‘Teqawid ji bo ku nemirin li ber xwe didin!’

img
WAN - Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Tîmûr Sayyîgit destnîşan kir ku mûçeya wan a teqawidiyê tenê çend rojan di berîkên wan de dimîne û wiha got: “Teqawid, ji bo ku nemirin li ber xwe didin.”
 
Krîza giran a aboriyê, enflasyona zêde û zemên ku her roj tên kirin li Tirkiyeyê jiyanê her roj zehmettir dike. Krîza aborî bandoreke giran li ser her kesî dike û taybet jî li ser teqawidan. Serokê Şaxa Sendîkaya Teqawidan (Emeklî Sen) a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK) Tîmûr Sayyîgît anî ziman ku krîza ji ber lêçûnên leşkeriyê derdikeve, herî zêde bandorê li teqawidan dike. 
 
‘EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’
 
Sayyîgît, destnîşan kir ku ew nikarin debara xwe bikin û wiha got: “Hin teqawid hene ku ji bo vî welatî 40 salan xebitî ne. Me digot em hinekî bêhna xwe vedin lê vê desthilatê nehişt. Desthilat, teqawidan wekî welatî nabîne. 7 hezar û 500 lîreyan ji bo me têr dibînin. Teqawid, bi vî pereyî dê çawa debara xwe bikin? Teqawidên li malbata xwe dinêrin û zarokên xwe didin xwendin, ne xwedî mal in ne jî erebe. Kesên teqawid ên kirêya wan nebe, ji bo ku nemirin li ber xwe didin. Kirêya xaniyên bi sobe bûne 5 hezar lire. Niha ev teqawid dê çawa debara xwe bikin?"
 
LÊÇÛNÊN QESRÊ 
 
Sayyîgît, da zanîn ku mûçeyên teqawidan tenê çend rojan di berîkên wan de dimînin û wiha axivî: "Em mûçeyan di 17’ê mehê de distînin û dema dibe 25’ê mehê, di berîkên me de pere namînin. Em nikarin bi heval û malbata xwe re derbikevin derve. Em teqawid tiştekî zêde naxwazin, edaletê dixwazin. Ev desthilat heman mûçeyê dide teqawidên hinek dixebitin û zêde dixebitin. Em dixwazin ev bêedaletî ji holê rabe.” Sayyîgît, diyar kir ku lêçûnên rojekê yên qesrê 15 mîlyon TL ye û bilêv kir ku ger ev lêçûn werin kêmkirin dê mûçeyên teqawidan jî zêdetir bibin."  
 
‘TEQAWIDÎ JI BO KU NEMIRIN LI BER XWE DIDIN'
 
Sayyîgît, da zanîn ku teqawidî ji bo ku nemirin li ber xwe didin û ev tişt anî ziman: "Sînorê xizantiyê derketiyê 45 hezar lîreyan û yê birçîbûnê jî derketiye 13 hezar lîreyan. Teqawid, li dijî mirinê li ber xwe didin. Xwediyê qesrê û karmendê wî yê fermanê Mehmet Şîmşek dibêje em teqawidên xwe teslîmî enflasyonê nakin. Ma teqawid mane? Şerm nake û ji bo me derewan dike.  Li gorî şîrketên serbixwe, enflasyon ji sedî 120 e, li gorî wan jî ji sedî 68. Divê mûçeya me 15 hezar lire bûya. 15 milyonan rojekê didin qesrê nabe bar, dema mûçeyên me baş dikin dê bibe bar? ”
 
‘ŞER HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI TEQAWIDAN DIKE’
 
Sayyîgît, axaftina xwe wiha qedand: "Berê me bi 200 lîreyan 3 kîlo goşt dikirî. Niha em nikarin 300 graman bikirin. Ji bo tişta herî erzan, neçar im ku dikan dikan bigerim. Sedema van pirsgirêkan lêçûnên leşkerî ne. Serokkomar dibêje ‘ma hûn dizanin bê ka bihayê fîşekekê çiqas e?’ Lêçûnên fîşekê herî zêde bandorê li me dike. Pereyê me ji bo prîmên xwe razandine, dê sibê ji bo lêçûnên şer veqetînin. Dîsa dê pişta me teqawidan bişikînin."

Sernavên din

16/11/2023
16:11 Sayyîgît: Israra di polîtîkaya tecrîdê de îktîdarê dixitimîne
15:48 DBP'ê û HEDEP'ê du malbat li hev anîn
15:31 Hatîmogûllari: Em ji malbata Hrant Dînk lêborînê dixwazin
15:18 Hejmara duyemîn a ‘Bultena Tecrîdê’ hate weşandin
15:13 Kapan ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi tilîliyan hate pêşwazîkirin
14:19 Ji wezîrê parastinê pirsî: Li ku derê, çiqas çekên kîmyewî hatine bikaranîn?
14:12 Ji bo Meşa Gemlîkê li Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
14:05 Ji bo navên darbekaran ji qadên cemaweriyê bên rakirin pêşniyarqanûn da meclisê
13:50 Doza Kobanê: Ma ji ber twîtekê muebbed tê dayîn?
13:14 Parlamenterê Partiya Îyî'yê yê Enqereyê Beker ji partiya xwe îstîfa kir
13:09 HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:41 Hevalên Hrant: Ên kujeran diparêzin hevkarên cînayetê ne!
11:40 Faîlê ku Fîdda Ûzûn qetil kir hate girtin
11:34 Bakirhan: Divê em li dijî hêzên paramîlîter yên pergalê têbikoşin
11:34 Wekîlên HEDEP’î di hevdîtinên bûdçeyê de Guler protesto kirin
11:13 Ji Stenbolê bo Meşa Azadiyê bang: Em ber bi azadiyê ve gav diavêjin
10:44 Estûkyan: Faşîstekî me yê ku bikare di MHP’ê de navdar bibe çêbû
09:34 Hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran re ji bo 6 mehên din hate qedexekirin
09:19 Ji bo Meşa Azadiyê bang li gelên Tirkiyeyê kirin
09:17 Parêzerê Dayikên Aştiyê Erdal Safali jiyana xwe ji dest da
09:16 Danîşina doza kujerê ku Leyla Karaaslan û 3 keçên wê qetil kir sibê ye
09:14 Li Şirnexê 8 sal in avahiyên welatiyan radestî wan nekirine
09:13 Li Çiyayê Cûdiyê bi dînamîtan qirkirina ekolojiyê
09:11 Hevserokê TÛAY-DER'ê: Meşa Azadiyê dê rê li ber aştiyê veke
09:09 Qeyûm bi milyon û 385 hezar TL'yan ala stendin
09:08 Li Îranê rojnamevanî: Nûçe derew be tu azad î, rast be tu girtî yî!
09:04 Abdullah Ocalan: Ez di oxira wê de bimirim jî ez ê nêrînên xwe bêjim
09:01 Qeyûmê Geverê şaredarî milyarek û 280 milyon TL di bin deyn de hiştiye
09:00 Malbata Ocalan ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Me pir bêriya wî kiriye
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2023'YAN
15/11/2023
23:44 Li navçeyên Stenbolê ji bo Meşa Gemlîkê civînên gel
22:21 'Wê hesap neyê dayîn" li Silopiyayê hat lîstin
22:12 Kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast hat berdan
21:15 Kapan piştî 30 sal û 7 mehan ji girtîgehê derket
20:32 Bakirhan li Amedê ye: Divê hemû sazî di warê tecrîdê de hesas bin
19:29 Kurdistanî ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber avahiya NY’ê li hev civiyan
18:41 Komeleya Wêjekarên Kurd: Em ê berxwedana nivîskarên di zindanan de berbiçav bikin
16:47 Li Cizîrê civîna gel: Dem dema azadkirina Ocalan e
16:27 Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn: We serî netewand, me jî netewand
15:56 Li Pirsûsê salvegera tayînkirina qeyûm hat protestokirin
15:56 Xwişk û birayên polîsan gef lê xwaribûn hatin berdan
15:47 Rojnameger Candemîr ji doza ‘agahiyên nerast parve dike’ beraet kir
15:41 Civînên ji bo ‘Meşa Azadiyê’: Rêya têkbirina tecrîdê berxwedan e
15:16 Li dijî baregeha Eyn Esedê bi droneyan êriş hate kirin
14:41 Ji kedkaran daxwaza ‘bûdçeya gel’
14:15 Bakirhan gazî AKP’ê kir: Hûn nikarin bi hişê Bahçelî pirsgirêka kurd çareser bikin
13:53 Li Rihayê jina ducanî hat qetilkirin
13:28 Ji nivîskarên girtî re kart û name hatin şandin: Rojên azad nêzîk in
13:16 Bakirhan li Misircê bi girseyî hat pêşwazîkirin: Divê her kes ji bo yekitiya neteweyî bixebite
12:57 Rêveberê rêxistina sûc Çakici gef li Gergerlîoglû xwar
12:38 Wezîr Tunç têkildarî serlêdanên şexsî daxuyanî da
11:58 Meclisa Jinan a HEDEP’ê dê starta 25'ê Mijdarê li ber Girtîgeha Sîncanê bide
11:44 Lîreyê tirk dihele: Euro bû 31.19 TL
10:37 Banga bo Meşa Azadiyê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
10:28 Nivîskarên girtî vegotin: Nivîsandin, înada di têkoşînê de ye
10:26 Li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T’yê mirina bi guman
09:21 Careke din Gemlîk careke din daxwaza ji bo azadiyê
09:14 Edîtorê Rojnewsê: Hemû kesên bi pênûseke azad dinivîsin di hedefa PDK’ê de ne
09:11 Qeyûmên Cizîrê 40 mal û milkên şaredariyê firotin
09:08 Parêzer Şen: AYM jî û Dadgeha Bilind jî şirîkên bêhiqûqîtiya li Îmraliyê ne
09:06 Li Îranê darvekirin zêde dibin
09:04 Li Girtîgeha Tîpa S’yê ya Manavgatê silavdayîna girtiyan hatiye qedexekirin!
09:01 ‘Divê Abdullah Ocalan bi awayeke fizîkî tev li pêvajoyê bibe’
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2023'YAN
14/11/2023
22:01 Doza Kobanê: Dozger îfadeya şahidê veşarî dirêj kiriye
21:49 Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna bihevre rêbaz tune ye
21:19 Şahidê veşarî yê doza HDK'ê: Ez kesî nas nakim
19:04 Di 24 saliya xwe de hat girtin, di 54 saliya xwe de ji girtîgehê derket
16:29 Danişîna doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:17 Xwendekaran li dijî zexta ‘sîxûrtiyê’ serî li ÎHD’ê dan
15:16 Ji bo dîmenên têkildarî mirina pitik Tevrîz vê carê jî gotin ‘kamera xerabe’ ye
15:07 Êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hat kirin
14:55 Doza Kobanê: Xencera suîqestker di bin cubeyê dadger de hatiye veşartin
14:52 Doza 'Sê jinên azad' hat taloqkirin
14:20 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Rêya me rêya azadiyê ye
14:15 Dê ji bo nivîskarên di zindanan de hin çalakî bên lidarxistin
13:20 Doza Aktar bi sedema ‘şandeya demkî’ hat taloqkirin
13:07 Bakirhan bang li Meclisê kir: Em ji bo destûreke bingehîn a demokratîk amade ne
12:25 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:04 Îranê cezayê darvekirinê da du çalakgerên serhildana 'Jin jiyan azadî'
11:43 Di doza ‘mala biewle’ de biryara beraetê
11:42 Li Îranê 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin: Aqûbeta wan nayê zanîn
11:38 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê di roja 2’yemîn de ye
11:29 Di hevdîtinên bûdçeya MEB’ê de protestoya zimanê dayikê
11:20 Ji 3 zarokên di şewatê de birîndar bûn yekî jê jiyana xwe ji dest da
11:10 Di êrişa li Sinunê de 2 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan
09:42 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin
09:38 86 sal in cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin
09:31 Ji rojnameger Ehmed 21 roj in agahî nayên girtin
09:12 'Heke li dijî tecrîdê bertekên xurt hebûna dê nekariyan bêhiqûqtiyê bikin'
09:09 Dadgehê sedema biryara beraetê eşkere kir: Divê delîl xwe bisipêrin îspatan
09:08 Hejmara zarokên di êrişên ser Filistînê de hatin qetilkirin derket 4 hezar 630'an
09:01 Germiyanî: PDK'ê 158 gund vala kirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:36 Li Şengalê wesayîtek hat bombebarankirin: 3 kes birîndar bûn
13/11/2023
21:35 Doza Kobanê: Ji ber ku HDP'ê hevsengî guherand hedef hat girtin
17:24 375 êzidiyên din jî vegeriyan Şengalê
17:18 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 25'ê Mijdarê hat eşkerekirin
16:56 Nûçegihana NûJINHA'yê li Xezeyê birîndar bû