KCD, DBP û TJA: Ên êrişî KNK'ê kirin êrişî yekîtiya neteweyî dikin

  • rojane
  • 21:57 18 Îlon 2023
  • |
img
AMED - KCD, DBP û TJA’yê têkildarî êrişa li dijî nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê hat kirin daxuyaniyek daxuyaniyeke hevapr belav kirin û gotin: "Ên ku êrişî KNK’ê kirin di heman demê de êrişî îradeya yekitiya neteweyî dikin."
 
Îro di saet 17-00’an de li Hewlêrê bi çekan êrişî avahiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hat kirin. Hat hînkirin ku di êrişê de Nûnerê KNK'ê Denîz Cevdet Bulbun hatiye qetilkirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di derbarê êrişê de daxuyaniyek nivîskî parve kir.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Kurdistan kirine navenda komkujiya kurdan. Ev demek dirêj e ku rejîma faşist a Tirkiyê bi her awayî êrişê destkeftiyên gelê Kurd dike, di van êrişan de ti pîvanê nas nake, bi rêya SİHA’yan sivîlan qetil dike, çekên kîmyewî bi kar tîne, hiqûqa navnetewî bin pê dike, sûcê mirovahiyê pêk tîne. Li ser xwîna gelê Kurd dixwaze xeyalên xwe yên Neo-Osmanî pêk bîne. Bi dagirkirina Rojava û Herêma Kurdistanê hewl dide ku bigîhije vê armanca xwe.
 
SEDEM BÊDENGIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ YE
 
Ligel pêkanîna ewqas sûcê mirovahiyê û binpêkarina hiqûqa navnetewî, sedema ku îro rejîma faşist êrişên xwe berfirehtir dike piştgiriya PDK’ê û bêdengiya hêzên navnetewî ye. PDK îro li dijî gefên Îranê yên li ser partiyên Rojhilat bêdeng e, dixwaze ciyên ku partiyên Rojhilat vala dikin ji bo dagirkeran bike star û rêyan çêdike, ji bo bercewendiyên xwe statuya Kurdistanê pêşkêşi dagirkeran dike. Li ser statuya Kurdistanê berjewendiyên xwe diparêze. Lewma jî gelê me li her derê van êrişan bi daxuyanî û meşan şermezar kir, Polîs û leşkerên AKP-MHP’ê ji bo ev meş pêk neyên li her derê êrişî gel, dayik û parlamenterên me kir. Yanî AKP-MHP ya faşist bi vê yekê dixwaze şirîkê xwe PDK’ê biparêze.
 
ÊRIŞÎ ÎRADEYA YEKITIYA NETEWEYÎ DIKIN
 
Herî dawî îro li Hewlêrê Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) rastî êrişeke çekdarî hat û di encama vê êrişê de nunerê KNK’ê Deniz Cevdet Bulbun hate qetilkirin. Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin, serê malbata Deniz Cevdet Bulbun û sere gelê me sax be. Di vê dema ku Şengal û Rojava di bin êrişan de ne û gelê Kurd li dijî ixanetê meş û daxuyaniyan pêk tîne de ev êriş watedar in. Gelê me li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re bertek nişan dide, doza yekitiya gelê Kurd diparêz e û hewl dide ku ixanetê mehkûm bike. Ên ku êrişî KNK’ê kirin di heman demê de êrişî îradeya yekitiya neteweyî dikin. Ên ku vê êrişê pêk anîne, ji yekitiya gelê Kurd ditirsin û dixwazin pêk hatina yekitiyê asteng bikin. Ên ku ji yekitiyê jî ditirsin hêzên ku berjewendiyên xwe li ser her tiştî digrin in.
 
RÊ LI BER ŞERÊ NAVXWEYÎ BIGIRIN
 
Ên ku piştgiriyê didin dagirkeran di heman demê de rê li ber vê êrişê vekirine. Ên ku piştgiriyê didin van êrişan û deskeftiyên gelê Kurd dikin xetereyê wê li ber îradeya gelê me têk biçin. Di vê pêvajoya ku Kurdistan li çar alî ji aliye metîngeran ve hatiye dorpêçkirin de ên ku li şûna ku mil bidin hev bi dagirkeran re şirîkatiyê dikin wê hesap bidin gelê me. Pêşeroja  yên ku bi gelê xwe re ixanetê dikin tarî ye, ciyê yên ku bi gelê xwe re îxanetê dikin rûpelên reş ên dîrokê ye. Em careke din bang li gelê xwe, partî û saziyên Kurdî dikin ku li dijî van êrişan bi ruhê yekitiya netewî bertek nişan bidin û rê li ber şerê navxweyî bigrin."

Sernavên din

22/09/2023
16:02 Koçyîgît: Tê xwestin ku Mêrdînîkê bêmirov bihêlin
14:52 Rapora Girtîgeha Panosê: Îşkence li girtiyên jin hatiye kirin
14:36 Partiya Çepên Kesk xwe ji kongreya biheybet re amade dike
14:36 Wî bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Kurdistan’ defin kirin
13:55 Doza Kobanê: Di şûna berpirsiyaran de HDP tê darizandin
13:39 Doza ‘rojnamevanî sûc e’ li edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz hat vekirin
13:02 Polat a ku çû îfadeyê bide hate binçavkirin
12:07 Kedkarê doza kurd Apê Ûsiv wefat kir
12:06 3 parêzerên 11 sal in dihatin darizandin beraet kirin
11:35 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 Çalagan: Ev kongre, kongreya jinên dibêjin “jin jiyan azadî felsefeya me ya jiyanê ye” ye
10:57 Îldem ê piştî 30 salan hat berdan: Em yekitiya xwe ava bikin
09:54 Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
09:46 Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin
09:38 Cenazeyê Bulbun ber bi Geverê ve bi rê ket
09:03 Gav bi gav komploya navneteweyî: Plana îmhakirinê
09:02 Li Îzmîrê kursên kurdî dê di 1'ê cotmehê de dest pê bikin
09:01 Saritaş: Di serî de CPT û hemû hiqûqa navneteweyî divê bikeve tevgerê
09:01 Erdogan: Divê girtîgehên tîpên S û F’yê bên girtin
09:01 Rojnamevan Balekanî: PDK di nava xiyanetê de ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:59 Bafil Talabanî: Divê Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrişên bi erka xwe rabe
21/09/2023
23:11 Ji bo Çetîn Temel mewlût hat dayîn
21:57 Îldem piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:37 Li Hesekê zarokek hat qetilkirin
21:21 Li Cûdiyê li deverên ku dar lê tên birîn şewat
21:11 Hevşaredarê Periyê Çelebî hat berdan
18:30 Di êrişa bi SIHA'yê de welatiye birîndar bû
18:02 Şewata li Cûdiyê bi xwe tefiya
16:38 Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî
16:37 TJA’yê serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:12 Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir
16:08 Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin
16:08 Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal
15:29 KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike
15:22 Akin bang li mexdûrên erdhejê kir: Herkesê vedixwînin têkoşînê
14:10 Bi girseyî serdana şîna Elîçumuş kirin
14:01 ‘Doza Çepikan’ hat taloqkirin
13:22 Akkaya: Di Doza Kobanê de DAIŞ tune ye, ez heme
13:06 Danişîna doza Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
12:41 36 kes dê di heman kêliyê de parastina xwe bikin!
12:40 Doza Demokratîk Modornîteyê hate taloqkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgerî û girtîgehê hate dayîn
11:37 Li Antalyayê 22 kes hatin binçavkirin
11:07 Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
10:53 TÛAY-DER’ê di 3 mehan de xwe gihand 173 malbatan: Em ê pirsgirêkan bibin Meclisê
10:39 Peyamên polîsên bersûc: Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje
10:29 Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
10:06 Meclisa Ciwanan dê li Edeneyê şahiya li dijî asîmilasyon û tecrîdê li dar bixe
10:06 Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Koç: PDK li dijî kurdan sûc dike
10:05 Ji bo gundên xwe jinûve ava bikin berê xwe dan xaka xwe
09:34 18 sal in kujerê Înan nehatiye dîtin
09:11 'Di hucreyê de poşmanîtiyê li bavê min ferz dikin'
09:05 Derket holê ku biryara taloqkirina tehliyeyê beriya civîna lijneyê hatiye dayîn
09:04 ‘Desthilat bîrdoziya xwe ya netewperest empozeyî zarokan dike'
09:04 Li dijî tahsîskirina Mala Dengbêjan bertek: Ev biryar nenaskirina çanda vî gelî ye
09:02 Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Ji bo çareseriyê divê dewlet ji ramanên Ocalan sûdê bigire
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:09 Cenazeyên Demîrer û Temel li bajarên wan hatin veşartin
20/09/2023
23:31 Habîp Karakoç bi merasîmeke girseyî hat definkirin
22:02 Li Colemêrgê 11 kesên di binçavan de hatin berdan
21:06 Cîhat Ay li gundê xwe hat definkirin
21:03 Di partiya nêçîrê ya qeymeqamê Bazîdê de kesek birîndar bû
20:15 Komkujiya Pirsûsê 98 meh li dû xwe hiştin: Dê lêgerîna ji bo edaletê bidome
19:48 Cenazeyê 4 HPG'iyan ber bi bajarên wan ve hatin birêkirin
18:16 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Nikaribûn rastiyê bikujin
17:25 Kampanyaya 'bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve' dest pê kir
17:06 Li gundê Banayê leşkeran avêt ser malan
16:03 Bayindir: Heke daxwaza we ya çareseriyê hebe wê demê deriyê Îmraliyê vekin
15:49 Doza îşkenceya li zarokî: Polîsên bersûc tev li danişînê nebûn
15:28 ÎHD’ê rapora Girtîgeha Panosê eşkere kir: Îşkence di qeydên kamerayan de veşartî ye
15:17 Uçar li Mereşê ye: Erdheja dewletê didome
14:46 Daxwaza girtinê ya yek jê cerdevan 3 faîlên tecawizê hate redkirin
14:14 Rejîma Îranê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bi qanûna nû gef li jinan xwar
13:53 Polîsên li Şemzînanê êrişî esnafan kirin gule li derdorê reşandin
13:39 Bi girseyî serdana şîna Temel kirin
12:55 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Sarica: Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin
12:41 Îbrahîm Ayhan di salvegera 5'an a mirina xwe de hat bibîranîn
12:34 Tehsîskirina Mala Dengbêjan a ji bo MEB’ê li Cizîrê hate protestokirin
12:22 Li gundê Cifanê şewat derket
12:15 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
12:00 Dadgehê ji bo kamerayên emniyetê yên li odeyên hevdîtinê got derhiqûqî ne
11:59 Doza Kobanê taloqî sibê hate kirin
11:32 Rojnivîska Gurbetellî Ersoz bi fransî hate weşandin
11:29 Li Amedê bikaranîna hişbirê zêde bû: Bazirganiya wê belavî dibistanan bû
11:04 Apê Mûsa hat bibîranîn: Generalên biçûk pênûsa te li erdê nehiştin
10:16 Albûmeke kolektif a li dijî hunera takekesî: Şer
09:56 Li welatiyê ku xwest biçe nav erdê xwe cezayê hepsê hat birîn!
09:23 Girtiyê ji sedî 94 astengdar nayê berdan: Dibêjin bila di girtîgehê de bimire!
09:06 Gava telefona penaberan li mala sercerdevan hat dîtin her tişt serobino bû
09:04 MEBYA-DER: Tiştên li cenaze û goran tên kirin asta dawî ya bêexlaqiyê ye
09:03 'Nikarin pêdiviyên zarokên xwe dabîn bikin'
09:03 Çîftyurek: Divê gel bigihîje fikr û ramanên Ocalan
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2023'YAN
19/09/2023
22:18 Elîçumuşê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:48 Li quntarê Gabar şewat
16:54 PDK’ê sewqiyateke nû bo Sîdekan û Biradostê kir
16:50 ÎTO: Em bi Dayikên Şemiyê re ne
16:40 Danişîna rojnameger Akin û Çelîk hate taloqkirin
16:31 Cenazeyê Ozmen hate oxirkirin