Evîn Cuma: Tirkiye dixwaze li Efrînê tu tiştekî kurdan nehêle

  • rojane
  • 09:02 12 Îlon 2023
  • |
img
RIHA- Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Cuma ku der barê guherandina navên kurdî yên tax û kolanên Efrînê û demografiya wê de axivî bi lêv kir ku piştî dagirkirin Efrînê yekane armanca Tirkiyeyê ev bû ku tiştekî kurdan li Efrînê nehêle. 
 
Piştî sala 2018'an Efrîn ji aliyê Tirkiyeyê ve hat dagirkirin. Bi dehan komên paramîlîter li Efrînê hatin bi cih kirin û bi sedan kurdên li Efrînê neçarî koçberiyê bûn. Di van 5 salên dagirkeriyê de gelek binpêkirinên mafan, destdirêji, kuştin û revandin li Efrînê rû dan. Her wiha xwezaya Efrînê bi destê komên giredayî Tirkiyeyê ve hat talankirin û zevî û darên zeytûnan ên welatiyên Efrînê jî hatin destêserkirin û birîn. Polîtikayên pişaftinê û guherandina demografiyê di van 5 salan de ji aliyê Tirkiyeyê ve li Efrînê hat pêşxistin û li cihê kurdên ku koçber bûne kesên ereb hatin bicihkirin. Her wiha di dibistanan de zimanê kurdî hat qedexekirin û tenê bi tirkî û erebî ders tên dayin. Di vê meha borî de jî navê kolan, tax û gundan ên kurdî hatin guherandin û bi tirkî hatin binavkirin. 
 
Li gor daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriye-Efrînê di meha borî de 6 jê jin 62 welatî ji aliyê komên giredayî Tirkiyeyê ve hatinê revandin û di nav wan de jinek jî rastî destdirêjiyê hat. Her wiha di 5 salên dawî de 99 jin ji aliyê çeteyan ve hatinê qetilkirin û 74 jin jî rastî destdirêjayiyê hatinê. Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Cûma mafên mirovan ên li Efrînê diqewimin û rewşa welatiyên li Efrînê ji Ajnsa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
'ÇETEYAN DEST DANÎNE SER XANIYÊN WELATIYAN'
 
Evîn Cûma bi lêv kir ku piştî dagirkirina Efrînê gelek welatî koçber bûnê yên mayî jî zext, tundî û mirinê re rû bi rû ne û wiha got: "Hejmareke kêm li Efrînê ma lê li dijî wan jî zext, binçavkirin, girtin û kuştin pêk hatin. Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê destdanîn li ser xaniyên gelê Efrînê. Efrîn hem ji aliyê Tirkiye, hem ji aliyê rejîma Suriye û çeteyan ve di bin dorpêçe de ye, ji ber wê jî pêdiviyên jiyanî zahmete ku derbasî Efrînê bibe gel tenê bi çandiyê dikarê debara xwe bike. Jixwe sotomenî û mazot jî pir kêm e, çileya par 2 zarokan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Vegera Efrînê jî pir bi zahmetê ji ber ku çeteyan dest danînê ser xaniyên wan û bi pereyan difroşin wan. Gelek kesên ku vegeriyan Efrînê jî neçar man ku careke din koçber bibin. 
 
'LI EFRÎNÊ JIN NIKARIN BI TENÊ SERÊ XWE BIGERIN'
 
Cûma anî ziman ku taybetî jinên li Efînê di bin zilmeke mezin de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi dehan jin li Efrînê hatin binçavkirin an jî hatin revandin. Piraniya wan jî ji aliyê çeteyan ve ji bo pereyan dihatin rewandin û fîdyê ji bo wan dixwastin. Gelek jin jî rastî destdirêjayî û kuştinê hatin. Gelek jinên temên biçûk li ser navê zewacê dibirin û difirotin. Heke malbat li dijî vê yekê dertên jî rastî îşkece tên ji ber wê jî hinek malbat bêdeng dimînin. Jin nikarin li Efrînê bi rihetî bigerin divê cilê wan girtî bin û tenê serê xwe jî dernekevin derva. Jinên ku dixwazin li dijî tundiyên ser jinan di saziyên sivîl de bixebitin jî rastî tehdîtan tên û ji ber wê jî di saziyan de cih nagrin. Di wan saziyên civakî de zilam cih digrin û piranî li ser olê dixebitin." 
 
'GELEK KESAN DI ZINDANAN DE JIYANA XWE JI DEST DAN'
 
Cûma di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser zext û tundiyên li ser girtiyên di girtîgehên Efrînê de ragirtî ne û ev tişt gotin: "Di girtîgehan de tundiyeke pir mezin li dijî dilgirtiyan heye. Taybetî li ser jinan tundiyeke mezin heye. Gelek jin di hundirê wan girtîgehan de rastî destdirejayiyê tên. Di girtîgehê de gelek jinan zarokên wan çebûn ne ji aliyê tendûristiyê de ne jî pediviyên jiyanî di girtîgehan de tune ye. Gelek kes jî di zindanan de jiyana xwe ji dest didin û li wir tên veşartin."
 
'KURD BI ZILMÊ RE RÛ BI RÛ NE'
 
Cûma diyar kir ku kurdên ku li Efrînê mane rojane bi zilm û zordariyê re rû bi rû ne û wiha pêde çû: "Kurdên li Efrînê manê rojane bi zilm û zordariyê re rû bi rû dimînin. Çetê li gor dilê xwe dikarin dest bidin ser  mal û milkê wan. Yanî xwe dikin şîrikê mal û milke wan. Heke kesek tenê li malê be êrişî wî dikin û wî dikujin û destbidin ser mal û milkê wî. Kesek bi malbatê ve li Efrînê be jî dest didin ser zarokên wan. Gelek malbat hatin rewandin û piştrê jî hatin windakirin. Kesên ku dixwazin koçber bibin jî gelek pereyan didin çeteyan ku derbasî dervayî sînor bibin. Her wiha di dibîstinan de bi zimanê tirkî û erebî dersên olî didin. Kurdî ders nayên dayin. Navê kulan û taxên kurdî ji bo guherandina demografiyê tên guherandin û navên bi zimanê tirkî wan dikin. Yanî kurd li Efrînê jiyaneke pir zahmet derbas dikin. Gelek darên li herême ji bo xira kirina xwezaya bajêr hatinê birîn. Piştî Efrîn hat dagirkirin yekanê armanca Tirkiye ev bû ku tiştekî kurdan li Efrînê nehelê. Ji bo windakirina çand û zimanê kurdan navê gund, bajar û taxên kurdî guherandin. Bajar tev talan kirin ku tiştekî kurdan li Efrînê nemîne. Niha li Efrînê di fermiyete de bi tirkî tê axaftin. Dixwazin Efrînê bikin bajarê tirkan ne yê ereban jî. Heta înterneta Efrînê jî hat qutkirin û Efrînê fîrmayên înternetê yên tirkiyê hatinê bicihkirin. Dixwazin Efrînê ji herême qut bikin û ji Tirkiyeyê re girê bidin. Efrîn ji aliyê walîtiyê Tirkiyeyê ve tê rêveberin." 
 
BÊDENGIYA SAZIYÊN MAFÊ MIROVAN
 
Cûma di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku saziyên derbarê mafê mirovan de dixebitin jî li dijî zilma li ser welatiyên Efrînê bêdeng in û axaftina xwe wiha qedand: "Ji aliyê rêxistinên Mafê Mirovan yên cihanê ve jî li ser rewşa Efrînê gelek rapor hatin amadekirin ku binpêkirinên mafan li Efrînê tên jiyîn lê tu gav jê nehatin avêtin. Jixwe berjewendiya wan a dewleta tirk xuyayê. Ji ber ku navenda van komîteyan li Tirkiyeyê nikarinê derbarê Tirkiyeyê de tiştek xirab bêjin. Saziyên vegerandina koçberan yên giredayî Tirkiyeyê jî li ser navê vegerandina koçberan ji bo guherandina demografiyê gelek kesan li Efrînê bicih dikin. Heke armanç vegerandina koçberan be bila wan bînin cihên ku lê koçber bûne bi cih bikin lê dibin Efrînê bi cih dikin. Divê saziyên mafê mirovan ên cihanê li dijî van binpêkirinan bêdeng nemînin. 
 
MA / Mahmut Altintaş 
 
 
 

Sernavên din

16/09/2023
18:08 Jîna Emînî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn
18:03 Mirovên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
15:58 Ayşe Altan ji aliyê zilamê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû ve hate qetilkirin
15:39 TJA: Em li dora serhildana dîrokî bibin xelek
15:30 Aydenîz: Êriş û hevkarî ne ji bo siberoja Kurdistanê ne
15:12 Berdana girtiyê nexweş Gurkan tê astengkirin
15:09 ‘Bila girtiyê nexweş Nurettîn Erdemcî were berdan’
14:59 Emîne Şenyaşar ji nexweşxaneyê hat derxistin û vegeriya Pirsûsê
14:38 ÎHD: Em ê dest ji lêgerîna edaletê ya ji bo windakiriyan bernedin
14:33 Cezayê hepsa malê dan bavê Jîna Emînî
14:29 Xizmên Windayan: Bila faîlên Atalay û Tan werin dîtin
13:06 Li bajarên Rojhilat greva giştî: Derabe nehatin vekirin, kes neçû kar
13:02 Êrişên PDK’ê dê li Stenbolê were protestokirin
12:11 Dayikên Şemiyê ji polîsan re got: Dema ev mirov dihatin windakirin hûn li ku bûn?
11:38 Jinên li Girtîgeha Evînê bi armanca piştgiriya protestoyan çalakî dan destpêkirin
11:27 Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin
09:14 Ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek nû
09:05 Hevalên Beytocan: Di dilê hemû kurdan de cihê xwe girtiye
09:03 Jin dê heya 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê tecrîdê rakin
09:02 Dadgeh: Komeleya Jinan Rosa di bin banê PKK'ê de nehatiye avakirin
09:02 Malbata girtiyê nexweş Yilmaz: Bila bê berdan
09:02 Sara Aktaş: Ocalan felsefeya 'Jin jiyan azadî' çêkir, jina kurd jî ew bi ruh û can kir
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2023'YAN
15/09/2023
21:58 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
19:50 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê dorpêçkirî kir
17:45 HDP û Partiya Çepên Kesk serdana Akbelenê kirin
16:36 Sendîkayên navneteweyî ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
16:14 ÎHD: Bila girtîgehên ewlehiya bilind û tîpa S'yê bên girtin
15:48 Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin
15:36 Girtiyên li Girtîgeha Aksarayê nayên dermankirin
14:27 Yuksekdag ji şandeya Doza Kobanê re got: Ev dadgeheke darbeyê ye
14:07 Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû
14:07 Doza Komkujiya Sêwasê betal kirin: Heke bertek neyên nîşandan dê mînakên wê zêde bibin
13:32 Gunana ya li Osmaniyeyê hatibû binçavkirin hate berdan
13:13 Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin
13:10 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Ji bo meşa ‘Jin jiyan azadî’ banga beşdariyê
12:06 Hevserokê DFG’ê Altan: Tolê ji rojnamevanan hildidin
12:04 TJA'yê kampanya 'Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber bi Azadiyê ve' li Rihayê da destpêkirin
11:23 Ji Amedê bang: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya rê li ber wêraniyê vedike berde
11:08 Li Banayê çêrandina pez, avdana baxçeyan qedexe ye
11:07 Rojnameger Gok: Ji ber piştevaniyê keyfxweş bûm
10:53 Di 9 kesan de varyanta Erîsê hate tespîtkirin
10:50 Civaknas Hosseinzadeh: Jin bûn kirdeya siyasî, bi paş ve gav avêtin tune ye
10:38 Keskîn: Sûcên TSK’ê di raporên dewletê bi xwe de jî hene
09:51 ‘Banga Rêber Apo Kobanê rizgar kir'
09:22 Parêzerê malbata Ûytûn: Daraz kujerên zarokên kurd diparêze
09:14 Krîza aborî kûr dibe: Rewşa esnafên bazarê ne baş e
09:13 Piştî 30 salan pirsa ‘Tu poşman î?’: Dewlet hê jî di vê pirsê de maye
09:06 Kurdên li Stenbolê: Em doza perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikin
09:04 Serpêhatiya Mela Ebûbekîr Dayan: Çû emniyetê û zarokan darbesta wî anîn
09:04 Hevserokê HDP'ê Cizîrê Nart: Xwedî derketina xwezaya Botanê erka her kesî ye
09:03 Çîrokên cuda berxwedana hevpar: Ew hîn bûn û niha didin hînkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2023'YAN
14/09/2023
22:02 Berdana faîlên destdirêjiyê hat protestokirin: Em ê dozê bişopînin
21:36 Bertek nîşanî serbestberdana failên destdirêjiyê dan
17:27 Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin
17:01 Rojnamevan Orûç nehat berdan: Rojnamevaniya kurd tê krîmînalîzekirin
16:34 Cezayê kêm dan kujerê Mehmet Uytun ê 18 mehî
15:38 Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan
15:03 Cenazeyê hunermend Beytocan hat veşartin
14:49 Ji bo hunermendê kurd Beytocan li Amedê şîn hat danîn
14:22 ÎHD: Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind îşkenceya bi demê re hatiye vehêlandin in
14:07 Rojnamevan hatin darizandin
14:04 Polîsan li Osmaniyeyê jinek kirin binçavan
13:34 Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn
13:15 Hêzên PDK’ê êrişî mewziyên HPG’ê kirin
13:10 Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin
13:04 Koma dixwest Çemê Merîçê derbas bike hate gulebarankirin
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:37 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloqî 11’ê çileyê hate kirin
11:54 Rojnamegeran li ber edliyeyê daxuyanî dan: Gok û Oruç berdin
11:05 Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim
10:47 Otogara ku di îmarê de 'pîşesazî' xuya dike bêxwedî ma
10:45 ‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’
10:41 Berxwedana ku Îran hejandî: Jin, jiyan, azadî
10:35 Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike
10:26 Polîsan bi dîmenên mîzansenê Nesrîn Akgul kirine binçavan!
10:16 Li Fasê hejmara qurbaniyan derket 2 hezar û 946 kesî
10:01 Piştî mazotê benzîn jî hat zemkirin
09:51 PDK'ê wesayîtên zirxî şand Sîdekanê
09:32 Bajarê serî li ber tarîtiyê netewand: Kobanê
09:07 Qeyûm mal û milkên şaredariyê bi texsîtan difiroşe
09:04 ‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye'
09:01 Di 6 salan de tenê 4 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye
09:01 Cezayê ku li Endama Meclisa Şaredariyê Zûgûrliyê hatibû birîn hat xerakirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2023'YAN
13/09/2023
22:55 Ateş ê 33 salan di girtîgehê de ma: Têkoşîn esas e
21:09 Ferat-Der: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
20:01 Ji ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Zindan dê ji faşîzmê re bibin goristan
17:08 Kongreya Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin
17:07 Lîstika ‘Jina Qelew’ derdikeve tûrneyê
16:42 Nesrîn Akgul hate girtin
16:33 Doza Kobanê: Kesekî di nav mafyayê de lêpirsîn bi rê ve bir
15:22 Ketina sehayê ya tîma sedyeyê ya Amedsporê salekê hate qedexekirin
14:50 Di doza Hevseroka DBP’a Amedê Gulmez de dê mutalaa were amadekirin
13:37 ‘Desthilatê girtîgeh veguherandin qadên mirin û îşkenceyê’
13:33 Doza Kobanê: Muxatab Ocalan e, em ê tişta ji dest me tê bikin
13:16 Doza girtina KCDP'ê hat redkirin
13:04 Girtiyên PAJK'î: Bi pûçkirina polîtîkayên AKP'ê xwedî li Rêbertiyê derkevin