Doza Kobanê: Bêyî ku alî amade bin dadgehê li şahidê nepen guhdarî kir

  • rojane
  • 14:20 25 Cotmeh 2023
  • |
img
ENQERE - Parêzer Ebrû Akal diyar kir ku bêyî alî amade bin dadgehê li şahidên nepen guhdarî kiriye û got ku kesên bi sîfetê gumanbar li dosyayê hatine zêdekirin rê li ber gumanan vekiriye. 
 
Rûniştina sêyemîn a danişîna 38’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Doz, bi parastina parêzerên siyasetmedara girtî Aynûr Aşan berdewam kir. 
 
Siyasetmedar Aynûr Aşan û Zeynep Karaman di danişînê de amade bûn. Her wiha Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Amedê Serhat Eren û gelek parêzerên din jî doz şopandin. 
 
'GOTINÊN ŞAHIDÊ NEPEN ULAŞ HEV NAGIRIN’ 
 
Parêzer Abrû Akal parastina xwe berdewam kir û têkildarî îfadeyên şahidên nepen û eşkere yên di îdianameyê de axivî. Akal, anî ziman ku îfadeyên şahidê nepen Ulaş ên derheqê miwekîla wê de binakok in, hev nagirin, bi rêbaza kopîkirinê li dosyayê hatine zêdekirin îfadeyê wî bi awayeke derusûlî hatiye girtin. 
 
Akal, wiha got: “Ulaş, ji bo Zeynep Olvecî dibêje ku berpirsyara ji bûyeran e. Lê di hizûra we de got ku Zeynep Olvecî raste rast nas nake û derheqê wê de agahî li ber destê wî nînin. Tenê li ser texmîn û dibêtiyan diaxive. Piştî ku şahid ketiye nava nakokiyê, we pirsa xwe guherand û we hewl da vê rewşê ji holê rakin. Lê belê eşkere bû ku îfadeyên Ulaş rast nînin. Tu hukmê îfadeyên Ulaş nînin. Soza şahidê nepen Ulaş li gorî usûlê nehatiye girtin. Ji bo me tu wateya soza wî nîne lê we soza wî li gorî usûlan negirt. Lewma em dixwazin ku îfadeyên wî yên di dema teqîbatê de ji dosyayê bên derxistin.” 
 
'DIVÊ QÎMET BI ÎFADEYÊN SAMÎ BARAN NEYÊ KIRIN’ 
 
Bi domdarî Akal bal kişand ser îfadeya şahidê eşkere Samî Baran ku ji bi miwekîla wê digot; “Di nava TJA’yê de xebatên jinan dimeşîne û di koordînasyona hilbijartinê de cih girtiye” û ev tişt anî ziman: “Dema Samî Baran di bin çavan de, dosyayên wî di qonaxa lêpirsînê de bûn. Hewldanên Ahmet Altun ên wê demê bi awayekî biencam bûn û Samî Baran dibe şahid. Samî Baran ji ewil weke gumanbar di dosyayê de cih digire û piştre dibe şahid. Îxtîmalekî meizn e heman rêbaz ji bo şahidên din jî hatiye bikaranîn. Lewma divê qîmet bi îfadeyên Samî Baran neyê kirin. Di hizûra we de gotibû ku nizane di 6-8’ê Cotmehê de kê çi kiriye û wiha dom kiribû; ‘Dibe ku memûrên li wê derê hinek tişt ji min pirsî bin. Dibe ku min derveyî îradeya xwe tiştek gotibe. Wê demê min derman bi kar di anîn lewma hişê min li serê min nebû. Ez di nava mekanîzmaya rêxistinê de nînim.’ Divê bi tu awayî qîmet bi gotinên kesekî ev îfade daye neyê kirin. Her wiha derheqê miwekîla min de jî tu tiştek negotiye. Îfadeyê derheqê miwekîla min Aynûr Aşan de bi darê zorê hatiye girtin. We li vir teşhîr kir. Dema kamera li miwekîla min zoom kirin, Samî Baran tenê got; ‘belê, ew jî kadroya rêxistinê ye.’ Ez jî dikarim li cihê xwe rûnim û ji bo her kesî bibêjim endamê/a rêxistinê ye.” 
 
