Bîlançoya 5 rojan: Herî kêm 246 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin

  • rojane
  • 12:07 6 Cotmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 1’ê cotmehê li dijî Wezareta Karên Hundir çalakiyek hate lidarxistin. Piştî êrişê di nava 5 rojan de rojnamevan û siyasetmedar di nav de herî kêm 246 kes hatin binçavkirin. 
 
Di 1’ê cotmehê de li dijî Miduriyeta Giştî ya Polîsan a Wezareta Karên Hundir a li Enqereyê êrişek hate kirin. Operasyonên binçavkirinê yên piştî êrişî hatin destpêkirin di roja 5’an de didomin. Di 2’yê cotmehê de li Stenbol û Kirklareliyê endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û nûnerên saziyên sivîl ên civakî di nav de 20 kes hatibûn binçavkirin. 20 kes piştî kirariyên miduriyeta polîsan duh sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Ji van 16 kes hatin berdan Mehmet Akçîçek, Bulent Yildirim, Ûmût Kahraman Ezber û Zeynel Azadî hatin girtin. 
 
3’YÊ COTMEHÊ 
 
Di operasyonên 3’yê cotmehê li 16 bajaran hatin lidarxistin de 55 kes hatin binçavkirin. Di operasyona navenda wê Rihayê de li Mêrdîn, Amed, Dîlok, Mêrsîn, Şirnex, Stenbol, Bûrsa, Êlih, Denîzlî, Edene, Kayserî, Antalya, Konya, Isparta û Kocaeliyê gelek jê penaber, gelek kes hatin binçavkirin. 
 
20 jinên ku hatibûn binçavkirin piştî kirariyên miduriyeta polîsan pêr bi şev hatin berdan. Jin bi “endamtiya rêxistinê” hatin sûcdarkirin.
 
Dema kirariyên kesên di bin çavan de ên li miduriyeta polîsan berdewam dikirin, hejmara binçavkiriyan jî zêde bû. Îro bi komî 70 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. 
 
4’Ê COTMEHÊ 
 
Di 4’ê cotmehê de jî li 15 bajaran 37 kes hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku li bajarên Stenbol, Wan, Riha, Duzce, Amed, Bûrsa, Edîrne, Kirklarelî, Kilîs, Îdir, Hatay, Edene, Mereş û Denîzliyê binçavkirin çêbûne. Hat ezanîn ku kesên hatine binçavkirin bi parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal hatine sûcdarkirin.
 
5’Ê COTMEHÊ 
 
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku di 5’ê cotmehê de jî di serdegirtinên malan ên li Erzirom, Dîlok, Stenbol û Şirnexê de 24 kes hatine binçavkirin. 
 
6’Ê COTMEHÊ
 
Operasyonên binçavkirinên îro (6’ê cotmehê) jî berdewam kir. Di serdegirtinên malan ên li bajarên Îzmîr, Eskîşehîr, Kilîs, Kocaelî, Êlih, Colemêrg, Mêrdîn, Mêrsîn, Amed, Agirî, Bedlîs û Şirnexê de 75 kes hatin binçavkirin.
Hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal, Yasîn Akdag, Bahtiyar Bor, Vedat Ozeken, Savaş Akdogan, Ûgûr Şedal, Bariş Ozçuk, Emîn Ertûş, Agît Koca, Serhat Aşkan û Îsa Terzîoglû, Hevserokên HDP'ê yên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan, Hevserokên HDP'a Bûcayê Nîhat Turk û Azîze Çelîk û Şenay Ûlûsan û Dîlan Ûlûsan, Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Onsozê Songul Yucel û Sena Şat a di lijneya nivîsê ya di kovarê de cih digire, Nûran Guvenîlîr, Mûhammed Hîzmetçî, Ezgî Yergîn, Hevseroka HDP'a Kocaeliyê Aynûr Sento, rêvebera HDP'a Gebzeyê Şaziye Zorba, endamên HDP'ê Şenay Butun, Semîne Guneş, welatî Abdûrrahîm Demîrkaya, Ahmet Akboga û Ezgî Akçûkûr, rêveberê HDP'a Kartalê Bulent Tûran û rêvebera HDP'a Stenbolê ya berê Fener Gunana li Stenbolê, endamê HDP'ê Velî Akbûlût, Ayşe Berktay, Cafer Adsay û Hamdûllah Ozen”
 
Polîsan bi ser avahiyên Komeleya Hunerê ya Ayişigi Ekîn û Weşanxaneya Yenî Donem ku rojnameya Mucadele Bîrlîgî jê tê weşandin de girtin. 
 
