Egîtîm Sen: Em qebûl nakin ku navê îşkencekar Esat Oktay li dibistanê bê kirin

  • rojane
  • 11:29 26 Kanûn 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Li navçeya Bucayê navê dibistaneke seretayî weke Dibistana Seretayî ya Esat Oktay hate guherandin. Şaxa Hejmar 5 a Egîtîm Senê ya Îzmîrê bertek nîşan da û wiha got: “Divê ev şerm tavilê bê sererastkirin Nabe ku navê îşkencekarekî li dibistanê were kirin.” 
 
Li navçeya Buca ya Îzmîrê navê dibistanekê hate guherandin û navê Dibistana Seretayî ya Esat Oktay lê hate kirin. Şaxa Hejmar 5 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Îzmîrê bi daxuyaniyekê bertek nîşan da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî bertekan jî walîtî navên gelek dibistanên li Bucayê diguherîne û wiha hate gotin: “Navê Dibistana Navîn a Şehît Huseyîn Şîmşek a Bucayê ku di sala 1930’an de hatiye avakirin, navê Dibistana Amadehî ya Şîrînyerê ku di sala 1962’yan de hatiye avakirin weke Dibistana Amadehî ya Anadoluyê ya Ertûgrûl Gazî, navê Dibistana Amadehî ya Gurçeşmeyê ku di sala 1966’an de hatiye avakirin weke Dibistana Amadehî ya Anadoluyê ya Kanunî Sûltan Suleyman, navê Dibistana Amadehî ya Pîşeyî ya Endustriyê ya Bucayê ku di sala 1978’an de hate avakirin jî weke Suleyman Şah hate guherandin.” 
 
'ÎŞKENCEKARÊ MIROV QETIL KIRÎ’
 
Bi domdarî hat destnîşankirin ku walîtiyê di 15’ê nîsana 2023’yan de bi guhertineke nû re skandaleke mezin kiriye û wiha hat gotin: “Navê Dibistana Seretayî ya Gundê Belenbaşiyê ku di sala 1959’an de hatiye avakirin, hate guherandin. Navê Esat Oktay Yildiran ku yek ji îşkencekarên salên 1980’an e li dibistanê hate kirin. Îşkencekar Esat Oktay Yildiran ku fermandariya Girtîgeha Amedê ku yek ji sembolên Darbeya 12’ê Îlonê ye kiriye kî ye; piştî darbeya 12’ê îlonê li Girtîgeha Amedê midûrtî kir. Di dema peywira xwe de bû sedema mirina nêzî 60 kesan û îşkencekar e. Bi dehan pirtûk û fîlm li ser îşkenceyên Esat Oktay Yildirin hatine nivîsandin û kişandin. 
 
Nayê qebûlkirin ku navê îşkencekarekî li saziyeke perwerdeyê were kirin. Îktîdara AKP’ê di encama bertekên gel de navê vî îşkencekarî yê li parkekê hatibû kirin jê biribû. Şaredariya Fatîhê ya AKP’î di sala 2010’an de navê vî îşkencekarî ji bîrdariya li Parka Parka Şehîdan a Fatîhê jê biribû. Niha jî navê vî îşkencekarî li saziyeke perwerdeyê dike. Em vê biryarê şermezar dikin. Divê ev şerm tavilê bê sererastkirin û ji Walîtiya Îzmîrê dixwazin ku demildest ji vê biryara xwe ya guherandina nav vegere.” 
 
SIYASETMEDAR Û PARASTVANÊN MAFAN BERTEK NÎŞAN DAN 
 
Gelek siyasetmedar û parastvanên mafan jî li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal bertek nîşan dan. 
 
Seroka Lijneya Rêveberiya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci: “Êdî necezakirin jî derbas kirine û gihiştin qonaxeke wisa ku îşkencekaran xelat dikin. Şerma vê ya me tevan e!” 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn: “Esat Oktay sûcê li dijî mirovahiyê kiriye!! Ev yek, rewakirina tundî û îşkenceya li kurdan hatiye kirine! Yên ku demekê digotin ‘em cuda ne’; HÛN EW DEWLET BI XWE NE’.” 
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Faruk Gergerlîoglû: “Ev skandaleke çawa ye? Navê îşkencekarekî li dijî mirovahiyê sûcên mezin kirine li dibistanê hatiye kirin! Ev sûc e! Gelo hûn dixwazin xwendekar jî wekî wî bin?” 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît a DEM Partiyî: “Navê îşkencekarê kujer û nîjadperest Esat Oktay Yildiran ku Girtîgeha Amedê veguherand dojehê, diviyabû di dîrokê de weke navê şermê cih bigirta lê li dibistanekê tê kirin ku dê her bijî! Em ê destûrê nedin ku hûn van îşkencekaran weke model pêşkeşî zarokan bikin!” 
 
Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu: “Heke hûn pirsa pirsgirêka kurd çi ye bikin; lêkirina navê Esat Oktay Yildirin a li dibistanekê ye ku berpirsyarê îşkencekirina bi hezaran kesên li Girtîgeha Amedê ye. 40 sal piştre li Îzmîrê navê wî li dibistanê tê kirin. AKP’ê careke din rûyê xwe yê rast nîşanî gelê me da.” 
 
Her wiha Parlamenterê CHP’ê Oguz Kaan Salici, parlamenterê Partiya Devayê Mehmet Emîn Ekmen û Mûstafa Yeneroglû û Parlamenterê Partiya Saadetê Bulent Kaya jî di parvekirinên xwe de bertek nîşan dan. 

Sernavên din

31/12/2023
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’
12:28 Bernameya meha çileyê ya ŞanoWanê diyar bû
12:27 Bavê Selahattîn Demîrtaş wefat kir
12:19 Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
12:05 Ji Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê ji bo parlamenteran: Werin serdana girtîgehan
11:48 Hatîmogûllari: Bila tecrîd rabe û Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
11:43 Hejmara hilbijêran Şirnexê di 5 mehan de 8 hezar û 343 zêde bû û qeyda nîviyan jê li qereqolan e
11:21 Ji bo jiyaneke azad û birûmet di Nobet aEdaletê de ne
10:47 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne
09:58 Xizmên girtiyan: Ger hevdîtin çêbibe dê pirsgirêk çareser bibin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 35’an de didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 68 roj in tu agahî nayên girtin
09:01 Qeyûm beriya hilbijartinê çavkaniyên şaredariyê bi hinceta 'zêde ne' dewr dike
09:00 Mele Denîz: Teşhîrkirina bedenê barbarî ye
09:00 ROJEVA 31’Ê KANÛNA 2023’YAN
30/12/2023
18:56 Rêxistina DEM Partiyê serdana gundê dorpêçkirî kir
16:56 Li Xarpêtê bi pileya 4.2 erdhejek çêbû
16:54 Dewleta tirk êrişa ku DAIŞ’ê kiribû girt ser xwe
16:44 Li 5 bajaran daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bilind bû
16:19 Hate xwestin ku girtiyê nexweş ê 80 salî yê ji sedî 93 astengdar were berdan
15:54 Girtiyê nexweşê penceşêrê jiyana xwe ji dest da
15:39 Tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne jî’ nayê berdan
14:21 Malbatên Windakiriyan faîlên Roboskê pirsîn
13:50 ‘Em ê di sala nû de hêviya xwe ya xwe gihandina windakiriyên xwe mezin bikin’
13:30 Sînorê xizaniyê ji 47 hezar lîreyan derbas bû
12:42 Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
11:53 Hatîmogûllari: Divê tecrîd were rakirin, diyalog were destpêkirin
11:41 Înşeata OSB’ê ya ku dê Çemê Êlihê qirêj bike, dest pê kir
11:09 Li Îranê di encama îşkenceyê kurdekî jiyana xwe ji dest da
10:54 Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
10:37 Li Karabûkê berdana 13 girtiyan hate taloqkirin
10:33 Rojnameger Serhat: Windahiyên leşkeran tên veşartin
09:39 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 34’emîn de ye
09:38 Pergala darazê veguherî buroya hiqûqê ya AKP'ê
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 67 roj in tu agahî nayên girtin
09:21 Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
09:14 Akademîsyen Ekmez: Divê daxwazên girtiyan werin guhdarkirin
09:13 Behsa derhêner Kerîmiyan kir: Evîndarê hunera gelê xwe bû
09:08 Parêzerê Abdullah Ocalan: Dikare sala 2024’an veguherînin sala çareseriya demokratîk
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2023'YAN
29/12/2023
17:53 Siyasetmedarên li Sêrtê hatin binçavkirin hatin berdan
17:11 Rojnamevan Fûrkan Karabay hate girtin
17:09 ‘Bi Ocalan re 30 deqîqeyan hevdîtin bê kirin dê aştî bê ava kirin’
16:45 Demîrtaş: Piştî bi hezaran salan gelê kurd li Anatoliyayê roleke navendî dilîze
15:16 Qûrbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskê hatin bibîranîn
15:15 Tê payîn ku rojnamevan Yalçin ê hate binçavkirin dê bibin Meletiyê
15:10 Dibistana bûye hedefa êrişa dewleta tirk ji xizmetê derket
15:02 Li ser rêya Amed-Çewligê qeza çêbû: 27 kes birîndar bûn
14:53 Serlêdana Egîtîm Senê ya ‘Esat Oktay Yildiran’: Divê berpirsyar bên cezakirin
13:30 DFG'ê Kargeha Nûçegihaniyê ya Krîzê li dar xist
13:19 Baroya Rihayê giliyê parvekirina nijadperest kir
12:49 Gundê Hespistê 9 roj in di bin dorpêçê de ye
12:30 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha çileyê eşkere kir
12:10 Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat: Hişmendiya Esat Oktay di meriyetê de ye
11:34 Îranê 3 girtiyên siyasî yên kurd bi darve kirin
11:32 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:18 Sala berxwedana ciwanan a li dijî şerê taybet
11:16 Rojnamevan Karabay dîsa hate binçavkirin
10:45 Zarokê karker ê sûriyeyî hate qetlikirin
10:44 Waniyan sala 2023’yan nirxandin: Şer, xizanî, cihêkarî, qedexe
10:19 Li ser rêbeja Colemêrgê hezaz çêbû: 3 kes birîndar bûn
10:18 Rêveberiya qeyûm li Amedê hewl dide 165 karkeran ji kar derxîne
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 66 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 33’yemîn de ye
09:09 Di 2023'yan de tenduristî: Kedxwarî, bazirganî, tundî, koçberî, qeyûm...
09:06 Doza xebatkarên tenduristiyê yên hatin qetilkirin li DMME'yê ye
09:03 Karakaş a di Nobeta Edaletê de: Tevî hemû zextan jî me li ber xwe da
09:02 Mîrateya ku ji apê xwe yê di rojiya mirinê de hat qetilkirin wergirtiye didomîne
09:02 Şenlîk: Heya Abdullah Ocalan azad nebe em ê paş de gav neavêjin
09:01 Malnişîn: Divê mûçeya me herî kêm 15 hezar TL be
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:55 Li Sêrtê gelek siyasetmedar hatin binçavkirin
08:54 Rojnameger Hakan Yalçin hate binçavkirin
28/12/2023
20:45 Tirkiyeyê êrişî Şengalê kir: 5 kes hatin qetilkirin
18:09 Erdem piştî 12 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket
16:21 Komkujiya Roboskê di sala 12’emîn de ye: Heta ku neyê ronîkirin edalet nayê Tirkiyeyê
16:09 ‘Em ê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bidomînin’
16:03 Faîlê ku Kuşçu qetil kiribû hate girtin
15:44 Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin!
14:38 Qurbaniyên Komkujiya Roboskê hatin bibîranîn: Heman zîhniyet îro li Rojava komkujiyan dike
14:31 Di êrişên dewleta tirk de derhêner Kerîmeyan hate qetilkirin
14:08 Demîrtaş: Çi bû ku Erdogan di nava 22 rojan de fikra xwe guherand?
14:00 Nehiştin balafira ku wêneyê Jîna Emînî li ser dakeve
13:20 Ji akademîsyen parvekirina nijadperest a Roboskiyê
12:30 Parêzerên Ocalan ên 34 meh in agahî jê nayê girtin serlêdaneke nû kirin
12:10 Di dosyaya amûrsaz Yûsûf Akin de keşf nehat kirin
12:02 Di bombebarana dewleta tirk de zarokek birîndar bû
12:01 Komeleya Jinan a Rosayê 5 sal in pirsgirêkên jinan çareser dike
11:37 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê Komkujiya Roboskê nedin jibîrkirin
11:36 15 kesên li Bakirkoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:15 Ji bo nasname, ehliyet û pasaportê zem hatin kirin
11:14 Binevserê teqawid Gur: Bombebarankirina deşt û çiyayan çareserî nîne
10:56 Ji bo nûçeyên têkildarî midûrê îstîsmarkar biryara astengkirinê hat dayîn