Rojnamevan Cûma: Gelên Rojava bi yek helwestê li dijî êrişan radibin

  • rojane
  • 09:07 10 Cotmeh 2023
  • |
img
RIHA - Rojnamevan Ciwana Cûma anî ziman ku Tirkiye di êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sivîlan hedef digire û got ku gelê kurd, tirkmen, suryanî, ereb û çeçen bi yek helwestê li dijî van êrişan radibin.
 
Tirkiye çalakiya 1'ê cotmehê ya li dijî Midûriyeta Giştî ya Polîsan ji xwe re kir hincet û di 4'ê Cotmehê de êriş bir ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 6'an de bênavber berdewam dikin. Tirkiye wekî ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan jî di daxuyaniya xwe de gotibû "Em ê binesaziya herême hedef bigrin" êrişî binesaziya herême û kargehan kir. Li herêmê dibistan, kargeh, nexweşxane, bendav, îstasyonên avê, ceyranê û stomeniyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin bombebaran kirin. Her wiha êrişên Tirkiyeyê bi tenê bi binesaziya herême ve sînorkirî neman, li gundên herêmê jî bombebaran kir û di encama êrişan de gelek mirov û sewalan jî jiyana xwe ji dest dan. Tevî li gor qanûnên Neteweyên Yekbûyî (NY) êrişa li cihên wekî nexweşxane û welatiyên sivîl sûc e jî û bi dimenan jî eşkere ye ku Tirkiye vî sûcî li herêmê pêk aniye jî, hezên garantor ên li heremê û saziyên navneteweyî li dijî êrişên Tirkiyeyê bêdeng in. 
 
Nûçegihana Ronahî TV'yê Ciwana Cûma ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radigihîne cihanê rewşa dawî ya li herême ji ajansa me re vegot.
 
 
Ciwana Cûma bi lêv kir ku di êrişên ji 4'ê cotmehê ve berdewam dikin de balafirên Tirkiye rasterast binesaziya herêmê armanc dikin û wiha got: "Piştî ku dewleta tirk êrişî stasyuna ceyranê ya herî mezin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, li herêmê ceyran jî hat qutkirin. Li gelek bajaran jî stastyonên ceyranê armanc hatin girtin û welatiyên li vir bê ceyran man. Ceyran pir kêm niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Her wiha cihên petrol û sotemenî jî ji aliyê Tirkiyeyê ve armanc hat girtin û niha welatî bê soeomenî jî mane. Ji aliyê din jî bendavên avê yên herêmê li Hesekê, Derikê, Tiltemir û Çilaxa ji aliyê dewleta tirk ve armanc hatin girtin û ji xebatê derketin. Niha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji avê bêpar e."
 
'WELATIYÊN SIVÎL HEDEF TÊN GIRTIN'
 
Cûma di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiye welatiyên sivîl jî hedef digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êrişan li Hesekê dest pê kir. Li wir êrişî kargehên ku welatî li wir kar dikin kirin. Di encamê de 4 welatî bi giranî birîndar bûn. Ev welatî jî ji ber hovitiya dewleta tirk li Serêkaniyê ji bajarê xwe dûr ketibûn hatibûn ji xwe re li Hesekê kar dikirin. Her wiha du nexweşxaneyên ku ji bo nexweşiya Koronayê hatibûn çekirin jî bûn armanca dewleta tirk, nexweşxaneya Kobanê û ya Derikê hatin bombebarankirin. Cihên ku armanc hatine girtin ne cihên lêşkerî bûn, hemû cihên ku welatî jê sûd digirin. Nexweşxane, dibistan, av, kargeh û welatiyên sivîl armanc  hatin girtin û heta niha 15 welatiyên sivîl di encama êrişan de şehîd bûn û 15 kes jî bi giranî birîndar bûn. Li gundê Girdahol a Tirbesipî xaniyek armanc hat girtin û di encamê de bav şehîd bû û zarokê wî yê 12 salî çavê wî derket û bi giranî birîndar bû. Ew bavê 7 zarokan bû. Duh jî li gundê xalidiyê yê giredayî Eyn Îsa xaniyek hat bombebaran kirin û di encamê de dayikek şehîd bû û 2 zarokên wê jî bi giranî birîndar bûn. Li bajarê Derikê gundê Xana Serê jî dewleta tirk xaniyên welatiyan bombebaran kir û di encamê de gelek sewalên welatiyan mirar bûn. Yanî dewleta tirk ne tenê welatiyan sewalan jî hedef digere."
 
'GEL BI YEK HELWESTÊ RADIBIN'
 
Cûma anî ziman ku gelê li herêmê jî li dijî êrişên Tirkiyeyê bi helwesteke tund radibin û ev tişt gotin: "Dewleta tirk bi van êrişan rastê rast dibêje ez ê bi van êrişan gelê Rojava birçî bihêlim û qir bikim. Bi vê yekê jî dixwazin herême dagir bikin. Îro herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kurd, tirkmen, ereb, çeçen, suryan û hemû pêkhate bi yek deng û yek helweste dibêjin dewleta tirk bi tang, top û balafîrên xwe me ji xaka me dûr bixe. Bi vê helwestê gel bersiva êrişa dewleta tirk dide. Gel ê li vir bi israr rojane li qadan e. Bi helwesteke cidî bertekên tund bersivên van êrişan didin."
 
'HEZÊN GARANTOR BÊDENG IN'
 
Cûma destnîşan kir ku ji ber bêdengiya hezên garantor ên li herême baweriya gel jî ji wan nemaye û axaftina xwe wiha domand: "Hezên Garantor yên deverê taybet jî hezên Rusya û Amerîka heta niha tevî ku ev êrişên li dijî ehlaqê şer li ber çavên wan diqewimin jî helwesteke cidî nîşan nedan. Daxuyaniyek didin jî ne bi cidî ne. Hemû cihan ji van sûcên dewleta tirk re xwe ker û lal dike. Ji bo wê jî gel li dijî hezên garantor bi bertekin û dibêjin ev nikarin parastina me bikin."
 
SALVEGERA KOMPLOYÊ Û ÊRIŞ
 
Cûma di dawiya axaftina xwe de ragihand ku QSD jî li dijî êrişên Tirkiyeyê çalakiyên tund pêk tîne û axaftina xwe wiha qedand: "Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Şehba, Efrîn, Tiltemîr, Serêkanî, Eynîsa û Kobanê bersivên dijwar ji dagirkeriya Tirkiyeyê re dan û çalakiyên mezin pêk anîn û di encamê de gelek kuştî û birîndarên wan çêbûn. Êrişên Tirkiyeyê dagirkirina Girêspî û Serêkanî tîne bîra mirov ku çawa wê demê jî di salvegera komploya navneteweyî li dijî Serokatî pêk hatibû de qewimîn îro carek din li pêş çavên hezên garantor û cihanê êrişî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tê kirin."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

15/10/2023
18:32 Şaxa SES'ê ya Rihayê rêveberiya xwe ya nû bijart
18:11 Pasdarên Îranê li Binarê Qendîlê şivanek kuştin
17:34 Tîma Jinan a Amedsporê, Tîma Jinan a Beşîktaşê têk bir
17:27 Cenazeyê rojnamevan Necmedîn Salaz dê sibe bişînin Wanê
16:44 Çiyayê Metînayê hate bombebarankirin
15:09 Hejmara kesên di qezaya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bû 7
15:08 Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan
14:56 Dayikan di kongreyê de bi pankartê bertek nîşanî tecrîdê dan
14:30 Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreyê da
14:11 Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk
13:31 Rêveberiya HEDEP’ê hate diyarkirin
13:09 Bakirhan: Divê statûya Rojava were naskirin
12:58 Kesên tev li kongreyê bûne: Ev coş wê têkoşînê pêş bixe
12:56 Hatîmogûllari: Rêya çareseriyê, çareserkirina pirsgirêka kurd e
12:06 Uçar: Em ê bi hev re bi ser kevin
Akin: Şer çareserî nîne
11:48 Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin
11:47 Girtiyên siyasî ji bo kongreyê peyam şand: Em ji şer û tecrîdê re dibêjin ‘Na’
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat