Li Girtîgeha Panosê îşkence: Dema qala îşkenceyê dikir telefonê qut kirin

img
AGÎRÎ - Hat ragihandin ku li Girtîgeha Panosê gerdiyanên mêr îşkence li jinên girtî yên polîtîk kirin e. Seyhan Kayitbey a ku îşkence li keça wê Mizgînê hatiye kirin got: “Kêliya ku keça min qala îşkenceyê dikir, telefonê qut kirin. Divê êdî em li ber rabin ser pêya.”
 
Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer jinên girtî yên siyasî ne û li Girtîgeha Panosa Agiriyê ya Tîpa L’yê tên ragirtin. Hat zanîn ku di 31’ê tebaxê de gardiyanên mêr çûne jimartinê. Van jinên girtî yên navborî îtîrazî vê jimartinê kirin e û diyar kirin e ku gardiyanên mêr nikarin jimartinê û lêgerînê li odeyên jinan bikin. Piştî bûyerê bi rojekî jinan xwest bi dozgeriyê re hevdîtin bikin lê daxwaza wan hat redkirin. Jinên girtî ji bo sepanên li ser xwe protesto bikin, li deriyên qawîşên dan û çalakî kirin. Nêzî 40 gardiyên mêr avêtin ser qawîşê û nêzî 40 deqîqeyan îşkence li girtiyan kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestixistin, jinên girtî 4 saetan bi “bene berazan” hatine girêdan û li odeya sekinandinê hatine rawestandin. 
 
Ji girtiyên bi îşkenceyê re rû bi rû man Mizgîn Kayitbey bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û xwest qala îşkenceya li wan hatiye bikin lê telefona wê hat qutkirin. Hat zanîn ku Mizgînê 6 deqîqe hevdîtinê li gel dayika xwe Seyhan Kayitbey kiriye. Seyhan Kayitbey ji ajansa me re axivî û qala tiştên keça wê jê re aniye ziman kir. 
 
‘DEMA QALA ÎŞKENCEYÊ KIR, TELEFONÊ QUT KIRIN’ 
 
Kayitbey da zanîn ku ew ji bo hevdîtina vekirî çûne girtîgehê û midûrê girtîgehê û gardiyanan ji wan re gotiye, “hûn dereng man e” û hevdîtina wan hatiye astengkirin. Kayitbey anî ziman ku ew dereng nemane û di dema xwe de çûne hevdîtinê û wiha got: “Lê belê dîsa jî midûr û dozger gotin, ‘hûn dereng mane’. Me gelek hewl da ku hevdîtinê bikin lê belê destûr nedan. Bêyî ez keça xwe bibînim vegeriyam. Keça min roja înê telefonî me kir û tenê 6 deqîqe axivî. Jixwe kêliya ku keça min qala îşkenceyê kir, telefonê li ser rûyê me qut irin. Keça min got ku îşkenceyek giran li wan hatiye kirin. Ev sê çar meh in midûr guherî ye. Midûrê nû tenê îşkence, tacîz û êrişan li ser girtiyan pêk tîne. Dema girtiyan dibin nexweşiyan tedawiyek li ser pêya li wan tê kirin û wan dişînin hepsê.”
 
‘DIVÊ QÊRÎN Û HAWARA WAN BÊ BIHÎSTIN’ 
 
Kayitbey destnîşan kir ku keça wê 15 roj berê ji hucreyê derketiye û wiha axivî: “Nikarin avê jî vexwin. Tu cihekî wan saxlem nemaye. Di ser û laşê wan de şûna jopan heye. Keça min got ku armanca girtîgehê ew e ku di bin navê lêgerînê de îşkence, tacîzê bikin û serî li girtiyan bitewînin. Çar meh in bi her cure muameleya xerab re rû bi rû dimînin. Keça min wiha got, ‘Êdî li ber vê zilma wan bêdeng nemînin, serî rakin, em li vir dimirin û dixwazin me bikujin. Rewşa me gelek xerab e, bêdeng nemînin, hemû parlamenteran û raya giştî hişyar bikin. Êdî deqîqeyek, saniyek mayîna li vir nemaye’. Divê qêrîn û hawara zarokên me were bihîstin. Heke kes li rewşa zarokên me nepirse, hewce bike em ê li ber hepse, li ber Meclis û Wezareta Dadê çalakiyan li dar bixin. Êdî tu tiştek em ê winda bikin namaye, keça min her roj li girtîgehê bi gefên kuştinê re rû bi rû ye. Hovîtî û îşkenceyê li girtiyên me dikin. Tiştek bi girtiyên me were, mesûlên wê midûr û dozgerên girtîgehê ne.” 
 
 

Sernavên din

09/09/2023
16:53 MED TUHAD FED: Bila îşkence û tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe
16:07 Bi girseyî serdana şîna Haci Alî Yîgît hate kirin
15:37 Xelkê Pirsûsê bi girseyî serdana gora Peyam Demîr kir
15:23 Ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler banga berdanê hat kirin
15:23 Li gelek bajaran protesto: Çalakiya Dayikên Şemiyê ne sûc e
14:53 Ji bo girtiyê nexweş ku li benda neqla gurcikê ye banga berdanê
14:47 31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dest pê kir
14:17 Malbata Înan bi girseyî hat ziyaretkirin: Divê em van kirinan bikin sedemê qiyametê
13:51 Parêzer bi jinên girtî re hevdîtin kir: Hê jî şopên îşkence li ser laşê wan hebûn
13:32 ‘Ji bo ku pêşî li siyaseta hatiye xetimandin bê vekirin divê tecrîd bê rakirin’
13:28 Li Amed û Êlihê li faîlên salên 90’î hat pirsîn
12:54 Kamyon kete nav merasîma cenaze: 5 kes mirin 25 kes birîndar bûn
12:49 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
12:24 Dayikên Şemiyê hatin dorpêçkirin: Em bi awayekî bêhiqûqî tên astengkirin
11:56 Li Girtîgeha Panosê îşkence: Dema qala îşkenceyê dikir telefonê qut kirin
11:37 Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk: Rojeva bingehîn rakirina tecrîdê ye
11:18 Kesê ku îşkence li welatiyê felcbûyî dikir hat binçavkirin
11:05 Li atolyeya tekstîlê şewat derket
10:46 Parêzerên Abdullah Ocalan xwe amade dikin bersivê ji bo pêşkeşiya NY’yê ya Tirkiyeyê bidin
09:27 Salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadiyê': Gel amadekariya çalakiyan dike
09:11 Li Fasê erdhej çêbû: Bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jin destvala ji bazarê vedigerin
09:05 Der barê darbeya 12'ê Îlonê de pêşangeha 'Raborî îro ye'
09:04 Ji ber gotina 'dê AKP-MHP hesab bide' doz li Leyla Guven hat vekirin
09:02 Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi dawî bû
09:01 'Li qada giştî tunehesibandina kurdî dibe sedema pirsgirêkên civakî'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2023'YAN
08/09/2023
19:52 Girtiyê nexweş Ozalp 35 roj in tê dermankirin
19:44 Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Gorunmek hat binçavkirin
18:59 2 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:54 Li Girtîgeha Panosê 3 jin bi saetan rastî îşkenceyê hatin
16:47 Li Wanê du kes hatin binçavkirin
16:45 Cenazeyên Akdenîz û Koç hatin definkirin
16:22 Polîsan avêt ser Navenda Çandê ya Îdilê: 10 kes hatin binçavkirin
16:05 44 roj in heman bersivê didin Malbata Şenyaşar: Wezîr nîne!
15:28 Li dijî biryara dersînorkirina Abdulmenaf Osman îtîraz hate kirin
15:11 Konferansa Partiya Çepên Kesk dê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet bê lidarxistin
14:17 Onder ji şandeya Doza Kobanê re got: Hûn nikarin min bidarizînin
14:11 ‘Dest ji xeletiyên li ser sûr û Baxçeyên Hewselê berdin’
12:44 Yuksekdag û Kişanak peyam şandin: Îradeya jinê hêza bingehîn a xebat û serkeftinan e
12:07 Kampanya veguhestin Çûkûrovayê: Li dijî tiryakê bibe barîkat
11:52 Girtiyê cezayê muebbetê lê hatiye birîn di statûya ‘muebbeta giran’ de tê ragirtin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Êrişa berfireh a li dijî gundên Minbicê hate têkbirin
10:49 Konferansa jinan dest pê kir: Dem dema mezinkirina têkoşîna serdema nû ye
10:31 ‘Dîmenên heyî nîşan didin bê ka dewletê ji bo DAIŞ’ê çi derfet pêşkeş kirine’
10:27 Qala Yilmaz Guney kir: Huner bi daxwazên gel re kir yek
09:38 Ji malbata ku parêzvanê dozger re şer kiribû 6 kes hatin girtin
09:22 Cezayê Ozgun hate betalkirin: Lîstika dînîtiyê bi raporê vala hate derxistin
09:09 Tînaş: Girtiyê nexweş Fevzî Arslan bi mirinê re rû bi rû ye
09:05 Ji Çetînkayayê ku înfaza wî 9 caran hatiye şewitandin banga hestiyariyê
09:04 Qeydên kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê dikin
09:04 ‘Gelê me bi qirkirinê re rû bi rû ye, lê cîhan piştgiriya Talîbanê dike'
09:03 Li dijî tecrîd û asîmîlasyonê çalakiyên çandî
09:02 Doç. Dr. Karabûlût: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:01 Kincên Înan ên perçekirî piştî 8 salan radestî malbata wê kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:49 Hunermend Kadîr Çat: Bi awayekî keyfî hatim binçavkirin
08:28 Cenazeyê Peyam Demîr li gundê wê hat veşartin
08:16 Cenazeyê Tekîn li Bismilê hate veşartin
07/09/2023
23:43 Krîzê li dilê Hevşaredarê Îdirê Yilmaz ê girtî xist
23:38 Li Wanê kesek hat binçavkirin
23:35 Gumuştaş û Ûçar hatin berdan
18:08 Cenazeyên Tekîn û Demîr radestî malbatên wan hatin kirin
18:01 Bi girseyî çûn şîna Zulfiye Bînbîrê
16:10 Emîne Şenyaşar: Bila pergala we hilweşe
15:08 Qeyûmê Pirsûsê 41 kargeh hilweşandin: 4 kes hatin binçavkirin
14:53 BES: Ji qesrê edalet dernakeve
14:18 Avci: Qeyûm dixwaze bi lez û bez hemû mal û milkên şaredariyê bifroşe
13:44 ‘Doza ava lîmonê’ ya siyasetmedarên jin hate taloqkirin
13:38 ‘Bila zarokên kurd bi kêfxweşiya perwerdehiya zimanê zikmakî biçin dibistanan’
13:28 Rejîma Îranê ciwanekî din ê kurd girt
13:18 Cezayê hucreyê dan girtiyê îtîrazî têla li ber paceyê kir
13:18 Bertek nîşanî dersînorkirina Menaf Osman dan: Qanûn û hiqûq tune tê hesibandin
13:02 Doza Kobanê: Di hilbijartinên herêmî de jî dê ev dosya bê axaftin
13:01 Cihê konferansa jinan a Partiya Çepên Kesk guherî
12:01 Parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:53 Tirkiye dixwaze şanogerê ji Îranê yê li GGM’ê girtî ye deportî Îranê bike
11:45 Li Erzînganê girtî bêbêhn tên hiştin!
10:08 Rojnamevan Koyluoglû: Tê xwestin ku hilbijartina li Kerkûkê were betalkirin
09:05 Bîldîrîcî: Heya ambargo hebe çapemenî jî dê parçeyeke vê bêedaletiyê be
09:04 ‘Divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên dijhiqûqî bên betalkirin'
09:02 Rejîma Îranê kurdî kir hedef: Em dikarin pêşî li qirkirina çandî bigirin
09:01 Wezaretan ji bo kuştina Surme Înce îdia kirin ku 'li wir pevçûn hebûye'
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2023’YAN
06/09/2023
23:41 Li Amedê şanoya 'Kulav û Peyk'
22:39 Tûrnûvaya fûtbolê ya ciwanan didome
20:52 Satici ya ji girtîgehê derket li Şemzînanê hat pêşwazîkirin
20:35 Bîrdal: Sedema xizaniyê nebûna aştiyê ye
19:13 Kargeha zarokan a MED-DER’ê bi şahiyekê bi dawî bû
18:59 Rewşa dawî ya lehiyê: 7 kesan jiyana xwe ji dest da, kesek winda ye
17:49 Hevşaredarên Panosê hatin berdan
17:43 Îdareya bajêr gund bê av hişt, lê xistin stuyê şaredariya HDP'î
16:20 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 42’yemîn de ye
16:16 Di lehiya li Kirklareliyê de hejmara miriyan derket 5’an
16:06 Di 11 rojên operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ de çi qewimîn?
15:53 2 kesên li Bagcilarê hatibûn binçavkirin hatin girtin
15:11 24 roj in encama testa DNA’yê ya Leyla Gulcu derneketiye
14:48 Rojnamevana girtî Maroofian: Di bin çavan de êrişa zayendî li min hate kirin
14:25 Li cerdevanên ku li Şirnexê talana xwezayê dikin ên nû tên zêdekirin