Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman

  • rojane
  • 09:01 2 Cotmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak diyar kir ku bi pergala tecrîda Îmraliyê re DMME û CPT ketiye rewşek nîqaşê û Îmrali di warê pergalê de bûye mekanek tecrûbeyê. 

 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 31 meh in agahî jê nayê girtin, di nava liv û tevgerê de ye. OHD’ê ji bo rakirina tecrîdê serî li Komîteya Wezîrana a Konseya Ewropayê dabû. Her wiha OHD’ê serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê jî dabû û xwestibû ku tecrîda li ser Ocalan demildest were rakirin. Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak pergala tecrîda li Îmraliyê nirxand. 
 
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak
 
ARMANCA KOMPLOYÊ 
 
Çakmak destnîşan kir ku armanca sereke ya komploya navneteweyî ew e ku pirsgirêka kurd a sed salî bi rêyên demokratîk çareser nebe. Çakmak diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd modernîteya kapîtalîst û zîhniyeta tekperest e û got: "Kurd li ser bingeha jiyana hevpar a hemû gelan bi sîstema Modernîteya Demokratîk re li dijî modernîteya kapîtalîst e. Ev sîstem weke tehdîdeke ku dikare hevsengiya li Rojhilata Navîn bi awayekî cidî xera bike tê dîtin. Ji ber vê sedemê em nikarin komploya li dijî birêz Ocalan tenê bi awayek şexsî binirxînin. Jixwe birêz Ocalan dibêje, mesele ne ez im, mesele rol û mîsyona min a di çareseriya pirsgirêka kurd de ye.” 
 
 
PARÊZER LI DIJÎ MEKANÎZMAYA NEZELAL A HIQÛQÎ TÊDIKOŞIN 
 
Çakmak diyar kir ku komploya 9’ê Cotmehê bi tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û gelek kiryarên dijhiqûqî îro jî berdewam dike û wiha axivî: “Di Destûra Bingehîn de yek rêzikname nîn e malbat, parêzer, telefon û mafên civakî yên hikûmxwarekî sînordar bike. Li Îmraliyê hiqûq bi awayekî zelal nayê sepandin. Ji ber ku qanûn nayê bicihanîn, hincetên cezayên dîsiplînê yên kêfî bi tu awayî nayê zanîn. Parêzeran hebûna cezayên dîsiplînê qebûl dikin û îtîraz dikin û ev îtîraz li ber Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) tên komkirin. Hevalên me li dijî mekanîzmayên qanûnî yên neşefaf pêvajoyeke hiqûqî bi rê ve dibin."
 
PERGALÊ ÎMRALIYÊ BO XWE KIRIYE MEKANEK TECRÛBEYÊ 
 
Çakmak bal kişand ser bêhiqûqiyên heyî û bal kişand ser biryara "binpêkirinê" ya DMME'yê û wiha domand: “Nemaze jî di mijara mafê darizandina adil a birêz Ocalan de, diyar kir ku hin binpêkirin hene. Li gel vê jî Tirkiye tu gav neavêt. Birêz Ocalan ji roja ku li Îmraliyê hatiye girtin heta niha der barê wî de tu gavek hiqûqî nayê avêtin. Girtîgeha Îmraliyê ji bo pergalê bû cihê ceribandinê. Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir, piştre li girtîgehên din û li ser civakê jî hat sepandin. Û em dibêjin tu ferqa girtîgehan û derve ji hev nemaye." 
 
‘DMME BÛYE SAZIYEK BI GUMAN’ 
 
Çakmak anî ziman ku Tirkiye hê jî biryarên DMME’yê bi cih neaniye û ev rewş hebûna DMME’yê aniye rewşek nîqaşkirinê. Çakmak da zanîn ku dibe ku Konseya Ewropayê, ambargo deyne ser Tirkiyeyê û got: “Pêkanîna biryareke ewqas demdirêj hebûna DMME’yê dixe gumanê. Der barê vê biryarê de par weke OHD’ê me serî li Komîtya Wezîran a Konseya Ewropayê da ku vê biryarê bi cih bînin û careke din têxin rojevê. Lê tu encamên erênî nehatin bidestxistin.”
 
CPT LI ÎMRALIYÊ ÇI LÊKOLÎN KIR?
 
Çakmak bal kişand ser Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) rapora wê ya li ser serdana Girava Îmraliyê ya di navbera 20-29'ê Îlona 2022'yan de eşkere nekir û destnîşan kir ku ev helwesta CPT hebûna wê aniye asta nîqaşkirinê. Çakmak wiha got: “Ji ber ku CPT saziyeke ku di warê mafên mirovan de kar dike, heke li cihekî binpêkirina mafan hebe divê tespît bike û ji raya giştî re eşkere bike. CPT çi lêkolîn kir? Li wir çi dît? Rewşa tenduristiya kes çawa ye? Şert û mercên girtîgehê çawa ne? Mafên civakî çawa tên bikaranîn? Ma ew dikare mafên xwe yên bingehîn ên din bikar bîne? Ravekirina vê yekê nîn e. Ev yek armanca hebûna CPT û îdiaya wê ya sazîbûna di qada mafên mirovan de bi awayekî cidî dixe nava gumanê.” 
 
HEWLDANÊN HIQÛQÎ YÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ 
 
Çakmak anî ziman ku li dijî binpêkirinên der barê Abdullah Ocalan de xebatên wan ên hiqûqî dewam dikin û wiha got: “Sala par di navbera 10-17’ê hezîranê de 775 parêzerên ku li 29 baroyên cuda ku di nav wan de nûnerên saziyan û serokên baroyan jî hene ji bo rakirina tecrîdê û hevdîtina li g el birêz Oclan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Paşê di 14’ê îlonê de 350 parêzerên ji 22 welatan hatin cem hev; di 19’ê îlonê de 691 parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên cuda yên Sûriyeyê serlêdana bi heman rengî kiribûn. Parêzeran bi îmzeyên ku kom kirin serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dan. Lê heta niha wezaretê bersiv nedaye serlêdanên parêzeran. Piştre me di sala 2023’yan de serî li Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) da. Li ser vê tu bersiv tune. Lê em li bendê ne ku Yekitiya Baroyan di vê der barê de gavekê bavêje. Em plan dikin ku di demeke nêz de careke din bi Yekitiya Baroyê re hevdîtinê bikin. Em plan dikin ku di heyama pêşiya me de rêze xebatên hiqûqî pêk bînin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

06/10/2023
16:48 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ dê xebata tagê bê kirin
16:42 Kampanyaya TJA’yê li Êlihê bi meşê dest pê kir
15:54 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana esnafan kir
15:33 Tîltay piştî 30 salên girtî hate bardan
15:06 Onder: Doza Kobanê ji bo darizandina AKP’ê pêşîdianameyek e
14:53 Danişîna doza Semra Guzel hat taloqkirin
14:53 Halîse Aksoy nehat berdan
14:48 Rojnamevan Kanbal bi ‘propagandaya rêxistinê’ tê sûcdarkirin
14:46 Doza Kobanê: Senaryoyeke baş nehatibe amadekirin lîstik xerab tê lîstin
14:29 Partiya Çepên Kesk: Desthilatdariya AKP'ê sûcê şer dike
14:21 Li Silopiyayê wesayita leşkerî ya zirxî li moto kuryeyekî xist
14:04 Li herêma Cizîrê îstasyona ceyranê hate bombebarankirin
13:47 Prof. Dr. Aktar: Polîtîka û êrişên li dijî kurdan konsesusek sedsalî ye
13:14 Kesa ku Xelata Aştiyê ya Nobelê qezenc kir diyar bû
12:52 Polîsan kelûpelên parlamenter Nejla Demîr desteser kirin
12:37 Di êrişan de 40 herêm hedef hatin girtin
12:20 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:09 Xwepêşandanên ji bo Armîta Garawand berdewam dikin
12:07 Bîlançoya 5 rojan: Herî kêm 246 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin
11:33 Di êrişa li dijî Akamediya Leşkeriyê ya Humusê de hejmara miriyan zêde dibin
10:58 Polîsan li Îzmîrê bi ser avahiyên HDP’ê de girtin
10:57 Komploya navneteweyî dê li Kadikoyê were şermezarkirin
10:53 Nûnerê Taybet ê NY'yê yê Sûriyeyê: Divê dawî li êrişên li ser Rojava bê anîn
10:45 Sever: Dem dema azadiya Ocalan e
10:31 Pêşengeha wêneyên ku keda jinan vedibêje li Amedê hat vekirin
10:28 Rojnamevanê fransî Perrîer: Çavkaniya bingehîn a tundiya li Kurdistanê tecrîda li Îmraliyê ye
10:06 Tê xwestin ku heyfa têkçûna DAIŞ’ê ji HDP’ê bê hildan!
09:43 Îldem ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Kurdan mirinê kuşt!
09:40 MSD’ê bang li gelê Sûriyeyê kir: Em li dijî êrişan bibin yek
09:04 Kişanak behsa Ersozê kir: Meşaleya ku tarîtiyê ronî dike
09:03 ‘Jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî komployê pûç kirin'
09:01 Dê komploya 9'ê Cotmehê li Parka Koşûyolûyê bê protestokirin
09:00 Cewo: Heta kurd negihîjin mafên xwe, dê komplo her berdewam bike
09:00 Banga çalakiyên 9'ê Cotmehê: Li dijî tecrîdê dengê xwe bikin yek
09:00 Şengal 2 sal in li dijî peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe dide:Vîna êzidiyan ji tank û topên wan bihêztir e
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:51 Leşkerê di şer de birîndar bûbû mir
08:43 Li 11 bajaran 75 kes hatin binçavkirin
07:48 Rojnamevan Ahmet Kanbal hat binçavkirin
05/10/2023
23:32 Ji KCD'ê banga ji bo rabûna li ber êrişên Tirkiyeyên li ser Rojavayê
21:59 Êrişên li ser Rojava dewam dikin
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide