Şêniyên Harmanliyê ku di konteyniran de dijîn bi awayekî bifikar zivistanê pêşwazî dikin

  • rojane
  • 09:00 29 Cotmeh 2023
  • |
img
SEMSÛR - Di erdhejê de li bajarokê Harmanli yê bi ser navçeya Sergolan a Semsûrê ve 280 avahî hilweşiya bûn. Mexdûrên erdhejê yên li bajarokê ku hêj dest bi çêkirina xaniyan nehatiye kirin, di konteyniran de bi awayekî bifikar zivistanê pêşwazî dikin.
 
Di erdhejên ku navenda wan Mereş bû de li 11 bajaran gelek avahî hilweşiyan û bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi sed hezaran kesên ku piştî erdhejê bêwar man vê zivistanê jî di konteyniran de pêşwazî dikin. Nîviyê navçeya Sergolanê ya Semsûrê ku 48 kîlometre dûrî navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê bû, di erdhejê de wêran bû. Li gorî daneyên fermî zêdetirî 409 kesan li navçeyê jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Sergolanê ku di erdhejan de binesazî û rêyên navçeyê xirab bûn bi rojan alîkarî negihişt gundên weran bûyî. Li navenda bajarokê Harmanliyê ku girêdayî navçeya Sergolanê ye, 42 kesan jiyana xwe ji dest dan û 280 avahî hilweşiyan. Mexdurên erdhejê piştî erdhejê li bajarok bêwar man, niha jî di konteyniran de dijîn. Bi nêzbûna zivistanê re pirsgirêka parastinê ya mexdûrên erdhejê jî behtir mezin bû. Mexdûrên erdhejê li bajarokê ku hêj dest bi çêkirina xaniyan nehatiye kirin, di konteyniran de bi awayekî bi fikar zivistanê pêşwazî dikin.
 
Mexdûra erdhejê Miyase Asker (68) ku di erdhejê de xaniyê wê hilweşiyayê û bi tena serê xwe di konteyirê de dijî diyar kir ku nexweşiyên wê yên weke şekir, gurçik û fitîqa piştê hene û anî ziman ku ew dê nekaribe zivistanê di konteynirê de derbas bike. Asker, ragihand ku di erdhejê de 3 xwarziyên wê jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Heta roja îro jî em li derve bûn. Konteynir ne li gor şert û mercên zivistanê ne. Li vir bê xwedî ne. Heta niha dest bi çêkirina xaniyan nehatiyê kirin. Em dixwazin rojek beriya rojekê dest bi çêkirina xaniyan bê kirin.”
 
‘EM DÎSA BÊ WAR IN’
 
Yek ji mexdûra erdhejê Fazîlet Otûrûm (63) jî di erdhejê de xaniyê wê hilweşiyayê û bi hevserê xwe re di konteyirê de dijî. Otûrûm, anî ziman ku bi nêzbûna zivistanê re pirsgirêka wan a bêwarbûnê hê mezin bûye û wiha axivî: “Zivistan hat lê em dîsa bê war in. Em nikarin di konteyiran de sobeyê pêxin. Sobeyên ceyranê jî fatorayeke giran biha ya ceyranê derdixe holê. Em jî nikarin ev qas perê bidin fatoraya ceyranê. Ev der jî zivistanê pir sar dibe. Divê demildest xaniyên me bên çêkirin.”
 
Mexdurê erdhejê Bayram Yapicilar (72) ku di erdhejê de xaniyê wî hilweşiyaye û di konteynirê de dijî, pirsgirêka bêwarbûnê bi van gotinan anî ziman: “Hê dest bi çêkirina xaniyan nehatiyê kirin. Çima heta niha dest bi çêkirina xaniyan nehatiyê kirin em jî nizanin.”
 
‘DIVÊ DEMILDEST XANIYÊN ME BÊN ÇÊKIRIN’
 
Mexdûra erdhejê Emîne Kizilaslan (48) ku di erdhejê de xaniyê wan jî hilweşiyaye û niha bi hevserê xwe re di konteynirê de dijî destnîşan kir ku ji niha ve hundirê konteyniran sar e û wiha got: “Pêşiya me zivistan heye, wê bêdhtir sar bibe. Di çileyê zivistanê de em dê di konteyniran de çawa derbas bikin? Tevî ku em klîma pêdixin jî nikarin di konteyniran de germ bibin. Divê demildest xaniyên me bên çêkirin.”
 
‘EM PERÎŞAN BÛN’
 
Mexdûra erdhejê Cemîle Daydaş (60) jî bi lêv kir ku di erdhejê de xaniyê wan hilweşiyayê û axaftina xwe wiha qedand: “Ez û hevserê xwe di konteynirekê de dijîn. Hundirê konteyniran pir biçûk e. Ji ber wê jî em tiştên xwarinê dixin konan. Lê di konan de xirab dibin. Cihekî ku em kincên xwe bixinê tune ye. Her tiştê me di odeyekê de ye. Xanî dê bên çêkirin an nayên çêkirin ne diyar e. Em perîşan bûne. Tenê daxwaza me çêkirina xaniyan e.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

03/11/2023
10:18 Li gorî TUÎK’ê TUFE ji sedî 3,43 zêde bûye
10:15 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:33 Tevî zêdekirina faîzê jî dolar û euro radibe
09:05 Li Colemêrgê hê jî sepanên Rewşa Awarte di meriyetê de ne
09:04 Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê: Divê ciwan tev li têkoşîna rêxistinkirî bibin
09:02 Hevşaredar: Divê Kişanak serbest bê berdan
09:02 Dayikên Aştiyê: Yek gotineke Abdullah Ocalan dikare dawî li vî şerî bîne
09:00 Hemama dîrokî ya Girê Sor hindik maye hilweşe
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2023’YAN
02/11/2023
22:50 Ji Koma Zarokên Aryan 'Konsera Payizê'
20:12 Sosin û Demîr piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
17:57 HEDEP, ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê da
16:52 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan 9 hezar derbas kir
16:35 Kekê Fîgen Yuksekdag wefat kir
16:02 Bajarên Bakur ji ber barana zêde hatin hişyarkirin
15:50 Parêzerê OHD’î Çelîk rastî êrişê hat
15:46 Nêrgiz Mihemedî: Serkeftin ne hesan e lê teqez e
14:31 Danişîna doza ‘şebekeya şêlandinê’ ya emniyetê hate lidarxistin
14:22 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
14:07 Di 9 mehan de 21 jin hatin qetilkirin
14:05 TJA: Gultan Kişanak dîl tê girtin û divê tavilê were berdan
13:55 Derbarê rojnamevan Yildiz de daxwaza ceza hate kirin
13:46 Gundên êzidî û suryanan hatin topbarankirin
13:37 Doza Kobanê: Dabeşkar ew in ên ku danehevên welat difiroşin
13:17 Cîgirê serokê AKP’î ji ber bertîlê hate binçavkirin
12:34 Ji bo tevlibûna doza Esra Y. banga tevlibûnê hate kirin
12:33 Di doza tacîzê de daxwaza girtinê nehate qebûlkirin
12:07 Danişîna doza rojnamevan Kaya hate taloqkirin
11:40 Ji bo Abdullah Ocalan ê 32 meh in agahî jê nayê girtin serlêdan hate kirin
11:39 Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de ji bo weşanên kurdî eleqeye zêde heye
11:37 Kocakaya ku piştevanî dabû Ozgur Gundemê hate girtin
11:34 Ji şandeya vekişîn şopand re cezayê hefsê hate birîn
10:36 Parlamenterên HEDEP’ê:Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd em dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin
10:10 17 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:49 9 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
09:08 Hejmara zarokên li Xezayê hatin kuştin derket 3 hezar û 648’an
09:07 Têkoşîna bavê xwe yê HEP'î ku hat qetilkirin bi HEDEP'ê didomîne
09:06 Îstinafê biryara dawî ya di doza rojnamevan Parlak de pesend kir
09:05 'Jin divê bi rengê xwe beşdarî konferansê bibin'
09:03 Soza 21 hezar xanî hatibû dayîn lê heta niha 6 hezar xanî tên çêkirin
09:01 Dê li Stenbolê Şevbêrka Dengbêjan bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2023'YAN
08:59 Zem li bihayê cigareyê hate kirin
08:26 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin
01/11/2023
22:22 Huda Kaya hat girtin
20:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê
19:39 Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
19:16 Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê
18:59 Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn
18:14 Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan
17:29 Huda Kaya hat binçavkirin
16:48 Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin
16:31 Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin
16:16 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin
15:41 HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê
15:35 ‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’
15:28 TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket
17:00 Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan
16:54 Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan
16:19 Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da
16:16 Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan
16:01 ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin
15:39 Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa kurdî’ qedexe kir
15:16 Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir
14:08 Der barê rojnamevan Arslan de biryara beraetê û tehliyeyê hat dayîn
13:47 Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin
13:39 Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû
13:33 Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
12:34 Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest
12:22 32 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kir
12:04 Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket
10:48 Kobanê: Destana jiyana nû
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me