Dayika Ûgûr Kaymaz: Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me?

  • rojane
  • 09:12 19 Mijdar 2023
  • |

MÊRDÎN - Di 19'emîn salvegera qetilkirina Ûgûr Kaymaz de, careke din êrişî gora wî hat kirin. Dayik Makbûle Kaymaz bertek nîşanî vê da û got: "Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me?" Parêzer Erdal Kûzû jî têkildarî êrişê got ku bêdengiya dozgeran helwesta bîrdozî ya dewletê derdixîne holê. 

 
Di 21'ê mijdara 2004'an de li Qoser a Mêrdînê Ûgûr Kaymaz ê 12 salî tevî bavê xwe Ahmet Kaymaz hat qetilkirin. Di rapora otopsiyê de hat diyarkirin ku Ûgûr Kaymaz bi 13 guleyan û bavê wî Ahmet Kaymaz jî bi 8 guleyan hatiye kuştin. Gava Kaymaz hat kuştin çekeke ji bedena wî mezintir danîbûn ber wî û Walîtiya Mêrdînê ya wê demê jî gotibû: "2 terorîstên gava amadekariya çalakiyekê dikirin hatin kuştin." Lê paşê gava yên hatine kuştin eşkere bûn, rayedaran xwe li bêdengiyê danî. 
 
Çend rojek ji bo sala 19'emîn a qetilkirina bav û kur mabûn ku hin kesên nenas gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî li ser hev du xera kirin. 
 
DAYIK KAYMAZ: ROJA EW KUŞTIN LI BER ÇAVÊ MIN E
 
Dayika Ûgûr Kaymaz, Makbûle Kaymaz anî ziman ku 19 sal derbas bûne lê hê jî kuştina kurê wê û hevjînê wê wekî roja ewil li ber çavên wê ne û got: "Ketina wan ji ber çavê min naçe. Ez ji bîr nakim. Çi bikim jî ji ber çavê min naçe, ji dilê min dernakeve. Kurê min hê 12 salî bû. 13 gule. Ne yek ne du, 13 gule berdan canê wî. Zarokekî 12 salî bi 13 guleyan li ber mala wî kuştin. Ma zarokeke 12 salî û terorîst be? Gotin terorîst e û ew li ber derî kuştin. Înşele neyê serê tu kesî. Belasebeb ew kuştin." 
 
Kaymaz, destnîşan kir ku piştî 19 salan vê carê jî êrişî gora kurê wê û hevjînê wê hatiye kirin û got ku ev cara sêyan e ku gora kurê wê û hevjînê wê tê xerakirin. Dayik Kaymaz bilêv kir ku par dîsa êrişî goran hatiye kirin û kevirên gorê hemû bi çakûçan hatiye şikandin. Dayik Kaymazê wiha domand: "Wê gavê em fikirîn ku zarok wiha kiribin. Lewma me nexwest bibe rojev. Me car din gora wan çêkir. Me got tişt nabe. Lê îsal gava ez çûm ser gora wan, min dî kevirên gorên wan şikandine. Ne carek ne du car. Sê caran êrişî gorên wan kirine. Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me? Doza çi li gorên me dikin. Em qebûl nakin. 19 sal derbas bûn. Ji nû ve birîne me kûr dikin. Lê heya sax bim ez ê vê birînê jibîr nekim." 
 
Dayik Kaymaz, destnîşan kir ku berê jî kincên xwînî yên Ûgûr Kaymaz û bavê wî ji wan re hatine şandin û got: "Çima birîna me kûr dikin. Jixwe kujerên wan li derve ne. Kesî tiştek nekir. Lê em dest ji doza xwe bernadin. Qethiyen em qebûl nakin." 
 
PARÊZER KÛZÛ: HELWESTA DEWLETÊ
 
Parêzerê malbata Kaymaz Erdal Kûzû anî ziman ku doza Ûgûr Kaymaz mînaka herî girîng a polîtîkaya bêcezatiyê ya li Tirkiyeyê ye. 
 
Kûzû destnîşan kir ku ew helwesta bîrdozî ya dewletê di dosyeyên doza girtina siyasetmedarên kurd, kuştina sivîlan, dozên JÎTEM'ê yên têkildarî cînayetên salên 1990'î û dozên kiryarên zarokên biçûk de dibînin û wiha pê de çû: "Di 19 salan de tuşt neguherî. Berevajî wê, awayên darizandinê yên neadil girantir bûn û kiryar bêtir hatin parastin. Îro em bi vê re rû bi rû ne. Têkoşîna hiqûqî ya tê kirin jî ji bo teşhîrkirina vê pergalê ye." 
 
‘LÊKOLÎNKIRINA ÊRIŞÊ PEYWIRA DOZGERAN E'
 
Kûzû êrişên li ser gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî jî nirxandin û wiha got: "Tespîtkirina kiryaran di serî de peywira dozgeran e. Bi lêpirsîneke çalak eşkerekirina vê bêrêzîtiyê û cezakirina wan peywira dozgeran e. Lê me heya niha nedîtiye ku dozger ji bo tiştên bi vî rengî tiştek kiribin. Tew car heye bi feramana dozgeran ev tişt hatin kirin. Ev jî helwesta bîrdozî ya dewletê derdixe holê. Ez wiha difikirim ku dewlet bi awayekî pir zelal nêrîna xwe eşkere kiriye. Feraseta bîrdozî ya di dema avakirina dewletê de, di şexsê Ûgûr Kaymaz de yan jî di êrişa li ser gora wî de tê dîtin. Tespîtkirina êrişkaran peywira dozgeran e. Ev di qanûnê de j wiha ye." 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

22/11/2023
14:57 Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev
14:13 DBP’e encamnameya civînên xwe eşkere kir
13:45 Li Stenbolê du jin hatin qetilkirin
13:31 Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir
12:59 Rewşa tenduristiyê ya Tanhan giran e
12:44 Tuzun: Tevî hişyariyên di rapora AFAD’ê de jî tu tevdîr nehatin girtin
12:08 Babayîgît ê malbata wî ji jiyana wî bi fikar bû bi parêzerê xwe re hevdîtin kir
12:01 Bakirhan: Stratejiya me ya hilbijartina herêmî dê gel bin
11:48 Dewleta tirk zozanên Sîdekanê bombebaran kir
11:11 Tevî lihevkirina agirbestê jî Îsraîl û Hamasê gef li hev xwarin
11:09 Wezaretê ji bo birîna daran a li Zozanên Şênê parastina ‘rehabîlîtasyonê’ kir
10:43 Li Amedê bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçavkirin
10:22 Îsraîlê peymana dîlgirtiyan a bi Hamasê re qebûl kir
10:21 Şêniyên taxa ber bi ava lehiyê ket li benda piştevaniyê ne
09:45 Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir
09:39 Ji rojnameger Ehmed 29 roj in agahî nayên girtin
09:27 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê perwerdehiya pir zimanî
09:20 Efxanistan bi qedexeyan veguherî dojehê
09:17 Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere
09:15 Li Xarpêtê berdana 6 girtiyan hat astengkirin
09:12 Qeyûm rê xera kirin, dikandar bi destên xwe wan çêdikin
09:10 Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e
09:05 Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin
09:02 Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2023'YAN
21/11/2023
21:43 Li Silopiyayê stand-up a bi kurdî
20:23 Banga ji bo 25’ê Mijdarê
20:21 Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn
17:44 Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê ne: Em ê gelê xwe muhtacî qeyûm nekin
16:25 Parlamenterên HEDEP’î li Meclisê Adan ê MHP’î protesto kirin
16:22 Malbat ji ber jiyana Babayîgît ku dozger got ‘di girtîgehê de ye’ bifikar e
16:21 CFWIJ: Di êrişa Îsraîlê de 2 rojnamevan hatin kuştin
15:58 Di doza li ser îfadeya şahid hatibû vekirin de biryara yekkirina dosyayê hat dayîn
15:43 Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
15:21 Di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de tecrîd hat protestokirin
15:15 Li Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê hate lidarxistin
15:08 Di hevdîtinên bûçeya Wezareta Dadê de rojev tecrîda li Îmraliyê bû
15:06 Qenala avê ya bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina 4 kesan vekir
14:42 Adibellî: Ez bi mudaxileya polîsan hatim girtin
12:45 Hatîmogûllari: Em ê hesabê ji zîhniyet qeyûm bipirsin û wezareta jinan ava bikin
12:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:17 Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
11:56 Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên herêma Serhedê hatin girtin
11:47 Bakirhan ji bo 50+1’ê bersiv da Erdogan: Pergala ku civak ne di nav de neçarî tunebûnê ye
11:39 DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn
11:24 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:09 ‘Dê berdewama Meşa Azadiyê were’
11:07 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:42 Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin
10:17 Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin
10:12 Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
09:57 28 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
09:28 Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye
09:19 Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike
09:18 Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin
09:16 Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin
09:14 Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin
09:11 Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin
09:07 Elkê amadekariyên zivistanê kiriye
09:04 Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin
09:01 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN
20/11/2023
22:56 Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin
22:52 Êrişî Minbicê hat kirin
19:43 Li Rihayê di 10 mehan de 545 zarok bi êrişa zayendî re rû bi rû man
18:51 4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:21 Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin
17:02 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin
16:28 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin: Divê mekanîzmaya venêrtinê ava bikin
16:10 Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe
15:24 Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:04 Zarokê 5 salî yê ber bi lêhiyê ketibû, mirî hate dîtin
10:46 Meteorolojiyê 18 bajar bi qodên zer û porteqalî hişyar kir
10:46 3 xwişk û bira ber ava lehiyê ketin
10:11 Li gelek bajaran dibistan ketin betlaneyê
10:04 Li Çewlîgê 2 otobus wergeriyan: 22 kes birîndar bûn
09:55 Barana zêde bû lêhî: Li Mêrdînê av kete malan
09:48 Girtiyê nexweş ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
09:34 Li Amed û Êlihê baraneke zêde barî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:14 Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin
09:13 Ohne ya ji Ingilîstanê: Heya ku hemû jin azad nebin, dê tu jin azad nebe
09:11 Doz li zarokekî hat vekirin
09:09 Rastiya Tirkiyeyê: Tu hêviya min ji dewletê nîne
09:08 Tê xwestin rojnamevanê ku cezayê wî yê darvekirinê heye bişînin Îranê
09:06 Rojmameya Xwebûn bi manşeta “Jin pêşengê Jiyanê ne” derket
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'YAN
19/11/2023
23:53 Li Stenbolê welatiyên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:17 Der barê kujer Ogun Samast de îdianameyek nû hat amadekirin