Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin

  • rojane
  • 13:07 12 Cotmeh 2023
  • |
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin protestokirin. 
 
Piştî çalakiya 1’ê cotmehê ya li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya di nava qada Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê, dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş dabûn destpêkirin û ev êriş hêj berdewam in. Di encama êrişan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran tên protestokirin. 
 
AMED 
 
Endamên partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl, parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Halîde Turkoglû û gelek kes bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Parka Rojava ya navçeya Peyasê ya Amedê li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin cemhev û xwestin daxuyaniyê bidin. Polîsên ku park dorpêç kirin, diyar kirin ku ew ê destûrê nedin daxuyaniyê. Li ser vê yekê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û êrîş û biryara qedexeyê protesto kir. Piştre polîsan girse dorpêç kir û bi mertalan nehiştin çapemenî dîmen bigirin. 
 
Piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû, girse bi komên ji 5 kesan pêk tên ji dorpêçê derketin û belav bûn.
 
DÊRSIM 
 
Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê jî xwestin têkildarî mijarê li Qada Seyîd Riza daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsan êrişî çalakvanan kirin. Di encama êrişa polîsan a li Kolana Hunerê de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Dêrsimê Nazli Çelîk û Ferhat Yildiz, Hevşaredarê Periyê Orhan Çelebî ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, Serokê EMEP’a Dêrsimê Ergun Tekîn, Çagdaş Bagaç, Ender Şîmşek, Alî Bozkurt û Hidir Yildiz hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê. 
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu jî ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Kordu, bertek nîşanî dorpêça polîsan da û wiha got: “Heta ku li Rojhilata Navîn çareseriyek tê dîtin em ê dengê xwe her derxînin. Em li dijî qetilkirina sivîlan a di şer de ne. Em li dijî teşhîrkirina bedenên jinan a di şer de ne. Divê ambargo were rakirin û dawî li qirkirina kurdan bê anîn.” 
 
RIHA
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Rihayê jî xwestin êrişan bi daxuyaniyekê şermezar bikin. 15 ciwanên enternasyonalîst ên ewropî ku ji bo tevlibûna kongreya Partiya Çepên Kesk hatine Tirkiyeyê û ji bo çendek serdanan li Kurdistanê ne jî xwestin tev li daxuyaniyê bibin. 
 
Endamên partiyê li pêşiya avahiya HDP’a Rihayê hatin ba hev û xwestin ber bi Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan ve bimeşin û li wir daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsan bi hinceta biryara “qedexeyê” ya walîtiyê hewl dan pêşî li çalakvanan bigirin. Çalakvanan jî bertek nîşan dan û gotin ku astengkirina wan li dijî hiqûqê ye. 
 
Ciwanên enternasyonalîst ji bo tev li daxuyaniyê bibin hatin pêşiya avahiya partiyê. Li ser vê yekê polîsan got; “qedexeye ku kesên biyanî tev li daxuyaniyê bibin” û nehiştin ciwan bikevin avahiya partiyê. Her 15 ciwanên enternasyonalîst ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin û destên wan ji pişt ve hatin kelemçekirin. Ciwan li erdê hatin kaşkirin û li wesayîtên binçavkirinê hatin siwarkirin. 
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan û girseya pê re jî li pêşiya avahiya partiyê bi mertalan hatin dorpêçkirin. Girseyê jî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bertek nîşan da. Li ser vê yekê polîsan bi mertal, cop û bombeyên gazê êriş kirin. 
 
Polîsan hewl dan parlamenter Ayan bi darê zorê ji nava girseyê derxîne. Ayan, bertek nîşanî dorpêçê da û daxuyanî da. Polîsan, endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Lîvan Orman, Senem Erîş, Sadûllah Bîrcan û Mizgîn Çîftçî derb kirin û piştre jî binçav kirin. 
 
Tevî êrişên polîsan jî Ayan daxuyanî da û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir. 
 
15 ciwanên enternasyonalîst û ciwanên Partiya Çepên Kesk birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê. 
 
WAN
 
Li Wanê jî li Kolana Hunerê daxuyanî hate dayîn. Polîsan, li pêşiya Navenda Kargehan a Ozgul Center ku avahiya DBP’ê jî li wir sekinîn û nehiştin parlamenterên Partiya Çepên Kesk derkevin derve. Kolana Hunerê jî ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Polîsan, bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê destûr nedan ku daxuyanî were dayîn û êrişî girseyê kir. Di dema êrişê de welatiyan bertek nîşanî polîsan dan. 
 
MEŞ HAT LIDARXISTIN
 
Piştî êrişa li Kolana Hunerê, girseya belavbûyî li kolanan kom bûn û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Kurdistan, bijî berxwedan”, "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Bijî berxwedana Rojava” dest bi meşê kirin.
 
‘EM VÊ DERHIQÛQTIYÊ QEBÛL NAKIN’
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Mahmût Dîndar di dorpêça li Kolana Hunerê de axivî û wiha got: “6 roj berê li Gazeyê komkujiyek hate kirin. Her wiha li Rojava jî sivîl tên qetilkirin.” Di dema axaftina Dîndar de polîsan mudaxile kirin. 
 
KESEK HATE BINÇAVKIRIN 
 
Her wiha polîsan nehiştin rojnameger dîmenên çalakiyê bikişînin û gelek rojnameger hatin derbkirin. Welatiyên di dorpêçê de bi çepikan bertek nîşanî mudaxileya li dijî rojnamegeran dan. Kesekî di dorpêçê de bi hinceta dirûşma berz kirî hate binçavkirin.  
Bi heman armancê li Agirî, Mûş, Qers û Îdirê jî dê daxuyanî bihatina dayîn lê destûr nehate dayîn. 
 
MÊRDÎN 
 
Êrişên dewleta tirk, li Mêrdînê jî hatin protestokirin. Çalakî li pêşiya avahiya HDP’ê hate lidarxistin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Kamûran Tanhan, Bêrîtan Guneş û George Aslan û gelek partiyî tev li bûn. Hevseroka HDP’a Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî daxuyanî xwend û got ku dewleta tirk di êrişên xwe de sûcê şer dike. Bahçecî, axaftina xwe wiha domand: “Divê tevahiya raya giştî li dijî van êrişan têkoşîna xwe mezin bike.” Parlamenter Kamûran Tanhan jî destnîşan kir ku tevahiya Tirkiyeyê di tecrîdê de ye û ev tişt anî ziman: “Êrişa Tirkiyeyê li dijî Rojava daye destpêkirin, binpêkirina Peymana Cinevê û hiqûqa şer a navneteweyî ye. Xelkê sivîl tê kuştin. Daxwaza aştiyê ya ji bo Filistîn û Îsraîlê tê kirin, dema mijar dibe kurd tê paşguhkirin. Em jî ji bo aştiyê li vir in.” 
 
BANGA JI BO MITÎNGÊ
 
Tanhan, di berdewamiya axaftina xwe de got ku dê sibe saet di 13.00’an de li Qada Azadiyê ya Qoserê mitînga aştiyê li dar bixin û banga tevlibûnê li her kesî kir. 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN 
 
HDK, Partiya Çepên Kesk, HDP, DBP û gelek welatiyan ji bo protestokirina êrişên dewleta tirk, xwestin li Parka Ozgur Çocuk a Mêrsînê daxuyaniyê bidin. Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê beriya daxuyaniyê, ketin û derketina Rêxistina HDP’a Mêrsînê girt û nehişt ku girse ber bi parkê ve biçe. Li dijî vê yekê, girseyê li avahiya HDP’a Mêrsînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kir. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di şerê navbera Filistîn û Îsraîlê de her roj sivîl tên qetilkirin. Em, qetilkirina sivîlan qebûl nakin. Serokkomar dibêje; ‘li Gazeyê av û ceyran nîne, dibistan û mizgeft tên bombebarankirin. Kanî mafên mirovan?’ Lê belê bi fermana wî Rojava tê bombebarankirin û li pêş çavên tevahiya cîhanê sivîl tên qetilkirin. Daxwaza mafên mirovan a ji bo Gazeyê, divê ji bo Rojava jî bê xwestin. Em, her êrişeke li dijî Rojava weke êrişeke li dijî xwe û mala xwe qebûl dikin.” 
 
Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz jî di daxuyaniyê de wiha got: “Gelê kurd û hêzên demokrasiyê her tim rastî zilmê hatin lê tu caran serî neteweandin. Em îro jî serî natewînin. Dê nekarin bi van zextan armancên xwe pêk bînin.” 
 
Piştî axaftinan, girseyê li pêşiya avahiya partiyê çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Hevşaredarên Êlihê ku Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên HDP,  DBP,  Partiya Çepên Kesk, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî li pêşiya avahiya DBP’a Bajar hatin ba hev. Polîsan, beriya kombûna girseyê dora avahiyê dorpêç kiribû û gotin ku dê ji ber biryara qedexeya lidarxistina çalakî û xwepêşandanan, nehêlin daxuyanî were dayîn. Lê belê girseyê israr kir û guh neda qedexeyê. Êriş, bi çepikan û dirûşma “Na ji şer re, aştî a niha” hate protestokirin. 

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Êlihê Seyît Evren bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava da û wiha got: “Qebûlnekirina polîtîkayên şer ên îktîdara AKP-MHP’ê, ji bo pêşeroja me tiştekî girîng e. Divê em tevek bi hev re ji vî sûcî re bibêjin ‘bes e.’ Werin em bi hev re aştiyê pêk bînin.”  

EDENE

Partiya Çepên Kesk, DBP û rêxistinên sivîl xwestin bi dirûşma “Ji şer re na” li Parka Înonu ya Edeneyê daxuyanî dan û êrişên li ser rojavayê Kurdistanê şermezar bikin. Polîsan destûra çalakiyê neda. Girse ji Parkê hat ber avahiya HDP’a Edeneyê û êriş protesto kirin. Polîsan li ber HDP’ê jî êrişî girseyê kir.

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî bi pêşengiya DBP û TJA’yê li ber avahiya DBP’a Şirnexê daxuyanî dan û êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Zekî Îrmez, Newroz Uysal, rêveberên partiyên kurd, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Polîsan diyar kir ku ew destûrê nadin çalakiyê. Girseyê bi berzkirina dirûşmeyan qedexeya polîsan şermezar kir û çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Newroz Ûysal li ser navê girseyê axivî û destnîşan kir ku desthilatdarî û polîsên xwe ji daxuyaniyê ditirsin çimkî dizanin êrişên li dijî Rojava li dijî hiqûqê ne. Ûysal got yên ku sûcên şer dikin wê di mehkemeyên navneteweyî de werin darizandin. Ûysal xwest êrişên li ser Rojava demildest bên sekinandin.

 

Sernavên din

18/10/2023
14:57 Rapora OHD’ê ya Amedê: Di mehan de mimaleya xerab li 667 kesan hate kirin
14:27 Cenazeyê rojnameger Salaz li Wanê hate definkirin
14:16 Êrişên Îsraîlê hatin protestokirin
13:20 Biden li Îsraîlê ye: Wisa xuya dike ku teqîn aliyê din pêk aniye
13:20 Di doza ‘sindoqa winda de’ dê li şahidan bê guhdarîkirin
12:50 Şewata li Licê xwe bi xwe vemirî
12:48 Ewlehiya li derdora Konsolosxaneya Îsraîlê hate zêdekirin
11:17 Kelecana HEDEP’ê: Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne
10:46 Pentagonê daxuyanî da: Em ji Îsraîlê bibawer in
10:43 Yilmaz: Bêyî ku ferq û cudatî bê kirin divê li dijî êrişan deng were derxistin
10:17 Azadiya çapemeniyê piştî qanûna sansurê kete kategoriya “xeternakê”
10:16 Baroya Amedê dê ji bo betalkirina biryara ‘ÇED erênî ye’ ya ji bo Geliyê Zorê serî li dadgehê bide
10:01 Abdullah Ocalan: Tiştên li Qudsê diqewimin dibe ku sibe li Kerkûkê jî biqewimin
09:05 Li Wanê fiyetê kirêyan 4 qat zêdetir bûn
09:04 Li ser 800 kesî îfade dabû: Beyanên wî yên pûç di girtenameyên dadgehê de ne
09:03 Ciwanên daxilî nava tiryakê hatine kirin behsa tiryaka ji aliyê polîs-notirvanan tê firotin kirin
09:02 Ûca: Tirkiye dixwaze DAIŞ'ê car din bi ruh û can bike
09:01 3 demsal in di konekî de dimînin û va zivistan jî bi ser wan ve hat
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:40 Cenazeyê rojnameger Salaz gihişt Wanê
17/10/2023
22:45 HEDEP: Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku dengê aştiyê bilind bikin
22:06 Îsraîlê êrîşî nexweşxaneyekê kir: Herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
21:34 Tezkereya ji bo êrişên derveyî sînor li Meclisê hat qebûlkirin
19:13 Cenazeyê dayika Zekiye Alkanê hat veşartin
18:32 Can a ku bi beyanên Akbiyik hatibû girtin hat berdan
16:50 Cerdevan keça xwe qetil kir û lawê xwe jî birîndar kir
16:16 Stranbêja filistînî Amîne hate binçavkirin
16:01 Ji şandeya dadgehê pirsa ‘ma em dijminên we ne?’ kir
16:00 Tirkiyeyê wesayîtek xelkê Mexmûrê bombebaran kir: Kesek hat qetilkirin û 3 kes birîndar bûn
15:22 DFG’ê: Divê faîlên li Rohat Bulut dan bên tespîtkirin û cezakirin
14:56 DBP û HEDEP’ê ji bo tezkereyê bang kir: Polîtîkayên şer ên îktîdarê erê nekin
14:25 Qeyûmê Bajarê Nû wê 30 keyayan bibe umreyê
13:25 Li dijî Han Yûnûs û Refahê êriş: 45 kes mirin
13:08 Îsraîlê têkildarî ‘operasyona bejahî’ daxuyanî da
11:57 Doza parlamenterên berê hate taloqkirin
11:54 Smith-Sivertsen: Heta ku Ocalan di tecrîdê de be dê aştî neyê Rojhilata Navîn
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:16 Ji ber êrişên dewleta tirk gundên Eyn Îsayê bêav man
11:03 Dayika Zekiye Alkan, Îsmet Alkan wefat kir
11:03 Li Îranê li ser hev erdhej çêbûn
10:50 Bi wesayîta bêplaka rê li ber rojnameger Bulut girtin û derb kirin
10:29 Rewşenbîr û nivîskar: Kongreya HEDEP’ê hêvî da gel
10:21 Cenazeyê Salaz bi hinceta ‘kar û barên fermî’ tê rawestandin
10:12 'Dema kurd tên qetilkirin her kes kerr, kor û lal dimîne’
09:54 Pierre Barbier: Ocalan çareseriyê nîşan dide
09:46 Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin
09:34 Li Enqereyê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:34 Ji bo motorînê zem hate kirin: Fiyetê lîtreyê 40 TL derbas kir
09:33 Abdullah Ocalan: Îxtîlafa Îsraîl-Filistînê mînaka herî nêz e ku netewe dewlet çareserî nîne
09:09 Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike
09:08 Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan
09:07 Tundiya li dijî jinan: 'Qirkirin' jî derbas kiriye
09:05 Dê bi dirûşma 'Jina Azad Hunera Azad' mîhrîcana jinan bê lidarxistin
09:04 Ji ber navê 'Andok' li ser bû formayê Amedsporê nedan girtî!
09:02 Yuce: Kesên dibêjin 'em li cem Filistînê ne', di heman demê de êrişî Rojava dikirin
09:01 30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN
16/10/2023
19:07 Dewleta tirk êrişî Şêrawayê kir: Zarokek birîndar kir
15:22 Di Doza Kobanê de piştevaniya enternasyonal
15:21 Ciwanên enternasyonalîst hatin dersînorkirin
15:20 DÎSK’ê banga beşdariya mitînga ‘edaleta di bacê de’ kir
14:18 Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştî noq bû: 40 kes mirin û 167 kes winda ne
13:42 Rêxistinên Tamîlê piştgirî dan kampanyaya ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’
13:31 Li Egeyê keleka penaberan noqî avê bû: 3 kes mirin
13:16 Rapora OHD’ê ya 9’ê Cotmehê: Hêzên ewlekariyê bi awayekî derhiqûqî tundî kirin
12:57 Parlamentera HEDEP'ê Çubuk: Me bi kongreyê gavek mezin avêt
12:48 Li Gazeyê 50 hezar jinên ducanî ji xizmeta tenduristiyê bêpar in
12:25 Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin
12:13 Mahmud Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake
11:26 Îsraîl 28 gundên li ser sînorê Lubnanê vala dike
11:02 Kongreya HEDEP’ê: Coşa gel nîşan da ku paşvegav neavêtiye
10:34 Serlêdanên ji bo qursên MED-DER’ê didomin: Deriyê me bi şev û roj vekirî ye
10:25 Midûrê Girtîgeha Îdirê gefê li girtiyan xwariye
10:15 Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e
09:49 Serokatiya Veguherandina Bajar hate avakirin
09:47 Dozên rojnamevanen kurd: Di cotmeh û kanûnê de dê bên lidarxistin
09:21 Li cîhanê ji her 10 kesan yek jê birçî radizê
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
08:40 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Cîhan deyndarê Ocalan e’ derket
15/10/2023
19:12 Kargeha 'Çîrokên Afirîner' a zarokan hat lidarxistin
19:01 Rojên Marksîzmê bi dawî bû: Kurdistan hatiye mêtingehkirin
18:42 Piştî kongreya HEDEP'ê 4 kes hatin binçavkirin
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’