Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin

  • rojane
  • 14:34 12 Cotmeh 2023
  • |
img

AMED - Derket holê ku li navçeya Gêlê qeyda îqametgaha hezar û 256 kesan li daîreyên di nava qada leşkerî de cih digirin, hatine çêkirin. 

 
Beriya hilbijartina xwecihî ya di 31’ê Adara 2024’an de bê lidarxistin, agahiyên “hilbijên veguhestî” ji bajarên bakurê Kurdistanê tên. Piştî Şirnex û Agiriyê vê jî li Amedê heman mijar bû rojev. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; li taxa Yenîşehîrê ya navçeya Gêlê ya Amedê di hilbijartina giştî û serokkomariyê de hejmara hilbijêr ango rayên taxê 885 kes bûne, lê bi yek carekî hejmara hilbijêran bûye 2 hezar û 141. 
 
Balkêşe ku  ev hejmar hezar û 256 kes ji zilaman pêk tê. Ji van kesan hezar  û 171 kesan li deriyên ku nimreya wan 25 D, F, C û H yên li ser Cadeya Ahmet Ece ya li taxê hatine qeydkirin. Tenê li avahiya 25 D tevahiya wê ji zilaman pêk tê 756 kes hatine qeydkirin. 
 
Tê texmînkirin ku ev kes leşker in. Lêkolîna ku Partiya Demokratîk a Gelan li ser mijara navborî kiriye jî meseleyê piştrast dike. Li gorî HDP’ê; li daîreyên ku ev kes lê hatine qeydkirin, di nava qada leşkerî de cih digire. 
 
FERQA HILBIJARTINA 2019’AN 843 RAY BÛN 
 
Kesên ku qeyda wan îqametgahê dane ser Gêlê dibe ku encama hilbijartina xwecihî ya li pêşiya me biguherîne jî. Di hilbijartina xwecihî ya sala 2019’an de HDP’ê 5 hezar û 757 deng girtibû û şaredarî qezenc kiribû. AKP’ê jî 4 hezar û 914 deng wergirtibûn. Partiya Saadetê jî 219 deng wergirtibûn û CHP’ê jî 142 deng wergirtibûn. Her wiha namzetê serbixwe jî 118 deng wergirtibû. Bi vî awayî HDP’ê bi ferqek 843 dengan şaredarî bi dest xistibû. 
 
Di hilbijartina 14’ê Gulanê de jî Partiya Çepên Kesk 4 hezar û 703 ray, AKP’ê 3 hezar û 150 ray; CHP’ê 663 ray; Partiya ÎYÎ jî 350 ray wergirtibûn. 
 
JI NAVÇEYÊN DERDORÊ ANÎNE 
 
Ji rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Gêlê parêzer Mehmet Zulkuf Polat têkildarî mijara navborî ev pênase kir: “Dixwazin darbeyê li vîna gel bixin.” Polat da zanîn ku ew ê li dijî mijara navborî gilî û îtîrazan bikin û piştî ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) agahiyên li ser hilbijêran di 1’ê cotmehê de daye wan rewşê ferq kiriye. 
 
Polat anî ziman ku di hilbijartinên meha gulanê de hejmara hilbijêran li taxê 885 bûn lê ev hejmar bi yek carê bûye 2 hezar û 141 hilbijêr. Polat got piştî wan lîsteyê baş lêkolîn kiriye dîtine ku hezar û 256 hilbijêr hatine zêdekirin. Polat diyar kir ku piraniya van hilbijêran ji navçeyên Çinar, Erganî, Peyas, Çêrmûk, Çingûş û Pîranê anîne li navçeya wan qeyd kirine û hemû jî zilam ni. Polat got ew nizanin ku ka van hilbijêran veguhestine. 
 
EW DAÎRE LI QADA LEŞKERÎ NE 
 
Polat anî ziman ku ew li heman taxê rûdinê û karmend du sê meh in nikarin malên kirê bibînin û wiha got: “Gelo van hezar û 256 kesan çawa bicihkirin e? Li ser hin daîreyan 18 kes li ser hin daîreyan jî 19-20 kes hatine qeydkirin. Ew daîre û avahiyên ku qeyd lê hatine kirin cihê leşkerî ne.” 
 
'DESTWERDANA LI DIJÎ ÎRADEYÊ YE’ 
 
Polat destnîşan kir ku dixwazin bi vî awayî encama hilbijartina li navçeyê were guhertin û got: “Ev destwerdanek pir eşkere  ya li dijî îradeyê ye. Em ê dest ji meseleyê bernedin û bişopînin. Heke kesên ku ne ji vir bin û qeyda wan anîbin vir û îradeya gelê Gêlê diyar bikin, ev li dijî demokrasiyê ye. Xelkê me viya naxwaze û sekna xwe nîşan dide.” 
 
MA / Eylem Akdag - Şîlan Çîl
 

Sernavên din

18/10/2023
14:57 Rapora OHD’ê ya Amedê: Di mehan de mimaleya xerab li 667 kesan hate kirin
14:27 Cenazeyê rojnameger Salaz li Wanê hate definkirin
14:16 Êrişên Îsraîlê hatin protestokirin
13:20 Biden li Îsraîlê ye: Wisa xuya dike ku teqîn aliyê din pêk aniye
13:20 Di doza ‘sindoqa winda de’ dê li şahidan bê guhdarîkirin
12:50 Şewata li Licê xwe bi xwe vemirî
12:48 Ewlehiya li derdora Konsolosxaneya Îsraîlê hate zêdekirin
11:17 Kelecana HEDEP’ê: Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne
10:46 Pentagonê daxuyanî da: Em ji Îsraîlê bibawer in
10:43 Yilmaz: Bêyî ku ferq û cudatî bê kirin divê li dijî êrişan deng were derxistin
10:17 Azadiya çapemeniyê piştî qanûna sansurê kete kategoriya “xeternakê”
10:16 Baroya Amedê dê ji bo betalkirina biryara ‘ÇED erênî ye’ ya ji bo Geliyê Zorê serî li dadgehê bide
10:01 Abdullah Ocalan: Tiştên li Qudsê diqewimin dibe ku sibe li Kerkûkê jî biqewimin
09:05 Li Wanê fiyetê kirêyan 4 qat zêdetir bûn
09:04 Li ser 800 kesî îfade dabû: Beyanên wî yên pûç di girtenameyên dadgehê de ne
09:03 Ciwanên daxilî nava tiryakê hatine kirin behsa tiryaka ji aliyê polîs-notirvanan tê firotin kirin
09:02 Ûca: Tirkiye dixwaze DAIŞ'ê car din bi ruh û can bike
09:01 3 demsal in di konekî de dimînin û va zivistan jî bi ser wan ve hat
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:40 Cenazeyê rojnameger Salaz gihişt Wanê
17/10/2023
22:45 HEDEP: Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku dengê aştiyê bilind bikin
22:06 Îsraîlê êrîşî nexweşxaneyekê kir: Herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
21:34 Tezkereya ji bo êrişên derveyî sînor li Meclisê hat qebûlkirin
19:13 Cenazeyê dayika Zekiye Alkanê hat veşartin
18:32 Can a ku bi beyanên Akbiyik hatibû girtin hat berdan
16:50 Cerdevan keça xwe qetil kir û lawê xwe jî birîndar kir
16:16 Stranbêja filistînî Amîne hate binçavkirin
16:01 Ji şandeya dadgehê pirsa ‘ma em dijminên we ne?’ kir
16:00 Tirkiyeyê wesayîtek xelkê Mexmûrê bombebaran kir: Kesek hat qetilkirin û 3 kes birîndar bûn
15:22 DFG’ê: Divê faîlên li Rohat Bulut dan bên tespîtkirin û cezakirin
14:56 DBP û HEDEP’ê ji bo tezkereyê bang kir: Polîtîkayên şer ên îktîdarê erê nekin
14:25 Qeyûmê Bajarê Nû wê 30 keyayan bibe umreyê
13:25 Li dijî Han Yûnûs û Refahê êriş: 45 kes mirin
13:08 Îsraîlê têkildarî ‘operasyona bejahî’ daxuyanî da
11:57 Doza parlamenterên berê hate taloqkirin
11:54 Smith-Sivertsen: Heta ku Ocalan di tecrîdê de be dê aştî neyê Rojhilata Navîn
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:16 Ji ber êrişên dewleta tirk gundên Eyn Îsayê bêav man
11:03 Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir
11:03 Li Îranê li ser hev erdhej çêbûn
10:50 Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin
10:29 Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel
10:21 Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin
10:12 'Dema kurd tên qetilkirin her kes kerr, kor û lal dimîne’
09:54 Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide
09:46 Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin
09:34 Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:34 Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
09:33 Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne
09:09 Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike
09:08 Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN
16/10/2023
19:07 Dewleta tirk êrişî Şêrawayê kir: Zarokek birîndar kir
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin
12:13 Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake
11:26 Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike
11:02 Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
10:34 Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye
10:25 Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’