'ZOR LI ŞAHIDÊ NEPEN KIRIN BI AWAYEKÎ DERHIQÛQÎ ÎFADEYÊ BIDE’ 
 
Di berdewamê de Akal daxuyand ku şahidê nepen MLZ jî derheqê miwekîla wê de tu îfade nedane û wiha pê de çû: “Di dema teqîbatê de bi darê zorê û bi awayekî derhiqûqî îfadeyên vî şahidî jî hatine girtin. Anku îfadeyên vî şahidî mîna lênûsa dikandar e. Ji bo miwekîla min tenê dibêje kadroya rêxistinê ye. Lewma dibêjim ku hûn nikarin gotinên wî esas bigirin. Dixwazin îfadeyên wî ji dosyayê bên derxistin.”
 
ŞAHIDEKÎ CARNAN EŞKERE CARNAN JÎ NEPEN: MERDAN RUŞTU OVALIOGLÛ
 
Parêzer Akal, têkildarî şahidê nepen ABC123 ku navê wî yê eşkere Merdan Ruştu Ovalioglû ye jî wiha got: “Têkildarî miwekîla min îfade dane. Hem bi sîfetê şahidê nepen hem jî yê eşkere îfade dane. Şahid ABC123 weke ku kesekî metnek dabe destê wî û li wir xwendibe tevgeriya. Ji hêla hiqûqî ve hewceye şahid ABC123 cidî neyê girtin. Di îfadeya xwe ya dadgehê de ji bo miwekîla min dibêje; ‘dema min di nava xebatan de ajokarî dikir, Aşan di bin sîwana KCK’ê de xebat dimeşand.’ Tişta esasî ya ku derheqê Merdan de dibêjim ev e; ji ewil şahidiya eşkere û piştre ya nepen kiriye. Di dawiya dawî de dive gotinên wî esas neyên girtin.” 
 
Akal, got ku şandeya dadgehê xwe xistiye şûna meqama lêpirsînê û cara ewil li eywana dadgehê li şahid guhdarî kiriye. 
 
'LI ŞAHIDÊ NEPEN MAHÎR BÊYÎ ALÎ HEBIN HATE GUHDARÎKIRIN’ 
 
Akal, herî dawî jî bal kişand ser şahidê nepen Mahîr û wiha derbirî: “Di hizûra dadgehê de lê hate guhdarîkirin lê alî tune bûn. Bêyî alî hebin, şandeya dadgehê teşhîr kir. Şahidê nepen Mahîr qala bûyerên 6-8’ê Cotmehê dike. Derheqê tu miwekîlan de îfade nedane. Tekane xisûsek heye, dema hûn dibêjin Aynûr Aşan tenê gotinekê dikin û dibêjin ‘kadro ye.’ Lewma kesekî di qonaxa lêpirsînê de we aniye vê derê û bêyî alî amade bin we lê guhdarî kiriye. Ji ber vê jî îfadeyên wê esas nayên girtin. Ev yek ji bo miwekîla min ne dibe sedema girtinê ne jî sedema cezakirinê. Her wiha diyar nîne bê ka Mahîr çawa li dosyayê hatiye zêdekirin. Weke şahidên din, em wisa texmîn dikin ku Mahîr jî ji ewil kirine gumanbar û piştre jî weke şahid li dosyayê hatiye zêdekirin. Weke encam, di qonaxa lêpirsînê de îfadeyên wî yên derheqê miwekîla min de nînin ji ber vê yekê teşhîsa we ya di qonaxa teqîbatê de esas nayên girtin. Ji ber ku di CMK’ê de rêgeza lêkolîna di cih de hatiye rakirin. Dadgeha we ji bo îspatkirina sûc tenê girêdayî delîlên di îdianameyê de ye.” 
 
Danişîn, piştî navberê dê bidome. 
 

