Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin

  • rojane
  • 09:43 2 Cotmeh 2023
  • |
img
RIHA - Xizmên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bertek nîşanî komploya navdewletî dan û gotin ku tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmehê 1998'an de bi komployeke navdewletî ji Suriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de jî li Kenyayê hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Komploya navdewletî ku 25 sal di ser re derbasbûne, îro bi tecrîdeke girankirî li Girava Îmraliyê berdewam dike. Hezên serdest ku ji bo planên xwe yên Rojhilata Navîn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji xwe re weke asteng dîtin û ji ber wê jî li dijî wî komployek pêk anîn, di van 25 salên komploya navdewletî de negihîştin armanca xwe. Lê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevî tecrîda girankirî jî di hucreya yekkesî de bi fikir û ramanên xwe komployê û planên hezên serdest ên Rojhilata Navîn pûç kirin. Armanca hezên serdest pêk nehat, lê fikr û ramanên Abdullah Ocalan li cihanê belav bûn û ji bo hemû gelan bû hêviyek. 
 
Girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di serî de gelê kurd û hemû gelê cihanê xist nava xemgîniyekê. Bi hezaran kurd li Kurdistanê rabûn û bi rojan li dijî girtina Ocalan çalakî pêk anîn. Gelek kesan li ser girtina Ocalan gotin, "Hûn nikarin roja me tarî bikin" û agir berdan bedena xwe. Li Kurdistanê û cihanê dema ev geşedan diqewimîn malbata Abdullah Ocalan jî bi awayekî fikar û xemgîn geşedanên der barê girtina Abdullah Ocalan de ji nêz ve dişopand. 
 
Xwişka Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û xizmê wî Mehmet Reşît Ocalan der barê Komploya navneteweyî û agahînegirtina ji Abdullah Ocalan de axivîn û bertek nîşanî komploya navdewletî û tecrîda girankirî dan. 
 
EM BI FIKARIN
 
Xwişka Abdullah Ocalan Fatma Ocalan anî ziman ku 8 sal in wê birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nedîtiye û ev tişt gotin: "Ez 3 caran bi wesayita seqetan çûm girtîgehê û min hevdîtin pêk anî lê ev 8 sal in ji ber ku hevdîtin qedexeyê nikarimê biçim. Em ji ber rewşa tendûristiya birayê xwe pir bi fikar in, heye tune ye em nizanin. Em dixwazine carê bibînin lê dewlet nahêle. Me bikariya carê wî bidîta, agahî jê bigirta, lê hevdîtin qedexe ye ji ber wê jî em nikarin tu agahiyê bigrin. Hemû gel bi fikar e, hemû kes rewşa wî meraq dike. Ji ber wê jî divê mafê hevdîtinê bi malbatê re pêk were." 
 
KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ
 
Xizmê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Reşît Ocalan (81) jî diyar kir ku wan jî li ser televîzyonê bi awayekî fikar derketina Abdullah Ocalan a ji Şamê ji nêz vê şopandiye û wiha got: "Piştî ku ji Şamê derket çend meh şûn ve bi komployeke navneteweyî hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Me jî girtina serok li ser televîzyonê dît. Em pir bi xemgîn bûn. Dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe li dijî serok ev komplo pêk anîn. Îro jî CPT ku divê li dijî îşkence û tecrîdê derkeve bi heman awayî li dijî tecrîde bê dengê. Her dû jî ji bo berjewendiyan e. Dema Serok birîn girtîgeha Îmraliyê ez jî çend caran ji bo hevdîtinê çûm Îmraliyê lê destûra hevdîtinê nehat dayin."
 
'DIXWAZIN SEROK BIDIN JIBÎRKIRIN'
 
Ocalan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku komploya navdewletî îro jî bi tecrîda girankirî berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi tecrîdê dixwazin  serok bidin ji bîr kirin. Îro tecrîd ne tenê li ser kesayetekî tê meşandin li ser hemû gelê kurd tecrîd tê meşandin. Ev polîtikayên tecrîd û şer aboriya Tirkiyeyê jî qedandiyê. Îro Tirkiyeyê ji hemû aliyan ve di nav qirîzike de ye. Tirkiye jî ev zêdetirî 24 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Tirkiye qanûnên xwe bi cih naynin. Ev zêdetirî 30 meh in tu agahî jê tune ye em nizanin heye tune ye."
 
'DIVÊ KURD RABIN LI SER LINGAN'
 
Di dawiya axaftina xwe de Ocalan bi lêv kir ku bi bertekên xurt dikarin tecrîde bişkînin û axaftina xwe bi van gotinan qedand: "Ji bo ev tecrîd bê rakirin divê gel rabe li ser pêyan û li ber xwe bide. Partiyên muxalefet ku qala hiqûqê dikin dema mijar dibe kurd ew jî weke desthilat tevdigerê. Ji ber we divê kurd li ber xwe bidin xelk ji bo me tiştekî nakin. Tecrîd bi bertekên xurt ên gel vê tê rakirin." 
 
MA /Mahmût Altintaş

Sernavên din

06/10/2023
16:48 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ dê xebata tagê bê kirin
16:42 Kampanyaya TJA’yê li Êlihê bi meşê dest pê kir
15:54 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana esnafan kir
15:33 Tîltay piştî 30 salên girtî hate bardan
15:06 Onder: Doza Kobanê ji bo darizandina AKP’ê pêşîdianameyek e
14:53 Danişîna doza Semra Guzel hat taloqkirin
14:53 Halîse Aksoy nehat berdan
14:48 Rojnamevan Kanbal bi ‘propagandaya rêxistinê’ tê sûcdarkirin
14:46 Doza Kobanê: Senaryoyeke baş nehatibe amadekirin lîstik xerab tê lîstin
14:29 Partiya Çepên Kesk: Desthilatdariya AKP'ê sûcê şer dike
14:21 Li Silopiyayê wesayita leşkerî ya zirxî li moto kuryeyekî xist
14:04 Li herêma Cizîrê îstasyona ceyranê hate bombebarankirin
13:47 Prof. Dr. Aktar: Polîtîka û êrişên li dijî kurdan konsesusek sedsalî ye
13:14 Kesa ku Xelata Aştiyê ya Nobelê qezenc kir diyar bû
12:52 Polîsan kelûpelên parlamenter Nejla Demîr desteser kirin
12:37 Di êrişan de 40 herêm hedef hatin girtin
12:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:09 Xwepêşandanên ji bo Armîta Garawand berdewam dikin
12:07 Bîlançoya 5 rojan: Herî kêm 246 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin
11:33 Di êrişa li dijî Akamediya Leşkeriyê ya Humusê de hejmara miriyan zêde dibin
10:58 Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiyên HDP’ê de girtin
10:57 Komploya navneteweyî dê li Kadikoyê were şermezarkirin
10:53 Nûnerê Taybet ê NY'yê yê Sûriyeyê: Divê dawî li êrişên li ser Rojava bê anîn
10:45 Sever: Dem dema azadiya Ocalan e
10:31 Pêşengeha wêneyên ku keda jinan vedibêje li Amedê hat vekirin
10:28 Rojnamevanê fransî Perrîer: Çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê tecrîda li Îmraliyê ye
10:06 Tê xwestin ku heyfa têkçûna DAIŞ’ê ji HDP’ê bê hildan!
09:43 Îldem ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Kurdan mirinê kuşt!
09:40 MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Em li dijî êrişan bibin yek
09:04 Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike
09:03 ‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'
09:01 Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin
09:00 Cewo: Heta kurd negihîjin mafên xwe, dê komplo her berdewam bike
09:00 Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek
09:00 Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide