Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?

  • rojane
  • 14:00 21 Tebax 2023
  • |
img

ENQERE - Siyasetmedar Mesût Bagcik diyar kir ku divê îfadeyên şahidan ên di pêvajoya teqîbatê ya Doza Kobanê de li ber çav bên girtin û wiha got: "Lê belê îfadeyên wan ên di pêvajoya lêpirsînê de esas hatine girtin. Dozger, weke ku her tişt bi hev re dîtibin tevdigere. Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?” 

Rûniştina yekemîn a danişîna 30’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.
 
Siyasetmedar Mesût Bagcik ku negirtî tê darizandin, siyasetmedarên jin Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata û gelek jinên din di danişînê de amade bûn. Yuksekdag û siyasetmedarên jin ên din bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. 
 
‘MUTALAA BELGEYEKE POLÎTÎK E’
 
Mesût Bagcik têkildarî mutalaayê axivî û got ku di mutalaayê de tiştên leha wan cih negirtine. Bagcik, wiha domand: “Ev yek bi zanebûn hatiye kirin. Dozger, bi vê yekê hewl dide rastiyê veşêre. Ev mutalaa, belgeyeke polîtîk e. Dozger, hestên xwe yên şexsî tev li mutalaayê kiriye. Ez dixwazim ku ev mutalaa li dozger bê vegerandin.” 
 
‘ÇIMA NAVÊ DAIŞ’Ê TUNE YE?’
 
Bi domdarî Bagcik anî ziman ku dozgerî di mutalaayê de qala DAIŞ’ê nekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke ku ev rêxistin qet tune be tevgeriyaye. Hemû kes dizane bê ka vê çeteya komkujer û qirker çi kiriye. Di nava sînorên vî welatî de jî bi dehan komkujî kir û bi sedan kes qetil kir. Xwestin xelkê ji cih û warên wan bikin. Ev polîtîkayeke bizanebûn bû. Dibe ku sempatiya hinek kesan bo DAIŞ’e hebe. Dozger, ji bo çeteyên qirker tenê yek gotin nekiriye. Lê dema mijara behsa xeberê bû siyasetmedarên kurd, terazî diguhere. Ev mutalaa hiqûqî nîne. Lewma mutalaaya hatiye amadekirin mîna îdianameyê polîtîk e. Tenê sedemek heye ku ez niha li vir im û ew jî kurdbûna min e.” 
 
‘EM PARÇE NAKIN, DIKIN YEK’
 
Di berdewamê de Bagcik destnîşan kir ku mijara dozê “Bûyerên Kobanê” nînin û wiha pê de çû: “Sedema vekirina vê dozê ew e ku zextê li muxalefetê bikin. Ez bi parçekirina welêt têm tawanbarkirin. Ma ev welate xiyar e ku dabeş bikim? Berevajî vê, di nava malbata min de jî gelek tirk hene û em vî welatî dikin yek. Lewma em dibêjin pêkvejiyan. Di esasê xwe de yên qala yekitî û hevgirtinê dikin em in. Heke qala dabeşkirinê bikin, bila li rêziknameyên partiyên pê re tifaq kirine binêrin. Bila berê xwe bidin kesên qala şerîetê dikin. Bi qasî ez dizanim, ew jî dikevin ber 302’yê. Baş e lê çima li wan nanihêrin? Dozger, dadgehê dixapîne. Gelo ma mirov derheqê DAIŞ’ê de tenê du hevokan jî nanivîsîne? Dibe ku di demên pêş de dozgerek rabe û derheqê vî dozgerî de îdianameyê amade bike.” 
 
TAWANBARIYA ZEWICÎBÛN - EZEBTIYÊ 
 
Bagcik, bal kişand ser îfadeyên şahidan ên di dosyayê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îfadeyên gelek şahidan hev nagirin. Li ser zewicîbûn û azebtiya me bi ‘endamtiya rêxistinê’ tên tawanbarkirin.” Di vê navberê de ji dozgerê li eywanê pirsî bê ka zewicî ye yan na. Bagcik, wiha domand: “Ji bilî van pênaseyan, hinek pênaseyên din jî hene. Weke mînak, îdia dikin ku em naxebitin. Pênaseya ‘bi karekî ve mijûl nabin’ hatiye kirin. Lê min bi gelek belge raxistin holê ku min gelek kar kirine.” 
 
‘GELO MA DOZGER ŞAHIDÊ DOZÊ YE?’
 
Bagcik, got ku derheqê wî de îdiayeke weke “Demekê berpirsyarê KCK’ê yê Tirkiyeyê bû” hatiye kirin û wiha derbirî: “Her wiha tê îdiakirin ku ez çûme Qendîlê û li wir hatime peywerdekirin. Ez tu caran neçûme Qendîlê û ev yek jî îdiayên perwerdeyê yên şahidê nepen ‘Ulaş’ diderewîne. Îfadeyên Ulaş hev nagirin. Ev yek bi tena serê xwe bes e ku ev dosya were betalkirin. Îfadeyên şahidan ên di pêvajoya lêpirsînê de esas hatine girtin lê diviyabû îfadeyên wan ên di pêvajoya teqîbatê de esas bihatina girtin. Ev yek nîşan dide ku dozger ji hiqûqê fêm nake. Dozger, weke ku her tişt bi hev re dîtibin diaxive. Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?” 
 
‘ŞAHIDIYA WÎ KETIYE’
 
Bagcik, got ku dadgehê li şahid Ulaş guhdarî kiriye û wiha bal kişand ser îfadeyên wî: “Ez ji ber îfadeyên Ulaş têm darizandin. Lê belê Ulaş li xwe mikûr hat ku agahiyên wî nînin. Lewma divê şahidiya wî were betalkirin. Dibe ku gef lê hatibe xwarin lewma ev îfade da bin. Gelo dibe ku ji bo vê îfadeyê pê re bazarî hatibe kirin? Dibe ku bi malbata wî gef lê hatibe xwarin? Lewma şahidekî wiha nîne, nabe. Dibêje ku şahidiya tu tiştekî nekiriye. Xuyaye ku hinek metn danîne pêşiya vî qaşo şahidî. Ji ber îfadeyên vî kesî dan û nedayîn li vê dosyayê hatim zêdekirin.” 
 
Dadgehê heta saet 13.40’ê navber da danişînê. 
 

Sernavên din

26/08/2023
09:00 Mexdûrê erdhejê ku lingekî wî tune ye doza erebeya astengdaran dike
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2023'YAN
25/08/2023
22:07 Partiya Çepên Kesk hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne
20:21 Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand
18:32 Mirina Dayikên Aştiyê encama muameleya bêhiqûqî ye
15:53 Emîne Şenyaşar: Çima hûn hê jî Halîl Yildiz diparêzin?
15:05 Partiya Çepên Kesk û HDP: Ji bo aştiyê em beşdarî mitînga 1’ê Îlonê bibin
14:15 Li Mêrsînê konferansa jinan: Hewcehî bi nexşerêyeke hevpar heye
13:47 Namzetên Hevseroktiya Giştî ya HDP’ê diyar bûn
12:37 Qeyûm û şaredariyên AKP’ê 6,7 milyar lîre ji Xezîneyê re deyndar in
12:34 FEDAŞ'ê karker hedef nîşan da
12:26 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Dayika Sîsin ji bo aştî û azadiyeke mayînde li ber xwe da
10:32 Hişyariya ji bo ‘Erdheja Stenbolê’: Şîrketên BTK û GSM’ê amade nînin
09:51 Ji ber ku DEDAŞ ceyranê qut dike bacan û îsotên cotkaran hişk dibin?
09:45 Xelkê hêjar ê Îzmîrê: Jiyana me tevek bûye aborî
09:05 HES'ê Robarê Pasûrê ziwa kir, navçe bê av ma
09:03 Piştî erdhejê sûrên dîrokî nehatin parastin
09:03 ‘Bila dawî li zilma li cenazeyan bê'
09:03 30 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin
09:02 Qeydên serdema nû yên Ma Musîc û Zarok Ma’yê dest pê kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê ku nikare bi tena serê xwe bijî nayê berdan
09:00 ROJEVA 25’E TEBAXA 2023’YAN
24/08/2023
21:18 Li Biradostê êrişa bi SÎHA'yê: 4 welatî hatin qetilkirin
20:00 Doza Kobanê taloqî 4'ê Îlonê hat kirin
16:36 Dîsa nehiştin ku Emîne Şenyaşar bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike
16:17 DFG û MKGP: Divê Tirkiye dest ji êrişên li dijî rojnamevanan berde
15:48 Li Bilbêsê dorpêça leşkeran didome
15:46 Li Girtîgeha Akçadagê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
15:24 250 penaberên di binçavan de ne: Em nikarin hilmê bidin û bistînin
15:08 ÎHD’a Amedê: Li girtîgehên Xarpêtê pêkanînên dijî rûmeta girtiyan di dewrê de ne
13:49 Li Amedê cihê 5 qeyûman guherî
13:38 Hakan Fîdan bi Barzanî re hevdîtin kir
13:12 Li Amedê rapirsiya aboriyê: Sedema krîzê polîtîkayên şaş in
13:12 Serokê Kluba Amed Sporê Elaldi: Îdiaya me ya ji bo serdema nû mezin e
12:41 Şewata li Çanakkaleyê hate kontrolkirin
11:56 Cenazeyê jina li Hatayê winda bûbû hate dîtin
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:48 Bi îdiaya ‘gefxwarinê’ der barê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:21 Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin
11:01 Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin
10:36 Salvegera 7’emîn a darbeya KHK’ê: Desthilatdarî negihîşt armanca xwe
10:25 Rûsyayê piştrast kir ku Yevgeniy Prîgojîn miriye
09:57 Mazlûm Îçlî: Ji ber ku em kurd in me ceza dikin
09:57 Dayikên Aştiyê: Em ê vê têkoşîna pîroz bidomînin
09:43 Li Meletiyê erdhej çêbû
09:36 Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê zêdetir bûn: Ew piştevaniya rojên ewilî niha tune ye
09:08 'Dê têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bê xurtkirin'
09:04 Parêzerê hunermend Çîftçiyê: Îçtihadên AYM û Dadgeha Bilind esas nayên girtin
09:03 'Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe bibihîse'
09:03 Wefqa Hêviyê li dijî çekdarîbûna ferdî bang li meclisê kir
09:01 Şanoger Emektar: Em hewl didin qadên alternatîf biafirînin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2023’YAN
23/08/2023
22:26 Li Agiriyê erdhej çêbû
21:53 Balafira ku serokê Wagnerê Prigojin tê de ket xwarê
21:46 Hevşaredarê Periyê car din hat girtin
20:51 Li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrişî wesayîtekê hat kirin
19:50 Doza Kobanê: Mutalaa versiyona 'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye
18:57 DBP'ê li Sêrtê Kongreya Asayî ya Yekem li dar xist
16:25 Wezareta Dadê meheke li Malbata Şenyaşar qedexe ye!
16:23 Uçar: Heta ku aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome
16:13 'Bila tayînkirina sûcdarê tecawizê Asim Sultanoglû were betalkirin’
16:03 Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome
15:49 Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî
15:24 Aydenîz di şîna Dayikên Aştiyê de axivî: Kîna me ji êşa me mezintir e
14:12 Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê
13:57 Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
13:18 Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e
13:18 Baroya Amedê çû serdana DFG’ê
12:43 Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye
12:40 Li Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
11:58 Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin definkirin
11:34 Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin
11:34 Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:26 Biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan hat dayîn
11:08 Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye
10:46 Girtiyê 30 salî ku emeliyata bypassê bûye berdana wî 6 mehan hat taloqkirin
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin