Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn

  • rojane
  • 14:52 20 Tebax 2023
  • |
img
DÎLOK - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên maf û hiqûqê bi boneya 8’emîn salvegera Komkujiya Dîlokê merasîma bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de hat gotin ku bi komkujiyê re nasnameya kurd hedef hate girtin û dê têkoşîna wan bidome. 
 
Di 20’ê tebaxa 2016’an de DAIŞ’ê li dijî daweta malbateke kurd a li Taxa Beybahçe ya navçeya Şahînbey a Dîlokê êrişeke xwekujiyê pêk anî. Di êrişê de 40 jê zarok 56 kes hatin qetilkirin. Bi boneya 8’emîn salvegera komkujiyê; bi tevlibûna malbatên qurbaniyan, rêveberên rêxistina Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Dîlokê, Parlamentera Partiya Kedê (EMEP) ya Dîlokê Sevda Karaca,  rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û rêxistinên civaka sivîl li kolana komkujî lê hatibû kirin merasîma bîranînê hat lidarxistin.  Beşdar, ji avahiya HDP'a navçeya Şahînliyê heta cihe komkujiyê meşiyan.  
 
'KURD JI PEVAJOYEKE QIRKIRINÊ RE DERBAS BÛN’
 
Di bîranînê de ji ewil Hevseroka HDP'a Dîlokê Ayten Kaya axivî û destnîşan kir ku ev komkujî yek ji komkujiyên li dijî kurda ye û wiha got: “Dîsa mirin bû para kurdan. Hêj jî kurd bi kîmyasalan tên qetilkirin û kurd ji pêvajoya qirkirinê re derbas dibin. Heta ev qeder neyê guherandin dê aştî, wekhevî û azadî neyê vî welatî. Em jî ji bo aştî, wekhevî û aramiyê têdikoşin. Hêviya me ew e ku ev komkujî bi dawî bibin.”
 
'EM DIZANIN BÊ KA TILIYA KÊ DI VÊ KOMKUJIYÊ DE HEYE’
 
Parlamentera EMEP'ê ya Dîlokê Sevda Karaca jî bi bîr xist ku bi ser komkujiyê re 7 sal derbas bûne lê hêj jî edalet pêk nehatiye. Karaca, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komkujiya Beybahçeyê, yek ji komkujiyên li dijî kurdan e. Lê faîlên wê nehatin cezakirin. Eşkere bû ku dê komkujî were kirin lê pêşî lê negirtin. Em dîsa dipirsin; yên ku pêşî li komkujiya li dijî kurdan û hêzên demokrasiyê vekirî kî ne? Em baş dizanin bê ka ew kî ne. Me ew kesên digotin ‘piştî komkujiyê dengê me zêde bûn’ ji bîr nekirine. Yên ku kesên tiliya wan di komkujiyê de heye dernexistin holê, nûnerên vîna gelê kurd xistin zindanan. Hêj çendek roj berê di roja şînê de îşkence li Gultan Kişanak kirin. Duh jî êrişî wekîl Omer Ocalan kirin. Kesên îradeya me nas nakin û qeyûman tayîn dikin, tiliya wan di vê komkujiyê de jî heye. Lê bila baş bizanin ku em li vir in û bi hev re ne. Dê têkoşîna me ya ji bo jiyaneke birûmet bidome.” 
 
'DARIZANDINEKE BIDADILANE NEHAT KIRIN’
 
Ji parêzerên dozê û Hevserokê Şaxa OHD'a Dîlokê Mûstafa Yalçin jî anî ziman ku komkujî li dijî nasnameya kurdî hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Darizandineke adilane û hiqûqî nehat kirin. Xwestin vê dozê bigirin. Ji bo ku faîlên komkujiyê derkevin holê û bên darizandin, weke OHD’ê ya ku ji destê me tê em ê bikin. Em ê her tim li cem mexdûran cih bigirin.” 
 
Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn cihê qurbanî lê hatin qetilkirin û bîranîn bi dawî bû. 
 

Sernavên din

26/08/2023
09:00 Mexdûrê erdhejê ku lingekî wî tune ye doza erebeya astengdaran dike
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2023'YAN
25/08/2023
22:07 Partiya Çepên Kesk hevdîtinên xwe yên bi gel re didomîne
20:21 Li Mêrdînê jinekê xwe şewitand
18:32 Mirina Dayikên Aştiyê encama muameleya bêhiqûqî ye
15:53 Emîne Şenyaşar: Çima hûn hê jî Halîl Yildiz diparêzin?
15:05 Partiya Çepên Kesk û HDP: Ji bo aştiyê em beşdarî mitînga 1’ê Îlonê bibin
14:15 Li Mêrsînê konferansa jinan: Hewcehî bi nexşerêyeke hevpar heye
13:47 Namzetên Hevseroktiya Giştî ya HDP’ê diyar bûn
12:37 Qeyûm û şaredariyên AKP’ê 6,7 milyar lîre ji Xezîneyê re deyndar in
12:34 FEDAŞ'ê karker hedef nîşan da
12:26 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Dayika Sîsin ji bo aştî û azadiyeke mayînde li ber xwe da
10:32 Hişyariya ji bo ‘Erdheja Stenbolê’: Şîrketên BTK û GSM’ê amade nînin
09:51 Ji ber ku DEDAŞ ceyranê qut dike bacan û îsotên cotkaran hişk dibin?
09:45 Xelkê hêjar ê Îzmîrê: Jiyana me tevek bûye aborî
09:05 HES'ê Robarê Pasûrê ziwa kir, navçe bê av ma
09:03 Piştî erdhejê sûrên dîrokî nehatin parastin
09:03 ‘Bila dawî li zilma li cenazeyan bê'
09:03 30 meh in tu xeber ji Îmraliyê nayên girtin
09:02 Qeydên serdema nû yên Ma Musîc û Zarok Ma’yê dest pê kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê ku nikare bi tena serê xwe bijî nayê berdan
09:00 ROJEVA 25’E TEBAXA 2023’YAN
24/08/2023
21:18 Li Biradostê êrişa bi SÎHA'yê: 4 welatî hatin qetilkirin
20:00 Doza Kobanê taloqî 4'ê Îlonê hat kirin
16:36 Dîsa nehiştin ku Emîne Şenyaşar bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike
16:17 DFG û MKGP: Divê Tirkiye dest ji êrişên li dijî rojnamevanan berde
15:48 Li Bilbêsê dorpêça leşkeran didome
15:46 Li Girtîgeha Akçadagê lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
15:24 250 penaberên di binçavan de ne: Em nikarin hilmê bidin û bistînin
15:08 ÎHD’a Amedê: Li girtîgehên Xarpêtê pêkanînên dijî rûmeta girtiyan di dewrê de ne
13:49 Li Amedê cihê 5 qeyûman guherî
13:38 Hakan Fîdan bi Barzanî re hevdîtin kir
13:12 Li Amedê rapirsiya aboriyê: Sedema krîzê polîtîkayên şaş in
13:12 Serokê Kluba Amed Sporê Elaldi: Îdiaya me ya ji bo serdema nû mezin e
12:41 Şewata li Çanakkaleyê hate kontrolkirin
11:56 Cenazeyê jina li Hatayê winda bûbû hate dîtin
11:53 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:48 Bi îdiaya ‘gefxwarinê’ der barê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
11:21 Şewata li Çanakkaleyê di roja 3’yan de didome: 11 gund hatin valakirin
11:01 Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin
10:36 Salvegera 7’emîn a darbeya KHK’ê: Desthilatdarî negihîşt armanca xwe
10:25 Rûsyayê piştrast kir ku Yevgeniy Prîgojîn miriye
09:57 Mazlûm Îçlî: Ji ber ku em kurd in me ceza dikin
09:57 Dayikên Aştiyê: Em ê vê têkoşîna pîroz bidomînin
09:43 Li Meletiyê erdhej çêbû
09:36 Pirsgirêkên mexdûrên erdhejê zêdetir bûn: Ew piştevaniya rojên ewilî niha tune ye
09:08 'Dê têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bê xurtkirin'
09:04 Parêzerê hunermend Çîftçiyê: Îçtihadên AYM û Dadgeha Bilind esas nayên girtin
