Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Divê wezaret rê nede bêhiqûqtiyê

  • rojane
  • 11:29 24 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Baroya Amedê ji bo biçe Îmraliyê cara sêyemîn serî li Wezareta Dadê dabû. Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr diyar kir ku bendewariya wan ew e ku wezareta dadê rê li ber asengkirina keyfî û derhiqûqî ya hevdîtina bi malbat û parêzeran bigire. 
 
Baroya Amedê ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, zêdetirî 32 meh in tu agahî jê nayên girtin û hevdîtinên wan ên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin, cara sêyemîn serî li Wezareta Dadê da. 
 
Baroya Amedê cara ewil di 28’ê mijdara 2021’ê de ji bo hevdîtinê serî li wezaretê da û cara duyemîn jî di 14’ê kanûna 2022’yan de serî li Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) da. Lê belê heta niha jî tu bersiv nehatine dayîn. Li ser vê yekê baroyê cara sêyemîn di 21’ê mijdara 2023’yan de serî li wezaretê da. 
 
Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr têkildarî armanca serlêdanên wan û aliyê hiqûqî yê tecrîda girankirî axivî. 
 
Ozdemîr, bi bîr xist ku tecrîda girankirî û rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê ev 3 sal in didome û ev tişt anî ziman: “Ji bo biçin Îmraliyê û di cih de tespîtan bikin, me du caran serî li Wezareta Dadê da lê nehatin bersivandin. Me bi heman mebestê cara sêyemîn serlêdan kir. Bi serlêdana dawî em hewl didin li dijî binpêkirinên giran ên mafên mirovan û bêhiqûqtiyên ji ber tecrîda girankirî û rewşa agahînegirtina mutleq derdikevin holê re bibin bersiv.” 
 
 ‘LI DIJÎ HIQÛQA NAVXWEYÎ Û NAVNETEWEYÎ YE’ 
 
Bi domdarî Ozdemîr anî ziman ku Qanûna Înfaza Tevdîrên Ceza û Ewlekariyê ya Hejmar 5275’ê mafên girtiyan ên têkildarî hevdîtinên bi malbat û parêzeran re û mafê telefonê vedibêje û wiha got: “Dema em li sepanên li Girtîgeha Girava Îmraliyê dinêrin, dibînin ku cezayên disiplînê yên keyfî û derhiqûqî tên dayîn. Parêzer têkildarî van cezayan serlêdana hiqûqî dikin lê biryar nayên teblîxkirin. Bi awayeke giştî yekser dest bi înfazê dikin. Bêyî ku mekanîzmayeke venêrînê hebe, yekser dest bi înfazkirina biryarê dikin. Rewşa agahînegirtina mutleq û tecrîd, li gorî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê binpekirineke giran a mafê mirovan e. Divê girtî bikarin mafên xwe yên bingehîn bi kar bînin. Peymanên navneteweyî yên Tirkiyeyê jî îmze kirine, Qeydên Girtîgehan ên Konseya Ewropayê, bi awayeke eşkere bêparhiştina girtiyan a ji mafên xwe yên bingehîn weke îşkence, miameleya li dijî mirovahiyê dinirxînin û bi tu awayî qebûl nakin.”
 
‘TU VENÊRÎNEKE HIQÛQÎ YA CEZAYÊN DISIPLÎNÊ NÎNE’ 
 
Di berdewamê de Ozdemîr daxuyand ku li girtîgehan dibe ku di hinek şertên diyar de cezayên disiplînê bên dayîn û ev nirxandin kir: “Ev dikarin veguherin cezayên disiplînê yên di mewzûatê de. Lê dive were eşkerekirin bê ka kîjan tevger û çalakiyê rê li ber vê cezayê vekiriye û divê dema li dijî wê îtîraz tê kirin jî dadgeha cezayên giran van îtîrazan qebûl bike. Lê em di sepana li Girtîgeha Îmraliyê de vê dibînin; Rêveberiya girtîgehê bi awayeke keyfî û bêyî ku tiştekî bibe sedema cezayê disiplînê hebe, lêpirsînên disiplînê dide destpêkirin û cezayan dide. Ev biryar jî ji pêvajoya venêrîna hiqûqî bêpar tên hiştin û ceza yekser dikevin meriyetê. Cezayên disiplînê yên ku divê ji bo demekî û dem bi dem bên dayîn, êdî veguherandina rewşeke domdar. Hêj yek xelas nebûyî yê din dest pê dike. Bi vê yekê re mafên hevdîtina bi malbat û parêzeran re û mafê telefonê tê astengkirin. Armanca ji vê jî agahînegirtina mutleq e. Lewma ev tecrîd veguheriye binpêkirineke giran a mafên mirovan.” 
 
‘TECRÎD, ENCAMA KONJONKTURA SIYASÎ YE’ 
 
Herî dawî jî Ozdemîr ev tişt anî ziman: “Em hewl didin li dijî vê rewşê, hiqûqê bixin nava liv û tevgerê. Tecrîda heyî, bi biryarên derhiqûqî tê domandin. Armanca serlêdana me jî ew e ku wezaret pêşî li ber van biryarên keyfî û derhiqûqî bigire. Hem ji hêla hiqûqa navxweyî hem jî ya navneteweyî ve tecrîd nayê qebûlkirin. Ev yek nîşanî me dide ku tecrîd, di esasê xwe de weke encamekî konjonktura siyasî derdikeve pêşiya me. Anku tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din, encama konjonktur û polîtîkayên ewlehiyê ne. Weke baroyê em dixwazin ku dxwazên birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din bên qebûlkirin, dawî li rewşa agahînegirtina mutleq bê anîn û tecrîd bi dawî bibe.” 
 
MA/ Mujdat Can
 

Sernavên din

28/11/2023
14:06 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî berdewam in
14:05 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Ocalan xeta me ya sor e
13:59 Buldan du pirs ji wezîr Yerlîkaya kir
12:53 Ji bo mehekê 46 milyon lîre li bûdçeya Şaredariya Pirsûsê zêde kirin
12:48 Bakirhan: Greva birçîbûnê bangawaziya mezinkirina têkoşînê ye
12:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:37 Li Îzmîrê bi ser Jin Art Huner û TUHAYDER'ê de hate girtin
11:33 Yuksekdag: Pêdivî bi tifaqeke berfirah a jinan heye
11:18 Kesên li Farqînê hatin binçavkirin hatin berdan
11:17 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
11:06 Tehliyeya Oktay careke din bi îdiaya ‘îxtîmalê’ hate astengkirin
10:37 Ji ber ku Eres ‘poşmantiyê’ qebûl nake nayê berdan
10:32 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di roja duyemîn de didome
10:25 Tahir Elçî hat bibîranîn: 80 sal jî derbas bibin em ê dev ji têkoşînê bernedin
10:23 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
10:22 Li Bedlisê bi ser gundan de hate girtin
10:20 Pekoz: Divê HEDEP li bajarên rojava şaredariyan bixwaze
09:15 Dadgeh dibêje 'Uldeş berdin' lê îdareya girtîgehê bernade
09:13 Me dîmenên qirkirina xwezaya li Akbelenê girtin: Qada sîtê tê qirkirin
09:09 Komeleya Lêkolînên Kurdî dê kongreya xwe li dar bixe
09:05 Perava Gola Wanê ji avahiyên qaçax xalî nabe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2023'YAN
27/11/2023
20:17 Nergîz a ku berdana wê salekê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
19:52 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidên veşarî hatin pûçkirin
17:58 Kilinç piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:41 TMMOB û TTB'ê serdana HEDEP'ê kirin
16:53 Ji bo polîsê tundî li parêzer Orhan kiribû cezayê hefsê hat xwestin
16:52 Li Edeneyê îdiaya îşkenceyê: Telîs li serê ciwanan kirin
16:23 Amespor: Divê TFF înîsiyatîfê li xwe bigire û em ê giliyê êrişkaran bikin
15:18 Wezareta Karên Hundir: Li 18 bajaran 98 kes hatin binçavkirin
14:46 Egîtîm Sen: Tevî qedexeyê jî rêveberên AKP’î civînên xwe li dibistanan dikin
14:22 Li Cizîrê zarokekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
14:14 Doza Kobanê: Bersûc nikare ji gumanê sûd bigire lê îdia pê xurt dibe!
14:13 ‘Heta tecrîd neyê têkbirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin’
13:54 Rojnamegerên bi îşkenceyê hatin binçavkirin serî li ÎHD’ê dan
13:19 Girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Heta ku gav tên avêtin dê çalakiya me bidome
12:57 Ji rojnameger Silêman Ehmed 34 roj in tu agahî nayên girtin
12:39 Şahîn ê HEDEP’î: Hevdîtinên ji bo serlêdanan dê heta 9’ê kanûnê bidomin
12:01 Li HEDEP’ê serlêdanên ji bo hilbijartinên herêmî dest pê kirin
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
11:38 Kujerên belavkarê rojnameyê Adnan Işik ev 30 sal in nehatine dîtin
11:23 Şirîda qeraxa Îskenderûnê di bin avê de ma
11:12 Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin
09:48 Li Enqereyê notirvanekî hevjîna xwe qetil kir
09:36 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:20 Iraq û başûrê Kurdistanê diçin hilbijartinê: Sindoq ne bi ewle ne
09:09 Eren: Ronîkirina kuştina Tahîr Elçî bi dilsarî tê kirin
09:05 Dayika ku 9 sal in nikare biçe hevdîtina keça xwe bertek nîşanî neberdana wê da
09:04 Seroka TTB’ê Fîncanci: Em bi tu deran ve naçin
09:02 Lîstikeke nû li şanoya kurdî zêde bû: Çinûr
09:01 Hevşaredara ku berdana wê hat taloqkirin: Lijne poşmanîtiyê ferz dike
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:56 Li Zap û Avaşînê 3 leşker mirin
26/11/2023
23:27 AFAD: Ji ber bahoz û barana zêde 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:17 Bozan: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe gelê me azad nabe
21:18 Jinên dengbêj li Îzmîrê derketin ser dikê
19:17 Li ser sînorê Dirbêsiyê pevçûnên dijwar
19:02 Şîna Bûlût bi girseyî hate ziyaretkirin
16:45 HEDEP li Ceyhanê bi gel re civiya
16:33 Baroya Rihayê atolyeya ‘Wekheviya zayendiya civakî’ li dar xist
16:30 Girtî ji bo ‘Azadiya Ocalan’ di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê dikin
16:09 Egîtîm Sen: Li ser mafê xwebirêxistinkirinê zext heye
15:53 Bayindir: Em ê deriyên Îmraliyê bişkînin, Ocalan azad bikin
15:42 Demîrtaş ji bo bîranîna Tahir Elçî stranek çêkir
15:39 MEBYA-DER: Em ê bi berxwedana xwe bersivê bidin êrişên ser goristanan
15:06 Berdevka HEDEP’ê: Li her derê gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike
14:49 ‘Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome’
13:58 Uysal: Navê partiyê çi dibe bila bibe dê ev têkoşîn bidome
13:40 Encamên Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê hatin eşkerekirin
12:49 Li Meksîkayê êrişa çekdarî: 9 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
12:12 Di serdema AKP’ê de 28 hezar komele û weqfên din hatin avakirin
11:04 Li Mecîdiyekoyê bûn yekdeng: Em çareya hev û du ne
10:44 Bi ser mirina Tahir Elçî re 8 sal derbas bûn: Ew gule li me tevan hate xistin
10:23 Kovara Jinê vê hefteyê bi mijara 25’ê Mijdarê derçû
09:50 33 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:34 Di êrişên Tirkiyeyê de 2 milyon û 150 hezar kes bê ceyran ma
09:05 Ji ber ku 'poşman' nebû nehat berdan
09:04 Serbijîşktiyê muayeneya bi kelemçekirî parast
09:02 Berdana girtî Akkaya careke din hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2023’YAN
08:58 Meteorolojiyê ji bo 67 bajaran hişyarî kir
25/11/2023
23:06 3 rojnamevan û 18 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:37 Ji Tevgera Şemiya Mor peyama 25’ê Mijdarê
19:16 Li Mecîdiyekoyê meşa 25'ê Mijdarê: Dê serîhildana me neqede
17:01 Di Roja Têkoşîna Têkoşîna Li Dijî Tundiyê de tundiya polîsan hate şermezarkirin
16:45 Li Amedê jin li dijî tundiyê li hev kom bûn
16:41 Jin li dijî tundiyê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li qadan e
16:35 Rêveberên komeleyan serdana HEDEP'ê kirin
16:17 DFG: Hevalên me demildest berdin!’
16:12 Rûniştina F: 43 jinên girtî yên nexweş têkoşîna jiyanê didin
15:31 Jinan ji Dêrsimê bang kirin: Gulistan Dokû li ku ye?
15:16 Aqûbeta jinên hatine windakirin û qetilkirin hate pirsîn
14:42 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên jin: Demildest berdin
14:40 Li Şirnexê 3 rojnamevan û gelek jin hatin binçavkirin
14:38 HEDEP’ê ji bo piştevaniyê serdana Dayikên Şemiyê kir
14:18 3 caran krîza dil derbas kir, di qawîşa yekkesî de tê ragirtin
13:39 Aqûbeta Erenê beriya 43 salan di bin çavan de hatiye windakirin pirsîn
13:07 Di nava 10 salan de herî kêm hezar û 349 jinên karker jiyana xwe ji dest dan
12:13 Ayla Akat a girtî ji bo 25’ê Mijdarê peyamek weşand: Gotina em bibêjin heye
11:45 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Ev sedsal dê bibe sedsala azadiya jinan