32 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Di 8 salan de 19 hevdîtinên malbatê û 11 ên parêzeran hatin qedexekirin

  • rojane
  • 09:03 29 Cotmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 32 meh in agahî nayê girtin. Di 8 salên dawî de herî kêm 19 hevdîtinên bi malbatê û 11 hevdîtinên bi parêzeran re hatin qedexekirin. 

Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de di şert û mercên tecrîdeke girankirî de tê ragirtin, 32 meh in tu xeber nayê girtin. Astengkirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re bi hincetên wekî" rewşa hewayê nebaş e" û "keştî xerabe ye" dest pê kirin, niha bi awayekî sîsîtematîk bi "cezayên disiplînê" tê domandin. Li gel qedexekirina hevdîtinan li Îmraliyê mafê hevdîtina bi telefonê û mafên din ên pêwendîdanînê jî hatine binpêkirin. Abdullah Ocalan piştî 27'ê tîrmeha 2011'an herî dawî di 7'ê tebaxa 2019'an de hevdîtin bi parêzerên xwe re pêk anî. 
 
HEVDÎTINA RÛBIRÛ
 
Abdullah Ocalan ku mafê hevdîtina wî ya bi malbatê re jî tim tê astengkirin, ji ber fikarên raya giştî yên der barê tenduristî û ewlehiya wî de, herî dawî di 3'yê adara 2020'an de hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir û herî dawî jî bi rêya telefonê di 25'ê adara 2021'ê de bi birayê xwe re axivî. 
 
Me qedexekirinên hevdîtinên 8 salên dawî berhev kirin. 
 
QEDEXEKIRINA HEVDÎTINA BI MALBATÊ RE
 
Bi biryara Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê re di 8 salên dawî de 19 hevdîtinên bi malbatê re hatin qedexekirina. Cara yekem piştî hewldana darbeyê, di 21'ê tîrmeha 2016'an de li ser hev de 4 caran, her carê jî 6 meh biryara qedexekirina hevdîtina malbatê ya bi Abdullah Ocalan re hat dayîn. Dadgeriyê di 2'yê adara 2018'an de jî vê biryara xwe ji bo 6 mehan domand. 
 
Di 14'ê îlona 2018'an de jî Lijneya Disiplînê ya girtîgehê ji bo 3 mehan hevdîtina bi malbatê re qedexe kir. Piştî vê qedexeyê herî kêm bi hinceta 16 "cezayên disiplînê" mafê hevdîtina bi malbatê re yê Abdullah Ocalan hat astengkirin. Di sala 2019'an de Lijneya Disiplînê 4 caran mafê hevdîtina bi malbatê re yê Abdullah Ocalan asteng kir.  Di biryarên 2'yê çileyê û 22'yê nîsanê, 10'ê tîrmehê û 21'ê cotmehê de "cezayên disiplînê" hatin derpêşkirin. Di sala 2020'an de jî Lijneya Disiplînê di biryarên xwe yên 9'ê sibatê û 30'ê îlonê de du biryarên qedexekirina hevdîtinê dan. Li gor van biryaran hevdîtina bi malbatê re her carê 3 meh, du caran hat qedexekirin. 
 
Di sala 2021'ê de jî di 29'ê çile, 18'ê tebaxê û meha Kanûnê de hevdîtina bi malbatê re 3 caran, her carê jî 3 mehan hat qedexekirin. Lijneyê di sala 2022'yan de 4 caran birayara qedexekirina hevdîtina bi malbatê re da. Ev bi dorê di 3'yê sibat, 31'ê gulan, 9'ê îlon û 21'ê kanûnê de hatin dayîn. Di sala 2023'yan de jî heya niha 3 caran hevdîtinên bi malbatê re hatin qedexekirin. Ev qedexe di 15'ê adarê, 26'ê hezîranê û meha îlonê de hatin dayîn û her yek jê 3 mehan dewam kir. 
 
QEDEXEKIRINA HEVDÎTINA BI PARÊZERAN RE
 
Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê tîrmeha 2011'an de hevdîtin bi parêzerên xwe re kir. Abdullah Ocalan ku 8 salan nikaribû hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike, di sala 2018'an de, piştî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir û grev li tevahiya girtîgehan belav bû, parêzer 5 caran hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kirin. Ji wê çaxê heya niha hevdîtina bi parêzeran re hatiye qedexekirin. 
 
Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê di 21'ê tîrmeha 2016'an de hevdîtina bi parêzeran re qedexe kir. Di sala 2018'an de jî bi biryara dadgeriyê di 2'yê Adarê û 6'ê îlonê de her carê 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re hat qedexekirin. Dadgeriyê di 13'ê adara 2019'an de ji bo 6 mehan biryara qedexekirina hevdîtian bi parêzeran re da. Di vê pêvajoyê de ku grevên birçîbûnê dewam dikirin, piştî îtiraza parêzeran di 2 û 22'yê gulanê, 12-18'ê hezîranê û 7'ê tebaxê de parêzer hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kirin. 
 
Dadgeriyê di 23'yê îlona 2020'an de jî ji bo 6 mehan biryara qedexkirian hevdîtina bi parêzeran re da û di 1'ê nîsan û 12'ê cotmeha 2021'ê de jî ji bo 6 mehan 2 caran biryara qedexekirina hevdîtinê da. Dadgeriyê di 13'ê nîsan û 21'ê cotmeha 2022'yan de jî ji bo 6 mehan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re da û di 26'ê nîsana 2023'yan de careke din ji bo 6 mehan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re da. Lê belê hinceta van biryaran nehat dayîn. 

Sernavên din

03/11/2023
10:18 Li gorî TUÎK’ê TUFE ji sedî 3,43 zêde bûye
10:15 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:33 Tevî zêdekirina faîzê jî dolar û euro radibe
09:05 Li Colemêrgê hê jî sepanên Rewşa Awarte di meriyetê de ne
09:04 Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê: Divê ciwan tev li têkoşîna rêxistinkirî bibin
09:02 Hevşaredar: Divê Kişanak serbest bê berdan
09:02 Dayikên Aştiyê: Yek gotineke Abdullah Ocalan dikare dawî li vî şerî bîne
09:00 Hemama dîrokî ya Girê Sor hindik maye hilweşe
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2023’YAN
02/11/2023
22:50 Ji Koma Zarokên Aryan 'Konsera Payizê'
20:12 Sosin û Demîr piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
17:57 HEDEP, ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê da
16:52 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan 9 hezar derbas kir
16:35 Kekê Fîgen Yuksekdag wefat kir
16:02 Bajarên Bakur ji ber barana zêde hatin hişyarkirin
15:50 Parêzerê OHD’î Çelîk rastî êrişê hat
15:46 Nêrgiz Mihemedî: Serkeftin ne hesan e lê teqez e
14:31 Danişîna doza ‘şebekeya şêlandinê’ ya emniyetê hate lidarxistin
14:22 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
14:07 Di 9 mehan de 21 jin hatin qetilkirin
14:05 TJA: Gultan Kişanak dîl tê girtin û divê tavilê were berdan
13:55 Derbarê rojnamevan Yildiz de daxwaza ceza hate kirin
13:46 Gundên êzidî û suryanan hatin topbarankirin
13:37 Doza Kobanê: Dabeşkar ew in ên ku danehevên welat difiroşin
13:17 Cîgirê serokê AKP’î ji ber bertîlê hate binçavkirin
12:34 Ji bo tevlibûna doza Esra Y. banga tevlibûnê hate kirin
12:33 Di doza tacîzê de daxwaza girtinê nehate qebûlkirin
12:07 Danişîna doza rojnamevan Kaya hate taloqkirin
11:40 Ji bo Abdullah Ocalan ê 32 meh in agahî jê nayê girtin serlêdan hate kirin
11:39 Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de ji bo weşanên kurdî eleqeye zêde heye
11:37 Kocakaya ku piştevanî dabû Ozgur Gundemê hate girtin
11:34 Ji şandeya vekişîn şopand re cezayê hefsê hate birîn
10:36 Parlamenterên HEDEP’ê:Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin
10:10 17 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:49 9 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
09:08 Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an
09:07 Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne
09:06 Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir
09:05 'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin'
09:03 Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin
09:01 Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN
08:59 Zem li bihayê cigareyê hate kirin
08:26 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin
01/11/2023
22:22 Huda Kaya hat girtin
20:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê
19:39 Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
19:16 Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê
18:59 Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn
18:14 Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan
17:29 Huda Kaya hat binçavkirin
16:48 Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin
16:31 Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin
16:16 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin
15:41 HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê
15:35 ‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’
15:28 TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket
17:00 Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan
16:54 Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan
16:19 Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da
16:16 Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan
16:01 ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin
15:39 Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa kurdî’ qedexe kir
15:16 Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir
14:08 Der barê rojnamevan Arslan de biryara beraetê û tehliyeyê hat dayîn
13:47 Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin
13:39 Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû
13:33 Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
12:34 Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest
12:22 32 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kir
12:04 Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket
10:48 Kobanê: Destana jiyana nû
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me