Heyva Sor de 7 sivîl hatin qetilkirin. Rojava ev 10 sal in li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dide. Dewleta tirk bi domandina polîtîkayên şer, dibe sedema qirkirinan. Weke DEM Partiyê em careke din dibêjin ku çareserî bi şer nayê. Tu xêra vî şerê qirêjî nagihije civakê. Ev şer zirarê dide Tirkiyeyê. Divê hêzên navdewletî van êrişan bibînin û bidin serkinandin. Dê têkoşîna me ya aştiyê ya li dijî şer bidome.” 
 
MÛŞ 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir. Gelek kes tev li daxuyaniya li pêşiya avahiya partiyê hatiye dayîn bûn. Rêvebera DEM Partiyê ya Bajar Çîçek Tutuş di daxuyaniyê de got ku îktîdara AKP-MHP’ê roj bi roj polîtîkayên şer girantir dike û ev tişt anî ziman: “Ev zîhniyeta ku di şer de israr dike, sivîlan hedef digire. Tirkiye, sûcê şer dike. Dîsa Rojava bombebaran kirin û qadên sivîlan bi zanebûn hedef girtin. Di serî de rafîneyên petrolê û embarên genim, hemû qadên sivîlan bombebaran dike.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû. 
 
SÊRT 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê jî bi heman armancê xwest li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyê bide û bertek nîşan bide. Aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, endamên DBP’ê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Polîsên ku dora avahî dorpêç kirin, gotin ku dê destûrê nedin. Nehiştin ku endamên partiyê ji avahiya partiyê derkevin. 
 
Ji bo protestokirina vê rewşê di hundirê avahî de çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û çalakvanan dirûşmên “Gelê Rojava bi tenê nîne” û “Zextên we nikarin me têk bibin” berz kirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn xwest ku têkildarî qedexeyê biryara nivîskî ji wan re bê şandin lê polîsan tu hincet nîşan nedan. 
 
Tekîn, got ku daxuyaniya çapemeniyê mafekî demokratîk e û diyar kir ku ew ê fermana qedexeyê qebûl nekin. Tekîn, wiha domand: “Du roj berê di roja yekşemê de Weqfa Peygamber Sevdalilari ku nêzî HUDA-PAR’ê ye li ser Cadeya Guresê çek dan destê zarokan û meş li dar xistin. Lê emniyeta we tiştek jê re negot û tiştek nekir. Çima ji bo wan serbest e lê ji me qedexe ye? Partiya yekemîn a vî bajarî em in. We destûr da ku zarok di dest de çek bimeşin.” 
 
Welatiyekî tev li çalakiyê bûy jî bi van gotinan bertek nîşan da: “We çima deriyê me girt. Xwedê jî vê qebûl nake.” 
 
ŞIRNEX
 
Êrişên dewleta tirk li navçeya Cizîr a Şirnexê jî hatin protestokirin. DEM Partiyê, Daxuyanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê hate dayîn û gelek kesên ji partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê, di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin” û “Zextên we nikarin me têk bibin” berz kirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê ya Cizîrê Yilmaz Sanri daxuyanî xwend û wiha got: “AKP her roj dibe sedema mirin, rijandina xwînê travmayên civakî. Roj bi roj polîtîkaya şer kûrtir dike. Ev du roj in bi balafirên şer gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. Qadên sivîlan hatin bombebarankirin. Di êrişan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Em ji vî şerî re dibêjin bes e. Divê ev êrişên bêperwa yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tavilê bên sekinandin. Banga me ji bo raya giştî ya neteweyî û navneteweyî ew e ku li dijî şer bikevin nava tevgerê. Em dikarin bi hev re rê li ber van êş û mirinan bigirin.” 
 
‘EM ŞER Û KOMKUJIYAN NAXWAZIN’
 
Hevseroka DBP’a Silopiyayê Emîne Ozbek jî şerê li dijî xelkê mazlum şermezar kir û wiha got: “Jin û zarok tên qetilkirin. Ma hûn çi ji gel dixwazin? Em jî mîna gelên din ên cîhanê dixwazin li ser xaka xwe bijîn. Bila ev şer êdî bi dawî bibe.” 