Polîsan, li Îzmîrê bi ser avahiya HDP’ê ya bajêr, avahiyên navçeyên Bûca û Konakê de jî girtin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê aşkere kir ku derbarê 23 kesên têkildarî çalakiya li dijî Wezareta Karên Hundir a di 1’ê cotmehê de hate lidarxistin de parvekirin kirine biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Dozgeriyê îdia kir ku kesên qala wan tê kirin “propagandaya rêxistinê” kirine. 
 

Sernavên din

09/10/2023
13:09 Hejmara miriyan ji hezar û 200 kesî bihûrî, 123 hezar kes ji warê xwe bûn
12:59 Rêxistinên hiqûqê: Hedefgirtina sivîlan a li Rojava sûcê şer e
12:54 Abdullah Ocalan, çima ji Rûsyayê dersînor kirin?
12:41 Bendewariyên hilbijêrên kurd ên ji hilbijartinên rêveberiyên herêmî çi ne?
12:27 ‘Jiyana me weke beriya 10’ê Cotmehê û piştî wê bû du parçe’
12:07 Di êrişa Tirkiyeyê ya li Zirganê de 5 jinên karker birîndar bûn
12:01 Li Amedê komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
11:26 Der barê 8 jinan de lêpirsîna pankartê hat destpêkirin
11:05 Guven: Komplo ji bo Tirkiyeyê darbeyek bû
09:54 Seyîdxan Anter: Mehmed Uzun wêjeya xwe bi cîhanê da qebûlkirin
09:09 Belgefîlma Casimê Celîl: Malbata Celîl ji bo kurdan kedeke mezin daye
09:08 Colemêrgî: Krîza aborî encax bi çareseriya pirsgirêka kurd re dikare xelas bibe
09:07 Ehmed Xocê yê PYD'î: Li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye
09:06 Işik: Durûtiya çepê; ji kurdan re bêdeng in ji Filistînê re xurt in
09:04 Berdevka YPJ'ê: Serêkaniyê û Girê Spî ji çeteyan re nabe war
08:59 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN
07:30 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadî bi ser bikeve’ derket
08/10/2023
23:55 Mîhrîcana hunerê ya li Amedê bi konsera Sasa bi dawî bû
23:47 Di şerê Filistîn û Îsraîlê de hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest da
23:01 Dewleta tirk êrişî îstayoneke gazê û bîreke petrolê kir
22:39 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:27 Amedsporê li sehaya xwe Derînce 2 û 1 têk bir
19:02 Li Efrînê droneke dewleta tirk ket xwarê
18:08 Komxebata di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan bi dawî bû
17:49 Mûrathan Mûngan li Wêjegeh Amedê pirtûka xwe îmze kir
16:26 Li Îsraîlê ‘rewşa şer’ hate ragihandin
16:26 Partiya Çepên Kesk: Heta pirsgirêka Filistîn û kurdan çareser nebe dê aştî neyê
16:03 Qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê hatin bibîranîn
15:54 Li Avestayê qursên kurdî dest pê kirin
15:39 Girtiyan bang kirin: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
14:25 Aydenîz: Divê em heta bidawîkirina tecrîdê têbikoşin
14:18 Rewşa dawî ya li Filistîn-Îsraîlê: Herî kêm 663 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:18 Stasyona Siwêdiyê ji sedî 80 ji xizmetê derket
13:43 Ji 3 siyasetmedarên binçavkirî yek jê hate girtin
13:09 Xelkê Mexmûrê li dijî êrişan meşiya
13:04 Di protestoya komployê de peyama ‘heta tecrîd bi dawî dibe em têbikoşin’ hate dayîn
12:03 Dînçer piştî 30 salan hate berdan
11:53 Rojnameger Sarya: Tirkiye sûcê şer dike
11:26 Li 8 deverên Gazeyê pevçûn berdewam dikin
11:04 Aydenîz: Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:31 Li Efxanistanê erdhej: Hejmara miriyan derket 2 hezar û 53’yan
10:25 Hejmara Kovara Jinê bi nîqaşên ser destûra bingehîn derket
10:23 Aydar: Sekna li Îmraliyê komplo vala derxist
10:11 Akademîsyena misirî Attîa: Fikrên Ocalan mifteya wekheviyê ne
09:49 Li Çiyayê Gabar ayîna piştî 34 salan
09:39 Qeyûman bi hezaran donim erse û gelek malên şaredariyê dewr kirin
09:08 Bi çalakiya xwe li dora Abdullah Ocalan bûn xelekeke ji agir
09:07 'Em ê bi reflekseke rêxistinkirî li dijî şerê taybet bitêkoşin'
09:05 Rojnamevan Kanbal: Armanca van operasyonan krîmînalîzekirin e
09:02 ‘Êrişên li ser Rojava berdewama komploya 9'ê Cotmehê ne'
09:00 ROJEVA 8’Ê COTMEHA 2023’YAN
07/10/2023
23:23 Tirkiyeyê êriş bir ser Mexmûrê: Dayikek û 2 zarokên wê birîndar bûn
19:33 Êrişa Hamasê: 70 mirî, nêzî hezarî birîndar
19:28 Li Ewropayê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin
18:45 Di êrişa Tirkiyeyê de welatiyek hat qetilkirin
17:47 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:51 Karabûlût a hatibû binçavkirin hate berdan
16:32 Polîsan dîmenên îşkenceyê bi darê zorê ji telefonan birin
16:21 PEN’a Norveçê idianameya ‘çekên kîmyewî’ lêkolîn kir: Hiqûq hatiye binpêkirin
16:20 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Cemal Tarhan ê 70 salî bê berdan
15:54 Girtiyê nexweş Tanboga tenê dikare mama bixwe
15:53 Êrişên li ser Rojava û binçavkirin hatin protestokirin
15:37 Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hat avakirin
15:29 Xizmên Windayan li aqûbeta du birayên winda pirsîn
15:03 Hevseroka HDP’a Enqereyê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
14:55 Şaxên ÎHD’ê: Em ê dest ji hesabpirsîna kujerên windayan bernedin
14:47 Berpirsê qetlîama Malbata Şenyaşar dîsa bû endamê MKYK’a AKP’ê
14:35 Dema binçavkirina hevserokên HDP’î hate dirêjkirin
14:27 Li Dîlokê jinek hate binçavkirin
14:21 Komploya nevneteweyî bi meşa meşaleyan hate şermezarkirin
14:02 Bayindir: Desthilat temenê xwe bi şer dirêj dike
14:00 ‘112 Hesp û Xezelek’ derçû
13:01 Hamasê li dijî Îsraîlê operasyon da destpêkirin
12:57 Dîsa Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kirin
12:37 Polîsan li ciwanê astengdar dan û giliyê wî kirin
12:19 Wan ripûrût kirin û ava cemidî li wan kirin
11:49 Di meha îlonê de 32 jin hatin qetilkirin
11:35 ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’
11:21 Encamnameya civîna DÎK’ê: Em ê ji bo aştiya civakî bi hemû reng, gel, baweriyan ve têbikoşin
11:16 Li dijî binçavkirin û êrişan nerazîbûn: Em bi paş ve gav navêjin
11:05 Hevşaredarên Cizîrê der heqê qeyûm de doz vekirin
11:01 Promiyera lîstika “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din” hate kirin
10:36 Hevseroka BOTAN-DER’ê: Em bi zanebûna dewlemendiya zimanê xwe nêz bibin
10:33 Jin Rêveberiyên Xwecihî nîqaş dikin: Êrişên li dijî Rojava li dijî destkeftiyên jinên kurd e
10:30 Ozbîngol: Aliyê siyasî yê Doza Kobanê ji aliyê hiqûqî girantir e
09:13 Bi kevirê di destê xwe de li dijî peymana 9’ê Cotmehê bû mertal
09:12 Rojnamevan Kalkan: Di çapemeniya kurd de nêrîna jinan bi Gûrbetellî dest pê kir
09:11 Dê aştîxwaz û azadîxwaz di 8'ê Cotmehê de li Kadikoyê kom bibin
09:09 ‘Tecrîdê welat di nava tarîtiyê de fetisandiye'
09:07 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê sûc e
09:04 Der barê Waliyê Hatayê de îdiayek cidî: Mal û milkên we û jinên we helal in
09:02 Omer Ocalan: Ji bo Destûra Bingehîn bê guherandin divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2023'YAN
06/10/2023
23:59 Balafirên şer Kobanê bombeberan kirin
23:38 Rojnamevan Kanbal hat berdan
22:33 'Li dijî tecrîdê Meşa Azadiyê'
20:18 Dê li Qibrisê Konferansa Modernîteya Demokratîk bê lidarxistin
20:15 Li Rojava bi hezaran kes li dijî êrişên Tirkiyeyê daketin qadan
18:03 Fadil Şenyaşar nehat berdan
17:02 Bi îdiaya ‘hedef nîşandanê’ doz li rojnamevan Arslan vekirin