Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze

  • rojane
  • 09:22 15 Îlon 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz bertek nîşanî cezayê ku li kujerê Mehmet Ûytûn ê 18 mehî hat birîn da. Yilmaz bal kişand ser polîtîkayên bêcezakirinê û got ku daraz kujerên zarokên kurd diparêze.
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 9’ê cotemha 2009’an de Mehmet Ûytûn ê 18 mehî dema ku di hembêza dayika xwe de bû, bi bobeya gazî ya leşkeran ku li serê wî ket, jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî bûyerê der barê leşkerê çawîşê pispor Hakan Alkan de bi sûcê “bûye sedeme kuştina biqisûr” doz hat vekirin. Danişîna 4’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Cizîrê hat lidarxistin û dadgehê cezayê bersûc Hakan Alkan kêm kir û tenê 3 sal û 4 meh cezayê hepsê lê birî. Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û parêzerê malbata Ûytûn Ercan Yilmaz têkîldarî cezayê kêmkirî ku li kujerê Ûytûn hat birîn, axivî. 
 
'DADGEHA CEZAYA GIRAN DOSYA LÊKOLÎN NEKIR' 
 
Parêzer Ercan Yilmaz diyar kir ku daraz bi salan e bi polîtîkayên bêcazekirinê kujerên zarokên kurd diparêze û wiha axivî: "Ya rastî ev polîtîkayeke giştî ye. Me polîtîkaya bêcezakirinê ya ku bi salane parêzer û parazvanên mafên mirovan tînin ziman careke din li Cizîrê dît.  Zarokê bi navê Mehmet Uytun e ku di 9'ê Cotmeha 2009'an de di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da. Zarokê ku hê 18 mehî bû, dema ku li hewşa malê de, di hembêza dayika xwe de bû ji ber guleya ku li serê wî ket cihê bûyerê de jiyana xwe ji dest da. Ji wê rojê û vir ve di encama tekoşîna ku parêzer û  Komeleya Mafên Mirovan da doz hate vekirin. Herî dawî piştî serlêdana ku me bi ser navê malbatê kirî Dadgeha Destûra Bingehîn ji ber sûcê kuştinê doz vekir. Me wê demê îdia kir ku di bûyerê de ev ne bûyer ne rasthatineke. Berovajî vê sûcê bi qestî hatiye kirine û  divê dosya ji Dadgeha Cezayê Giran re bê şandin. Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Cizîrê rastî biryareke di vî warî de da. Wî diyar kir ku divê dosya ji hêla Dadgeha Cezayê Giran ve were nirxandin û sûc dibe ku niyet be. Lêbelê di encama îtîraza parêzerên bersûc de, Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê biryara Dadgeha Cezayê Asliyeyê betal kir, ev dosya ji Dadgeha Cezayê Asliyeyê re şand û got ku bersûc divê ji sûcê xemsariyê bê darizandin. Me di vê danişînê de îtîraz kir û got ku di encama lêkolîneke ne cidî de biryareke wiha hatiye dayîn. Bifikirin ku Dadgeha Cezayê Giran biryara xwe dide, lê nizane ku çima ev biryare daye. Dema ku Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ji Dadgeha Cezayê Giran re dosye şand gotibû ku li vir îhmal çênebû ye, niyetek li vir heye. Ji ber ku Dadgeha Cezayê Giran dosya lêkolîn nekir û biryara bi hincet nexwend,biryarek bêhiqûqî da û got ku li vir hewldaneke qetilkirinê tune ye. Belê li vir hewldanek nîne, li vir zarokekî kurd hatiye qetilkirin. Hewldan ji kiryarên ku encama mirinê ne tê de ne re tê gotin. Li vir zarokek 18 mehî jiyana xwe ji dest da."
 
'EM Ê SERÎ LI HEMÛ RÊYÊN HIQÛQÎ BIDIN'
 
Yilmaz bi lêv kir ku hemû raporên ku di dosyayê de hene kuştina bi qesdî piştrast dike û wiha domand: "Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Cizîrê biryara neşopandinê ya Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bi cih anî û ji polîsê bersûc re bi sûcê kuştina ji îhmalê 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê danê. Em dibêjin ku ev ne bes e. Di dosyayê de îfadeyên şahidan, Raporên Saziya Tiba Edlî, îfadeyên malbata mexdûr, raporên keşfê yên li cihê bûyerê, hemû nîşan didin ku bûyer bi zanebûn pêk hatiye. Em ê îtîrazên xwe jî pêşkêşî dadgeha îstînafê bikin, ger em li wir encam negirin em ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin û serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û piştre jî serî li DMME’yê bidin. Têkoşîna vê dosyayê ya darizandinê 14 sal in didome, ger hewce bike em ê hîn zêdetir li ber xwe bidin. Lê ji bo ku sûcên ku bi taybetî li erdnîgariya kurdan tên kirin bêceza nemînin û ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin."
 
POLÎTÎKAYÊN BÊCEZAKIRINÊ
 
Yilmaz bal kişand ser polîtîkayên darazê yên bêcezakirinê û wiha got: "Bûyerên ku ji aliyên hêzên ewlehiyê ve pêk tên dadgeh bi rêjeyek pir kêm ceza dikin. Dema ku ew cezakirinê hildibijêre jî, bi sepandina hemû qanûnên ku di berjewendiya hêzên ewlehiyê de ne pêk tîne. Di berê de jî  gelek rewşan de ev yek hatiye dîtin. Di doza Kemal Korkut de di cînayeteke ku li ber çavê herkesî hat kirin de biryara beraetê hat dayîn. Tevî ku di dosyaya Recep Antaş de qeydên kamerayan hebûn jî biryara beraetê hat dayîn. Dîsa îro di dosyaya Mehmet Uytun de cezayê ku tê de biryara beraetê tune bû, lê ji kiryar re cezayekî pir sivik hat dayîn. Em vê yekê weke nîşaneya polîtîkaya bêcezakirinê  dinirxînin. Divê bersûc wek tedbîr ji peyvirê bê dûrkirin. Lê ew hîn niha jî weke karmendeke dewletê li ser kare. Ew kes dikare sûcên bi vî rengî dubara bike. Ji ber vê yekê pêwîste Wezareta Karên Navxweyî weke tedbîr vî kesî ji kar dûr bixe û ji peyvirê biavêje.Ji xwe biryara ku hatiye dayin pêk bînin divê ku ew ji kar bê  dûrxistin û ji rewşeka ku nekaribê bibe memûr wê derbikeve." 
 
MA / Zeynep Durgut - Mehmet Guleş 
 

Sernavên din

15/09/2023
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin
12:04 TJA'yê kampanya 'Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve' li Rihayê da destpêkirin
11:23 Ji Amedê bang: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya rê li ber wêraniyê vedike berde
11:08 Li Banayê çêrandina pez, avdana baxçeyan qedexe ye
11:07 Rojnameger Gok: Ji ber piştevaniyê keyfxweş bûm
10:53 Di 9 kesan de varyanta Erîsê hate tespîtkirin
10:50 Civaknas Hosseinzadeh: Jin bûn kirdeya siyasî, bi paş ve gav avêtin tune ye
10:38 Keskîn: Sûcên TSK’ê di raporên dewletê bi xwe de jî hene
09:51 ‘Banga Rêber Apo Kobanê rizgar kir'
09:22 Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze
09:14 Krîza aborî kûr dibe: Rewşa esnafên bazarê ne baş e
09:13 Piştî 30 salan pirsa ‘Tu poşman î?’: Dewlet hê jî di vê pirsê de maye
09:06 Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin
09:04 Serpêhatiya Mela Ebûbekîr Dayan: Çû emniyetê û zarokan darbesta wî anîn
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan
15:03 Cenazeyê hunermend Beytocan hat veşartin
14:49 Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn
14:22 ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in
14:07 Rojnamevan hatin darizandin
14:04 Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan
13:34 Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn
13:15 Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin
13:10 Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin
13:04 Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:37 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloqî 11’ê çileyê hate kirin
11:54 Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin
11:05 Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim
10:47 Otogara ku di îmarê de 'pîşesazî' xuya dike bêxwedî ma
10:45 ‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’
10:41 Berxwedana ku Îran hejandî: Jin, jiyan, azadî
10:35 Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike
10:26 Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan!
10:16 Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
10:01 Piştî mazotê benzîn jî hat zemkirin
09:51 PDK'ê wesayîtên zirxî şand Sîdekanê
09:32 Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê
09:07 Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe
09:04 ‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'
09:01 Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye
09:01 Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN
13/09/2023
22:55 Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e
21:09 Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
20:01 Ji ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Zindan dê ji faşîzmê re bibin goristan
17:08 Kongreya Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin
17:07 Lîstika ‘Jina Qelew’ derdikeve tûrneyê
16:42 Nesrîn Akgul hate girtin
16:33 Doza Kobanê: Kesekî di nav mafyayê de lêpirsîn bi rê ve bir
15:22 Ketina sehayê ya tîma sedyeyê ya Amedsporê salekê hate qedexekirin
14:50 Di doza Hevseroka DBP’a Amedê Gulmez de dê mutalaa were amadekirin
13:37 ‘Desthilatê girtîgeh veguherandin qadên mirin û îşkenceyê’
13:33 Doza Kobanê: Muxatab Ocalan e, em ê tişta ji dest me tê bikin
13:16 Doza girtina KCDP'ê hat redkirin
13:04 Girtiyên PAJK'î: Bi pûçkirina polîtîkayên AKP'ê xwedî li Rêbertiyê derkevin
12:29 Cerdevanan li herêma Kuştiyan a Gabarê dest bi qirkirina daran kirin
12:25 Li Lîbyayê bîlanço giran dibe: Hejmara qurbaniyan derket 5 hezar û 300 kesî
10:36 Nexweşxaneyên Enqereyê tu çareserî ji bo girtiyê nexweş nedîtin!
10:24 Cenazeyê Beytocan wê li Stockholmê bê veşartin
10:09 Berdana girtiyê nexweşê giran Oz cara 4’emîn hate taloqkirin
10:08 Faîlên tecawizê hatibûn berdan: Ev parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e
09:57 Zemeke nû li mazotê hate kirin
09:57 Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî weşand
09:48 Cerdevan Tûnç ê ku hevjîn û xwezûrê xwe kuşt, hate girtin
09:47 Parêzer Uçar ji ber hevdîtina bi miwekîlên xwe re hate sûcdarkirin
09:20 Dayikên Botanê: Cilên Heznî Înan êşa me li me zindî kir
09:12 'Berî bimirim dixwazim birayê xwe bibînim'
09:08 Li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê ferzkirina muayeneya bi kelemçeyê
09:04 'Min bi çavê xwe dît ku TSK'ê gerîlayekî birîndar ji helîkopterê avêt'
09:03 3 sal in pirtûkên nivîskar Tûrhan nadin wî
09:03 Banga ji bo rojnamevan Gok û Orûç: Li holê tu sûc tune ye, wana serbest berdin
09:02 Pirtûka 'Çemê Stranan' derket: Bila gerdûn bê stran nemîne
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'YAN
12/09/2023
23:51 Li Girtîgeha Tarsûsê hevdîtin bi kêfî tên astengkirin
23:39 Barzanî xwest Biden bi hawariya wan de bê
23:34 NY: Tirkiye bi êrîşên hewayî sivîlan dikuje
21:40 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
16:55 TUAY-DER: Îktîdar xwedî li mîrateya Esat Oktay derket
16:43 Hîlal Ada ya ku li ser beyanên şahid hatibû girtin tehliye bû
16:23 Cerdevanê 2 kes kuştibû hate girtin
16:19 Giliyê kesên ku gef li rojnamevan Guldem xwarin hat kirin
16:18 Doz li du parêzvanên êrişî rojnameger Aygul kirin hate vekirin
15:18 'Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe’
15:07 Li gelek bajaran protestoya 12’ê Îlonê: Bila Zindana Amedê veguherînin muzeyê
14:21 Ji Kişanak nameya 12’ê Îlonê: Em ê bi berxwedana xwe vê tarîtiyê belav bikin
14:04 Danişîna hunermend Tunç hate taloqkirin
13:56 Emîne Şenyaşar bi pankarta ‘edalet’ çû nexweşxaneya dê lê emeliyat bibe
13:40 Rojnameger Guldem kirin hedef: Dê giliyê gef û heqaretan bê kirin
13:33 Ahmet Turk: Em bi agahiya dewletê çûn Îmrali, Qendîl û Kobanê