Bayindir: Em tecrîdê qebûl nakin, birêz Ocalan navnîşana çareseriyê ye

  • rojane
  • 15:26 9 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED – Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di çalakiya li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de axivî û got: “Sekna birêz Ocalan sekna aştiyê ye. Sekna birêz Ocalan sekna aştiya Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê desthilatdariya AKP-MHP’ê û dewleta Tirkiyeyê tecrîdek giran li ser birêz Ocalan dike. Em wekî gelê kurd vê tecrîdê qebûl nakin.” 
 
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) bi dirûşma “Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li Parka Koşûyolû ya Amedê dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, xwestin daxuyaniyek girseyî bidin. Polîsan girseya ku li parkê kom bûbû û li gelek deverên navçeya Rezanê civiyabûn dorpêç kir û destûra daxuyaniyê neda. 
 
Polîsan tenê ne welatiyan parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên bajarên bakurê Kurdistanê ku beşdarî daxuyaniyê bûn jî dorpêç kir. Polîsan li gelek deveran êrişî welatiyan kir û bi dehan kes kirin binçavan. Dayik û extiyar jî di nav binçavkiriyan de hene. 
 
ÊRIŞÎ ROJNAMEVAN HAT KIRIN 
 
Tevî hemû dorpêç, astengî û binçavkirinan jî welatî û siyasetmedar meşiyan û komplo û tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin. Polîsan êrişî rojnamevanan ku dorpêç û daxuyaniyê dişopandin jî kirin. Polîsan li rojnamevan Mahsum Kara dan. Rojnamevanên din piştevaniya Kara kirin û li ber êrişa polîsan rabûn. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Çepên Kesk li ber Parka Koşûyolûyê daxuyanî dan. Li ser navê komê Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. 
 
‘AMEDÊ KIRINE QADA TUNDÎ Û ÎŞKENCEYÊ’
 
Bayindir bi bîr xist ku îro 9’ê Cotmehê destpêkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û got: “25 sal in ev komplo berdewam dike. Îro me xwest em li Amedê, li Kurdistanê bi tevî heval û hogirên xwe ve, bi rêxistinên xwe ve daxuyaniyekî li dar bixin. Lê ji serê sibehê heya niha bi sedan hevalên me bi êrişên rê û rêbazên hovane re rû bi rû man. Gelek hevalên me hatin binçavkirin. Îşkence û tundî li ser hevalên me hatin kirin. Îro her deverê Amedê bûye qada îşkence û tundiya li ser me.”
 
BAYINDIR: DIVÊ HER KES LI BER TECRÎDÊ RABE
 
Bayindir bal kişand ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Em wekî gelê kurd bangawaziyê dikin; li Tirkiyeyê li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan tecrîd heye. Sekna birêz Ocalan sekna çareserkirina pirsgirêka kurd e. Sekna birêz Ocalan sekna aştiyê ye. Sekna birêz Ocalan sekna aştiya Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê desthilatdariya AKP-MHP’ê û dewleta Tirkiyeyê tecrîdek giran li ser birêz Ocalan dike. Em wekî gelê kurd vê tecrîdê qebûl nakin. Tecrîd îro tenê ne li Girava Îmraliyê heye, tecrîd îro li hemû kolan û qadên Kurdistanê û Tirkiyeyê bûye wekî terzek rêveberiyê. Em vê terza rêveberiya tecrîdê qebûl nakin. Em wekî gelê kurd ê aştîxwaz, demokrasîxwaz bangawaziyê li hemû gelan dikin; li dijî vê tecrîdê nerazîbûna xwe nîşan bidin. Îro desthilatdariya AKP-MHP’ê li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn her deverî kiriye qada şer. Rojhilata Navîn ji bo gelên bindest, azadîxwaz bûye dojeh. Lê çareserî heye. Ev çareserî jî li cem birêz Ocalan e. Ev çareserî bi paradîgma û felesefeya birêz Ocalan dikare pêk were.
 
TECRÎD BERFIREHKIRINA ŞER E
 
Dîsa em banga xwe dubare li hemû kesîn dikin ku li ber vê tecrîdê têkoşînek mezin û berfireh bidin. Em ê wekî siyasetmedar, sazî û rêxistinên gelê kurd li dijî vê tecrîdê her tim têbikoşin. Tecrîd bêçareserî ye. Tecrîd qirkirin û berfirehkirina şer a li dijî gelan e. Ev jî bi destê desthilatdariya AKP-MHP’ê pêk tê. 
 
EM ŞER Û BÊÇARESERIYÊ QEBÛL NAKIN
 
Em rê û rêbazên şer qebûl nakin. Em rê û rêbazên bêçareseriyê qebûl nakin. Ji ber vê yekê jî heta ku ev tecrîd ji ser birêz Ocalan neyê rakirin, rêya çareseriyê, azadî û aştiya mayînde li Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn wê pêk neyê.” 
 
‘LÊ ŞERÊ LI KURDISTANÊ NABÎNIN’ 
 
Bayindir bal kişand ser axaftina Serokê Meclisa Tirk Nûman Kurtulmuş a têkildarî Filistînê ku digot, ‘Li Filistînê serê mirovan tên jêkirin” û got: “Yên ku van gotinan dikin lê şer û qetlîamên li Kurdistanê nabînin.”  
 
‘HEYA ÇARESERÎ PÊK NEYÊ WÊ ŞER BERDEWAM BIKE’ 
 
Bayindir anî ziman ku li li Tirkiyeyê heya ku rêya aştî, azadî, edalet, wekhevî û demokrasiyê neyê vekirin dê her tim li Kurdistan û Tirkiyeyê alozî û şer berdewam bike û wiha got: “Me tu carî li ber vê zordarî, zilmê, dorpêç û tecrîdê serî netewandiye û bi paş ve gav neavêtiye. Lê em her tim rêya çareseriyê, azadiyê nîşan didin. Ew jî bi rakirina tecrîda li Girava Îmraliyê pêkan e. Heta tecrîd ranebe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”  
 
POLÎSAN TUNDÎ LI ROJNAMEVANAN KIR
 
Bayindir di dawiya axaftina xwe de spasiya rojnamevanan jî kir û diyar kir ku wan li ber çavê xwe dîtine ku polîsan tundî û îşkence li rojnamevanan kiriye. 
 

Sernavên din

15/10/2023
10:49 Navê nû diyar bû: HEDEP
10:35 Meteorolojiyê ji bo 12 bajaran hişyariya barana zêde û tozê kir
10:22 Coşa mezin a di kongreya Partiya Çepên Kesk de: Ji bo azadiyê
10:18 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
10:17 Derhênerê îranî Mehrjoui û lîstikvan Mohammadifar hatin qetilkirin
09:43 Di Komîsyona Mutabaqetê de navên Hatîmogûllari û Bakirhan hatin hatin diyarkirin
09:27 Li Efxanistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû
09:10 Devecîoglû: Berxwedan gelê kurd a li dijî êrişan rewa ye
09:06 Înfaza girtiyê 30 salan hat şewitandin: Dozger guh neda biryara dadgehê
09:04 Beriya hilbijartinê dek û dolabên AKP'ê destpêkirin: Gef li keyayan tê xwarin
09:03 13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim
09:02 Hejmara 33’yan a Kovara Jinê derket
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:57 Ketina eywana kongreyê ya Partiya Çepên Kesk dest pê kir
08:37 Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn
14/10/2023
22:02 Acarê HDP'î hat binçavkirin
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin
12:34 Beştaş: Şaxa zeytûnê dirêjî Filistînê dikin lê li kurdan bombeyan dibarînin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgerî û girtîgehê dan
11:49 Mihemed Hemîd: Ez dixwazim hesab ji dewleta tirk bê xwestin
11:15 Şerê Îsraîl-Filistînê: Herî kêm 2 hezar û 400 kes mirin, 338 hezar kes koçber bûn
11:14 AYM'ê ji bo Can Atalay biryar da
11:07 Bi ser qetilkirina Hevrîn Xelef re 4 sal derbas bûn: Li Rojava dîrok jinûve tê nivîsandin
11:05 Çalagan: Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin îradeya jinan e
11:00 Temel: Em ê bi kongreye destpêkekî nû bikin
10:37 Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dê bê berfirehkirin
10:02 Dr. Berwarî: Tirkiyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye
10:00 Li gundê Banayê 29 roj in çûna nav zeviyan û baxçeyan qedexe ye
09:53 Poşmantî li Sevilgenê 30 sal in di girtîgehê de ye tê ferzkirin
09:11 Ciwanên enternasyonalîst: Têkoşîna jinên kurd dê bi sînordarkirina erdnîgariyê re kêm bimîne
09:09 Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin!
09:07 Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin