Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê

  • rojane
  • 20:37 1 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Roja Kobanê ya Cîhanê de diyar kir ku çawa berxwedana gel Kobanê rizgar kir, ew ê bi heman ruhê berxwedan û têkoşînê herêmên ku dewleta tirk û komên girêdayî wî ew dagir kirine jî rizgar bikin.
 
Bi boneya ‘Roja Kobanê ya Cîhanê’ li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî li dar ketin.
 
Di vê çarçoveyê de Meclisa Kongra Star daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew serî li hember fedakariyên kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane ditewînin û hate destnîşankirin ku berxwedana Kobanê ji bo çeteyên DAIŞ′ê û piştevanên wan, di serî de dewleta tirk, derseke dîrokî ye, her wiha li dijî dagirkeran destaneke lehengiyê bû. Her wiha hate gotin ku divê herêmên dewleta tirk ew dagir kirine, werin rizgarkirin, di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.
 
Li aliyekî din jî Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyekê tevahî kesên di şoreşa azadiyê, de jiyana xwe ji dest dane û kesên di  berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Daxuyanî bi beşdariya endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên her du taxan û bi xwendina ji hêla hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Menen Cafer ve hatine dayîn.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin berxwedana ku YPJ′ê, YPG′ê û gelê li Bakurê Kurdistanê û şoreşgerên welatparêz raber kirine û gelek ji wan jiyana xwe ji dest dane destaneke bêhempa di sedsala 21′an de.
 
Di daxuyaniya meclisê de hate destnîşankirin ku ji aliyekî ve cîhanê bi hevalbendiya hikumeta AKP′ê bi DAIŞ′ê re nas kir û vê yekê jî rûyê AKP′ê aşkera kir.
 
Meclisê di daxuyaniya xwe de îşaret bi piştgirê DAIŞ′ê, dewleta tirk kir ku ew ji bo tolhildana têkçûyîna wê li Kobanê, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û gelê Kurd bi dare zorê da koçberkirin, her wiha bi hevkariya aliyên îdia dikin Kurd in, êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne.
 
Di dawiyê de soza dewama şoreşa azadî û biratiya gelan ji Abdullah Ocalan re hate dayîn, her wiha soza rizgarkirina Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê hate nûkirin.
 
QAMIŞLO
 
Meclisa Qamişloyê bi beşdariya endamên meclisê li pêş avahiya meclisê ya li taxa Beşîriyê ya bajêr daxuyaniyek da û ji hêla hevseroka meclisê Hûriye Şemdîn ve hate xwendin.
 
Meclisê anî ziman ku Kobanê veguherî mîraseke lehengane ji bo gel û ji bo cîhanê ji hêla lehengiyên YPJ′ê û YPG′ê bû mîraseyeke mirovî û hovîtiya çeteyên DAIŞ′ê û dewleta tirk hate şikandin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de spasiya gelên cîhanê têkildarî piştgiriya berxwedana Kobanê re hate kirin û soz hate dayîn ku heta rizgarkirina tevahî xakên dagirkirî têkoşîn û berxwedanê bidomînin.
 
AMÛDÊ
 
Meclisa Navçeya Amûdê lehengiya berxwedana Kobanê bi daxuyaniyekê bi beşdariya dehan xelkê navçeyê bi bîr xist. Hevseroka meclisa navçeyê Nowroz Elî li pêş avahiya meclisê daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de bal li ser berxwedana Kobanê ku bû kaniya serkeftinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kişandin û hate destnîşankirin ku dewleta tirk heta niha têkçûyîna çeteyên DAIŞ′ê qebûl nekiriye, ji lew re êrişên li dijî herêmê pêk tîne, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin.
 
Di dawiyê de beşdaran dirûşmên ′Bijî berxwedana Kobanê′ û ′Şehîd namirin′ hatin berzkirin.
 
ÇILAXA
 
Meclisa Navçeya Çilaxa bi beşdariya endamên saziyên sivîl, meclis û Kongra Star daxuyaniyek li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê ve hate xwendin.
 
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Navçeya Çilaxa Mihemed El Faris ve hate xwendin û got berxwedana Kobanê girîng e, ji ber ku ji bo rizgarkirina tevahî gelan û parastina rûmeta mirovahiyê bû kevirê goşeyê û bingeha pêkanîna projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan a Rêber Abdullah Ocalan.
 
