Eren: Ji ber ku guh nedan kurdan, li dijî darazê hewldana darbeyê heye

  • rojane
  • 12:30 10 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - TBB’ê têkildarî biryara Dadgeha Bilind serokên baroyan vexwend civîna awarte. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ê ku ji bo civînê hat vexwendin diyar kir ku bi salane kurd ji sepanên darazê merzdar in û ji ber ku li dijî bêhiqûiya li kurdan hat kirin tu îtîrazek nehat kirin, rewş hatiye vê astê. 
 
Daîreya Cezayê ya 3’yemîn a Dadgeha Bilind biryar da ku biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya der barê mebûsê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ê girtî Can Atalay de bicih neyê. Bertekên li dijî 3’yemîn Daîreya Dadgeha Bilind a ku Dadgeha Destûra Bingehîn bi “çalakiya edlî” sûcdar dike û der barê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn de jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind da û giliyê wan kir. Piştî biryarê û gilîkirinê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) bang li hemû serokên baroyan kir ku li Enqereyê civîneke awarte pêk bînin. Serokên TBB û baroyan piştî nirxandina rewşê wê îro saet di 15.00 de li ber Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyaniya çapemeniyê bidin. 
 
‘JI PRATÎKA DARAZÊ HERÎ ZÊDE KURD MEREZDAR IN’ 
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku ji bo civînê çû Enqereyê biryara Dadgeha Bilind wek “hewldana darbeye” nirxand û wiha axivî: “Bi salane gelê kurd ji ber sepan û pratîkên daraza li Tirkiyeyê merezdar e. Yanî ji darazê êşê dikişîne. Em yanî vî aliyê Firatê her tim anî rojevî ku bi biryarên darazê biryarên serbixwe û bêteref nayên dayîn û em vê hê jî tînin rojevê. Em sedemê vê jî bi helwesta deshtilatdariyê ya li dijî meseleya kurd ve girê didin. Desthilatdariyê meseleya kurd kiriye meseleyek ‘ewlehiyê’. Ya rast tenê dixwaze pirsgirêkê bi polîtîkayên ewlehiyê çareser bike. Di van serdemên wiha de daraz jî li dijî kesên ku xebatan li ser kurdan û meseleya kurd dikirin û dikin, li dijî wan hemûyan helwestên cuda nîşan da û dide. Bila were bîra her kesî, di pêvajoya çareseriyê de ji ber ku li ser meseleya kurd zemînek çareseriya demokratîk û aştiyane hatibû amadekirin, me hemûyan şahidî kir ku daraz ji çiqas nerm tevdigeriya û helwestek nerm dida nîşandan. Her tim bi rê û biryarên darazê dixwestin pirsgirêka kurd teşe bikin. Bi destê Dadgeha Bilind çawa naverok û tabloya darazê diguherînin û vala dikin bi vê biryara dawî re nîşaneya rêzber e. Ji ber ku li dijî neheqî û bêhiqûqiyên dihatin kirin, îtîrazek yekbûyî nedihat kirin, rewş hat vê astê. Biryarên DMME’yê yên der barê Demîrtaş û Kavala de hene, lê binêrin darazê ev biryar nesepandin û hê jî nepsandine. Biryara AYM’ê ya der barê Dayikên Şemiyê yanî der barê Qada Galatasaray de ku daye heye. Ev biryar ji nedîtî ve tê û qad li dayikan hatiye qedexekirin. Gelek biryarên darazê yên ku sosret in hene. Binêrin êdî di roja me ya îro de civaka Tirkiyeyê jî şahidiya neheqî û bêhiqûqiyên darazê dike.” 
 
‘BIRYAREK SIYASÎ HEYE’ 
 
Eren destnîşan kir ku biryara Dadgeha Bilind ku daye ne masûmane ye û li pey wê biryarê hêzek siyasî heye û axaftina xwe wiha domand: “Dîsa hinek kes ketine pey armanca sedemî ya darazê an jî qada siyasî dîzayn bikin. Gelo dixwazin pêşî li biryarên AYM’ê ku dide bê girtin? Gelo di nava daraza bilind de pevçûn û cehd heye? Li gel van pirsan, her wiha serokê partiya şirîkê desthilatdariyê bang kir ku AYM bê girtin û hê ku ev daxuyaniyên wî li holê ne, biryar û giliyek wisa qet ne masûmane ye û nîşanî me dide ku fermandayîn heye. Gelek baş nîşanî me dide ku sedemek siyasî heye. Lê belê ev rêbazek gelek metirsîdar e.” 
 
‘HEWLDANA DARBEYÊ YE’ 
 
Eren destnîşan kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn dem bi dem di çarçoveya maf û azadiyan de îmzeyê diavêje bin biryarên balkêş û ev nirxandin kir: “Ez di wê baweriyê de me ku ev tişta kut ê kirin li dijî wê mafên bingehîn azadiyan û demokrasiya ku heye jî hewldana darbeye ye li dijî darazê.” 
 
‘BIRYAR HATIYE HÛNANDIN’ 
 
Eren diyar kir ku ji bo Dadgeha Bilind ji biryara xwe vegere di warê hiqûqî de hê jî mimkûnbûna wê heye û wiha got: “Divê em viya jî bibînin ku pêvajo bi awayek hûnandî û sêwirandî hatiye amadekirin. Gilîkirina ku li dijî endamên AYM’ê hatiye kirin di warê hiqûqî de nayê qebûlkirin. Em wek Baroya Amedê ji kêliya ewil ve li dijî vê bêhiqûqiyê derketin û em ê bi têkoşîna xwe ya hiqûqî li ber bisekinin.” 
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/11/2023
16:29 Danişîna doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:17 Xwendekaran li dijî zexta ‘sîxûrtiyê’ serî li ÎHD’ê dan
15:16 Ji bo dîmenên têkildarî mirina pitik Tevrîz vê carê jî gotin ‘kamera xerabe’ ye
15:07 Êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hat kirin
14:55 Doza Kobanê: Xencera suîqestker di bin cubeyê dadger de hatiye veşartin
14:52 Doza 'Sê jinên azad' hat taloqkirin
14:20 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Rêya me rêya azadiyê ye
14:15 Dê ji bo nivîskarên di zindanan de hin çalakî bên lidarxistin
13:20 Doza Aktar bi sedema ‘şandeya demkî’ hat taloqkirin
13:07 Bakirhan bang li Meclisê kir: Em ji bo destûreke bingehîn a demokratîk amade ne
12:25 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:04 Îranê cezayê darvekirinê da du çalakgerên serhildana 'Jin jiyan azadî'
11:43 Di doza ‘mala biewle’ de biryara beraetê
11:42 Li Îranê 3 rojnamegerên jin hatin binçavkirin: Aqûbeta wan nayê zanîn
11:38 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê di roja 2’yemîn de ye
11:29 Di hevdîtinên bûdçeya MEB’ê de protestoya zimanê dayikê
11:20 Ji 3 zarokên di şewatê de birîndar bûn yekî jê jiyana xwe ji dest da
11:10 Di êrişa li Sinunê de 2 şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan
09:42 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin
09:38 86 sal in cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin
09:31 Ji rojnameger Ehmed 21 roj in agahî nayên girtin
09:12 'Heke li dijî tecrîdê bertekên xurt hebûna dê nekariyan bêhiqûqtiyê bikin'
09:09 Dadgehê sedema biryara beraetê eşkere kir: Divê delîl xwe bisipêrin îspatan
09:08 Hejmara zarokên di êrişên ser Filistînê de hatin qetilkirin derket 4 hezar 630'an
09:01 Germiyanî: PDK'ê 158 gund vala kirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:36 Li Şengalê wesayîtek hat bombebarankirin: 3 kes birîndar bûn
13/11/2023
21:35 Doza Kobanê: Ji ber ku HDP'ê hevsengî guherand hedef hat girtin
17:24 375 êzidiyên din jî vegeriyan Şengalê
17:18 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 25'ê Mijdarê hat eşkerekirin
16:56 Nûçegihana NûJINHA'yê li Xezeyê birîndar bû
15:51 Cemal Tanhan hat entubekirin
14:14 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Di doza tacîzkirina zarokê de 8 sal û 4 meh cezayê hefsê li faîl hate birîn
14:02 ‘Divê astengiyên li pêşiya azadiya birêz Ocalan bên rakirin’
13:49 Bakirhan çû serdana rêxistinên elewî: Em ê xetekê ava bikin
13:48 TJA: Werin em ji azadiyê re bibin rê
13:47 Qeyûmê Êlihê makîneyan li şûna 224 hezar lîreyî bi 474 hezar lîreyî kiriye
12:08 Berdevka HEDEP’ê îdiaya ‘dîplomasiya bi AKP’ê re derewand
10:38 Li Agiriyê amadekariya ‘Meşa Azadiyê’: Em ê li Gemlîkê bin
10:37 Ji rojnameger Ehmed 20 roj in tu agahî nayên girtin
10:17 HEDEP: Em ê qeyûman bişînin
09:53 Komkujiya Sînemaya Amûdê: Xwestin kurdan tune bikin
09:12 Kujerê Selamet Yeşîlmen 8 sal in tên parastin
09:10 Derbarê girtiyê nexweşê giran Boltan de dîsa rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan
09:08 Qeyûmê Wanê li pêşiya astengdaran dibe asteng
09:05 Ji Îzmîrê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
09:02 Ji Stenbolê banga ji bo Gemlîkê: Tecrîd zimanê aştî û demokrasiyê ji holê radike
09:02 Îmzevanê 'Banga Aştiyê': Ji bo aştiya civakî pêdivî bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:34 Xwebûn bi manşeta 'Ji bo azadiyê bi biryar in' derket
12/11/2023
23:35 Mînîbusa ji kontrolê derket li malekê da: 3 kes birîndar bûn
19:21 Li Cizîrê dîwana dengbêjan hate danîn
18:28 Li Şirnexê şewat derket: Zarokekî jiyana xwe ji dest da, sê jî birîndar bûn
17:14 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê 3 pûan wergirtin
16:53 Amedsporê li deplasmanê pûanek stand
16:41 Fîdan: Ji bo asîmîlekirina kurdan ev 100 sal in tişta ji dest hatî kirin
16:30 Hevserokên HEDEP’a Stenbolê diyar bûn
16:05 Hatîmogûllari: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilindtir bikin
15:31 Hewldana 78’an: Celalettîn Can berdin
14:55 Li Hezexê qeyûm hat protestokirin: Ji ku hatibin dê dîsa vegerin wê derê
14:04 Li Panosê ji bo 'Meşa Azadiyê' bang hate kirin
13:59 Qeymeqamtiya Cizîrê atolyeya zarokan a bi kurdî qedexe kir
13:58 DBP û HEDEP’ê li Pirsûsê silha du malbatan kirin
12:49 Kongreya HEDEP’a Stenbolê bi coşeke mezin dest pê kir
12:27 ÎSÎG: Di cotmehê de 150 karker ji ber cînayetên kar mirin
12:22 Uçar û Bayindir bûn Hevserokên Giştî yên DBP’ê
10:50 WHO: Têkiliya me bi Nexweşxaneya Şîfayê re qut bû
10:49 Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî diyar bû
10:27 ‘Teqawid ji bo ku nemirin li ber xwe didin!’
10:17 Ji bo gelek bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
10:17 Bakirhan: Li rojava deriyê me ji bo tifaqan vekirî ye û dê tu biryar bêyî gel neyên dayîn
10:12 Berteka li dijî biryara qeyûm a qedexekirina konserê: Dê mîhrîcan bidome
09:55 Hejmara 37’an a Kovara Jinê: Ev 100 sal in jin li ber xwe didin
09:43 Ji ber navên ‘Hz. Hasan, Hz. Huseyîn û Fîrewn’ derheqê Demîr de lêpirsîn hate vekirin
09:18 Bûye bîra Nûrheqê
09:17 Keça girtiyê nexweş Çam: Ji bo dermankirinê divê bavê min bê berdan
09:02 Banga ji bo xwedîderketina li deklarasyona 'Banga Aştiyê'
09:02 Banga ji bo 18'ê mijdarê: Meşa Gemlîkê dê rê li ber jiyana bihevre veke
09:01 Parêzer Mûgûç: Em bi 'Bultena Tecrîdê' der barê sosreta hiqûqî de agahdariyê dikin
09:00 Şaredariya AKP’ê ji bo bîrdariya komarê 950 hezar lîre xerc kiriye
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2023'YAN
11/11/2023
20:27 Xelata 10'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî Rêzan Diljen wergirt
17:45 Li Cizîrê konsera Babetna û Koma Sorjiyan hate qedexekirin
16:52 Bijîşkê Tanhan: Ji sedî deh şansê jiyankirina wî maye
16:47 'Tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin'
16:46 Rêxistina HEDEP’ê ya Amedê dest bi amadekariyên xwe yên kongreyê kir
15:57 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kirin: Heke bi milyonan bimeşin dê tecrîd rabe
15:54 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Celalettîn Can tavilê bê berdan
15:40 Girtiyê nexweş Karataş: Heke ez bimirim ÎGK’ê û îdareya girtîgehê berpirsiyar e
15:30 Jinên TJA’yî bi girseyî hatin pêşwazîkirin
15:07 Aqûbeta Tekdag û Yetîşen ên beriya 29 salan hatin windakirin hate pirsîn
14:53 Piştevaniya ji bo Dayikên Aştiyê dewam kir
12:22 Dayikên Şemiyê yên dest jê bernedan jinûve Qada Galatasarayê ne
10:50 Turkoglû: Tiştên di hilbijartina herêmî de ji me hatin dizîn em ê paşve bistînin
10:49 18 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
10:20 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
10:17 Dîmenên vemirandina şewata karker parve kir: Vaye sedsala Tirkiyeyê
10:07 Nûnera TÎHV’a Wanê: Rewşa li girtîgehan metirsîdar e
10:06 Li Çewlîgê Hevserokê HEDEP’ê yê Navçeyê hate girtin