Doza ku li dijî xemsariya dewletê hatiye vekirin tê dirêjkirin

  • rojane
  • 09:08 30 Cotmeh 2023
  • |
img

SEMSÛR - Parêzer Yusuf Ozperçîn ê ku ji ber xemsariya dewletê ya di erdhejê de di 17’ê nîsanê de ji bo ku karesat bibe dozeke komkujiya komî serî li Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê da, diyar kir ku tevî 6 meh derbasbûnê jî hê îdianame nehatiye amadekirin û li dijî vê yekê dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.

Di erdhejên 6'ê Sibatê ku navenda wan Mereşê çêbûn de, bandor li 11 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin. Ji ber xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dereng destpêkirin gelek kesan di bin xirbeyan de jiyana xwe ji dest dan. Mexdûrên erdhejê yên ku bi rojan pirsgirêkên wan ên stargehê hebûn, ji ber nebûna pêdiviyên kon ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Di encama xemsariya saziyên pêwendîdar ên dewletê de, rewşa 11 bajaran gihişt asta karesatê. Li Semsûra ku ji ber erdhejê wêran bû, li gorî daneyên fermî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Seroka Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal a Semsûrê Zulfîkar Yilmaz û 6 endamên malbata wî yên di erdhejê de di bin xirbeyan de mabûn jiyana xwe ji dest dan. Malbata Yilmaz 4 rojan di bin xirbeyan de li benda alîkariyê man û ji ber xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatin kirin 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
Parêzerê malbata Yilmaz, Yusuf Ozperçîn di 17'ê nîsanê de ji ber dereng mudaxilekirina erdhejê ya dewletê serî li Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê da ku keresata erdhejê vêguherî doza komkujiyên komî. Ozperçîn diyar kir ku tevî 6 meh bi ser serlêdanê re derbas bûne jî îdianame nehatiye amadekirin û got ku ji bo saziyên dewletê yên berpirsyar neyên darizandin dosya tê dirêjkirin.
 
‘ÎDIANAME NEHATIYÊ AMADEKIRIN’
 
Ozperçîn, bi lêv kir ku ji bo malbata Zulfîkar Yilmaz ji mexdûrên erdhejê yên Semsûrê re bibe mînaka komkujiyê serî li dozgeriyê da û da zanîn ku ji aliyê gelek malbatên xizm û nasên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest danê ve jî serlêdan hatinê kirin. Ozperçîn, anî ziman ku tevî ku 6 meh di ser serlêdanê re derbas bûne jî îdianame nehatiye amadekirin û wiha got: “Berpirsyariya AFAD'ê û pratîka dewletê ya di erdhejê de nîşan da ku sedema ew qas mirinan xemsariya dewletê ye. Li dijî xemsariya dewletê me jî serîlêdan kiribû. Lê belê di hemû daxwazên me yên piştî serlêdanê de dozgeriyê jî guh nedaye gumanbaran û îdianame nehatiyê amade kirin. Divê heta niha îdianame bihata amadekirin û gumanbar bihatina guhdar kirin lê gavek jî nehatiyê avêtin.”
 
SAZIYÊN DEWLETÊ TÊN PARASTIN
 
Bi domdarî Ozperçîn destnîşan kir ku bi dirêjkirina dosyayê re tê xwestin ku xemsariya dewletê ya piştî erdhejê bê veşartin û wiha pê dê çû: “Diviyabû di nava çend mehan de îdianame bihata amadekirin û pêşkêşî dadgehê hatibûya kirin. Lê belê ji ber berpirsyarên AFAD'ê û saziyên eleqedar ên dewletê neyên darizandin dosya tê dirêjkirin. Nerizgarkirina kesên di bin xirbeyan de mabûn a di rojên 7 û 8'an de, berpirsyariya AFAD'ê eşkere radixe ber çavan. Ji ber ku piştî erdhejê bi rojan pêwîstiyên gel ên stargeh û xwarinê nehatin bicihanîn. Ev yek dîsa berpirsyariya saziyên pêwendîdar ên dewletê radixe ber çavan. Lê belê tevî vê yekê jî bi dirêjkirina dosyayê hewl tê dayin ku ev sazî weke gumanbar neyên darizandin. Li vir dewlet dizane ku wê ew bi xwe were darizandin û bi dirêjkirina dosyayê dixwazê pêşî li vê yekê bigire.”
 
LI SEMSÛRÊ HETA NIHA TU ÎDIANAME NEHATINE AMADEKIRIN
 
Ozperçîn, ragihand ku li Semsûrê gelek malbatên ku xizm û nasên wan ji ber xemsariya dewletê jiyana xwe ji dest danê serlêdan kirinê ku ev karesat vêguhere komkujiya komî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê li Semsûrê heta niha tu îdianameyek nehatiye amadekirin. Tu delîlên sûc pêşkêşî edliyeyê nayên kirin. Em dikarin bibêjin ku ev polîtika ji bo hemû dosyayan heye. Dema ku me cara ewil bi dozgeriyê re hevdîtin kir, ji me re gotin ku li ser dosyayên erdhejê xebatên taybet dimeşînin û dê bi wijdanî van dosyayan bi dawî bikin, lê em dibînin heta niha berdê bi dawî kirina, dosyayan dozgerek nîne ku îddîanameyan amade bike.”
 
SERLÊDAN DÊ BIDOMIN
 
Ozperçîn, diyar kir ku li dijî dirêjkirina îddîanameya dosyayê ew dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin û ev tişt gotin: “Ji bo berhevkirina delîlên di dosyayê de her tim daxwazên me hebûn. Lê belê daxwazên me bê bersiv man. Ev tê wateya binpêkirina mafê darizandina adil. Li hemberî vê jî em ê serlêdanên binpêkirina mafan bikin. Bi hinceta ku mafê darizandina adil hatiye binpêkirin em ê serlêdana Destûra Bingehîn bikin. Lê belê beriya her tiştî divê derbarê hemû dosyayan de raya giştî bê avakirin û saziyên pêwendîdar tev li van dozan bibin û zextên hiqûqî li ser darazê çêbikin.”
 
BANGAWAZÎ
 
Ozperçîn, ji bo dosya encam bigre bang li saziyên sivîl û malbatên ku xizmên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest danê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîste malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, serî li saziyên sivîl bi taybetî jî Baroyê bidin, ji bo ku bibin xwedî zanîn û jêhatîbûna serlêdanê. Pratîka dewletê diyar dike ku tu carî di bûyerên bi vî rengî yên xwezayî de di nava pergala darazê de mafên takekesî ava nekiriye. Ji ber vê sedemê divê malbat bi hev re tevbigerin û serlêdanên xwe bikin, dibe ku pêvajoyek wisa derkeve holê ku dewlet di çarçoveya daraz û hiqûqê de tevbigere. Di heman deme de rêxistinên sivîl bi şopandina pêvajoyên hiqûqî û beşdarbûna dozan ve dikarin piştgirî bikin, ev yek jî ji bo encam girtina dosyayê girîngê.”
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

03/11/2023
10:18 Li gorî TUÎK’ê TUFE ji sedî 3,43 zêde bûye
10:15 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:33 Tevî zêdekirina faîzê jî dolar û euro radibe
09:05 Li Colemêrgê hê jî sepanên Rewşa Awarte di meriyetê de ne
09:04 Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê: Divê ciwan tev li têkoşîna rêxistinkirî bibin
09:02 Hevşaredar: Divê Kişanak serbest bê berdan
09:02 Dayikên Aştiyê: Yek gotineke Abdullah Ocalan dikare dawî li vî şerî bîne
09:00 Hemama dîrokî ya Girê Sor hindik maye hilweşe
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2023’YAN
02/11/2023
22:50 Ji Koma Zarokên Aryan 'Konsera Payizê'
20:12 Sosin û Demîr piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
17:57 HEDEP, ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê da
16:52 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan 9 hezar derbas kir
16:35 Kekê Fîgen Yuksekdag wefat kir
16:02 Bajarên Bakur ji ber barana zêde hatin hişyarkirin
15:50 Parêzerê OHD’î Çelîk rastî êrişê hat
15:46 Nêrgiz Mihemedî: Serkeftin ne hesan e lê teqez e
14:31 Danişîna doza ‘şebekeya şêlandinê’ ya emniyetê hate lidarxistin
14:22 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
14:07 Di 9 mehan de 21 jin hatin qetilkirin
14:05 TJA: Gultan Kişanak dîl tê girtin û divê tavilê were berdan
13:55 Derbarê rojnamevan Yildiz de daxwaza ceza hate kirin
13:46 Gundên êzidî û suryanan hatin topbarankirin
13:37 Doza Kobanê: Dabeşkar ew in ên ku danehevên welat difiroşin
13:17 Cîgirê serokê AKP’î ji ber bertîlê hate binçavkirin
12:34 Ji bo tevlibûna doza Esra Y. banga tevlibûnê hate kirin
12:33 Di doza tacîzê de daxwaza girtinê nehate qebûlkirin
12:07 Danişîna doza rojnamevan Kaya hate taloqkirin
11:40 Ji bo Abdullah Ocalan ê 32 meh in agahî jê nayê girtin serlêdan hate kirin
11:39 Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de ji bo weşanên kurdî eleqeye zêde heye
11:37 Kocakaya ku piştevanî dabû Ozgur Gundemê hate girtin
11:34 Ji şandeya vekişîn şopand re cezayê hefsê hate birîn
10:36 Parlamenterên HEDEP’ê:Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin
10:10 17 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:49 9 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
09:08 Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an
09:07 Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne
09:06 Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir
09:05 'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin'
09:03 Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin
09:01 Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN
08:59 Zem li bihayê cigareyê hate kirin
08:26 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin
01/11/2023
22:22 Huda Kaya hat girtin
20:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê
19:39 Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
19:16 Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê
18:59 Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn
18:14 Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan
17:29 Huda Kaya hat binçavkirin
16:48 Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin
16:31 Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin
16:16 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin
15:41 HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê
15:35 ‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’
15:28 TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket
17:00 Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan
16:54 Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan
16:19 Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da
16:16 Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan
16:01 ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin
15:39 Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa kurdî’ qedexe kir
15:16 Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir
14:08 Der barê rojnamevan Arslan de biryara beraetê û tehliyeyê hat dayîn
13:47 Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin
13:39 Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû
13:33 Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
12:34 Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest
12:22 32 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kir
12:04 Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket
10:48 Kobanê: Destana jiyana nû
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me