Sernavên din

31/12/2023
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
12:42 Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
11:53 Hatîmogûllari: Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin
11:41 Înşeata OSB’ê ya ku dê Çemê Êlihê qirêj bike, dest pê kir
11:09 Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da
10:54 Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
10:37 Li Karabûkê berdana 13 girtiyan hate taloqkirin
10:33 Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin
09:39 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34’emîn de ye
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 67 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
09:14 Akademîsyen Ekmez: Divê daxwazên girtiyan werin guhdarkirin
09:13 Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû
09:08 Parêzerê Abdullah Ocalan: Dikare sala 2024’an veguherînin sala çareseriya demokratîk
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2023'YAN
29/12/2023
17:53 Siyasetmedarên li Sêrtê hatin binçavkirin hatin berdan
17:11 Rojnamevan Fûrkan Karabay hate girtin
17:09 ‘Bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin bê kirin dê aştî bê ava kirin’
16:45 Demîrtaş: Piştî bi hezaran salan gelê kurd li Anatoliyayê roleke navendî dilîze
15:16 Qûrbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskê hatin bibîranîn
15:15 Tê payîn ku rojnamevan Yalçin ê hate binçavkirin dê bibin Meletiyê
15:10 Dibistana bûye hedefa êrişa dewleta tirk ji xizmetê derket
15:02 Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû: 27 kes birîndar bûn
14:53 Serlêdana Egîtîm Senê ya ‘Esat Oktay Yildiran’: Divê berpirsyar bên cezakirin
13:30 DFG'ê Kargeha Nûçegihaniyê ya Krîzê li dar xist
13:19 Baroya Rihayê giliyê parvekirina nijadperest kir
12:49 Gundê Hespistê 9 roj in di bin dorpêçê de ye
12:30 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha çileyê eşkere kir
12:10 Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat: Hişmendiya Esat Oktay di meriyetê de ye
11:34 Îranê 3 girtiyên siyasî yên kurd bi darve kirin
11:32 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:18 Sala berxwedana ciwanan a li dijî şerê taybet
11:16 Rojnamevan Karabay dîsa hate binçavkirin
10:45 Zarokê karker ê sûriyeyî hate qetlikirin
10:44 Waniyan sala 2023’yan nirxandin: Şer, xizanî, cihêkarî, qedexe
10:19 Li ser rêbeja Colemêrgê hezaz çêbû: 3 kes birîndar bûn
10:18 Rêveberiya qeyûm li Amedê hewl dide 165 karkeran ji kar derxîne
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 66 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 33’yemîn de ye
09:09 Di 2023'yan de tenduristî: Kedxwarî, bazirganî, tundî, koçberî, qeyûm...
09:06 Doza xebatkarên tenduristiyê yên hatin qetilkirin li DMME'yê ye
09:03 Karakaş a di Nobeta Edaletê de: Tevî hemû zextan jî me li ber xwe da
09:02 Mîrateya ku ji apê xwe yê di rojiya mirinê de hat qetilkirin wergirtiye didomîne
09:02 Şenlîk: Heya Abdullah Ocalan azad nebe em ê paş de gav neavêjin
09:01 Malnişîn: Divê mûçeya me herî kêm 15 hezar TL be
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:55 Li Sêrtê gelek siyasetmedar hatin binçavkirin
08:54 Rojnameger Hakan Yalçin hate binçavkirin
28/12/2023
20:45 Tirkiyeyê êrişî Şengalê kir: 5 kes hatin qetilkirin
18:09 Erdem piştî 12 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket
16:21 Komkujiya Roboskê di sala 12’emîn de ye: Heta ku neyê ronîkirin edalet nayê Tirkiyeyê
16:09 ‘Em ê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bidomînin’
16:03 Faîlê ku Kuşçu qetil kiribû hate girtin
15:44 Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin!
14:38 Qurbaniyên Komkujiya Roboskê hatin bibîranîn: Heman zîhniyet îro li Rojava komkujiyan dike
14:31 Di êrişên dewleta tirk de derhêner Kerîmeyan hate qetilkirin
14:08 Demîrtaş: Çi bû ku Erdogan di nava 22 rojan de fikra xwe guherand?
14:00 Nehiştin balafira ku wêneyê Jîna Emînî li ser dakeve
13:20 Ji akademîsyen parvekirina nijadperest a Roboskiyê
12:30 Parêzerên Ocalan ên 34 meh in agahî jê nayê girtin serlêdaneke nû kirin
12:10 Di dosyaya amûrsaz Yûsûf Akin de keşf nehat kirin
12:02 Di bombebarana dewleta tirk de zarokek birîndar bû
12:01 Komeleya Jinan a Rosayê 5 sal in pirsgirêkên jinan çareser dike
11:37 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê Komkujiya Roboskê nedin jibîrkirin
11:36 15 kesên li Bakirkoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:15 Ji bo nasname, ehliyet û pasaportê zem hatin kirin
11:14 Binevserê teqawid Gur: Bombebarankirina deşt û çiyayan çareserî nîne
10:56 Ji bo nûçeyên têkildarî midûrê îstîsmarkar biryara astengkirinê hat dayîn