Mexmûriyên di êrişa dewleta tirk de birîndar bûn: Divê cîhan vê derê jî bibîne

  • rojane
  • 09:52 26 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku di êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê de xizmên xwe winda kirin û birîndar bûn, destnîşan kirin ku divê hestiyariya ji bo Filistînê tê nîşandan ji bo wan jî bê nîşandan. 

Di şerê navbera Îsraîl û Hamasê yê di roja 20’emîn de bi hezaran sivîlên filistînî û îsraîliyan jiyana xwe ji dest dan. Serokkomarê AKP’î Erdogan, di komcivîna partiya xwe ya duh de bi gotina “Hamas ne rêxistina terorê ye komeke mucahîtan a axa xwe diparêze ye” xwedî li Hamasê derket. Bi gotinên “Ji 7’ê cotmehê ve li dijî mirovên bêguneh ên Xezeyê êrişeke herî hov a di dîrokê de pêk tîne. Hema bêje nîviyê jiyana xwe ji dest dan zarok in nivîyên din jî dayik û mezin in. Hûn di cîhanê de arteşeke ji bo zarokan bikuje bi şev û roj bajaran bombebaran dike, nexweşxaneyan û cihê bazaran bombebaran dike û êrişên xwe yên dermirovî didomîne” Îsraîl sûcdar kir. 
 
Di heman rojên ku Îsraîla Erdogan bi van gotinan hedef nîşan dide êrişî Xezeyê dikir, dewleta tirk jî gelek caran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û di 7 û 13’ê cotmehê de jî Wargeha Penaberan a Mexmûrê du caran bombebaran kir. Di van êrişan de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn. Di êrişa ewil a di 7’ê cotmehê de bi Balafira Bêmirov û Biçek (SÎHA) hate kirin de mizgefteke li wargehê jî hate bombebaran kirin. 
 
Jinên mexmûrî ku di êrişên dewleta tirk de birîndar bûn û zarokên xwe winda kirin, bertek nîşandana Erdogan a ji bo tiştên li Filistînê diqewimin weke “durûtiyê” nirxandin. 
 
‘DEMA LI SER NIMÊJÊ BÛM BIRÎNDAR BÛM’ 
 
Zeynep Gabarî ya yek ji 3 kesên di êrişê de birîndar bû, tiştên jiyan vegotin. Gabarî, anî ziman ku di sala 1988’an de neçar mane ku ji gundê xwe yê li Şirnexê koç bikin û di encama zextên dewleta tirk de jî di sala 2003’yan de hatine Wargeha Mexmûrê. Gabarî ya anî ziman ku şûna çûyîna metropolên dewleta tirk, xwestine biçe ser axa kurdan û roja ku birîndar bû wiha vegot: “Dewleta tirk li dijî wargeha me êrişan pêk tîne. Êvara ku êriş çêbû me piştî xwarinê sifreya xwe rakir. Hêj min rekata xwe ya duyemîn a nimêjê temam nekir, dengekî zêde hat. Piştî deng ez ketim erdê û cam ketin ser min. Dû re zarokên min ez ji malê derxistin. Min ji wan re got ‘min berdin herin cihekî ewle’. Zarokên min ez birim nexweşxaneyê. Ez ji destê xwe birîndar bûbûm. Ez bilez derman kirim û destê min dirûn.”
Gabarî, bi lêv kir ku yekane teseliya wan ew bû ku kêliya êrişê rastî dema şîvê hat û wiha berdewam kir: “Mala min ji cihê hate bombebaran kirin 300 mîtroyan dûr bû lê bombeyan bandor li hemû taxa me kir. Ji ber dema xwarinê bû, mirov li malên xwe bûn. Heke mirov li kolanan hebûna, dibe ku gelek kes birîndar bûbûna an jî jiyana xwe ji dest dabûna.”
 
‘CÎHAN ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK NABÎNE’ 
 
Gabarî, anî ziman ku rayagiştî ya cîhanê behsa Filistîn û Xezeyê dike û got: “Em jî li vê wargehê mirovên sivîl in. Jin zarok û mirovên pîr li vê derê dijîn. Dewleta tirk her roj êriş dike. Dema wê rojê êriş hate kirin, bi dehan kesan li mizgeftê nimêj dikir û êriş li wê mizgeftê hate kirin. Mala Xwedê bombe baran dikin. Şikir ji Xwedê ku tiştek bi wan nehat. Îro tiştên ku dikin nabînin radibin li ser hin kesên din diaxivin. Dewleta tirk sivîlan dikuje, mizgeftan bombebaran dike. Dîsa li Rojava mizgeftan, nexweşxaneyan û cihên petrolan dide. Ev ne zilm e? Divê ev neyê qebûlkirin. Ne tenê li ser Filistînê divê cihên em lê dijîn jî bên rojevê û ev êriş bên rawestandin.”
 
‘EM JI BER ZEXTAN ÇÛN MEXMÛRÊ’ 
 
Dîsa di êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yê di 17’ê cotmehê de li nêzî gundê Kanîkendî yê girêdayî navçeya Koye ya Hewlêrê de Dilovan Îşken jiyana xwe ji dest da û 3 jin jî birîndar bûn. Dayika Dilovan Îşlek Helîm Îşlek, anî ziman ku Erdogan ji aliyekî bertekê nîşanî kuştina mirovan dike li aliyê din sivîlan qetil dike û bi lêv kir ku ev yek “durûtî ye”. Îşlek, da zanîn ku ji ber zextên dewletê yên zêde bûn di sala 1991’an de hatin Mexmûrê û bigelek zehmetan zarokên xwe winda kirin. 
 
Îşlek, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Kurê min Dilovan nîşan kirî bû. Em jî çûn cem nasekî xwe yê li Ranyayê. Ez da ji bo zarokên xwe cilên dawetê bistînin. Ji bo ku em êvarî ji Ranyayê biçin wargehê em li wesayîtê siwar bûn. Pişt re teqînek çêbû. Min li dora xwe nêrî Dilovan nebû. Min zaroka xwe ya din ji wesayîtê derxist û bir cihekî bi ewle. Ji ber difikirîm ku dibe dîsa êrişa hewayî çêbibe. Ez fikirîm ku Dilovan jî wê kêliyê çûbe cihekî ewle. Min bang li Dilovan kir lê bersiv tune bû. Dem amin li derdorê nêrî li kêleka wesayîtê di nava xwînê de bû. Min ew girt û bir nexweşxaneyê. Dema em gihiştin nexweşxaneyê hêviyeke min hebû ku bijî lê mixabin jiyana xwe ji dest dabû.”
 
‘MÎT’Ê HEWL DE LI NEXWEŞXANEYÊ ÎFADE BIKE’ 
 
Îşlek, diyar kir ku dema gihiştin nexweşxaneyê hîn bûne ku rayedarên PDK’ê li nexweşxaneyê geriyane ku wesayîteke aydê PKK’ê hatiye bombekirin û birîndaran dê bînin nexweşxaneyê û wiha berdewam kir: “Dema em çûn nexweşxaneyê MÎT û îstîxbarata PDK’ê li nexweşxaneyê bû. Hatin wêneyên me kişandin, îfadeyên me wergirtin. Dixwestin me tazî bikin û kontrol bikin. Dema me bi wan re şer kir û mirov ketin navberê sekinîn.”
 
Îşlek, got ku “Ji bo ku em xwedî li nasnameya xwe derdikevin rastî van êrişan tên” û got: “Dewleta tirk ji ber vê yekê êriş dike. Çi ji Mexmûrê dixwazin. Em ji vê zilma dewleta tirk direvin û hatin vir lê hêj jî êriş dikin. Îro herkes xwedî li Filistînê derdikeve lê ji van deran re deng dernaxînin. Divê hemû cîhan vê derê jî bibîne.”
 
 

Sernavên din

01/11/2023
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket
17:00 Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan
16:54 Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan
16:19 Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da
16:16 Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan
16:01 ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin
15:39 Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa kurdî’ qedexe kir
15:16 Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir
14:08 Der barê rojnamevan Arslan de biryara beraetê û tehliyeyê hat dayîn
13:47 Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin
13:39 Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû
13:33 Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
12:34 Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest
12:22 32 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kir
12:04 Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket
10:48 Kobanê: Destana jiyana nû
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me
10:07 Du jinên ku gefa kuştinê li wan tê xwarin: Emniyet xemsar nêz dibe
09:55 Parêzer Aydin: Bi neberdana Kişanakê dixwazin muxalefetê dîzayn bikin
09:06 Girtiyê nexweş bi alîkariya dîwaran diçe cihê hevdîtinê
09:05 Civaknas Bariş: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe
09:05 MMO: Madiyet dan pêş, ewlekarî ma li paş
09:04 Li Semsûrê xwendekar bêdibistan mane!
09:01 ‘Çareserî bi paradîgmaya Ocalan pêkan e’
09:00 ROJEVA 31'YÊ COTMEHA 2023'YAN
30/10/2023
17:44 Doza Kobanê: A rast ên ku kurdan ji nedîtî ve tên dabeşkar in
17:26 Yildiz ê piştî 30 salî hat berdan: Têkoşîn berdewam e
16:45 13 ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:33 Rêveberê HDP’ê Şenyuz hat girtin
16:24 Sahanî Loûk a ku Hemasê îşkence lê kiribû mir
16:17 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em ê li ber zextan serî netewînin
16:07 Li Hevseroka HEDEP'a Sûrê sîxurtî hatiye ferzkirin
15:43 Beştaş: Dadgehên herêmî li ber biryarên DMME’yê û AYM’ê radibin
15:37 Parlamenterên HEDEP’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serlêdanê bikin
15:02 Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt
14:50 Di doza ‘heqaretê’ ya Şenyaşar de biryara ‘lihevkirin’ê
14:36 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:28 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:22 Bi girseyî serdana şîna Ozmen hat kirin
11:48 Parêzera Armîta Girawend hat binçavkirin
11:32 6 roj in xeber ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:18 Parêzerên Kişanak: Divê miwekîla me tavilê bê berdan
09:16 Dadgehê îtîraza negirtina polîs û cezakirina hindik red kir
09:15 Danişîna rojnamegerên girtî Orûç û Arslan sibê ye
09:15 8 girtiyan name şandin: Em di tercîdê de ne
09:13 Têkoşîna çand û hunerê: Civakek bi rêya hunerê heye
09:12 Tahmaz: Divê li cîhanê bayekî aştiyê yê xurt pêk were
09:09 ‘Jin dê pêşengtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin’
09:08 Doza ku li dijî xemsariya dewletê hatiye vekirin tê dirêjkirin
09:05 Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Em niha bi dewleta AKP'ê re rû bi rû ne
09:03 Katircioglû: Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan fikra Abdullah Ocalan bên guhdarîkirin
09:01 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2023'YAN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Konfederalîzma Demokratîk’ derket
29/10/2023
22:27 Ciwanan li dijî êrişan xebatên stickeran kirin
19:37 Îfade wergirtina rêveberên HDP’ê temam bû
19:29 Cenazeyê Armîtayê li Tehranê hate veşartin
18:55 Şîna Toprak bi girseyî hat ziyaretkirin
18:44 Sempozyûma Bajêr a Mêrdînê: Jinûveavakirin bi polîtîkayên ekolojîk pêkan e
17:18 Bulga û Kaya yên HEDEP’î hatin girtin
16:58 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya
16:25 Tehliyeya Sutpak ê 30 sal in girtî ye bi hinceta ‘nebû îtîrafkar’ hate taloqkirin
16:04 TJA’yê bi mijarên tecrîd û şerê taybet atolye li dar xist
15:44 ‘Mamosteyê’ Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
15:26 Civaka Xwendekarên Demokratîk a Îzmîrê hate avakirin
14:40 Ocalan: Kesên bûne sedema mirina bi hezaran mirovan nikarin bibin navbeynkar
14:20 Cenazeyê Okan li Belarûsê hate dîtin
14:10 Artêşa Îsraîlê otobûsa rêwiyan hedef girt
13:18 Rejîmê nehişt cenazeyê Armîtayê li Kirmaşanê bê definkirin
13:12 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Werin em Komara Demokratîk bi hev re ava bikin
13:11 Tevî girtinan jî Çapemeniya Azad her tim nivîsand
12:19 Li Cizîrê qeyûm hate protestokirin: Em nas nakin
11:20 Ji edîtorê Rojnewsê ev 5 roj in agahî nayên girtin
11:11 Ji ber êrişan Herêma Cizîrê bê ceyran ma