Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin

  • rojane
  • 14:41 2 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Sazî û dezgehên ziman bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî operasyonên binçavkirinê dan û gotin: “Em ê serê xwe netewînin." 

 
Polîsan di saetên serê sibê de li Stenbol û Kirklareliyê bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên sivîl ên civakî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin. Kesên sedemê binçavkirina wan nehatin zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. Hate diyarkirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe. 
 
Di nav van kesên hatine binçavkirin de Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê) Eyup Subaşi jî heye. Saziyên ziman bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî binçavkirinan dan. 
 
Daxuyaniya nivîskî ku li ser hesabên medya dîjîtal ên saziyan hat belavkirin, wiha ye: 
 
‘HÛN NIKARIN SERÊ ME BITEWÎNIN' 
 
"Îro serê sibehê li du bajaran di bin navê operasyonê de li dijî rêveber û hevserokên sazî û dezgehên kurdan qirkirineke siyasî hate birêvebirin. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî mamoste Eyyub Subaşi jî tê de gelek kes bi qedexeya agahîjêgirtinê û manîpulasyoneke bi destê Walîtiya Stenbolê hatî kirin, hatin binçavkirin. Em van hêrîş û operasyonên neheq û nehiqûqî bi tundî şermezar dikin û bi dengekî bilind tînin ziman ku dê serê me netewînin!
 
Ev qirkirina siyasî, ne nû ye; her carê kesên din ên pêşeng ji xwe re dike hedef. Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta roja îro geh bi asîmîlasyonê, geh bi girtina sazî û dezgehan û geh jî bi qirkirinên siyasî hedef her bûye saziyên zimên û siyasî, xebatên sazî û dezgehên kurdan û axirî bûye gelê kurd. Hincet û senaryo guherîne, lê qedexe, binçavkirin, girtin û kuştin tu carî neguherinê. Wek saziyên zimên, em jî vê qirkirinê parçeyekî ji polîtîkaya dewleta tirk a sed salan dibînin û banga hestiyarî û xwedîlêderketinê di serî de li gelê kurd û pê re jî li hemû sazî û derdorên demokratîk dikin ku li hemberî van hêrîşan bêdeng nemînin. 
 
Em careke din ji vir didin zanîn ku rê û têkoşîna hevalên me ya me ye û dê gelê kurd û sazî û dezgehên gelê kurd li ber van hêrîş û zextan tu carî serê xwe netewînin û ji têkoşîn û xebatên xwe gavekê jî ber bi paş ve neavêjin! Ji ber ku gelê kurd destkeftiyên xwe bi rehetî bi dest nexistine, lewma tu hêz nikare van destkeftiyan bi binçavkirinan û tirsandinê tune bike. 
 
BINÇAVKIRIYAN BERDIN
 
Hemû hevalên me yên ku îro hatine binçavkirin û hemû hevalên me yên din ên ku bi awayekî nehiqûqî, bi awayekî dijminkarane hatine girtin, em bi wan re ne û xwedî li têkoşîna wan derdikevin. 
Em ji bikerên van kiryarên neheq re dibêjin, hemû hevalên me derhal serbest berdin û wekî hemû zext, tundî û hêrîşên li gelê kurd hatî kirin, ev jî pûç in û dê me û hevalên me ji rêya azadî û wekheviyê dûr nexin û em ê ji her demê bêhtir xwedî li vê têkoşînê û destkeftiyên gelê kurd derkevin!" 
 
Navê sazî û dezgehên ku daxuyaniyê îmze kirine wiha ne: 
 
  • Enstîtuya Kurdî ya Amedê - Amed
  • Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê - Stenbol
  • Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê - Îzmîr
  • Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê - Sêrt
  • Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê - Semsûr
  • Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê - Êlih
  • Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê - Amed
  • Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê - Wan
  • Komeleya Wêjekarên Kurd - Amed
  • Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek - Cizîr
  • Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê - Enqere
  • Kovara Destarê - Amed
 

Sernavên din

06/10/2023
16:48 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ dê xebata tagê bê kirin
16:42 Kampanyaya TJA’yê li Êlihê bi meşê dest pê kir
15:54 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana esnafan kir
15:33 Tîltay piştî 30 salên girtî hate bardan
15:06 Onder: Doza Kobanê ji bo darizandina AKP’ê pêşîdianameyek e
14:53 Danişîna doza Semra Guzel hat taloqkirin
14:53 Halîse Aksoy nehat berdan
14:48 Rojnamevan Kanbal bi ‘propagandaya rêxistinê’ tê sûcdarkirin
14:46 Doza Kobanê: Senaryoyeke baş nehatibe amadekirin lîstik xerab tê lîstin
14:29 Partiya Çepên Kesk: Desthilatdariya AKP'ê sûcê şer dike
14:21 Li Silopiyayê wesayita leşkerî ya zirxî li moto kuryeyekî xist
14:04 Li herêma Cizîrê îstasyona ceyranê hate bombebarankirin
13:47 Prof. Dr. Aktar: Polîtîka û êrişên li dijî kurdan konsesusek sedsalî ye
13:14 Kesa ku Xelata Aştiyê ya Nobelê qezenc kir diyar bû
12:52 Polîsan kelûpelên parlamenter Nejla Demîr desteser kirin
12:37 Di êrişan de 40 herêm hedef hatin girtin
12:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:09 Xwepêşandanên ji bo Armîta Garawand berdewam dikin
12:07 Bîlançoya 5 rojan: Herî kêm 246 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin
11:33 Di êrişa li dijî Akamediya Leşkeriyê ya Humusê de hejmara miriyan zêde dibin
10:58 Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiyên HDP’ê de girtin
10:57 Komploya navneteweyî dê li Kadikoyê were şermezarkirin
10:53 Nûnerê Taybet ê NY'yê yê Sûriyeyê: Divê dawî li êrişên li ser Rojava bê anîn
10:45 Sever: Dem dema azadiya Ocalan e
10:31 Pêşengeha wêneyên ku keda jinan vedibêje li Amedê hat vekirin
10:28 Rojnamevanê fransî Perrîer: Çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê tecrîda li Îmraliyê ye
10:06 Tê xwestin ku heyfa têkçûna DAIŞ’ê ji HDP’ê bê hildan!
09:43 Îldem ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Kurdan mirinê kuşt!
09:40 MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Em li dijî êrişan bibin yek
09:04 Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike
09:03 ‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'
09:01 Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin
09:00 Cewo: Heta kurd negihîjin mafên xwe, dê komplo her berdewam bike
09:00 Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek
09:00 Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide