Çîçek: Peyama gelê kurd a bi Meşa Azadiyê zelal e

img
STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir kıu tevî hemû astengiyan jî “Meşa Azadiyê” hatiye lidarxistin û wiha got: “Gelê kurd jiyaneke bêyî Ocalan nafikire. Dixwaze di nava gelê xwe de be.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 32 meh in tu agahî jê nayên girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê di 18-19’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” hat lidarxistin. Tevî bajarên bakurê Kurdistanê, her wiha ji gelek bajarên herêmên Çukurova, Anatoliyaya Navîn, Ege û Marmarayê jî bi hezaran kes tev li meşê bûn. Tevî hemû astengkirinan û rewşa nebaş a hewayî jî meş hat lidarxistin. 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Cengîz Çîçek têkildarî peyamên “Meşa Azadiyê” û plansaziya rojên pêş axivî. 
 
GIRÎNGIYA MEŞÊ
 
Çîçek, da zanîn ku “Meşa Azadiyê” berdewamiya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” ye ku li 74 navendên cîhanê bi awayeke hemwext hatibû destpêkirin. Çîçek, got ku ev meş destpêka têkoşîna serdema nû ye. Çîçek, wiha domand: “Ev çalakî ji bo nîşan bide bê ka bingeha pirsgirêka kurd çi ye û ji bo bandora birêz Ocalan a li ser mirovan û cihê wî yê navneteweyî pir girîng bû. Ji ber ku ev demekî dirêj e em bi feraseteke dewletê ya ku hebûna birêz Ocalan, girîngiya wî ya di polîtîkayê de û cihê wî ya di nava gelê kurd de înkar dike re rû bi rû ne. Ev siyaseta ku qirkirina kurdan daye pêşiya xwe û hebûna kurdan înkar dike, birêz Ocalan xistiye navenda vê siyasetê. Me jî ji bo rakirina tecrîdê, qelskirina siyaseta qirker gaveke wiha da destpêkirin. Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, ji bo tunekirina vê siyaset û feraseta qirkirinê dê bibe destpêkeke baş.” 
 
‘DEWLET JI DESTKEFTIYÊN TÊKOŞÎNÊ DITIRSE’ 
 
Çîçek, destnîşan kir ku meşa wan tecrûbeya têkoşîna azadiyê ya kurd e lewma çalakiyeke polîtîk bû û ev tişt anî ziman: “Ev yek tirsekî mezin dixe dilê îktîdarê. Lewma hewl dan asteng bikin. Dewlet ji destkeftiyên têkoşîna gelê kurd ku birêz Ocalan 50 sal in pêşengtiya wê dike ditirse. Ji ber ku li wir forma kurdayetiya azad, Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk, gel û baweriyên azad û pêkvejiyana wan a demokratîk heye. Bi meşa Gemlîkê careke din zelal bû ku ev tevek bûne nirxên têkoşîna me ya azadiyê.” 
 
‘BÊYÎ BIRÛXÎNIN EM Ê YA NÛ AVA BIKIN’
 
Bi domdarî Çîçek diyar kir ku tevî zext û hewldanên astengkirinê yên dewletê jî gel ji bo lidarxistina meşê kedeke mezin da û wiha pê de çû: “Ev hewldan, xwedî wateyeke mezin e. Gelê kurd û dostên wan tevî ewqas zext û zilmê jî di meşa Gemlîkê de israr kir û vîna xwe raber kir. Vê yekê nîşanî me da bê ka ji me re mîrateyeke têkoşînê ya çiqas ma ye. Ev yek dê pêşiya me veke. Ya ku dê cisareta têkoşîna li dijî tecrîdê derxîne holê jî ev e. Dewlet û îktîdar baş di ferqa vê de ne. Anku em jî neçarin li dijî kesên hewl didin me birûxînin, hemleyeke rûxîner bikin. Heta ne rûxe tiştekî nû ava nabe.”
 
‘ARMANCA MEŞÊ HASIL BÛ’
 
Di berdewamê de Çîçek wiha got: “Armanca meşa me hasil bû. Dewletê du rojan hewl da li Kurdistan û Tirkiyeyê nehêle tu kes bilive. Her cureyên tevdîran girt û hewl da asteng bike. Pûçkirina astengiyên hêzên ewlekariyê, cisareta ji bo vê hatiye nîşandan, careke din nîşanî me da bê ka çalakiyên li ser hatiye fikirîn çawa didin qezenckirin. Anku li dijî teslîmiyeta ku dewlet di bin navê qanûnbûnê de li me ferz dike, şoreşger, welatparêz û gelên bindest bingeheke çalakiya fiîlî raber kirin. Lewma armanca meşê hasil bû. Meşa Gemlîkê careke din nîşanî me da ku heke em bi hezaran, bi sedhezaran, bi milyonan kesan bimeşin serdest bêçare dimînin. Tişta herî zêde jê ditirsin jî ev e. Lewma meş gihişt armanca xwe. Lê ji bo têkoşîna me bi temamî bi ser keve, divê em fermanên Meşa Gemlîkê dididin me pêk bînin. Her wiha vê meşê hinek îşaretên rê û rêbazên têkbirina tecrîdê jî nîşanî me da. Her wiha dê bibe yek ji çalakiyên serdema nû ya têkoşîna me. Heke em bikevin nava çalakiyên domdar, hem dê rejîma tecrîdê hilweşînin hem jî dê birêz Ocalan azad bibe.” 
 
‘GELÊ KURD JIYANEKE BÊYÎ OCALAN NAFIKIRE’ 
 
Çîçek, daxuyand ku gelê kurd ji roja destpêkê heta niha azadiya Abdullah Ocalan dixwaze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê hemû dînamîkên muxalîf jî vê rastiyê bibînin. Divê mirov baş ser girêdana kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê ya bi birêz Ocalan re bigihe. Ev 25 sal in peyama gelê kurd zelal e. Dibêje; ‘Em ê cîhaneke bêyî Ocalan bi serê we de hilweşînin.’ Cîhan û jiyaneke bêyî Ocalan nafikirin. Dixwazin wî di nav xwe de bibînin û hembêz bikin. Weke rêberê neteweyî dibînin. Heke gelek her roj li her çar aliyên cîhanê ji bo kesekî li kolanan be, li ber xwe bide û azadiya wî daxwaz bike, divê her kesê vê rastiyê bibîne û rêzê ji bo vê heqîqetê bigire.”
 
DÊ ENCAM ÇAWA BÊ BIDESTXISTIN?
 
Çîçek, axaftina xwe wiha qedand: “Çalakiyên li her çar aliyên cîhanê, vê heqîqetê nîşan didin. Dê têkoşîna were dayîn jî li ser vê bingehê be. Heke gelê kurd birêz Ocalan weke sedema jiyana xwe nîşan bide, wê demê dê xwedî lê derve û ji bo azadiya wî ya fîzîkî her cureyên têkoşînê bimeşîne. Di serdema nû de dê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dê armancên esasî bin. Ji bo pêkanîna van armancan jî dê gel bêhtir tev li çalakiyan bên kirin. Heke em bikarin vê bikin dê encamekî bi dest bixin. Dewlet di nava salên dawî de hewl dide tevgera kurd û gelê kurd tenê bi bajarên Kurdistanê re bisînor bike. Anku tecrîd bike. Lê divê em ji Stenbolê heta Marsîlya, New York û hwd. her deverê bikin navenda siyaseta kurd, hejmara dostên gelê kurd zêde bikin û tifaqan xurt bikin. Divê em rojeva wan a esasî jî bikin azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan. Heke em bikarin vê bikin, dê bi ser kevin. Têkoşîna azadiyê ya gelan dê tecrîda li ser birêz Ocalan têk bibe û dewlet neçar bimîne ku biçe cem birêz Ocalan. Yên ku tecrîdê ferz dikin jî baş dizanin ku ew rêberê gelekî ye. Dema ew gel rabû ser pêyan dê neçar bimînin serî lê bidin. Ji bo siyaseteke zelal, divê em dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin. Ji bo Kurdistana azad, kurdê azad û Tirkiyeya demokrtîk, em ê polîtîkaya hundir ji vir bidin destpêkirin.”
 
MA / Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

28/11/2023
14:06 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî berdewam in
14:05 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Ocalan xeta me ya sor e
13:59 Buldan du pirs ji wezîr Yerlîkaya kir
12:53 Ji bo mehekê 46 milyon lîre li bûdçeya Şaredariya Pirsûsê zêde kirin
12:48 Bakirhan: Greva birçîbûnê bangawaziya mezinkirina têkoşînê ye
12:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:37 Li Îzmîrê bi ser Jin Art Huner û TUHAYDER'ê de hate girtin
11:33 Yuksekdag: Pêdivî bi tifaqeke berfirah a jinan heye
11:18 Kesên li Farqînê hatin binçavkirin hatin berdan
11:17 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
11:06 Tehliyeya Oktay careke din bi îdiaya ‘îxtîmalê’ hate astengkirin
10:37 Ji ber ku Eres ‘poşmantiyê’ qebûl nake nayê berdan
10:32 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ di roja duyemîn de didome
10:25 Tahir Elçî hat bibîranîn: 80 sal jî derbas bibin em ê dev ji têkoşînê bernedin
10:23 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
10:22 Li Bedlisê bi ser gundan de hate girtin
10:20 Pekoz: Divê HEDEP li bajarên rojava şaredariyan bixwaze
09:15 Dadgeh dibêje 'Uldeş berdin' lê îdareya girtîgehê bernade
09:13 Me dîmenên qirkirina xwezaya li Akbelenê girtin: Qada sîtê tê qirkirin
09:09 Komeleya Lêkolînên Kurdî dê kongreya xwe li dar bixe
09:05 Perava Gola Wanê ji avahiyên qaçax xalî nabe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2023'YAN
27/11/2023
20:17 Nergîz a ku berdana wê salekê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
19:52 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidên veşarî hatin pûçkirin
17:58 Kilinç piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:41 TMMOB û TTB'ê serdana HEDEP'ê kirin
16:53 Ji bo polîsê tundî li parêzer Orhan kiribû cezayê hefsê hat xwestin
16:52 Li Edeneyê îdiaya îşkenceyê: Telîs li serê ciwanan kirin
16:23 Amespor: Divê TFF înîsiyatîfê li xwe bigire û em ê giliyê êrişkaran bikin
15:18 Wezareta Karên Hundir: Li 18 bajaran 98 kes hatin binçavkirin
14:46 Egîtîm Sen: Tevî qedexeyê jî rêveberên AKP’î civînên xwe li dibistanan dikin
14:22 Li Cizîrê zarokekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
14:14 Doza Kobanê: Bersûc nikare ji gumanê sûd bigire lê îdia pê xurt dibe!
14:13 ‘Heta tecrîd neyê têkbirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin’
13:54 Rojnamegerên bi îşkenceyê hatin binçavkirin serî li ÎHD’ê dan
13:19 Girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Heta ku gav tên avêtin dê çalakiya me bidome
12:57 Ji rojnameger Silêman Ehmed 34 roj in tu agahî nayên girtin
12:39 Şahîn ê HEDEP’î: Hevdîtinên ji bo serlêdanan dê heta 9’ê kanûnê bidomin
12:01 Li HEDEP’ê serlêdanên ji bo hilbijartinên herêmî dest pê kirin
11:43 Girtiyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
11:38 Kujerên belavkarê rojnameyê Adnan Işik ev 30 sal in nehatine dîtin
11:23 Şirîda qeraxa Îskenderûnê di bin avê de ma
11:12 Di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin
09:48 Li Enqereyê notirvanekî hevjîna xwe qetil kir
09:36 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
09:20 Iraq û başûrê Kurdistanê diçin hilbijartinê: Sindoq ne bi ewle ne
09:09 Eren: Ronîkirina kuştina Tahîr Elçî bi dilsarî tê kirin
09:05 Dayika ku 9 sal in nikare biçe hevdîtina keça xwe bertek nîşanî neberdana wê da
09:04 Seroka TTB’ê Fîncanci: Em bi tu deran ve naçin
09:02 Lîstikeke nû li şanoya kurdî zêde bû: Çinûr
09:01 Hevşaredara ku berdana wê hat taloqkirin: Lijne poşmanîtiyê ferz dike
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:56 Li Zap û Avaşînê 3 leşker mirin
26/11/2023
23:27 AFAD: Ji ber bahoz û barana zêde 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:17 Bozan: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe gelê me azad nabe
21:18 Jinên dengbêj li Îzmîrê derketin ser dikê
19:17 Li ser sînorê Dirbêsiyê pevçûnên dijwar
19:02 Şîna Bûlût bi girseyî hate ziyaretkirin
16:45 HEDEP li Ceyhanê bi gel re civiya
16:33 Baroya Rihayê atolyeya ‘Wekheviya zayendiya civakî’ li dar xist
16:30 Girtî ji bo ‘Azadiya Ocalan’ di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê dikin
16:09 Egîtîm Sen: Li ser mafê xwebirêxistinkirinê zext heye
15:53 Bayindir: Em ê deriyên Îmraliyê bişkînin, Ocalan azad bikin
15:42 Demîrtaş ji bo bîranîna Tahir Elçî stranek çêkir
15:39 MEBYA-DER: Em ê bi berxwedana xwe bersivê bidin êrişên ser goristanan
15:06 Berdevka HEDEP’ê: Li her derê gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike
14:49 ‘Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome’
13:58 Uysal: Navê partiyê çi dibe bila bibe dê ev têkoşîn bidome
13:40 Encamên Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê hatin eşkerekirin
12:49 Li Meksîkayê êrişa çekdarî: 9 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
12:12 Di serdema AKP’ê de 28 hezar komele û weqfên din hatin avakirin
11:04 Li Mecîdiyekoyê bûn yekdeng: Em çareya hev û du ne
10:44 Bi ser mirina Tahir Elçî re 8 sal derbas bûn: Ew gule li me tevan hate xistin
10:23 Kovara Jinê vê hefteyê bi mijara 25’ê Mijdarê derçû
09:50 33 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:34 Di êrişên Tirkiyeyê de 2 milyon û 150 hezar kes bê ceyran ma
09:05 Ji ber ku 'poşman' nebû nehat berdan
09:04 Serbijîşktiyê muayeneya bi kelemçekirî parast
09:02 Berdana girtî Akkaya careke din hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2023’YAN
08:58 Meteorolojiyê ji bo 67 bajaran hişyarî kir
25/11/2023
23:06 3 rojnamevan û 18 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:37 Ji Tevgera Şemiya Mor peyama 25’ê Mijdarê
19:16 Li Mecîdiyekoyê meşa 25'ê Mijdarê: Dê serîhildana me neqede
17:01 Di Roja Têkoşîna Têkoşîna Li Dijî Tundiyê de tundiya polîsan hate şermezarkirin
16:45 Li Amedê jin li dijî tundiyê li hev kom bûn
16:41 Jin li dijî tundiyê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li qadan e
16:35 Rêveberên komeleyan serdana HEDEP'ê kirin
16:17 DFG: Hevalên me demildest berdin!’
16:12 Rûniştina F: 43 jinên girtî yên nexweş têkoşîna jiyanê didin
15:31 Jinan ji Dêrsimê bang kirin: Gulistan Dokû li ku ye?
15:16 Aqûbeta jinên hatine windakirin û qetilkirin hate pirsîn
14:42 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên jin: Demildest berdin
14:40 Li Şirnexê 3 rojnamevan û gelek jin hatin binçavkirin
14:38 HEDEP’ê ji bo piştevaniyê serdana Dayikên Şemiyê kir
14:18 3 caran krîza dil derbas kir, di qawîşa yekkesî de tê ragirtin
13:39 Aqûbeta Erenê beriya 43 salan di bin çavan de hatiye windakirin pirsîn
13:07 Di nava 10 salan de herî kêm hezar û 349 jinên karker jiyana xwe ji dest dan
12:13 Ayla Akat a girtî ji bo 25’ê Mijdarê peyamek weşand: Gotina em bibêjin heye
11:45 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Ev sedsal dê bibe sedsala azadiya jinan