Qeyûm her tiştê şaredariyê difiroşe: Şaredariyê jî bifiroşin dê nikaribin deynan bidin

  • rojane
  • 09:12 24 Cotmeh 2023
  • |
img

WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê difiroşe. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ku bertek nîşanî vê dan, bal kişandin ser texrîbata qeyûm û gotin: "Avahiya şaredariyê jî bifiroşin dê nikaribin deynan bidin." 

 
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin, beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê difiroşe. Qeyûm, îhaleyên ji bo firotina mal û milkên şaredariyê li bîlboardan daldiqîne. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, bertek nîşanî firotina mal û milkên şaredariyê dan û gotin ku armanca qeyûm ew e ku rêveberiya nû nikaribe tevbigere. 
 
Endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Berdevkê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îsmet Tan anî ziman ku firotina xeyrîmenqûlan ên di dema qeyûmê yekem Mûrat Zorlûoglû de dest pê kir, bi destê qeyûmê dawî ve bênavber didome. Tan diyar kir ku armanca van firotinan ew e ku rêveberiya şaredariyê tevngere û got: "Qeyûm bi feraseta 'Dê HEDEP'î car din vî bajarî bi rê ve bibin. Gava bên bila di nava deynan de bimînin, di warê xizmetê de nikaribin tevbigerin. Lê mêze HEDEP'î nikarin şaredariyê bi rê ve bibin' tevdigerin û ji ber vê hemû mal û milkên şaredariyê difiroşe. Mal û milkên şaredariyê tên firotin. Ên nayên firotin jî bê bedêl dewrî saziyên din tên kirin. Ev tenê ne meseleya HEDEP'iyan e. Divê hemû rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, komele li dijî vê rabin û dengê xwe bilind bikin. Bi taybetî çapemeniya xwecihî ya li Wanê jî di vî warî de bêdeng e." 
 
Tan destnîşan kir ku dê di hilbijartina xwecihî ya 2024'an de careke din şaredariyê bi dest bixin û got: "Ji ber ku bi vê dizanin, ji bo şaredarî di warê civakî, çandî û aborî de tiştekî neke û ji bo dest û pêyên wê bên girêdayn, mal û milkên wê tên firotin. Ji bo nîşan bidin ku şaredarî tenê avahiyek e, tevdigerin. Şaredarîvaniya civakî, tenê ne kar û barên rê, av û qenalîzasyonê ne. Şaredariyek ger di warê tenduristî, çandî, kreş, kursên zimên û qada tenduristiyê de tiştinan bike serketî ye. Lê mixabin tekane xema feraseta qeyûm, ew e ku şaredariyê betal bike. Gava hevalên me bên, dê hemû mal û milkên şaredariyê yên hatine firotin bi rêyên qanûnî wergirin. Banga me ya di vî warî de ew e ku hemû dînamîkê bajêr û rêxistinên civaka sivîl li dijî vê rabin." 
 
‘ÇAVKANÎ PÊŞKÊŞÎ ALÎGIRAN TÊN KIRIN'
 
Berdevkê Serdemê yê Konfederasyina Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ê Wanê Mûrat Atabay jî anî ziman ku di warê rêveberiyên xwecihî de li Wanê pirsgirêkên gelekî cidî hene. Atabay destnîşan kir ku ev pirsgirêk bi rêveberiya qeyûm re zêdetir bûne û got ku qeyûm wekî karmendekî desthilata heyî û serokê partiyeke siyasî dixebite. Atabay wiha domand: "Qeyûm bi taybetî ji bo piştgiriyê bidin partiya siyasî dixebitin. Ji dêvla ku budçeya şaredariyê ji bo qada şaredariyê xerc bikin, ji bo qadên cuda xerc dikin. Ji bo cihên tu eleqeya wan bi rêveberiyên xwecihî tune re ye, gelek pere tên xerckirin. Di ser navendên ciwanan re hewl didin ciwanan di temenekî biçûk de daxilî nava pergalên bîrdozî bikin. Di ser van navendên ciwanan re pereyekî zêde tê xerckirin. Her wiha beriya her hilbijartinê, gelek mal û milkên şaredariyê tên firotin. Ên difiroşin difiroşin, ên nayên firotin jî dewrî saziyên xwe dikin. Divê çavkaniyên şaredariyê ji bo şaredariyê bên bikaranîn, ne ku pêşkêşî alîgirên xwe bikin. Rêxistinên civaka sivîl jî ji rawestandina vê talankirinê divê dengê xwe bilind bikin." 
 
‘DÊ NIKARIBIN DEYNÊN QEYÛM BIDIN'
 
Berdevkê Koordînasyona Bajêr a Wanê a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) Mîhaîl Atîk jî anî ziman ku feraseta qeyûm, feraseteke dûrî civakê ye. Atîk got: "Em li vir nikarin behsa berjewendiyeke civakî bikin. Ger wisa bûya, dê melisa şaredariyê belav nekirina û dê biryarên meclisê esas bigiratan. Meseleya herî girîng jî, firotina mal û milkên şaredariyê û dewrkirina wan e. Polîtîkaya ku li vir tê birêvebirin, ew e ku di rojên pêş de şaredarî bêwesf bimîne. Temenê qeyûman na dirêj e. Di hilbijartina bê de teqez dê biçin. Niha tevahiya mal û milkên şaredariyê û bi ser de avahiya şaredariyê jî bifiroşin dê nikaribin deynên xwe bidin. Armanca pêkanînên niha ew e ku gava qeyûm biçin, şaredarên nû nikaribin bixebitin." 
 
 

Sernavên din

28/10/2023
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2023'YAN
27/10/2023
23:15 Îsraîlê daxuyand ku dê îşev 'tevgera bejahiyê berfireh bike'
22:47 Li Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li du mamosteyên kurd birîn
16:40 Rapora Girtîgehên Êlihê: Girtî li erdê radizin, xwarina ji bo kesekî didin 3 kesan
16:15 Di doza kuştina karmend Mungan de li 4 kesan cezayê muebbetê hate birîn
16:03 Olûç: Divê Serokwekîlê Meclisê yê çêr kirin îstîfa bike
15:41 Komek nijadperest êrişî xwendekaran kirin
15:26 Heta niha li Xezeyê 7 hezar û 326 kes mirin e
15:20 Cenazeyê Zeren Ertaş a li wargeha dewletê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:28 NY: Li Xezeyê pêdivî bi agirbestê heye
14:27 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê mirina Ertaş protesto kirin
13:54 Li Amedê herî kêm 13 ciwan hatin binçavkirin
13:19 Çêrên Adan ê MHP’î li girtekê nehat nivîsandin
13:18 Polîsan kartên hafizeya wênekêşê xera kirin!
13:14 Girtiyê ku tiliyên wî ketin ber berkazê nebirin nexweşxaneyê
13:08 Ji ber axaftina bi kurdî îşkence li girtî hat kirin
13:03 Nobeta ji bo Can Atalay hatiye destpêkirin di roja duyemîn de didome
12:51 Rayedarê firmaya ku tamîra asansorê kiribû hat binçavkirin
11:19 Dewleta tirk li Dêrikê malek bombebaran kir
10:51 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
10:40 Parêzerê Gultan Kişanak: Miwekîlên me bi biryarên siyasî girtî ne
10:28 Gelo binevser Kaya întîhar kir an hate kuştin?
10:15 Ciaccheri: Pêdiviya me bi azadiya Abdullah Ocalan heye
10:13 Koma Hevra jî bo berxwedana dayikan stran derxist
09:30 Li dijî êrişên li ser Rojava pêngava ekolojiyê: Wê 4 milyon dar deynin
09:16 ‘Kurd dixwazin xeber ji Abdullah Ocalan bigirin'
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê hemû tiştên bi kurdî qedexe ne!
09:02 5 sal in ji bo wergirtina cenaze têdikoşin
09:01 Ozturk: Divê meseleya kurd jî wekî meseleya Filistînê esas bê girtin
09:00 Dayikên Aştiyê: Îsraîlê şermezar dikin, lê zarokên Rojava bombeberan dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/10/2023
22:35 Li Îzmîrê lîstika ‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ hat lîstin
18:55 Li Zanîngeha Dokûz Eylulê protestoya li dijî bihakirina fiyetê xwarinê
16:31 Girtiyê nexweş Cemal Tanhan felc bû
16:22 Rojnameger Ahmet Tulgar li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 HRW: Êrişên Tirkiyeyê bandor li 4,3 milyon kesan kir
15:14 HEDEP li Stenbolê amadekariyên kongreyê dike
15:13 Banka Navendî faîz zêde kir
15:13 Di hevdîtinên bûdçeyê de nîqaşa li ser ‘dijminatiya li kurdan’
14:48 Konferansa Ciwanan a Cîhanê dê di 3-5’ê mijdarê de bê lidarxistin
14:37 Doza Kobanê: Dosya min a beriya 21 salan anîn pêşiya min
13:52 Plana rantê ya erdê Girtîgeha Bûcayê hate betalkirin
13:12 Dadgerê doza erişa li dijî HDP’ê hate guherandin
12:44 Şahidê di doza rojnamegeran de lê hatiye guhdarîkirin: Min îfadeyên nedîtibûn îmze kirin
12:05 Derbarê Boltan de biryara anîna bi darê zorê hate dayîn
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:05 Li DYA’yê êrişa çekdarî: Herî kêm 22 kes hatin kuştin
10:27 Bi hinceta ‘li derî xistine’ cezayê disiplînê dan 10 girtiyan
10:24 Wezaretê zaroka êzidî radestî malbata DAIŞ’î ku ew revandine kiriye
10:07 Soyal ê 78 salî tevî rapora ‘ji sedî 91 astengdar e’ û di dilê wî de pîl heye jî hate girtin
10:06 Li Biradostê êrişî wesayîtekê hate kirin
09:52 Mexmûriyên di êrişa dewleta tirk de birîndar bûn: Divê cîhan vê derê jî bibîne
09:43 Li malbata penaberê winda geriyan: Di destê îstîxbaratê de ye, pereyan bidin bila vegere malê
09:21 Başalan: Bedena jinê qada şer nîne
09:18 Ûcaman: Konseya Çandiniyê ya Amedê hêzekî navxweyî ye
09:17 Gundê xwe yê hilweşiyayî bi ruhê komunal ji nû ve ava dikin
09:05 Ji bo Rûbarê Zorê bang kir: HES dê bibe sedema qirkirineke mezin
09:04 Bi ÇEDES'ê re li dibistanan ewlehiya zarokan nema
09:02 DBP amadekariyên konferanseke mezin dike
09:01 Dikandarên erdexanî û qersî: Krîza aborî bê demokrasî û edaletê çareser nabe
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2023'YAN
25/10/2023
21:06 Li Ewropayê çalakiyên konvedanê yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan didomin
17:02 Rapora MFRR’ê: Tawanbariyên bêbingeh gelek caran li dijî rojnamegeran hatin bikaranîn
16:26 ‘Kişanak dema girtîmayîna demdirêj temam kiriye lê çima nayê tehliyekirin?’
16:07 Şahidê îşkenceya li Zindana Amedê wefat kir
16:02 ÎHD’a Enqereyê: Di 3 mehan de 2 hezar û 292 binpêkirinên mafan qewimîne
15:58 Rêxistinên Ekolojî: Bila sûcê qirkirina ekolojiyê bibe qanûn
15:57 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di mehan de 2 hezar û 491 binpêkirin
15:45 TJA’yê têkildarî tiryak û fuhûşê daxuyanî da
15:40 Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê: Gotinên Erdogan mehdê meriv li hev dixe
15:30 Koma Ma Muzîkê dê li Colemêrgê konser li dar bixe
15:29 Erdogan xwedî li Hamasê derket
14:28 Darizandina parlamenter Kaya dîsa nehat sekinandin
14:25 Operasyona li Licê hatibû destpêkirin didome
14:20 Doza Kobanê: Bêyî ku alî amade bin dadgehê li şahidê nepen guhdarî kir
14:19 Li Girtîgeha Karabukê berdana 11 girtiyan tê astengkirin
14:06 Li Amedê piştî 4 salan fûara pirtûkan: Dê pir zimanî be
13:09 Jinên botanî tecrîdê nîqaş dikin: Birêz Ocalan hêj jî ji bo aştiyê têdikoşe
13:05 Gundiyan îtîrazî firotina erd a şaredariya AKP’î kirin
11:59 Careke din êrişî baregeha Amerîkayê hate kirin
11:52 AYM'ê der barê Can Atalay de biryara ‘binpêkirinê’ da
11:48 Konseya Çandiniyê ya Amedê hat damezrandin
11:33 Dozger xwest cezayê hefsê li rojnameger Canozer were birîn
11:00 Îsraîlê baregehên Sûriyeyê bombebaran kir
10:11 Rewşa li Rojhilata Navîn: Di dawiyê tunelê de tunebûn jî azadbûn jî heye
10:10 Hemû hevberdevkên komîsyonên HEDEP’ê diyar bûn
09:28 Girtiyê ji sedî 68 astengdar nayê tedawîkirin
09:27 Pêkhateyên Şengalê: Azadiya birêz Ocalan azadiya Şengalê ye
09:26 Dayikên Aştiyê ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang kirin
09:07 Celalettîn Can: Li vir qanûn tune ye, jiyan di xetereyê de ye
09:06 Li Sîncanê berdana girtiyan tê taloqkirin: Jin hedef tên girtin
09:05 Qeyûmê ku milkên şaredariyê difiroşe, 3 milyar deyn xistiye stuyê şaredariyê
09:04 Dengê 'Azadî ji bo Ocalan, çareserî ji bo pirsgirêka kurd' li seranserê cîhanê deng veda
09:03 ‘Waliyê Şirnexê weke rêveberê AKP’ê xebatên hilbijartinê dimeşîne’
09:00 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê vê zivistanê jî bê cih û war in
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2023'YAN
24/10/2023
22:17 Cenazeyê Kaya piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin
19:44 Rewşenbîr û nivîskar: Weke her gel û miletekî mafê kurdan jî heye ku rojgara xwe diyar bike
19:09 Meclisa Ciwanan a HEDEP'ê dê li dijî tiryakê çalakiya nobedê bide destpêkirin
16:27 Derket holê ku miftiyê tacîzkar di çarçoveya ÇEDES’ê de hatiye peywirdarkirin