09:03 'Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe bibihîse'
09:03 Wefqa Hêviyê li dijî çekdarîbûna ferdî bang li meclisê kir
09:01 Şanoger Emektar: Em hewl didin qadên alternatîf biafirînin
09:00 ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2023’YAN
23/08/2023
22:26 Li Agiriyê erdhej çêbû
21:53 Balafira ku serokê Wagnerê Prigojin tê de ket xwarê
21:46 Hevşaredarê Periyê car din hat girtin
20:51 Li ser rêya Qamişlo-Amûdê êrişî wesayîtekê hat kirin
19:50 Doza Kobanê: Mutalaa versiyona 'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye
18:57 DBP'ê li Sêrtê Kongreya Asayî ya Yekem li dar xist
16:25 Wezareta Dadê meheke li Malbata Şenyaşar qedexe ye!
16:23 Uçar: Heta ku aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome
16:13 'Bila tayînkirina sûcdarê tecawizê Asim Sultanoglû were betalkirin’
16:03 Dorpêça li ser gundê Bilbêsê di roja 27’an de didome
15:49 Li Çanakkaleyê şewat: 9 gund hatin valakirin, 5 hezar hektar şewitî
15:24 Aydenîz di şîna Dayikên Aştiyê de axivî: Kîna me ji êşa me mezintir e
14:12 Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê
13:57 Piştî serdana Fîdan a li Iraqê Guler çû ser xeta sînor
13:18 Li Dîlokê di 10 salan de 427 karker ji ber cînayetên kar mirin e
13:18 Baroya Amedê çû serdana DFG’ê
12:43 Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye
12:40 Li Çewlikê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
11:58 Dayika Aştiyê Akçelîk û kurê wê hatin definkirin
11:34 Şewata li Herêma Herekolê hate vemirandin
11:34 Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:26 Biryara berdewamiya girtina rojnamevan Arslan hat dayîn
11:08 Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye
10:46 Girtiyê 30 salî ku emeliyata bypassê bûye berdana wî 6 mehan hat taloqkirin
10:26 Jinan li dijî şer banga têkoşîna hevpar kirin
10:05 Malbat piştgiriyê didin kampanya ciwanan a ‘Li dijî şerê taybet têkoşînek bi heybet’
09:52 Nehiştin Kaya li peywira xwe vegere: Ji bo tayînkirina qeyûman hewl didin bingeheke hiqûqî ava bikin
09:09 Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin
09:07 'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin'
09:06 Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e
09:05 Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê
09:05 Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN
08:54 Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide
22/08/2023
20:08 Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist
18:38 2 Dayikên Aştiyê yên qeza kirin jiyana xwe ji dest dan
16:41 Li Antalyayê jinek hate qetilkirin
16:35 NÇM: Divê demildest Emel Çîftçî were berdan
15:38 Li Sasonê zarokeke 2 salî jiyana xwe ji dest da
15:36 Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me
15:30 Polîsan gefa binçavkirinê li rojnamevanên ku çalakiya edaletê dişopandin xwarin
15:19 Doza Kobanê: Gelo mutalaaya amadekirî hate ber destê dozger?
15:17 Li Îranê 2 jinên girtî hatin darvekirin
14:57 Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan
14:48 Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê
13:47 Karkerên ceyranê çalakiya sistkirina kar didomînin
13:28 Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin