Piştî 30 salan pirsa ‘Tu poşman î?’: Dewlet hê jî di vê pirsê de maye

  • rojane
  • 09:13 15 Îlon 2023
  • |
img
AMED - Mûrat Aslanoglû ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, behsa 30 salên xwe yên li girtîgehê kir û gotina Seyîd Riza bibîr xist û got: “Ji min re gotin ‘Tu poşman î?’. Min nikarî bi dek û dolabên we, ev yek ji bo min bû derd. Lê min jî li ber we çok nedanî, bila ev jî, ji we re bibe derd.”
 
Mûrat Aslanoglû ku li Amedê serê tebaxa 1993’yan hatibû girtin û cezayê muebedê lê hatibû birîn, di 2’yê tebaxa 2023’yan de piştî 30 salan ji girtîgehê derket. Aslanoglû ku di sala 1966’an li Amedê ji dayîk bûye, di 27 saliya xwe de hat girtin û di 57 saliya xwe de ji girtîgehê derket û gihîşt "azadiya" xwe.
 
Helbet pênaseya azadiyê jî li vir girîng e û tenê bi fîzîkî yan jî ramanî nayê vegotin. Azadî çiye? Kî çawa azad dibe? Ya girîng azadiya bi heqîqetê ve girêdayî ye. Li “hinek cihan hinek kes” tên girtin û berdan. Xema kê ye? Ji bo çi razane, çiqas razan e? Xema kê ye? Heta agir negihije ber derî, negihîje mal û can, em ji bo derdorên xwe kerr, kor û lal in. Li “welatekî” tekoşînek tê dayîn, li dijî paşverûtiyê. Ji ber vê yekê jî “hinek kes” 30 salan bedêl didin. 30 sal di ser de derbas dibe, lê ew hinek kes bi moral û hesteke wisa ji wan avahiyên ji bo wan dibe îşkencexane derdikevin ku mirov carna ji xwe şerme dike. Mutewazîbûneke wisa bi wan re heye ku gava mirov wan nas dike, ji jiyana xwe fedî dike. Aslanoglû yê ku pirsên Ajansa Mezopotamya bersivand wiha dibêje: “Min di girtîgehê de xwe nas kir.” 
 
 Piştî 30 salan hûn dîsa li warê xwe ne. Ev hestek çawa ye? Berî tu bê girtin li vir çi diqewimîn?
 
Berî her tiştî, ez kêfxweş im ku dengê zindanan ji gelê xwe re ragihînim. Di salên 90’î de kiryarên dewletê yên li dijî gelê me û hêzên şoreşger di her warî de gelek hovane bûn. Li aliyekê di girtîgehê de îşkenceyên bêperwa, li aliyê din qetilkirin û li aliyê din êrişên hovane yên li ser jin û zarokan. Ev yek di hemû çapemeniya wê demê de cih girt. Weke tevgera ciwanan a wê serdemê, me bi hestên şoreşgerî kurdbûna xwe nas kir. Di vê pêvajoyê de ne mimkûn bû ku em xwe paşde bigirin û birevin. Di wê pêvajoyê de bi geşbûna hesta kurdayetiyê re ya ku me dikir çalakiyên demokratîk, çûna mîtîngan û gihandina dengê xwe bû.
 
 
 Piştî van çalakiyan çi qewimî, pêvajoya binçavkirin û girtina te bi çi rengî bû?
 
Ev pêvajo jî ji bo hêzên dewletê jî gelek giran bû. Lewma bedela wê bi me dan kişandin. Em di vê pêvajoyê de hatin girtin. Yekane sûcdariya dewletê li me kir ew bû ku em kurd in. Ji bilî vê tu sûcê me tunebû. Roja ku ez hatim binçavkirin tam nayê bîra min, serê tîrmeha 1993’an bû. Pêvajoyên binçavkirinê yên li avahiyên JÎTEM'ê yên ku em jê re dibêjin hêzeke din a înfazê ya dewletê, nayên qeydkirin. Lê belê lêpirsîn û îşkenceyên JÎTEM'ê di bîra vê civakê de, çapemeniya hestiyar û rewşenbîran de gelekî xurt e. Pêvajoyên lêpirsîna polîsan a mehekê tên qeydkirin. Piştî vê pêvajoyê mehkemeya ku em bi şev saet di navbera 24.00 û 02.00’an de derketin der, rasterast biryara girtinê da. Di dema lêpirsînê de polîsên ku îşkence li me kirin em birin girtîgehê.
 
 Îşkenceyên li Zindana Amedê ya Hejmara 5'an di bîra civakê de cihekî mezin girtiye. Te çawa li dijî van îşkenceyan li ber xwe da?
 
Di pirtûkên bêhejmar de îşkenceya Tîpa E ya Hejmar 5 a Amedê di bîra hemû mirovahiyê de ye. Ev ti carî ji bîrê nehatiye paqijkirin û ne jî dê were jêbirin. Li ber deriyê girtîgehê rêbazên îşkenceya fîzîkî nayên kirin, lê zext û zordariya psîkolojîk heye. Ev rastî xwe li ber deriyê têketinê nîşan da. Lêpirsîna JÎTEM'ê ya ku me dît û nîqaşên li girtîgehê, bilindkirina deng û liv û tevgera li wir pêvajoya lêpirsînê temam kirin. Weke ciwanên Kurd me guh neda van pêvajoyan ji ber ku me nas dikir. Hevdîtina hevalên me, hembêzkirina hev û ew pêşwazî kirina germ me pêvajoya îşkenceya 2 mehan ji bîr kir. Ez vê yekê ji aliyê hestiyariyê ve dibêjim. Helbet me îşkence ji bîr nekir, me êşa wê ji bîr kir.
 
 
 Dema ku cezayê li dadgehê li te hat birîn û te vê bihîst, gelo te çi hîs kir û berteka te çi bû?
 
Biryara cezayê ji aliyê dadgeha nobedar ve hat dayîn. Dema em hatin binçavkirin em 7 heval bûn, herî dawî ji van 7 hevalan ez çûm ber dadger, yekser di der barê her hevalekî me de biryara girtinê da û şandin. Di nav hevalên xwe de tenê ez nexwenda bûm, hevalên min ên din zanîngeh qedandibûn. Yekemîn tiştê ku dadgehê ji min re got ev bû: “Tu di nav van de çi dikî? Wan tu xapandin, tu nexwenda yî'. Vê gotinê min pir êşand. Dema ez derketim derve min ji hevalên xwe re got. Ev gotina yekem û dawî bû. Hevalên min gotin dema em çûn girtîgehê dê vê pirsgirêkê çareser bikin. Piştî van gotinan sala min a ewil bi xwendin û nivîsandinê re derbas bû. Ew bû armanca min û hesta dev ji lîseyê an jî zanîngehê berdan di hişê min de rûnişt. Min ji xwe re got, 'Ez ê dev ji zanîngehê berdim'. Bi rastî jî çêbû, min du sal Kamû Yonetîmî qezenc kir. Min îmtîhana xwe ya ewil jî girt, lê di dema derbeyê de ez xwezayî bûm terk. 
 
Di pêvajoya dadgehê de min û hevalê me şehîd Ridvan Bûlût parastin dikir. Hevalê me Ridvan tevî 10 hevalên xwe di îlona 1996’an de li Girtîgeha Hejmara 5’ê ya Amedê gihişt şehadetê. Ez di şexsê heval Ridvan de hemû hevalên me yên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînim. Min di dadgeha dawî de hesta tenitiyê bi giranî hîs kir, hevalên min ên din hatin sirgûnkirin. Armanca me ew bû ku em bi heval Ridvan re parastinê pêk bînin. Me nekarî bi hev re wê parastinê bikin, min bi tena serê xwe parastin kir. Dema min ev parastin kir, di her rêzê de min behsa heval Ridvan kir. Ji ber hêza leşkerî ya dewletê ya li hemberî gelê me, min pêwîstî bi parastinê hîs kir. Dema min mafê axaftinê xwest heyeta dadgehê ji min re got, Mûrat sebir bike ez ê mafê axaftinê bidim te. Lê kaxez û pênûsek da min. Me bi israr pirsî çima. Paşê, piştî ku di navbera xwe de axivîn, ji min re got, piştî ku min li ser wê kaxezê binivîsanda "Ez hatim xapandim" û îmze bikim, ew ê min berdin. Piştî demekê li bendê man, min ji wan re got ku ez ê navê hemû hevalên xwe binivîsim û me hemûyan berdin. Got “Na”, min jî got ger tunebe ez îmza nakim. Dema min kaxiz da leşker, hemû malbat û hevalên li dadgehê bi qîrîn û çepikan bertek nîşan dan. Di wê kêliyê de çepik û tilîliyên wan bi rastî jî wek dermanê van 30 salan bûn. Piştî wê jî ew ceza dan me. Ji ber ku em li Dadgeha Ewlekariya Dewletê tên darizandin, madeyên der barê girtiyên siyasî de zelal in. Xala 125’emîn e, ev xala cezayê îdamê ye. Wan xala 59 a cezayê darvekirinê sepand. Ev jî cezayê muebedê ye.
 
 
 Di 30 salan de tu li gelek girtîgehan mayî. Li van girtîgehan pirsgirêkên bi çengî rû didan?
 
Di van 30 salan de min sirgûnî 6 girtîgehan kirin. Ez salekê li Amedê li Hejmara 5’an mam, piştre jî min sirgûnî Girtîgeha Amasyayê kirin. Ez 7 sal û nîv li Amasyayê mam. Her girtîgeh ji xeynî mîmariya xwe hinek rêbazên cuda hebûn. Lê kêm zêde heman bûn. Hemî xwedan nêzîkatî û rêbazek rêveberiya xwe ne. Li cihekî îşkenceya gelekî hovane berdewam dike, li cihên din jî zextên wê yên psîkolojîk didome. Ew bi hewcedariyên rojane ve girêdayî îşkenceya psîkolojîk dikirin. Ew nexweşxane û rewşa dermankirinê li dijî we bikar tînin. Ew dikarin dermanê ku divê hûn rojane bixwin bi mehan dereng bixin. Li ser malbatên me jî zext hene, pêkanînên lêgerîna tazî tên kirin. Ev tundiya derûnî heta roja ez hatim berdan jî berdewam kir. Ez li girtîgehên Tîpa F ya Îzmîrê, Çewlig, Karaman û Panosê mam.
 
 Di vê pêvajoya 30 salî de, tu li hundir bûn şahidê gelek bûyerên ku li derve pêk hatine? We ji hundir ve çawa bersiv da van bûyerên li derve diqewimîn?
 
Di pêvajoya Tîpa F a Îzmîrê de di sala 1999’an de li dijî çepên tirk “Operasyona Vegera Jiyanê” hat kirin û çepên tirkan windahiyên mezin dan. Esasê vê jî operasyona 'ji jiyanê tunekirin' bû. Bû sedema windakirina bi sedan mirovan û ev pêvajo bû ku civak tê de gelek êş kişand. Ne pêkan bû ku em li hemberî vê êşê bêdeng bimînin. Me ev êş di dilê xwe de dît. Ew agirê ku di laşê hemû mirovahiyê de pêxistî, bû, yên ku li wir dişewitin em bûn. Ne pêkan bû ku em weke civaka exlaqî lê temaşe bikin. Em girtiyên tazî bûn û tu alavên din tune bûn. Tenê vîna me hebû. Ev yek jî grevên me yên birçîbûnê bûn, çalakiyên me, dirûşmeyên me yên ku bi vîna xwe dane pêş bûn. Ji nasnameya şoreşgerî wêdetir ev pêdiviya mirovbûnê ye. Pêşniyara min ji civakê re ew e ku divê ew pêvajoyê baş bixwînin û fêm bikin ka em di kîjan serdemê de derbas dibin.
 
 
 Ferqa di navbera girtîgehên dema tu hatî girtin û yên van salên dawî de çi ne?
 
Cudahiyên mezin hene. Di vê pêvajoya 20 salan de jiyana girtîgehê gelek girantir bûye, îşkenceya hovane, kuştina mirovan, îşkenceya derûnî jî tê de heye. Ji mirin û kuştinê wêdetir meyla wan a li hember îşkenceyên giran ên derûnî heye. Berê girtîgeh tenê ji aliyê Wezareta Edaletê ve dihatin birêvebirin û hin mafên girtiyan zêdetir bûn, di nava 20 salan de ev hemû hatin rakirin. Pêvajoyek wisa ye ku hemû mafên girtiyan hatin girtin. Pêvajoya 20 salan pêvajoyeke ku ji pêvajoyên berê pir cuda ye.
 
Herî dawî li Girtîgeha Patnosê ku ez ji wir hatim berdan, girtiyên jin ên siyasî rastî îşkenceya “girêdana berazan” hatin. Ev pêvajoyên pir xeternak in. Lê ev rastiyeke rêveberiya siyasî ya vî welatî ye. Berê di girtîgehan de cudahî di navbera girtiyên siyasî û edlî de hebû, lê di vê pêvajoyê de ti cudahî di navbera girtiyên edlî û yên siyasî de nîne. Hişmendiya serdest ev e ku, 'Hûn li girtîgehê îşkence heq dikin'. Li gorî desthilatdariya siyasî ya îroyîn 'îşkence' êdî pêwîst tê dîtin. Berê li girtîgehan qanûn û rêzikname dihatin bikaranîn, lê di van 20 salên dawî de girtîgeh bi rastî veguherî girtîgehên bin kontrolê. Mîna ku her girtîgehek mîna wezaretek ku girêdayî wê hebe tê meşandin. Rêveberiyên girtîgehan bi awayekî serbixwe û ji hev qutkirî têne pêkanîn. Ew tu mafên qanûnî nadin we.
 
 Di 30 salên girtîgehê de bi gelek tahde û îşkenceyan re rû bi rû man. Lê ya li dijî vê zilm û îşkenceyê we li ser lingan hiştin çi bû?
 
Min xwe nas kir. Dibe ku ji mirovan re xerîb xuya bike, 'Ma mirov nikare xwe li derve nas bike?' Zindan pêvajoyek wisa ye ku mirov bi paşeroja xwe re rû bi rû dimîne. Kesê ku bi rabirdûya xwe re rû bi rû dimîne, di heman demê de ew kesê ku siberoja xwe ava dike ye. Em bi rabirdûya xwe re rû bi rû man. Di rabirdûya xwe de hemû tiştên me yên bi erênî û kêm hene. Dema ku em bi rabirdûya xwe re rû bi rû man, em li wir asê nebûn. Hişmendiya ku tişta em dikin avabû, min dît ku ez kî me, ez rastim , ez kesek kurd im. Hêz, moral û têkiliyên hevaltiyê û hestên germ ên ku min bi hişmendiya pêşkeftî bi dest xist, pêvajoya girtîgehê da meşandin. Pêvajoya dadgehê ya helwesta me û tilîlî û çepikên dayikan ên li wir li me da zanîn ku em çiqasî rast in. Hêz û piştgiriya ku me ji wan girt, bû dermanê 30 salan. Hûn li derve hîs nakin, ji ber ku hûn di tevgerek domdar de ne xwedan konseptek kûr nînin. Pêvajoyên girtîgehê firsendê dide lêhurbûnê û we ber bi hestên kûr ve dibe. Ew hişmendiya ku hûn çi dikin an hûn ê çi bikin dide we. Ev pêvajo girtîgehê ji bo we rehet dike. Berê dihat gotin ku 'Girtîgeh ne cihên jiyanê ye'. Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û  hemû şehîdên zindanan ên ku di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan, ev girtîgeh ji bo me kirin cihê jiyanê. Li ser navê hemû hevalên xwe yên ji girtîgehê derketine ez bi rehetî dikarim bibêjim, qet xema ku em 30 salan di girtîgehê de derbas bikin tunebû. Sedem jî berxwedanên hevalanên ku girtîgeh kirine cihên jiyanê.
 
 
 Tu hem di dema girtinê de hem jî di dema berdanê de bi pirsa "Tu poşman î" an "Te dixapînin" re rû bi rû mayî. Piştî 30 salan gava te ev pirs car din bihîst gelo te çi hîs kir?
 
Bihêle ez bersiva vê pirsê wiha bidim, 30 sal berê dema ez çûm girtîgehê, di pêvajoya dadgehê de ev pirs ji min hat kirin. Her wiha rojek beriya berdanê girtîgeh wekî prosedurekê,  pirsî 'Tu poşman î?' Dewlet hîna jî di konsepta 'Tu poşman î?' de ma ye. Di wê pirsê û gotinê de xetimî ye. Ev 30 sal li ser jiyana min a girtîgehê derbas bûn, ev peyveke ku ez ketim û derketim rastî min hat. Ez bi vê gotina bi dawî bikim, ev gotineke Seyîd Riza ye: 'Min bi dek û dolabên we nekarî bû, ev yek ji bo min bû derd. Lê min jî li ber we çok nedanî bila ev jî ji we re bibe derd'. Ev jî derdek di nava vê dewletê de ye. Ew ê bi vî derdî re bimînin. 
 
 Herî dawî her roj agahiyên îşkence, zilm û mirinê ji girtîgehan tê. Wekî kesekî ku ev îşkence û zilm dîtiye, tu di vî warî de dixwazî çi bibêjî? 
 
Ev îşkence pêkanîn derveyî mirovahiyê ne. Divê civak ti carî li hemberî van îşkenceyan bêhestyar nemîne û hemû girtiyan biparêze. Li hemberî van pêvajoyan bêdeng mayî tê wateya berdewamkirin û şirîkê van pêkanînan. Ev êdî ne tenê pirsgirêka kurdan e, pirsgirêka hemû mirovahiyê û gelan e. Ez ji vir bang li hemû beşên civakê dikim, girtîgehan biparêzin. Girtîgeh cihên ku hesta tenêbûnê lê tê jiyîn e. Ger îro li zindanê bi girêka berazan îşkence li mirovan bê kirin û mafên wan ên herî bingehîn bên desteserkirin, bêhesasiyeta me ya derve ye. Divê mirov li wir hesta tenêtiyê hîs nekin. Divê em xwedî li hemû kesên di girtîgehê de derbikevin. Zindan êdî bi zîhniyeta dewletê nayên birêvebirin. Li girtîgehan saîkek siyasî heye. Mînaka herî eşkere ya encamên li cihê ku saîka siyasî lê tê jiyîn, li Patnosê ye. Ev mehek e ez derketim derve, lê tevî ku bedena min li derve be jî, hemû can û dilê min bi hevalên min ên girtîgehê re ye. Weke kesekî ku di girtîgehê de mam e, ez vê qêrîna xwe tînim ziman. Werin em girtiyan biparêzin.
 
MA / Bazîd Evren - Eylem Akdag
 
 

Sernavên din

15/09/2023
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin
12:04 TJA'yê kampanya 'Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve' li Rihayê da destpêkirin
11:23 Ji Amedê bang: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya rê li ber wêraniyê vedike berde
11:08 Li Banayê çêrandina pez, avdana baxçeyan qedexe ye
11:07 Rojnameger Gok: Ji ber piştevaniyê keyfxweş bûm
10:53 Di 9 kesan de varyanta Erîsê hate tespîtkirin
10:50 Civaknas Hosseinzadeh: Jin bûn kirdeya siyasî, bi paş ve gav avêtin tune ye
10:38 Keskîn: Sûcên TSK’ê di raporên dewletê bi xwe de jî hene
09:51 ‘Banga Rêber Apo Kobanê rizgar kir'
09:22 Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze
09:14 Krîza aborî kûr dibe: Rewşa esnafên bazarê ne baş e
09:13 Piştî 30 salan pirsa ‘Tu poşman î?’: Dewlet hê jî di vê pirsê de maye
09:06 Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin
09:04 Serpêhatiya Mela Ebûbekîr Dayan: Çû emniyetê û zarokan darbesta wî anîn
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan
15:03 Cenazeyê hunermend Beytocan hat veşartin
14:49 Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn
14:22 ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in
14:07 Rojnamevan hatin darizandin
14:04 Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan
13:34 Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn
13:15 Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin
13:10 Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin
13:04 Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:37 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloqî 11’ê çileyê hate kirin
11:54 Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin
11:05 Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim
10:47 Otogara ku di îmarê de 'pîşesazî' xuya dike bêxwedî ma
10:45 ‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’
10:41 Berxwedana ku Îran hejandî: Jin, jiyan, azadî
10:35 Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike
10:26 Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan!
10:16 Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
10:01 Piştî mazotê benzîn jî hat zemkirin
09:51 PDK'ê wesayîtên zirxî şand Sîdekanê
09:32 Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê
09:07 Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe
09:04 ‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'
09:01 Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye
09:01 Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN
13/09/2023
22:55 Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e
21:09 Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
20:01 Ji ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Zindan dê ji faşîzmê re bibin goristan
17:08 Kongreya Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin
17:07 Lîstika ‘Jina Qelew’ derdikeve tûrneyê
16:42 Nesrîn Akgul hate girtin
16:33 Doza Kobanê: Kesekî di nav mafyayê de lêpirsîn bi rê ve bir
15:22 Ketina sehayê ya tîma sedyeyê ya Amedsporê salekê hate qedexekirin
14:50 Di doza Hevseroka DBP’a Amedê Gulmez de dê mutalaa were amadekirin
13:37 ‘Desthilatê girtîgeh veguherandin qadên mirin û îşkenceyê’
13:33 Doza Kobanê: Muxatab Ocalan e, em ê tişta ji dest me tê bikin
13:16 Doza girtina KCDP'ê hat redkirin
13:04 Girtiyên PAJK'î: Bi pûçkirina polîtîkayên AKP'ê xwedî li Rêbertiyê derkevin
12:29 Cerdevanan li herêma Kuştiyan a Gabarê dest bi qirkirina daran kirin
12:25 Li Lîbyayê bîlanço giran dibe: Hejmara qurbaniyan derket 5 hezar û 300 kesî
10:36 Nexweşxaneyên Enqereyê tu çareserî ji bo girtiyê nexweş nedîtin!
10:24 Cenazeyê Beytocan wê li Stockholmê bê veşartin
10:09 Berdana girtiyê nexweşê giran Oz cara 4’emîn hate taloqkirin
10:08 Faîlên tecawizê hatibûn berdan: Ev parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e
09:57 Zemeke nû li mazotê hate kirin
09:57 Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî weşand
09:48 Cerdevan Tûnç ê ku hevjîn û xwezûrê xwe kuşt, hate girtin
09:47 Parêzer Uçar ji ber hevdîtina bi miwekîlên xwe re hate sûcdarkirin
09:20 Dayikên Botanê: Cilên Heznî Înan êşa me li me zindî kir
09:12 'Berî bimirim dixwazim birayê xwe bibînim'
09:08 Li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê ferzkirina muayeneya bi kelemçeyê
09:04 'Min bi çavê xwe dît ku TSK'ê gerîlayekî birîndar ji helîkopterê avêt'
09:03 3 sal in pirtûkên nivîskar Tûrhan nadin wî
09:03 Banga ji bo rojnamevan Gok û Orûç: Li holê tu sûc tune ye, wana serbest berdin
09:02 Pirtûka 'Çemê Stranan' derket: Bila gerdûn bê stran nemîne
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'YAN
12/09/2023
23:51 Li Girtîgeha Tarsûsê hevdîtin bi kêfî tên astengkirin
23:39 Barzanî xwest Biden bi hawariya wan de bê
23:34 NY: Tirkiye bi êrîşên hewayî sivîlan dikuje
21:40 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
16:55 TUAY-DER: Îktîdar xwedî li mîrateya Esat Oktay derket
16:43 Hîlal Ada ya ku li ser beyanên şahid hatibû girtin tehliye bû
16:23 Cerdevanê 2 kes kuştibû hate girtin
16:19 Giliyê kesên ku gef li rojnamevan Guldem xwarin hat kirin
16:18 Doz li du parêzvanên êrişî rojnameger Aygul kirin hate vekirin
15:18 'Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe’
15:07 Li gelek bajaran protestoya 12’ê Îlonê: Bila Zindana Amedê veguherînin muzeyê
14:21 Ji Kişanak nameya 12’ê Îlonê: Em ê bi berxwedana xwe vê tarîtiyê belav bikin
14:04 Danişîna hunermend Tunç hate taloqkirin
13:56 Emîne Şenyaşar bi pankarta ‘edalet’ çû nexweşxaneya dê lê emeliyat bibe
13:40 Rojnameger Guldem kirin hedef: Dê giliyê gef û heqaretan bê kirin
13:33 Ahmet Turk: Em bi agahiya dewletê çûn Îmrali, Qendîl û Kobanê