Sernavên din

31/10/2023
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me
10:07 Du jinên ku gefa kuştinê li wan tê xwarin: Emniyet xemsar nêz dibe
09:55 Parêzer Aydin: Bi neberdana Kişanakê dixwazin muxalefetê dîzayn bikin
09:06 Girtiyê nexweş bi alîkariya dîwaran diçe cihê hevdîtinê
09:05 Civaknas Bariş: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe
09:05 MMO: Madiyet dan pêş, ewlekarî ma li paş
09:04 Li Semsûrê xwendekar bêdibistan mane!
09:01 ‘Çareserî bi paradîgmaya Ocalan pêkan e’
09:00 ROJEVA 31'YÊ COTMEHA 2023'YAN
30/10/2023
17:44 Doza Kobanê: A rast ên ku kurdan ji nedîtî ve tên dabeşkar in
17:26 Yildiz ê piştî 30 salî hat berdan: Têkoşîn berdewam e
16:45 13 ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:33 Rêveberê HDP’ê Şenyuz hat girtin
16:24 Sahanî Loûk a ku Hemasê îşkence lê kiribû mir
16:17 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em ê li ber zextan serî netewînin
16:07 Li Hevseroka HEDEP'a Sûrê sîxurtî hatiye ferzkirin
15:43 Beştaş: Dadgehên herêmî li ber biryarên DMME’yê û AYM’ê radibin
15:37 Parlamenterên HEDEP’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serlêdanê bikin
15:02 Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt
14:50 Di doza ‘heqaretê’ ya Şenyaşar de biryara ‘lihevkirin’ê
14:36 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:28 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:22 Bi girseyî serdana şîna Ozmen hat kirin
11:48 Parêzera Armîta Girawend hat binçavkirin
11:32 6 roj in xeber ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:18 Parêzerên Kişanak: Divê miwekîla me tavilê bê berdan
09:16 Dadgehê îtîraza negirtina polîs û cezakirina hindik red kir
09:15 Danişîna rojnamegerên girtî Orûç û Arslan sibê ye
09:15 8 girtiyan name şandin: Em di tercîdê de ne
09:13 Têkoşîna çand û hunerê: Civakek bi rêya hunerê heye
09:12 Tahmaz: Divê li cîhanê bayekî aştiyê yê xurt pêk were
09:09 ‘Jin dê pêşengtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin’
09:08 Doza ku li dijî xemsariya dewletê hatiye vekirin tê dirêjkirin
09:05 Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Em niha bi dewleta AKP'ê re rû bi rû ne
09:03 Katircioglû: Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan fikra Abdullah Ocalan bên guhdarîkirin
09:01 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2023'YAN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Konfederalîzma Demokratîk’ derket
29/10/2023
22:27 Ciwanan li dijî êrişan xebatên stickeran kirin
19:37 Îfade wergirtina rêveberên HDP’ê temam bû
19:29 Cenazeyê Armîtayê li Tehranê hate veşartin
18:55 Şîna Toprak bi girseyî hat ziyaretkirin
18:44 Sempozyûma Bajêr a Mêrdînê: Jinûveavakirin bi polîtîkayên ekolojîk pêkan e
17:18 Bulga û Kaya yên HEDEP’î hatin girtin
16:58 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya
16:25 Tehliyeya Sutpak ê 30 sal in girtî ye bi hinceta ‘nebû îtîrafkar’ hate taloqkirin
16:04 TJA’yê bi mijarên tecrîd û şerê taybet atolye li dar xist
15:44 ‘Mamosteyê’ Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
15:26 Civaka Xwendekarên Demokratîk a Îzmîrê hate avakirin
14:40 Ocalan: Kesên bûne sedema mirina bi hezaran mirovan nikarin bibin navbeynkar
14:20 Cenazeyê Okan li Belarûsê hate dîtin
14:10 Artêşa Îsraîlê otobûsa rêwiyan hedef girt
13:18 Rejîmê nehişt cenazeyê Armîtayê li Kirmaşanê bê definkirin
13:12 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Werin em Komara Demokratîk bi hev re ava bikin
13:11 Tevî girtinan jî Çapemeniya Azad her tim nivîsand
12:19 Li Cizîrê qeyûm hate protestokirin: Em nas nakin
11:20 Ji edîtorê Rojnewsê ev 5 roj in agahî nayên girtin
11:11 Ji ber êrişan Herêma Cizîrê bê ceyran ma
11:07 Ahmet Turk: Aştî bi bêdengmayînê nayê
11:04 Ji Amedê ‘Banga ji bo Azadiyê’: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî
10:34 Hejmara 35’an a Kovara Jinê derket
10:22 Bi ser wefata ‘Mamosteyê’ Çapemeniya Azad re 5 sal derbas bûn
10:08 Dîroknas Aydin: Hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bi Komara Demokratîk dikare bên çareserkirin
09:12 Selma Irmak: Berxwedana gel 'Plana Çokşikandinê' rûxand
09:03 Dayikên Aştiyê: Çima gava ên dimirin kurd bin her kes bêdeng e?
09:03 32 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Di 8 salan de 19 hevdîtinên malbatê û 11 ên parêzeran hatin qedexekirin
09:02 Jinên herêma Botanê: Ev sedsal wê bibe sedsala ‘Jin Jiyan Azadiyê’
09:00 Şêniyên Harmanliyê ku di konteyniran de dijîn bi awayekî bifikar zivistanê pêşwazî dikin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2023'YAN
28/10/2023
19:31 TJA'yê li Mêrdînê kargeh li dar xist
19:18 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:15 Di Sempozyûma Bajêr a Mêrdîmê de 'texrîbatên qeyûman'hatin nîqaşkirin
16:02 Îmzevanên ‘Banga Aştiyê’: Ji bo aştî pêk were divê ewilî em ji aştiyê bawer bikin
15:54 ‘Girtî Bozkûrt ê nexweşê penceşêrê ye nayê dermankirin’
15:51 Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî: Dive Cemal Tanhan demildest bê berdan
15:29 Bayindir: Heke em li ber xwe bidin em ê dikaribin tecrîdê rakin
15:15 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tanhan sewqî Eskîşehîrê hat kirin
14:59 Rêvebera navenda HEDEP’ê hat berdan
14:55 ‘Tişta li Roboskê qewimî îro li Xezayê diqewime’
14:54 Qurbaniyên Qetlîama Licê hatin bibîranîn: Divê doz bi demboriyê re neyê hiştin
14:00 ÎHD: Sedsala komarê bû sedsala windakirinên di bin çavan de jî
13:52 Dîsa çalakiya Dayikên Şemiyê hat astengkirin
13:33 Ji 78 kesayetan ‘Banga Aştiyê’: Ji bo çareseriyê rola Abdullah Ocalan girîng e
13:06 Dema binçavkirina rêveberên HDP’î hate dirêjkirin
12:53 Kaya yê HEDEP’î ku sîxûrtî lê hatibû ferzkirin hate binçavkirin
12:07 Holandayê ji welatiyên xwe yên li Iraqê xwest welat biterikînin
11:39 Komeleyên ziman: Divê di sedsala duyemîn a komarê de dawî li înkara kurd û kurdî bê anîn
11:00 PENa Kurd: Li dijî cezakirina mamosteyên zimanê kurdî bisekinin
10:50 Armîta Garawandî jiyana xwe ji dest da
10:25 Rêvebera Navenda HEDEP’ê Ateş hat binçavkirin
10:24 Li gundên Şirnexê dorpêça leşkerî didome: Gundî sewalên xwe difiroşin û koç dikin
10:23 Alîgirên HUDA PAR’ê êrişî şaxa Starbucksê kirin
09:52 Ûysal: Em dikarin bi têkoşîneke topyekûn şerî rawestînin
09:51 Kesayet û jiyanek li ser şopa Xeyrî Dûrmûş: Îsa Kizil
09:08 Malbata penaberê winda serî li ÎHD'ê da
09:07 'Poşmanîtî' qebûl nekir berdana wî 9 mehan hat taloqkirin
09:07 Parlementerê HEDEP'ê: Tekane kesê dawî li şer bîne Abdullah Ocalan e
09:06 Girtiyê nexweş Îvrendî: Dixwazin cenazeyên me ji girtîgehê derkevin
09:05 Ji bo ajandaya partiya siyasî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' lêpirsîn
09:03 Bawer: Wêjeya zarokan ji bo siberoja zarokan xwedî roleke girîng e