Di mîhrîcanê de forûm: Ji bo piştevaniyê dê komîteyek bê avakirin

img
AMED - Di roja 4’emîn a Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê de bi navê “Astengiyên li hember çêkirina belgefîlman” forûmek hat lidarxistin. Sînemager û derhêneran di forûmê de biryar girtin ku ji bo piştevanî û hevkariyê komîteyeke ku ji nûnerên çar parçeyên Kurdistanê pêk tê, ava bikin.
 
8’emin Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ku bi pêşengtiya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn hatiye amade kirin, di roja 4’an de bi forûma bi navê “Astengiyên li hember çêkirina belgefîlman” berdewam kir. Forûm li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê hat lidarxistin. Sînemager û derhêner ku hem ji bakurê Kurdistanê hem jî ji rojhilatê Kurdistanê ne, tev li forûmê bûn û ji bo pêşvebirina sînemaya Kurdistanê nîqaş kirin. 
 
Forûm, bi du rûniştinan pêk hat û rûniştina yekemîn ji bo tespîtkirina pirsgirêkan hat veqetandin. Sînemager û derhêneran pirsgirêkên ku jiyane vegotin û ev pirsgirêk hatin şênberkirin. Di rûniştina duyemîn de jî ji bo çareseriya van pirsgirêkan nîqaş hatin kirin û ji bo çareseriyê hin biryar hatin girtin. 
 
‘DIVÊ EM TÊGEHÊN XWE ZELAL BIKIN’
 
Forûm bi moderatoriya sînemager Rodî Yuzbaşi re dest pê kir. Yuzbaşi, anî ziman ku piştî derketina tevgera azadiyê gelek tişt li vir jî guhertin. Yuzbaşi, got ku yên berê dihatin xapandin, bi awayekî dijminahî li hev dinêrin û ji bo ku neteweya wan, ola wan cudaye hev dikuştin. Yuzbaşi, diyar kir ku niha ew xwedî hişmendî ne, her kesî hemêz dikin û dikarin bi wan re bibin heval. Yuzbaşi, bi domdarî wiha got: “Ev yek şoreşeke gelek mezin e. Vê şoreşê jiyana me gelek hêsan kir. Ev yek bu sedema guherînê û divê ev tişt xwe di fîlmên me de jî nîşan bide. Berê her tiştî divê em têgehên xwe zelal bikin.”
 
‘DU XAL HENE KU BÊN NÎQAŞ KIRIN’
 
Yuzbaşi, da zanîn ku du tişt hene ku divê bên nîqaş kirin. Yuzbaşi, anî ziman ku mijara yekemîn ya nîqaşê akademî ye û wiha got: “Divê em ruh bidin akademiyê ku hevalên me yên di karê xwe de serkeftî, bi awayekî nêrîna wan, tecrubeya wan tevli jiyana xwe jî bikin. Divê honandin, deng, teknîka ew dizanin bi şeklekî bigihije me jî. Ya duyan jî ew e ku hejmara me gelekî zêde ye û nêzî 70-80 milyon kurd hene. Her wiha li bakur demekê 80 şaredariyên kurdan hebûn. Ew jî dike 80 eywan ji bo lîstinê. Divê em fîlmên xwe tenê ji bo mîhrîcanan nehêlin û em bêyî mîhrîcanan jî bidin nîşandan.”
 
‘DIVÊ PERGALEK BÊ AVAKIRIN’
 
Pişt re derhênerê Rojhilatî Perwîz Rostemî ku belgefîlma wî ya bi navê “Heft Senfoniyên Zagros” jî di mîhrîcanê de hat nîşandan, axivî. Rostemî, bi bîr xist ku li her deverê desthilat heye û li gor xwe pergalek ava kiriye. Rostemî, destnîşan kir ku diyar dike ku sînemaya wê deverê jî di bin bandora vê pergalê de dimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi ya min ji bo ku bêhna kurdî û Kurdistanê ji sînemaya me bê, pêdiviya me bi pergalekê heye. Em sucdar in, ji ber ku em têr nexebitî ne û me kêm xwe nîşan daye. Weke mînak li Hewreman hinek hewldanên me hene, lê dîsa jî ev tişt kêm dimîne.”
 
‘PÊDIVIYA HERÎ GIRÎNG HÎNKIRIN E’
 
Rostemî, bal kişand ser pirsgirêkên tên jiyîn û ev tişt gotin: “Pêdiviya herî sereke hînkirin e. Divê em bernameyekê ji bo demekê dirêj çêbikin ku veguheze pergalekê û weke dibistanekê bi herike, hunermend, sînemager jê derbikevin. Raste pergala heyî hertim hewl dide li dijî van hewldanan bisekine û pirsgirêkan derbixîne. Ji bo em bikaribin li dijî van pirsgirêkan rawestin, pêdivî bi pergaleke alternatîf heye.”
 
JI BO PÊŞEROJÊ BIRYARÊN GIRÎNG HATIN GIRTIN
 
Sînemager û derhêneran biryar girtin ku ji bo piştevanî û hevkariyê komîteyeke ku ji nûnerên çar parçeyên Kurdistanê pêk tê, ava bikin. Her wiha gotin ku ew ê çend mehên din dîsa kom bibin û biryarên nû bigirin. Di forûmê de hat destnîşan kirin ku ev yek ji bo ku ew potansiyela xwe bibînin e û xwe birêxistin bikin.
 
Piştî girtina biryaran forûm bi dawî bû. 
 
Bernameya îro wiha ye: 
Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 15.00 – Bedewiya Nepen a Îraqê
Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 17.00 – Paşa, Dayika Min û Ez
Şanoya Bajêr a Amedê – Saet 19.00 – Di Valahiyê de
 
Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – Saet 15.00 – Daristanên Bakûr
Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – Saet 17.00 – Hatay: 17-24 Nîsan 2023
Eywana Sînemayê ya Bezgîn Bekîr – Saet 19.00 – Pişt Baxçeyên Zeytûnan, Cîhana Di Serê Min De û Ma Qey Ev Jî Nebû Gol
 
Zarok Ma – Saet 19.00 – Dîwarên Dê Bên Hilweşandin
 

Sernavên din

04/10/2023
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin
14:22 Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin
09:01 Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN
01/10/2023
23:39 Balefirên şer ên tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin
23:16 Alîgirên Elazigsporê êrişî Batman Petrolsporê kirin
21:58 Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne
21:42 Li Babilê agir bi malekê ket: 7 ferdên malbatê mirin
18:47 Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê
18:34 HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da
16:59 Li Îzmîrê erdhej
16:57 'Divê em nehêlin tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin’
16:04 Partiya Çepên Kesk li ber Meclisê bang kir: Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan bi rola xwe rabe
15:45 Çawişên pispor ên jin tacîz kirin hatin derbkirin
15:41 Di vekirina Meclisê de Erdogan peyama makeqanûna nû da
14:43 Wezîr Yerlîkaya têkildarî êrişa bombeyî daxuyanî da
14:36 Mîhrîcana belgefîlman bi panela ‘Mafê temsîla birûmet’ domiya
13:45 Di mehekê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin
13:26 Hat îdiakirin ku li Hezroyê zarokekî bavê xwe kuşt
13:22 Partiya Çepên Kesk beriya kongreya mezin bi gel re civiya
12:43 Li Agiriyê zexta ‘veguhestina dengan' li karmendan tê kirin
12:32 Ozalp 48 roj piştî taloqkirina înfazê jiyana xwe ji dest da
12:07 Ogut a ji Komkujiya Vartînîsê xelas bû: Xwedî li têkoşîna min derkevin
11:45 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê Nagihan Akarsel bû
11:25 Şêx û eşîran piştgirî dan HSD’ê
11:16 Ji bo teqîna li Enqereyê biryara qedexeya weşanê hate dayîn
11:01 Şewata li Akdagê xwe bi xwe vemirî
10:59 Xebatkarên FîlmAmedê: Mîhrîcan bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin didome
10:32 Berteka 'hevkariyê' ya li dijî PDK'ê: Dest ji xiyanetê berdin