GIRKÊ LEGÊ
 
Her wiha Meclisa Navçeya Girkê Legê hembêzkirin û piştgiriya tevahî gelan, enternasyonalîst, Kurdistanî û tevahî gelê Sûriyeyê bi Kobanê re spas kir. Der barê de meclisê li pêş navenda xwe ji hêla endamê rêveberiya Komîteya Dibistanan a Girkê Legê Salih Hemo ve daxuyaniyek hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de banga piştgiriya şoreşa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta serkeftinê hate kirin.
 
DÊRIK
 
Li aliyekî din jî Meclisa Bajarê Dêrikê li pêş avahiya xwe daxuyaniyek da û ji hêla endama meclisê Êlîn Îsa Corcis ve daxuyanî hate xwendin.
 
Meclisê di daxuyaniya xwe de got berxwedana Kobanê û berxwedana Arîn û Rîvana wijdanê tevahî gelên cîhanê şiyar kir û bang li gelên azadîxwaz kir ku piştgiriya xwe ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li dijî dagirkerî û êrişên artêşa tirk dewam bikin.
 
TIL HEMÎS
 
Li navçeya Til Hemîsê jî bi dehan endamên saziyên sivîl û meclis li pêş meclisa navçeyê kom bûn û daxuyaniyek da. Endamê rêvebeirya Akademiya Civaka Demokratîk a Til Hemîsê Yûsif El Muhewes daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin Roja Kobanê ya Cîhanê xala veguhartine ne tenê ji bo Kobanê ye, lê belê ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn e û xaleke girîng a pêwîstiya piştgiriya gelan ji hev re ye.
 
TIRBESPIYÊ
 
Li Tirbespiyê jî endamên saziyên sivîl û malbatên şehîdan li pêş meclisê kom bûn û li wir cîgira hevserokatiya meclisa navçeyê Nalîn Temo daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku serkeftina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kobanê bi dest xistiye serkeftina ji tevahî mirovahiyê re ye, her wiha bang li gelê herêmê hate kirin ku bi ruhê berxwedana Kobanê ve girêdayî bin û dersan jê derxin. Ji ber ku ew rêya yekane ya ber bi azadî, demokrasî û biratiya gelan a di bin bane neteweya demokratîk de ye.
 
TIL KOÇER
 
Meclisa Navçeya Til Koçerê bi beşdariya endamên meclisê daxuyaniyek da û daxuyanî ji hêla endamê meclisê Salih El Kino ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev dîrok ji bo çeteyên DAIŞ′ê û dewleta tirk dersek e û xala civandina gelan e. Meclisê got di vê qonaxê de ji xebatên destpêkê yên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmên dewleta tirk dagir kirine, rizgar bikin.
 
TEBQA
 
Li Tebqayê jî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê daxuyaniyek. Hevserokê Meclisa Rêveber Mezlûm Omer daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin 1′ê Mijdarê roja berxwedana li dijî hovantirîn çeteyên mirovahiyê nas kiriye û ji bo tevahî cîhanê ne tenê herêmê roja serkeftinê ye, her wiha roja hilweşîna xewnên dewleta tirk li ber dîwarên Kobanê û xala veguherîna bidawîkirina çeteyên Tirkiyeyê yên bi nûnertiya DAIŞ′ê ye.
 
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berxwedana YPJ′ê û YPG′ê rêgeza berxwedan û baweriya dozê veguherand pratîkî ji bo pêkanîna serkeftinê.

Sernavên din

06/11/2023
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
09:04 Yurdatapan ku ‘Banga Aştiyê’ îmze kir: Deklarasyon ji bo çareseriyê girîng e
09:01 Xelkê Wanê: Çareserî ne şer e razemaniya ji bo aboriyê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:54 Xwebûn bi manşeta ‘Ha Erdogan ha DAIŞ’ derket
05/11/2023
18:06 Li Silopiyayê konsera bi coş
16:46 Polîsan mudaxileyî kesên hewl didan bikevin Baregeha Încîrlîkê kirin
16:28 Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir
16:20 Li Îranê bi dehan xwendekar jehrî bûn
16:18 KCDP: Di cotmehê de 19 jin hatin qetilkirin
16:10 Urun ê têkiliya wî bi Ak Ocaklari re heye bi hişbirê hate girtin
16:03 Ji konferansa DBP’e çendek nîşe: Bi kurdî dest pê kir, bi kurdî bi dawî bû
15:35 Di atolyeyên TJA’yê de rojev tecrîd û şerê taybet bû
15:11 Konferansa Ciwanan a Cîhanê: Hewl didin femînîzmê manîpule bikin
14:53 Dayika Aştiyê Eryilmaz: Me soza têkoşînê daye zarokên xwe
14:52 Orman: Dê ciwan dest ji têkoşîna xwe bernedin
14:42 Kaya: Pergal ji girtiyên siyasî ditirse
14:15 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna aştiyê birêxistin bikin
14:03 Belgeya helwestê ya DBP’ê: Seferberiya xwebirêxistinkirinê hate destpêkirin
13:48 Bakirhan: Pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye
13:34 TJA li Îzmîrê bi jinan re civiya
13:15 Girtiyên siyasî kongre silav kirin û gotin: Xwediyê fikriyata DBP’ê birêz Abdullah Ocalan e
13:03 Akdag: ‘Jin, jiyan, azadî’ serhildana jinan e
12:51 Kesên ji bo hevserokatiya giştî ya DBP’ê hatin pêşniyarkirin diyar bûn
12:43 Dê di 18’ê mijarê de ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ bê destpêkirin
12:32 Bayindir: Ji Kurdistanê re azadî, ji Rojhilata Navîn re demokrasî
12:17 Aydenîz: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe em ê li ber xwe bidin
12:08 Îsraîlê êrişî Kampa Penaberan a El-Megaziyê kir: Herî kêm 51 kes hatin qetilkirin
11:48 Navên tirkî li gund û meydanên Efrînê hatin kirin
11:35 12 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:14 Konferansa DBP’ê bi coşeke mezin dest pê kir
11:08 Unver: Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re em naxwazin PDK li Mexmûrê be
10:42 Li Aydinê lehî rabû: 2 kes mirin
10:40 Hejmara 36’an a Kovara Jinê derçû
10:39 Bi hezaran kes herikîn konferans DBP’ê
10:39 Doza 22 jinên tên darizandin dest pê dike
09:59 Di lêpirsîna Kader Ortakaya de ev 9 sal in tu pêşketin nînin
09:14 Unsal: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê aştî çêbibe
09:10 Bi demsala zivistanê re liv û tevgera li Sûka Sobefiroşan zêde bû
09:09 'Divê qanûna sansurê bê betalkirin'
09:08 Sûcên li hemberî zarokan: Ji ber terîqetan em nikarin pêwendiyê bi malbatan re deynin
09:07 Şaredarê derbasî AKP'ê bû şaredarî di nava deynan de hiştiye
09:06 Lêpirsîna der barê strana kurdî de bi biryara 'neşopandinê' bi dawî bû
09:03 Aktîvîsta TJA'yê ji ber qeyda dengê ku ne aîdê wê ye ev du sal in girtî ye!
09:03 'Simîda Diaxive': Êdî kes nikare simîdan jî bikire
09:01 Kanîwar: Werin tev li kelecan û kêfxweşiya konsera me bibin
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2023’YAN
07:49 Seroke Giştî yê CHP’ê yê nû bû Ozgur Ozel
04/11/2023
19:50 Amîda: Cegerxwîn temsîlkariya serhildêriyê ye
16:33 Di kongreyên Egîtîm Senê de daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî
16:31 Berrîn Sari ya berdana wê du caran hate taloqkirin ji girtîgehê derket
16:13 Li Qoserê qeyûm hate şermezarkirin: Gel dê di 31’ê Adarê de hesab bipirse
15:51 Aqûbeta kesên beriya 28 salan li Kerboranê hatin windakirin hate pirsîn
15:16 Ji girtiyê nexweş banga ‘lezgîn a çareseriyê’
14:53 Keskîn: Divê muxalefet nîqaşa ‘em çiqasî dişibin dewletê’ bike
14:49 Li aqûbeta Çakici û Boran hat pirsîn
14:22 Leşkerên Îranê kolberan gulebaran kirin: 5 kolber birîndar bûn
14:18 Rêveberên DBP’ê xelkê Amedê vexwendin konfaransa xwe
12:46 Dayikên Şemiyê dest ji Qada Galatasarayê bernadin
11:37 DMMO’yê ji bo endama xwe ya girtî bang kir
11:24 Bakirhan: Rojên ku em ê aktorên 4’ê Mijdarê bişînin nêzîk in
11:18 Endamê CPT’ê Restellînî ku 3 caran serdana Îmraliyê kir: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe
10:56 Stranên guhdarkirin weke delîlên 'sûc' hatin hesibandin
10:40 Huda Kaya: Ne ez reviyam, dozgerî bi hefteyan ji min reviya
10:06 Li Wanê dema çinîna kartolan dest pê kir
10:05 Di 6 pirsan de biryara Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê ya ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Ji ber 'qedexeyan' û 'bihabûnê' sewalvanî li ber qedandinê ye
09:04 Bîrdal: Ger dilê wan û sedsaleke demokratîk hebe, pêşî divê dawî li tecrîdê bînin
09:03 Di 14 saliya xwe de bû şahidê qetlîamê: Ji wê rojê ve helbestan dinivisîne
09:02 Li girtîgehên Êlihê binpêkirinên mafan zêde dibin
09:01 Pêşî xera kir, dû re bi heman hincetê ceza erê kir
09:00 Dikandarên Bazara Penîr a Baglarê: Ji bo çareseriyê divê desthilat bê guhertin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2023'YAN
03/11/2023
23:03 Li Lûzernê çalakiya xeleka ji mirovan a bi daxwaza 'azadî ji bo Abdullah Ocalan'
22:01 Eleqeyeke zêde ji bo lîstika 'Strîp Tease' ya bi kirmanckî
17:43 Konferansa Ciwanan a Cîhanê diyarî Abdullah Ocalan hat kirin
17:00 Xeta ava vexwarinê ya Şirnexê teqiya
16:59 Di doza Mirovên Şemiyê de daxwaza nûkirina mutalaayê hate redkirin
16:56 Li Dêrîkê kirin ku zarokek întîhar bike!
16:19 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
15:57 Rêxistinên hiqûqê: Bila Kişanak û Atalay bên berdan
15:44 Li dijî şerên li Rojhilata Navîn ‘Nobeda Aştiyê’ hat lidarxistin
15:36 SGDF: Dê nekarin bi êrişan encamekî bi dest bixin
15:10 Li Rihayê muxtarê tacîzî zarokekê kiribû ji peywîrê hate wergirtin
14:46 Beriya danişînê faîlan gefa kuştinê li malbata Esra Y. xwar
14:26 Freedom House çû serdana DFG’ê
14:24 Rêxistinên navneteweyî banga berdana siyasetmedarên kurd kirin
13:30 Li Şirnexê baran û mij bandora xwe nîşan dide
13:16 Akbiyik derheqê 669 kesan de 112 rûpelên îfadeyê da
13:03 Fîgen Yuksekdag tev li merasîma cenazeyê kekê xwe bû
12:22 Li navçeya Sûrê 3 otel, 12 kargeh û 53 avahî dan ber firotinê
12:17 Nergis Muhammedî ji ber ku şalpeyê red kir wê sewqî nexweşxaneyê nekirin
12:06 Li Şirnexê qeza çêbû: 2 kes mirin
11:37 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:03 Berdevka HEDEP’ê: 7 sal in darbeya siyasî bênavber didome
11:00 Cîgirê Şaredarê AKP’yî ji ‘bertîlxwarinê’ hat girtin
10:37 DFG: 12 rojnamevan hatin binçavkirin, 3 rojnamevan hatin girtin û 2 hezar û 2 nûçe hatin astengkirin
10:34 Rojnameger Erdînç hate berdan
10:33 Di mehekê de 3 kolber hatin qetilkirin û 27 jî birîndar bûn
10:32 Artêşa Îsraîlê: Dorpêça li ser Xezeyê temam bû
Hamas: Xeze wê bibe ‘laneta’ Îsraîlê