Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn

  • rojane
  • 09:05 21 Îlon 2023
  • |
img
SÎNCAN - Sermîn Demîrdag li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye. Tehliyeya Demîrdag ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin. Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeya Demîrdag beriya civîna Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê hatiye dayîn. 
 
Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Jinan a Sîncanê cara duyemîn tehliyeya Sermîn Demîrdag taloq kir ku 30 sal in girtî ye. Di meha adarê de tehliyeya Demîrdag ji bo 3 mehan û di tebaxê de jî ji bo 6 mehan hatiye taloqkirin. Hinceta taloqkirina tehliyeya Demîrdag a ji bo 6 mehan weke “di dema lêgerînên qawîşan de karê gardiyanan hêsan nekir”, lêpirsînên bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatine vekirin, “tevlinebûna civînên lijneyê” û “tevlinebûna bernameyên başkirinê yên rêveberiya girtîgehê” hatin nîşandan. Lijneyê ev hincet nîşan da û ji bo rewşa Demîrdag biryara “halnebaş” da. 
 
BIRYAR BERIYA CIVÎNÊ HATIYE DAYÎN
 
Demîrdag, da zanîn ku biryara lijneyê di 24’ê tebaxê de jê re hatiye ragihandin. Demîrdag, got ku di bin biryarê de îmzeya dozger heye lê dozger di civînê de nebû. Bi domdarî Demîrdag anî ziman ku biryara civîna lijneyê ji hêla gardiyanan ve hatiye ragihandin û di wê kêliyê de bi kamerayan dîmen hatine kişandin. Demîrdag, diyar kir ku dema biryar jê re hatiye teblîxkirin, wê ji wan re wiha gotiye: Ez ê tev li lijneya dozger tev li dibe bibim. Dixwazim parêzerê min jî tev li civîna lijneyê bibe ku veguherîne darizandinê.” 
 
Di berdewamê de Demîrdag daxuyand ku di vê mijarê de ji wê re bersivek nehatiye dayî û wiha ev agahî parve kir: “Hefteyek piştre jî biryar ji min re hate ragihandin. Dema min li kaxizê nihêrtî, min dît ku lijne beriya bangî min bike civiyaye û biryar daye. Lê tehliyeya min bi hinceta ku min nexwestiye tev li civînê bibim hatiye taloqkirin. Ev yek, nîşaneya bêhiqûqtiyê ye. Lêpirsîna behsa xeberê jî bi hinceta ku 2 sal berê di 15’ê Tebaxê de stranên kurdî hatine gotin hatiye vekirin. Dadgeriya înfazê ev dosya girtiye lê dozgerê girtîgehê biisrar vê dosyaya lêpirsînê nagire. Ji ber ku biryara nepeniyê heye, hevalên parêzer nikarin xwe bigihînin naveroka wê. Eşkereye ku dixwazin me ceza bikin û ji bo nehêlin em derkevin hincetan diafirînin. Ev rewş nayê qebûlkirin.” 
 
Hat zanîn ku Demîrdag dê bi rêya parêzerên xwe îtîraz bike. 
 
Yek ji girtiyên din a ku demekî dirêje tehliyeya wê tê astengkirin jî Ozlem Demîr e. Demîr, bi sedema ku dozger tev li civîna Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê nebûye, qebûl nekir ku tev li civînê bibe. Midûrê duyemîn ê girtîgehê, sergardiyan, teknîsyen, mamoste û çendek peywirdarên din ên tev li civînê bûn ji Demîre re gotin; “Ev der lijneya jêr e. Heta ev der erê neke tu nikarî derkevî lijneya jor.” Demîr, da zanîn ku di bin biryaran de îmzeya dozger heye û ji civînê derketiye. Siyasetmedar Zeynep Bîngol jî destnîşan kir ku dê tev li civîna lijneyê ya dozger tevli nebûyî nebe. 
 
Tê payîn ku Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê di rojên pêş de biryara xwe ya derheqê Demîr û Bîngol de bide. 
 
MA / Dîcle Muftuoglû
 

Sernavên din

21/09/2023
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'
09:04 Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye
09:02 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:09 Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin
20/09/2023
23:31 Habîp Karakoç bi merasîmeke girseyî hat definkirin
22:02 Li Colemêrgê 11 kesên di binçavan de hatin berdan
21:06 Cîhat Ay li gundê xwe hat definkirin
21:03 Di partiya nêçîrê ya qeymeqamê Bazîdê de kesek birîndar bû
20:15 Komkujiya Pirsûsê 98 meh li dû xwe hiştin: Dê lêgerîna ji bo edaletê bidome
19:48 Cenazeyê 4 HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin
18:16 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Nikaribûn rastiyê bikujin
17:25 Kampanyaya 'bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve' dest pê kir
17:06 Li gundê Banayê leşkeran avêt ser malan
16:03 Bayindir: Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe wê demê deriyê Îmraliyê vekin
15:49 Doza îşkenceya li zarokî: Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn
15:28 ÎHD’ê rapora Girtîgeha Panosê eşkere kir: Îşkence di qeydên kamerayan de veşartî ye
15:17 Uçar li Mereşê ye: Erdheja dewletê didome
14:46 Daxwaza girtinê ya yek jê cerdevan 3 faîlên tecawizê hate redkirin
14:14 Rejîma Îranê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bi qanûna nû gef li jinan xwar
13:53 Polîsên li Şemzînanê êrişî esnafan kirin gule li derdorê reşandin
13:39 Bi girseyî serdana şîna Temel kirin
12:55 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Sarica: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin
12:41 Îbrahîm Ayhan di salvegera 5'an a mirina xwe de hat bibîranîn
12:34 Tehsîskirina Mala Dengbêjan a ji bo MEB’ê li Cizîrê hate protestokirin
12:22 Li gundê Cifanê şewat derket
12:15 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
12:00 Dadgehê ji bo kamerayên emniyetê yên li odeyên hevdîtinê got derhiqûqî ne
11:59 Doza Kobanê taloqî sibê hate kirin
11:32 Rojnivîska Gurbetellî Ersoz bi fransî hate weşandin
11:29 Li Amedê bikaranîna hişbirê zêde bû: Bazirganiya wê belavî dibistanan bû
11:04 Apê Mûsa hat bibîranîn: Generalên biçûk pênûsa te li erdê nehiştin
10:16 Albûmeke kolektif a li dijî hunera takekesî: Şer
09:56 Li welatiyê ku xwest biçe nav erdê xwe cezayê hepsê hat birîn!
09:23 Girtiyê ji sedî 94 astengdar nayê berdan: Dibêjin bila di girtîgehê de bimire!
09:06 Gava telefona penaberan li mala sercerdevan hat dîtin her tişt serobino bû
09:04 MEBYA-DER: Tiştên li cenaze û goran tên kirin asta dawî ya bêexlaqiyê ye
09:03 'Nikarin pêdiviyên zarokên xwe dabîn bikin'
09:03 Çîftyurek: Divê gel bigihîje fikr û ramanên Ocalan
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2023'YAN
19/09/2023
22:18 Elîçumuşê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:48 Li quntarê Gabar şewat
16:54 PDK’ê sewqiyateke nû bo Sîdekan û Biradostê kir
16:50 ÎTO: Em bi Dayikên Şemiyê re ne
16:40 Danişîna rojnameger Akin û Çelîk hate taloqkirin
16:31 Cenazeyê Ozmen hate oxirkirin
16:28 Danişîna doza Dêrikê hate taloqkirin
16:06 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Êriş li dijî hemû Kurdistanê hatiye kirin
15:44 Li Colemêrgê tundiya li dijî bijîşk
15:39 Rapora gundê Çamiliyê: Divê bikaranîna çekan a bêpîvan bê lêkolînkirin
15:16 Doza îşkenceya li zarok hatiye kirin sibe tê lidarxistin
15:02 Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk: Divê em li dijî êrişan xwedî helwest bin
14:31 Akin: Li Meletiyê jiyana gel di xetereyê de ye
14:27 Bavê wî anîbûn ber avahiya HDP’ê: Hat îdiakirin ku Elîçumuş ê HPG’î jiyana xwe ji dest da
14:26 Di doza Malbata Dedeogûllari de daxwaza parêzeran hate redkirin
14:18 Doza hevşaredariyê: Dadgehekê biryara beraetê û ya din jî ceza da
14:17 Hat îdiakirin ku di bombebarana li gundê Banayê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:43 Li Rihayê tundiya li dijî tenduristvanan: Kesên tevdîran nagirin berpirsyar in
13:41 Şaredariya Erxeniyê dê li Mala Mamosteyan firaqxaneyê çêbike
13:14 Azerbaycanê li dijî Qerebaxê operasyona leşkerî da destpêkirin
13:07 Akdemîr ê ji girtîhê derket: Em ê ji bo azadiyê bêhtir têbikoşin
12:25 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan ê 30 meh in agahî jê nayên girtin re serlêdan hate kirin
12:24 Zanyarê kurd Apê Mûsa dê li cihê hat qetilkirin bê bîranîn
11:42 Li du bajaran 12 kes hatin binçavkirin
11:32 Starta kampanyaya ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ dê bê dayîn
11:30 Danişîna rojnameger Kaya hat taloqkirin
11:24 Artêşa Iraqê: Balafira êrişî balafirgeha Silêmaniyeyê kirî ji Tirkiyeyê rabû
11:10 Karkerê di bin hesinan de ma jiyana xwe ji dest da
10:53 Cenazeyên kesên li Daraqolê jiyana xwe ji dest dayîn rakirin ATK’ê
10:53 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo qedexeya Qada Galatasarayê hate kirin red kir
10:52 Doza Emîne Şenyaşar bi sedema ‘dadger tune ye’ hate taloqkirin
10:42 Erdogan ji pirsa rojnameger aciz bû: Ev çima te eleqedar dike?
10:40 Komeleya Wêjekarên Kurd: Êrişa li dijî avahiya KNK’ê tarûmarkirina yekitiya netewî ye
10:39 Tevî biryara Dadgeha Bilind jî înfaza girtiyê felcî hate şewitandin
09:47 KNK: Êrîşa Ofîsa KNK'ê ya li Hewlêrê, li dijî yekîtiya neteweyî ye
09:32 Hevjîna Îbrahîm Ayhan: Xwe fedayî gelê xwe kiribû
09:31 Bi 'polîtîkayên şerê taybet' dest dirêjî wê hat kirin, paşê ew kirin sîxur
09:06 Lêkolîner û Nivîskar Aydin: Bi pêkhatineke çareseriyekê wê kurd û tirk rehet bibin
09:06 Der barê polîsê ku heqaret li serokê baroyê û êrişî parêzer kir de biryara neşopandinê
09:05 Xwestin girtî Nakçî sewqî Amedê bê kirin
09:04 Bişavtin li borega kurd tê ferzkirin
09:02 Apê Mûsa 31 sal berê hat qetilkirin: Dê kevneşopiya rojnamevanên berxwedêr tim bidome
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:57 Çoltara gundê Bana tê bombebarankirin
18/09/2023
23:25 Rêveberiya Xweser: Divê rê li ber êrîşkariya Tirkiyeyê bê girtin
21:57 KCD, DBP û TJA: Ên êrişî KNK'ê kirin êrişî yekîtiya neteweyî dikin
20:55 Gok, xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî kir
20:39 Argulê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazîkirin