Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike

  • rojane
  • 09:07 2 Cotmeh 2023
  • |
img
STENBOL - Dayika Şemiyê Hanim Tosûn anî ziman ku bi salan e ji bo Qada Galatasarayê bi îradeyeke mezin têdikoşin û heta dewlet arşîva windayan eşkere neke dê çalakiya xwe bidomînin.
 
Dayikên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev û li aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin dipirsin û dixwazin faîl ango kujer bên darizandin, çalakiya xwe di hefteya 966’emîn de domandin. Dayikên Şemiyê yên ku dest ji lêgerîna windayên xwe bernedan, êdî Qada Galatasarayê wekî "cihê bîrê-hafizayê” qebûl dikin. Çalakiya Dayikên Şemiyê tevî biryara "binpêkirin" a Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daye jî 26 hefte ne bi biryara Qeymeqamiya Beyoglûyê tê astengkirin. Dayikên Şemiyê tevî vê biryara "qedexeyê" jî berxwedana xwe didomînin.
 
Ji Dayikên Şemiyê Xanim Tosûn diyar kir ku bi salane tevî hemû zext, astengî û êrişan têdikoşin û xwest dewlet arşîvên xwe yên windayan eşkere bike.
 
CERDEVANAN MALA WAN ŞEWITANDIYE 
 
Tosûn diyar kir ku hevjînê wê Fehîm Tosun di sala 1991'an de li navçeya Licê ya Amedê ji ber xebatên siyasî piştî serdegirtina malê bi îdiaya "Alîkariya rêxistinê kiriye" hat girtin û piştî 4 salan hat berdan. Tosun diyar kir ku piştî hevjînê wê ji girtîgehê derket, mala wan a li gundê Licokê ya bi ser navçeya Licê ve ji aliyê cerdevanan ve hat şewitandin, koçî Stenbolê bûne û ji ber xebatên siyasî hevjînê wê timî tê şopandin. 
 
POLÎSAN GEFAN LI MALBATÊ XWARIYE 
 
Tosûn anî ziman ku polîsên bi cil û bergên sivîl çûne cihê karê kurê wê yê 14 salî lê dixebitî û timî li bavê wî dipirsin û wiha got: “Carekê kurê min ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Dema kurê min di binçavan de bû polîsan got, heke em vê carê wî bigirin em ê hemû hestiyên wî bi saxî bişikînin.”
 
POLÎSÊN SIVÎL WÎ REVANDINE 
 
Tosûn diyar kir ku piştî demeke kurt kurê wê hat binçavkirin, hevjînê wê di 19'ê cotmeha 1995'an de li navçeya Avcilara Stenbolê ji aliyê kesên bi cil û bergên sivîl û di destê wan de bêtêl hebû bû ji malê wî revandin û ew û zarokên  xwe bûne şahidê vê bûyerê. Tosun da zanîn ku wan plakaya wesayîta polîsan a ku hevjînê wê revandibûn girtine û çûne emniyeta ku bi qasî 5 deqîqeyan ji wan dûr e û gilî kirine lê tu encam bi dest nexistine. Tosun anî ziman ku 2 roj şûnde çûye Qereqola Gayrettepeyê û got ku polîsan jê re gotine "Şerm e, tu ditirsî. Heke tu ji me re nebêjî ku Fehmî û hevalên wî çi karî dikin, çi heyf e, ew ê bê windakirin. Ji me re bêjin ku neyê windakirin.” Tosun anî ziman ku ji roja ku hevjînê wê hatiye windakirin heta niha hemû hewldanên wan ên hiqûqî bê encam mane û got: "Ji wê rojê û vir ve me tu agahî ji Fehmî negirtiye.” 
 
TOSÛN ÇIMA HAT WINDAKIRIN?
 
Tosûn anî ziman ku hevjînê wê ji ber têkoşîna xwe ya ji bo nasname, ziman û azadiya kurdan hatiye windakirin û got: “Ji ber vê yekê Fehmî gelek caran hat binçavkirin, girtin û di dawiyê de hat windakirin. Dewlet ji bo her kesê ku nasnameya xwe ya kurdewarî diparastin, jiyana li wan teng dikir. Fehmî jî ji ber vê yekê hat windakirin. Li gel van komkujî û zilmê jî kurdan dev ji têkoşîna xwe berneda. Divê dewlet baş bizanibe ku kurd dev ji vê têkoşîna xwe bernadin.”
 
Tosûn desstnîşan kir ku piştî hemû hewldanên wan bi ser neketin serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daye û wiha got: “Min dizanibû ku ez ê careke din wî nebînim, lê dîsa jî hatim ÎHD’ê û bûm Dayika Şemiyê. Heqê tu kesî tune ye ku kesekî bêdaraz bikujin. Bi hezaran kesên weke Fehmî ji ber siyaset û nasnameya xwe ya kurdewarî hatin binçavkirin û windakirin. Weke Dayikên Şemiyê em naxwazin tu kes winda bibe û sêwî bimîne. Ez ne tenê ji bo Fehmî, ji bo her kesê ku winda bûye li wir im."
 
‘BILA DEWLET ARŞÎVA WINDAYAN EŞKERE BIKE’ 
 
Tosûn da zanîn ku ew Qada Şemiyê weke cihê goran dibîne û wiha dewam kir: “Tevahiya cîhanê Dayikên Şemiyê û Qada Galatasarayê bihîst, lê dewletê ev yek nebihîst. Sedema qedexekirina meydanê ew e ku nayê hesabê dewletê. Çima, ji ber ku ev kes di kontrola dewletê de hatin windakirin. Ji roja ku me weke Dayikên Şemiyê dest bi çalakiya xwe kiriye heta niha mirov winda nebûne. Em vê polîtîkaya qedexekirinê ya dewletê baş dizanin. Îro dewlet bi vê qedexeyê dixwaze em dengê xwe kêm bikin. Dewlet ya wê wan arşîvên windayan eşkere dike yan jî em ê çalakiyên xwe bênavber didomînin. Em jî dixwazin ev faîl bên darizandin û darizandin. Heke ev neyên kirin em ê kolanan û Qada Galatasarayê neterikînin. Dibe ku gelek tiştên wan hebin ku pêşiya me bigirin, lê îradeya me jî heye."
 
BANGAWAZIYA LI RAYA GIŞTΠ
 
Tosûn diyar kir ku divê her kes xwedî li çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê derbikeve û got: “Çima ev dayik bi tena serê xwe li ber xwe didin, çima bêxwedî ne? Çima çalakiyên wan xurt pêk nayên? Divê her kes bêje hewce em jî li ba wan cih bigirin.” 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

06/10/2023
16:48 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ dê xebata tagê bê kirin
16:42 Kampanyaya TJA’yê li Êlihê bi meşê dest pê kir
15:54 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana esnafan kir
15:33 Tîltay piştî 30 salên girtî hate bardan
15:06 Onder: Doza Kobanê ji bo darizandina AKP’ê pêşîdianameyek e
14:53 Danişîna doza Semra Guzel hat taloqkirin
14:53 Halîse Aksoy nehat berdan
14:48 Rojnamevan Kanbal bi ‘propagandaya rêxistinê’ tê sûcdarkirin
14:46 Doza Kobanê: Senaryoyeke baş nehatibe amadekirin lîstik xerab tê lîstin
14:29 Partiya Çepên Kesk: Desthilatdariya AKP'ê sûcê şer dike
14:21 Li Silopiyayê wesayita leşkerî ya zirxî li moto kuryeyekî xist
14:04 Li herêma Cizîrê îstasyona ceyranê hate bombebarankirin
13:47 Prof. Dr. Aktar: Polîtîka û êrişên li dijî kurdan konsesusek sedsalî ye
13:14 Kesa ku Xelata Aştiyê ya Nobelê qezenc kir diyar bû
12:52 Polîsan kelûpelên parlamenter Nejla Demîr desteser kirin
12:37 Di êrişan de 40 herêm hedef hatin girtin
12:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:09 Xwepêşandanên ji bo Armîta Garawand berdewam dikin
12:07 Bîlançoya 5 rojan: Herî kêm 246 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin
11:33 Di êrişa li dijî Akamediya Leşkeriyê ya Humusê de hejmara miriyan zêde dibin
10:58 Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiyên HDP’ê de girtin
10:57 Komploya navneteweyî dê li Kadikoyê were şermezarkirin
10:53 Nûnerê Taybet ê NY'yê yê Sûriyeyê: Divê dawî li êrişên li ser Rojava bê anîn
10:45 Sever: Dem dema azadiya Ocalan e
10:31 Pêşengeha wêneyên ku keda jinan vedibêje li Amedê hat vekirin
10:28 Rojnamevanê fransî Perrîer: Çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê tecrîda li Îmraliyê ye
10:06 Tê xwestin ku heyfa têkçûna DAIŞ’ê ji HDP’ê bê hildan!
09:43 Îldem ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Kurdan mirinê kuşt!
09:40 MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Em li dijî êrişan bibin yek
09:04 Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike
09:03 ‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'
09:01 Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin
09:00 Cewo: Heta kurd negihîjin mafên xwe, dê komplo her berdewam bike
09:00 Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek
09:00 Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide