Qeyûm park bê av û dar hiştine!

img

ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê ku bi salane pirsgirêka avê lê heye, qeyûm park bê dar û av hiştin. Li parkên darek tune ye ku şêniyên navçeyê li ber siya wan rûnên. 

 
Di hilbijartinên xwecihî yê 31'ê adara 2019'an de ji aliyê desthilata AKP'ê ve gelek şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin desteserkirin. Yek ji van şaredariyan jî şaredariya Hezexê ya Şirnexê bû. Şaredariya ku HDP'ê rêjeyeke zêde ya dengan bi dest xist, qeyûm tayinî wê hat kirin. Beriya tayinkirina qeyûman projeyên ku rêveberiya HDP'ê ew danîbûn ber xwe, bi tayinkirina qeyûm Zafer Sag re hatin betalkirin. Projeya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya navçeyê hatibû amadekirin jî hatibû betalkirin. Di 5 salan de 3 qeyûm yê bi navê Zafer Sag, Refîk Ozsoy û Anil Adiguzel li şaredariyê hatin tayinkirin. Herî dawî weke qeymeqam û qeyûmê şaredariyê Anil Adiguzel hat tayinkirin. Şaredariya ku heta niha sê qeyûm guherandiye heta îro tu xizmeteke berbiçav nekiriye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya ku li navçeyê êdî bûye pirsgirêkeke mayinde, heta niha tu çare nehatine dîtin. Navçeya ku nifûsa wê 76 hezar e, pirsgirêka wê ya avê nayê çareserkirin. 
 
Qeyûmê ku nekarî pirsgirêka avê çareser bike, li parkên navçeyê jî darek neçandiye. Parka "Şehît Tumgeneral Aydogan Aydin" ya li taxa Atakentê yek darek jî nehatiye çandin. Ji ber ku dar li parkê tune ne û amûrên li hemû zengar girtine û riziyan e, kes naçê. Çîmênên parkê jî ji ber ku nehatine avdan hişk bûne û betona li nava parkê jî rabûye. Li parka li taxa jor a ji bo zarokan hatibû çêkirin jî di heman halî de ye. Li parkê ne dar ne jî çîmen hene û amûrên tê de jî hatine şikandin. 
 
Hevşaredara Hezexê ya HDP'î Songul Erden ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, der barê mijarê de axivî. 
 
'JI BO KU PARKÊN XWE HÊŞÎN BIHÊLÎN ME KAMPANYA DABÛN DESTPÊKIRIN
 
Erdenê diyar kir ku ji roja ku qeyûm hatiye tayinkirin heta niha yek qadeke hêşîn nehiştiye ku gel biçê lê rûnê û wiha axivî:" Ji xwe ev bi salan e rê û parkên vê navçeyê xerabe ne. Parkên me hemû wêran kirin û talan kirin. Her wiha pirsgirêka navçeyê ya avê heye. Parkek nehiştine ku zarok, jin û ciwan biçin li bin siya darên wan rûnên. Dema ku em li ser kar bûn, em her hefteyê carekê diçûn li parkê xwe digeriyan û me ew raçav dikirin û me serdana gel dikir. Me li çîm û darên parkan dinêriya ku pirsgirêkek heye yan na. Ji bo ku parkên xwe hêşintir bikin me kampanya dabûn destpêkirin. Her hefteyê carekî em diçûn me parkên xwe paqij dikirin. Lê niha bê xwedî mane. Qeyûm ji wêrankirina bajaran, taxan, parkan pêvtir tiştekî din nake. Heta niha ji xeynî talankirina navçeyê tiştekî din nekirine."
 
'JI BO AVDANÊ ME TANKER KÎRE KIRIN'
 
Erdenê bi lêv kir ku wêrankirina parkan bênefeshiştina gel e û got: "Me rêveberiya HDP'ê tankerek kirîbû û du tanker jî me kirê kiribûn. Me ev tanker bi ava bendavê tije dikir û pê park av didan. Ji bo ku darên me û çîmênên parkên me hişk nebin her hewldanek me hebû. Lê niha qeyûm ev parq tune kirine. Divê ku qadên hêşîn hebin ku gel biçe tê de rûnê. Lê mixabin îro qeyûm parkên me talan kirine û li Hezexê park nema ne ku gel biçe wan, li bin siya darekî wan rûnê."
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

03/09/2023
14:43 Dê 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê lidarxistin
14:16 Hewl didin girtiyê piştî 30 sal û 6 mehan tehliye bûy dersînor bikin
13:43 Bîlançoya li Kerkûkê giran dibe: 4 ciwanên kurd hatin kuştin û qedexe hate rakirin
13:10 Rejîma Îranê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê girt
13:03 Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin
13:03 Satici piştî 7 salan tehliye bû: Azadî tiştekî tenê fîzîkî nîne
12:17 Li Îranê cezayê hefsê li aktîvîsta jin hate birîn
11:48 Yek ji rûspiyên eşîra El Elî: Pêdivî bi operasyona HSD’ê hebû
11:36 Hejmara 27’an a Kovara Jinê derket
11:31 Êrişên li dijî Eyn Îsayê hatin têkbirin
11:25 Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê îro bi nûnerên Kerkûkê re bicive
11:13 Li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn
10:42 Tevgera Azadî: Heke rê li ber aloziya li Kerkûkê neyê girtin dê encamên wê giran bin
10:25 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Til Temirê dikin
09:19 Girtiyê 32 salan ji ber biryarên Dadgeha Înfazê nayê berdan
09:04 Gergerlîoglû: Çima bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin?
09:02 Hevdîtina Fîdan-Barzanî: Amadekariya ji bo êrişa li dijî Garê ye
09:02 Qeyûm park bê av û dar hiştine!
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÎLONA 2023’YAN
02/09/2023
22:36 Polîsên Kerkûkê 2 ciwanên kurd qetil kirin
21:53 Li Geverê zarokeke 10 salî winda bû
21:50 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
21:45 Ûçar û Aydenîzê serdana malbata Tûran kirin
18:26 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hat kirin
16:07 Bi girseyî serdana şîna Eyup Çelîk hat kirin
16:06 Bernameya îlonê ya ŞanoWan eşkere bû
16:06 7’emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê dê bê lidarxistin
15:44 Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kirin
15:26 ÎHD’ê xwest ku girtiyê 80 salî Kaya bê berdan
15:08 Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir
14:47 Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e
12:33 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin
10:41 TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn
10:35 Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd bê rakirin
10:07 Jinan bi projeya ‘Îcar ji vir ve lê binêre’ ji bo hunerê hilberandin
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!
09:03 Rêxistinên ciwanan ên kurd: Em jiyaneke bê Ocalan qebûl nakin
09:02 ‘Li girtîgehan li dijî zextan berxwedaneke bêhempa heye'
09:01 Li Feraşînê ne aramî lê dorpêç heye!
09:01 'Sedema krîza aborî polîtikayên dewletê yên şer in'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:16 Li mala ku bi çekên giran hat guleberankirin 2 kesan jiyana xwe ji dest da
31/08/2023
19:05 Parlementeran gel vexwend mitînga 1’ê Îlonê
16:48 Ji Malbata Şenyaşar re dîsa gotin: Wezîr ne li vir e!
15:39 Li Şirnexê wesayîta zirxî li zarokekî xist: Rewşa zarokî giran e
15:32 Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can hat binçavkirin
15:20 Li Mêrdînê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15:00 Zema dê ji bo mûçeyên kedkarên cemaweriyê were kirin diyar bû
14:51 KESK: Em li dijî TÎS’ê têbikoşin
14:24 ‘Em dixwazin Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan’
14:10 Turan li bajarê xwe bi girseyî hate oxirkirin
13:37 Li Wanê ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê bang hat kirin
13:36 Li Meletiyê êrişî karkeran hat kirin: 3 karker birîndar bûn
13:22 Çîrokên windakiriyan li kolanên Stenbolê ne
12:58 Li Datçayê erdhej çêbû
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:54 Ji bo rojnamegerên girtî qertên 1’ê Îlonê hatin şandin
12:10 Di encama êrişên mehek dawî de li ser Eyn Îsayê: 4 kes hatin kuştin
12:09 Endama Tevna Parastina Jinan Denîz Onen hat binçavkirin
11:43 ‘Heya aştî were em ê têbikoşin’
11:19 Unsal ji Partiya DEVA’yê îstîfa kir